Nefel
butt | |
---|---|
Nefel | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Parçe: | Magnoliophyta |
Çîn: | Magnoliopsida |
Kom: | Fabales |
Famîle: | Fabaceae |
Binefamîle: | Faboideae |
Êl: | Trifolieae |
Cins: | Trifolium L. |
Gelek navên wê bi Kurdî hene , Nefel , Hespist , Ket , Koringe , Argud , Once an jî Sewere . Giyayek e ku ji kulîlka wê Rêsî tên çêkirin. Nêzîkê 300 cûreyên wê hene. Ji Famîleya baqilan e. Cureyên herî zêde tên çandin Nefela spî û Nefela sor e.
Bawerî û Remz
biguhêreNefela Shamrock remza gelê Îrlandê ye. Ev nefela spî ya sêpel e.
Li gorî baweriyekê Nefela çarpel şansê mirovan zêde dikê. Lê Nefela çarpel kêm tê dîtin. Herwiha Nefelên pênc, şeş an jî bêhtir pel hene. Evên bêhtir pel pir kêm tên dîtin. Rekora nefela herî zêde xwedî pel di 10'ê Gulana 2009'an de hatiye tomarkirin ku ev nefel xwediyê 56 pelan bû. Dîsa nefela 21-pel ji aliyê heman kesî ve hatibû dîtin û ev rekor di Pûşpera 2008'an de hatiye tomarkirin.
Çavkanî
biguhêre- Ferhenga Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê , Zana Farqînî
- Nefela 21-pel
- Rekora nefela herî zêde xwedî pel Girêdana arşîvê 2011-06-24 li ser Wayback Machine
Girêdanên derve
biguhêre Wîkîferheng: nefel – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |