Ludwik Lejzer Zamenhof

afirînerê zimanê esperantoyê ,
(Ji L. L. Zamenhof hat beralîkirin)

Ludwik Lejzer Zamenhof (jdb. 15 kanûna pêşîn 1859 - m. 14 nîsan 1917)[1] gelek caran wekî L. L. Zamenhof tê nasîn, çavbijîşk û zimannasê polonî û afirînerê zimanê esperantoyê ye ya ku li seranserê cîhanê zimanê çêkirî yê navnetewî yê herî navdar û berbelav e.[2]

Ludwik Lejzer Zamenhof
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Białystok (en) (Grodno Governorate (en), Rûsyaya Çarî)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Cihê goristanê
Okopowa Street Jewish Cemetery (en), gorê L. L. Zamenhof (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
לײזער לוי זאַמענהאָףLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Лейзеръ ЗаменговъLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Nasnav
Doktoro Esperanto, Gamzefon, Unuel, Anna R., Homo sum, Amiko, HemzaLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cîwar
Białystok (en) (-), Warşova (-), Moskow (-), Warşova (-), Veisiejai (en) (), Warşova (), Płock (en) (-), Viyana (), Warşova (-), Xerson (en) (-), Warşova (-), Hrodna (en) (-), Warşova (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Perwerde
Մոսկուայի համալսարանի բժշկական ֆակուլտետ (d)
Imperial University of Warsaw (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Zimannas, ophthalmologist, dahêner, helbestvan, wergêr, esperantîst, bijîşk, nivîskarê dixtor, tercimanê Incîlê, eperantolojîstLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malbat
Zamenhof family (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Bav
Markus Zamenhof (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Rozalia Zamenhof (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Ida Zamenhof (d)
Leon Zamenhof (d)
Felix Zamenhof (d)
Hersz Zamenhof (d)
Aŭgusta Hermelin (d)
Henryk Zamenhof (d)
Mina Zamenhof (d)
Aleksander Zamenhof (d)
Fejgla Zamenhof (d)
Sora Dwora Zamenhof (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Klara Zamenhof (en) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Lidia Zamenhof (en)
Adam Zamenhof (en)
Zofia Zamenhof (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xizm
Fabian Zamenhof (d) (male first cousin)
Lejzer Zamenhof (d) (male first cousin)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Esperanto, ophthalmology (en), Esperantology (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Vénéré par
Oomoto (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
Esperanto Language Committee (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Tevger
Hereketa esperantoyê (en), Siyonîzm (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Knight of the Legion of Honour (en) ()
Honorary President of the World Esperanto Association (d) (-)
Commander of the Order of Isabella the Catholic (d) ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Dengê qeydkirî
Xebatên navdar
Unua Libro (d), Dua Libro (d), Fundamento de Esperanto, Ho, mia kor' (d), esperantoLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Ludwik Lejzer Zamenhof
Şanenav
lewheya yadîgar
gorê L. L. Zamenhof (d)

Zamenhof gava li xwendegehê bû, yekem carî zimanê xwe pêşde bir. Ew bi ramana cîhanek bêşer mezin bû. Bawer dikir ku ew dikare bi alîkariya zimaneke nû yê alîkar ê navneteweyî çêbike.[1] Ziman dê alavek be ku mirov bi vê navgîna ragihandinê ya bêalî û dadperwer, wekhev bibin.[3] Wî, tevî şerên Cîhanê yên sedsala 20an bi serfirazî civatek ava kir ku îro berdewam dike.[4] Di heman demê de, ew bi navgîniya bikarhênerên xwe ve mîna zimanek xwezayî pêşve çû.[5]

UNESCO ji ber destkeftî û piştgiriya wî bo diyaloga nav-çandan, di 100 saliya mirina wî de Zamenhof wek yek ji kesayetiyên navdar ên sala 2017 hilbijart.[6]

