Qoruxçî
Gundekî Bismila Diyarbekirê
Qoruxçî anku Qorixçî (bi tirkî: Korukçu), gundekî Bismilê ye. Li ser rêya Bismil û Batmanê de 5 km dûrî navçeyê ye. Çemê Dîcle di vî gundî re derbas dibe.
Qoruxçî | |
---|---|
Korukçu | |
Koordînat: 37°50′3″Bk 40°44′6″Rh / 37.83417°Bk 40.73500°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir |
Navçe | Bismil |
Nahiye | Bismil (navend) |
Bilindahî | 545 m (1788 ft) |
Nifûs (2012) | 459[1] |
Koda postayê | 21520 |
Koda telefonê | (+90) 412 |
biguhêre |
Niştecihên gund Mendî ne. Nêzîkî 100-200 sal berê ji Mendan çûne Tepê û ji wir jî hatine Qoruxçî ava kirine.
Debara gund bi çandinîya pembo, garis, şebeş, genim, nîsk, ce û hwd û xwedîkirina heywanan û masîvanîya li ser Çemê Dîcleyê ye.
Gund li ser rêya koçbariya çûkan e. Ji ber vê yekê jî di demsala koçbariyê de gelek çûkên xerîb lê dihên dîtin.
Gelhenasî
biguhêreSal | Gelhe[2] |
---|---|
2012 | 459 |
2000 | 449 |
1990 | 284 |
1985 | - |
Pêşangeh
biguhêre-
Masîvanên qorixçî
-
Bêrîvaniya hemdemî
-
Zarokekî Qoruxçiyê
Çavkanî
biguhêre- ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 tîrmeh 2014
- ^ Yerelnet, Korukçu, ji orîjînalê di 9 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 tîrmeh 2014