Derzîdank amûreke ku derziyan tê de diçikînin ji bo winda nebin. Di malên kurdan de cihê derzîdankê timî belî bû. Lewre Kurdistan welatekî çiyayî bû û heta salên 1970'î jî bazirganiyeke bi rêk û pêk neketibû nav Kurdistanê. Derzîdankê di çanda kurdî de cihekî girîn girtiye. Jinên kurd derzînkên bi neqş û rengîn çêdikirin û li dîwarê odeyê datanîn.