Jînenîgarî biguhêre

Salên destpêkê biguhêre

 
Zamenhof, li dora 1879

Zamenhof di 15ê kanûna pêşîn de wekî kurê Markus Zamenhof (27 kanûna paşîn 1837 - 29 çiriya paşîn 1907) û Rozalia (Sofer) Zamenhof (1839 - 1ê îlona 1892an) li Belostoka piretnîkî (niha Białystok li Polonyayê) ya Împeratoriya Rûsî ji dayik bû.[7] Di wê demê de bajar ji ber Peymanên Tilsitê ya 1807ê li bin rêveberiya Hikûmeta Grodnoyê ya Împeratoriya Rusî bû. Dêûbavên wî di eslê xwe de ji cihûyên litvanî bûn. Ev kom li Mîrîtiya Mezin a Lîtvanyayê ya berê dijiyan. Ew wekî duzimanî bi zimanê yîdîş û rûsî mezin bû.[8] Bavê wî mamosteyê almanî û frensî bû. Ji ber wî, Zamenhof hînî zimanên almanî, fransî û îbranî bû. Ew her wiha hin zimanên girîng ên Białystok jî dipeyivî: polonî û belarusî. Polonî bû zimanê dayikê yê zarokên wî ên li Warşova. Di dibistanê de wî xwendina zimanên klasîk ên latînî, yewnanî û aramî kir. Wî paşê hinekî hînî îngilîzî bû, lê bi ya peyvên wî ne pir baş bû. Ew bi litwanî û îtalî eleqedar bû û di sala 1880 de hînî Volapükê bû. Bi vê awayê, sebebên çêkirina projeya wî ya zimaneke navneteweyî geş bû.[9][10]

Digel cihûyên yîdîşaxiv, di nav gelheya Białystokê de poloniyên katolîk ên Romayê û rûsên ortodoks ên rojhilat (bi gelemperî mezheba fermî ya hukûmetê bû) û komên etnîk ên biçûk wekî belarûs û almanan hebûn. Zamenhof ji ber pevçûnên li nav van koman gelek xemgîn dibû. Ew texmîn dikir ku sedema sereke ya nefret û pêşdaraziyê ya li nav van koman tunebûna zimanek hevpar bû ku li hev du fam bikin. Heke zimanek wiha hebûya, Zamenhof îdîa dikir ku ew ziman dikare rola amûreke ragihandinê ya bêalî di nav mirovên xwedan etnîsîte û zimannasiyên cûda de bilîze.[11]

Dema li Warşovayê li xwendegeha navînê Zamenhof hewl da ku bi rêzimaneke zengîn zimanek navneteweyî biafirîne lê encamê de xebateke tevlihev derket. Di dema hînbûna îngilîzî de wî biryar da ku divê rêzimana zimanê navneteweyî hêsan bibe. Ji xeynî zimanên dayikî yên dê û bavên wî yên rûsî, yîdîşî, polonî, almanî, latînî, îbranî, frensî, yewnanî û îtalî jî di sadekirina projeya rêzimanê de bûn alîkar.[12]

Di sala 1878ê de, projeya wî ya Lingwe uniwersala hat qedandin.[13] Lêbelê, Zamenhof hîn pir ciwan bû ku karê xwe bide çapkirin. Piştî mezûniyetê wî pêşî li Moskoyê paşî li Warşowayê dest bi xwendina bijîşkiyê kir. Di sala 1885an de Zamenhof zanîngehê qedand û li Veisiejaiyê wekî bijîşkê pratîsyen dest bi karê xwe kir. Piştî sala 1886ê ew li Płock û Viyanayê wekî bijîşkê çavan xebitî. Wî mirovên li wir baş dikir û heman demê de li ser projeya zimanek navneteweyî didomand.[14]

 
Çapa rûsî ya Unua libro ("pirtûka yekem"), 1887

Wî bo weşandina pirtûkokê fonan berhev bike, du salan hewl da heya ku alîkarî ji bavê jina xwe ya paşerojê wergirt. Di sala 1887an de, pirtûka bi navê Между меѓународный язык. Предисловие и полный учебникь (Zimanek Navneteweyî: Destpêk û pirtûkek bêkêmasî) bi rûsî[15] li ser navê "Doktoro Esperanto" (Bijîşk Hêvîdar) hate çapkirin. Zamenhof di destpêka axaftina xwe de navê zimên wekî "Lingvo internacia" (zimanek navneteweyî) kir, lê yên ku ew fêr bûn dest pê kirin ku jê re bibêjin Esperanto û di demekê kin de navê zimên wekî fermî jî bû Esperanto. Ji bo Zamenhof, ev ziman, tenê amûrek ragihandinê ye û rêyek ji bo pêşxistina hevahengiya aştiyane ye di navbera mirovên xwedî çandên cûda de.[2]

Xebatên li ser yîdîşî û pirsgirêka cihûyan biguhêre

 
Zamenhof li ser maseya xwe ya malê li Warşovayê, 1910

Zamenhof di sala 1879an de yekem rêzimana yîdîşî nivîsand. Ev xebata wî çend sal şûnde di kovara yîdîşî, Lebn un visnshaft de hate weşandin.[16] Nivîsa orîjînal a bêkêmasî di sala 1982an de, ji hêla Adolf Holzhaus ve bi wergera rûsî û esperantoyî, bi navê L. Zamenhof, provo de gramatiko de novjuda lingvo [Hewldanek li ser rêzimana zimanê nû-cihûyan], hat çapkirin. Di vê xebatê de, ew tenê raveya rêzimana yîdîşî nasewirîne, lê di heman demê de çend pêşniyaz bo derbasbûna tîpên Latînî û li ser rastnivîsê jî pêşkêş dike. Di heman heyamê de Zamenhof çend berhemên din jî bi zimanê yîdîşî nivîsand, dibe ku lêkolîna yekemîn a helbestên yîdîşî jî tê de.

Di 1882an de li Împeratoriya Rûsî, pelên progromê pêk dihat û di vê heyamê de Zamenhof nêzîkî Hibbat Zionê bû ku ev pêşiya tevgera siyonîst bû.[17] Lê wî di 1887an de dev ji tevgerê berda û di sala 1901ê de bi sernavê Hillelism daxuyaniyeke bi zimanê rûsî belav kir, di nav de got ku projeya siyonîst nikare pirsgirêkên gelê cihû çareser bike.

Di sala 1914an de wî vexwendinek ji bo tevlî rêxistina nû ya Esperantîstên Cihû, TEHAyê stand, lê paşve vegerand. Di nameya xwe de ji organîzatoran re, wiha digot, "Ez bi dilsoz im ku her netewparêzî ji mirovahî re tenê bêbextiya herî mezin pêşkêşî dike..." [17] Pirtûka pîroz a cihûyan Tanah a ku Tewrat û Zebûr dihewîne, ji aliyê Zamenhof ve hat wergerandin bo esperantoyê.

Zamenhof di Warşovayê de di 14ê nîsana 1917an de ji ber qeyrana dilê mir û li Goristana Cihû ya Okopowayê hate veşartin. Axaftina xêrxwaziyê ya ser gorê ji aliyê xaxem û pêşengehê Sînagoga Mezin a Warşowayê, Samuel Abraham Poznański ve hat kirin û got: "Dê demek were ku xelkê polonî fêm bike ka Xwedê çi kurek mezin daye axa wan."[18]

Zamenhof di Kongreya Esperantoyê ya Cîhanî de ye ya li Barselonayê (Ketelonya, Spanya) di 1909an de hat lidarxisitin.

Malbat biguhêre

Zamenhof û jina wî Klara Silbernik sê zarok, kurekî, Adem û du keçên xwe, Sofîa û Lidia mezin kirin. Her sê jî li Holokostê hatine kuştin.[19]

Bi taybetî Lidia Zamenhof baldariyek mezin nîşanî esperantoyî da û bi mezinbûnê ve bû mamosteya zimên, bi rêwîtiya Ewropa û Amerîkayê dersên esperantoyê da. Bi saya hevaltiya Martha Root baweriya behaîtî qebûl kir û bû yek ji endamên wê baweriyê ku yek ji rêgezên wê baweriyê zimaneke alîkar wekî pêdiviyeke dibîne.

Neviyê Zamenhof, Louis-Christophe Zaleski-Zamenhof (kurê Adam), ji salê 1960ê heta tarîxa mirina wî ya 2019an ve li Fransayê dijiya.

Felsefeya olî biguhêre

Ji bilî xebata xwe ya zimanî, felsefeyek olî ya Zamenhof hebû ku wî jê re Homaranismo digot (ev term bi esperantoyî ye, bi gelemperî wekî "hûmanîzm"[mirovhezî][20] an jî mirovahîparêzî/mirovparêzî hatiye binavkirin), ku li ser bingeha rêgez û rêbazên Hillel Elder bû. Wî ji bo Homaranismo re wiha gotiye: "Ew bi rastî mebesta tevahiya jiyana min e. Ez ê ji bo wê dev ji her tiştî berdim."[21]

Navê cudabûnê biguhêre

 
Malbata Zamenhof û Alfred Michaux li Kongreya Yekem a Esperantoyê, Boulogne, 1905.

Jiyana Zamenhof pirzimanî bû. Ji ber wê bi ya rastnivîsa zimanan, navê wê di gelek cihan de ji hev cihê hatiye nivîsandin:

  • Ingilîzî: Ludwik Lejzer Zamenhof
  • Esperantoyî: Ludoviko Lazaro Zamenhofo
  • Almanî: Ludwig "Levi" Lazarus Samenhof
  • Îbranî: אליעזר לודוויג זמנהוףEliezer Ludwig Zamenhof
  • Polonî: Ludwik Łazarz Zamenhof
  • Rûsî: Лю́двик Ла́зарь "Лейзер" Ма́ркович Заменго́вLyudvik Lazar' "Leyzer" Markoviç Zamengov
  • Yîdîşî: לײזער לֵוִי זאַמענהאָףLeyzer "Levi" Zamenhof
  • Frensî: Louis Lazare Zamenhof

Di zayîna wî de navê Îbranî Eliezer ji hêla dêûbavên wî ve lê hatiye dayîn ku ew wekhevê Lazar a latînî bû. Lêbelê Zamenhof di bin serweriya rusî de ji dayîk bû û ji ber vê yekê di pelê jidayikbûna wî de navê wî wekî Лейзер Заменго́в Leyzer Zamengov, bi şêwaza yîdîşî hatiye bikaranîn û paşnavê wî yê Markoviç jî edeta rûsan bû ku ji navê bavê wî hatiye çêkirin. Navê malbata wî bi eslê xwe almanî ye û bi eslê xwe Samenhof e; lê di yîdîşî de bi tîpên latînî wekî Zamenhof tê nivîsîn û her wiha di esperantoyî û polonî de jî wiha hatiye bikaranîn. (Tîpa z di almanî de tim wekî [ts] tê bilêvkirin, lê dengên [s] yan [z] jî pêkan e.)

Di xortaniya xwe de wî him Leyzer ê yîdîşî û him jî Lazar ê rûsî bi kar aniye.

Dema ku li zanîngehê, Zamenhof dest bi karanîna navê rûsî Lyudovik kir (ew jî ji Ludovicê hatiye tîpguhestin an jî wekî Ludwig hatiye wergerandin) li cîhê Lazar, dibe ku ji ber hurmetdayîna wî ya Francis Lodwickê, ê ku di 1652an de pêşniyazeke li ser zimanên çêkirî weşandibû.[22] Dema ku birayê wî Leon bijîşk bû û dest bi lêkirina navê "Dr L. Zamenhof" kir,[23] Zamenhof ji bo di nav her du de tevlîheviyeke pêk neyê, dîsa dest bi karanîna navê xwe yê jidayikbûnê Lazar kir û ji sala 1901ê wê de navê xwe wekî "Dr L. L. Zamenhof" îmze kir: yanî Doktor Ludwik Lejzer Zamenhof.

Rûmet û hevnavî biguhêre

 
Peykera L. L. Zamenhof li Prilepê, Makedonyaya Bakurê

Di sala 1905an de Zamenhof ji ber afirîneriya Esperantoyê Légion d'honneur wergirt.[24] Di 1910an de, Zamenhof ji aliyên çar endamên parlamenê Brîtanî ve (tê de James O'Grady û Philip Snowden jî hebûn) û Profesor Stanley Lane Poole, wekî berendamê Xelata Nobelê ya Aştiyê hate pêşniyazkirin.[25] (Li şûna wî, xelat ji Buroya Aşitiyê ya Navneteweyî re hat dayîn.) Ji ber 5-emîn Universala Kongreso de Esperantoyê a li Barselonayê, Zamenhof ji aliyê şahê Spanya Alfonso XIII-yê ve wekî Fermandarê Isabellaya Katolîk hat îlankirin.[26]

Gerstêrkek biçûk di 6ê sibata 1938an de, ji hêla Yrjö Väisälä ve hat kifşkirin û ew wekî 1462 Zamenhof hatiye binavkirin. Bi sedan kolanên bajêr, park û bircên seranserê cîhanê jî navê Zamenhof hilgirtiye.[27] Li Lîtvanyayê, Kolana Zamenhofî cihê herî naskirî ya Kaunasê ye, ku ew demek li wir jiyaye û tê de xwediyê xaniyek bû. Li Polonyayê, Keyaniya Yekbûyî, Fransayê, Mecaristanê, Kroatyayê, Çekyayê, Spanyayê (piranî li Ketelonyayê), Îtalyayê, Îsraêl, Belçîkayê û Brezîlê jî hene. Li Mecaristan û Brezîlê Girên Zamenhofî û li Çemê Dunayê Girava Zamenhofî hene.[28]

