Şeytan yek an çend afirîdên giyanî, pir caran firîşteyan, yên ku ji mirovan re bed in, vedibêje. Ev têgîn koka xwe ji yekxwedayîtiya cihûtiyê ye û bandorên olî yên îranî yên kevnar, nemaze Zerdeştî, dihewîne.Şeytan di serî de di dadgeha xwedayî de gilîker e, yekitiya olî ya mirovan diceribîne û wan bi gunehê sûcdar dike, wek mînak, di pirtûkên Încîlê yên Eyûb û Zekerya de tê zanîn.Di Jiyana Adem û Hewa û wêjeya îslamî de, Şeytan ji bihuştê tê derxistin, ji ber ku ew ne dipejirîne ku serî li ber mirovê pêşîn bide.[1] Di Pirtûka Hanok a etiyopyayî de tevahiya komek Şeytan wekî xapînok û hem jî firîşteyên cezayê têne behskirin.[2]Fikra elaleteke Şeytan jî di Quranê de jî rê dît. Paşê, Şeytan bi wateyên wekî firîşteyên ketî yên ku li hember Xwedê serî hildidin, nimûneya bediyê, Îblis an jî pûtan re têkildar bû.

Şeytan li gorî Gustave Doré.
Maskeyeke şeytanî ku ji bo festîvalên gelêrî yên li Portekîzê hatîye çêkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Orlov, Andrei A. (2011). Dark Mirrors Azazael and Satanael in Early Jewish Demonology (bi îngilîzî). Nû York: State University of New York. rr. 53, 98–99. ISBN 978-1-4384-3951-8.
  2. ^ Theobald, Florian (2015). Teufel, Tod und Trauer: Der Satan im Johannesevangelium und seine Vorgeschichte [Şeytan, mirin û xem: Şeytan di mizgîniya Yûhenna de û pêşdîroka wî] (bi almanî). Vandenhoeck & Ruprecht. r. 85. ISBN 978-3-647-59367-8.

Girêdanên derve biguhêre