Li hin bajarên Îsraêlê, di nîşanên kolanan de derheqê wî de agahî tê dayîn, lê ew tenê navê wî yê cihû Eliezerî bi kar tînin. Zamenhof ji hêla ola japonî Oomoto ve wekî xwedayek hatiye rûmetdarkirin, ku di nav şopînerên xwe de pêşniyaza bikaranîna Esperantoyê dike. Di heman demê de, navê lîkena Zamenhofia bo rûmeta wî hatiye kirin.[29]

Li bajarê Göteborgê, li Swêdê, navê meydanek giştî Esperantoplatsen ("Meydana Esperantoyê") e.

Li Îtalyayê, çend kolanên bi navê Esperanto têne navandin hene, Largo Esperantoya li Pisayê jî tê de.

 
Busta L. L. Zamenhofî di Esperanto Parkê de, li Budapeştê

UNESCO di sala 1959an de ji ber sedemîn salvegera rojbûna Zamenhofî wî rûmetdar kir[30] û di 2015an de jî biryar da ku dê piştgiriyê bide pîrozbahiya 100. salvegera mirina wî.[31]

Zamenhof 12 caran ji bo xelata Nobelê ya aşîtiyê wekî endam hate pêşniyazkirin.[32]

Rojbûna wî, 15ê kanûna pêşîn her sal ji aliyê esperantîstan ve wekî Roja Zamenhofî tê pîroz kirin. Google bi rûmeta 150. salvegera rojbûna wî di 15ê Kanûna Peşîn a 2009ê de, ala stêrkî ya kesk a esperantoyê li ser motora xwe ya lêgerînê bi kar anî.[33]

Xaniyê malbata Zamenhof bo Ludwik Zamenhofî hatiye nezirkirin û di 2008an de wekî yek ji mîrata Cihûyan ên li Białystokê hat pejirandin.[34]

Di 1960an de, ji hêla Komeleya Esperantoyê ya Brîtanyayê (EAB) ve dibistanên havîn ên Esperantoyê li Stoke-on-Trent a Keyaniya Yekbûyî hate damezrandin, ku bi armanca nasandina zimên dest bi dersan kirin. Her wiha li bajêr bi navê Zamenhofî daristanek heye: Zamenhof Grove.[35]

Ji ber rûmeta rojbûna Dr. Zamenhofî ya 15ê Kanûna pêşîn, Civata Esperantoyê ya New Yorkê her sal roja Zamenhofa Tago ("Rojbûna Zamenhofî" bi esperantoyî) pîroz dike.[36]

Bîbliyografî biguhêre

Berhemên orîjînal biguhêre

Berhemên periyodîk biguhêre

  • La Esperantisto, 1889–1895 (Esperantîst)
  • Lingvo Internacia, 1895–1914 (Ziman Navneteweyî)
  • La Revuo, 1906–1914 (Vekolîn)

Helbest biguhêre

  • "Al la fratoj" ("Ji Birayan re") [37]
  • "La Espero" ("Hêvî")
  • "Ho, mia kor'" ("Oy, Dilê min")
  • "Mia penso" ("Ramana min") [38]
  • "La vojo" ("Rê") [39]

Werger biguhêre

Galerî biguhêre

Her wiha biguhêre

Nîşe biguhêre

  1. ^ a b Gabriela Zalewska (2010). "Zamenhof, Ludwik (1859–1917)". The YIVO Encyclopedia of Jews in Eastern Europe. Trans. by Anna Grojec. YIVO Institute for Jewish Research. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2013.
  2. ^ a b Zasky, Jason (20 tîrmeh 2009), "Discouraging Words", Failure Magazine, ji orîjînalê di 23 kanûna paşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2019, But in terms of invented languages, it's the most outlandishly successful invented language ever. It has thousands of speakers—even native speakers—and that's a major accomplishment as compared to the 900 or so other languages that have no speakers. – Arika Okrent
  3. ^ Guilherme Moreira Fians, Hoping for the language of Hope Girêdana arşîvê 2019-12-14 li ser Wayback Machine, University of Amsterdam, ACLC Seminar, Amsterdam Institute for Humanities Research (AIHR),
  4. ^ Federico Gobbo, An alternative globalisation: why learn Esperanto today? Girêdana arşîvê 2019-01-19 li ser Wayback Machine, University of Amsterdam, 8th October 2015.
  5. ^ Humphrey Tonkin, Fourth Interlinguistic Symposium, p. 213, JKI-12-2017[1] (pdf Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine).
  6. ^ Fourth Interlinguistic Symposium, p. 209, [https://web.archive.org/web/20210109232438/http://jki.amu.edu.pl/files/JKI-12-2017%5B1%5D.pdf Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine]Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine JKI-12-2017[1].
  7. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 10 çiriya pêşîn 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2019{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  8. ^ Christer Kiselman (2008). Esperanto: Its Origins and Early History (PDF). Polish Academy of Learning. r. 2. Ji orîjînalê (PDF) di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2014. What was his first language? He wrote in a letter in 1901 that his "parental language" (mother tongue) was Russian, but that at the time he was speaking more in Polish (Zamenhof 1929:523). However, all other evidence points to Yiddish as his mother tongue and first language. {{cite book}}: |xebat= tê tine hesibandin (alîkarî)
  9. ^ Christer Kiselman, "Esperanto: Its origins and early history" Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine, in Andrzej Pelczar, ed., 2008, Prace Komisji Spraw Europejskich PAU, vol. II, pp. 39–56, Krakaw.
  10. ^ Claude Piron (1984). "Kontribuaĵo al la studo pri la influoj de la jida sur Esperanton". Jewish Language Review. 4.
  11. ^ "Birth of Ludwig Zamenhof, creator of Esperanto | History Today". www.historytoday.com. Roja gihiştinê 9 tebax 2017.
  12. ^ Holzhaus, Adolf: Doktoro kaj lingvo Esperanto. Helsinki: Fondumo Esperanto. 1969
  13. ^ Dufour, Fritz (2017). Exploring the Possibilities for the Emergence of a Single and Global Native Language. Fritz Dufour. r. 93.
  14. ^ "Birth of Ludwig Zamenhof, creator of Esperanto | History Today". www.historytoday.com. Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2019.
  15. ^ Keith Brown and Sarah Ogilvie, Concise Encyclopedia of Languages of the World (Elsevier, 2009: ISBN 0-08-087774-5), p. 375.
  16. ^ Vilnius, 1909; see Esperanto translation as Pri jida gramatiko kaj reformo en la jida (On Yiddish grammar and reform in Yiddish) in Hebreo el la geto: De cionismo al hilelismo (A Hebrew from the ghetto: From Zionism to Hillelism), Eldonejo Ludovikito, vol. 5, 1976
  17. ^ a b N. Z. Maimon (gulan–hezîran 1958). "La cionista periodo en la vivo de Zamenhof". Nica Literatura Revuo (3/5): 165–177. Ji orîjînalê di 19 tîrmeh 2008 de hat arşîvkirin.
  18. ^ https://web.archive.org/web/20070630123854/http://www.szukamypolski.pl/rzeznia.php?id=22
  19. ^ Hoffmann, Frank W.; Bailey, William G. (1992). Mind & Society Fads. Haworth Press. ISBN 1-56024-178-0., p. 116: "Between world wars, Esperanto fared worse and, sadly, became embroiled in political power moves. Adolf Hitler wrote in Mein Kampf that the spread of Esperanto throughout Europe was a Jewish plot to break down national differences so that Jews could assume positions of authority.... After the Nazis' successful Blitzkrieg of Poland, the Warsaw Gestapo received orders to 'take care' of the Zamenhof family.... Zamenhof's son was shot... his two daughters were put in Treblinka death camp."
  20. ^ Meaning in the Age of Modernism: C. K. Ogden and his contemporaries, Thesis of James McElvenny, 2013
  21. ^ Edmond Privat, "The Life of Zamenhof" p 117.
  22. ^ Umberto Eco & James Fentress (9 îlon 1995). The Search for the Perfect Language. Blackwell Publishing. r. 324. ISBN 978-0-631-17465-3.
  23. ^ Wincewicz, Andrzej; Sulkowska, Mariola; Musiatowicz, Marcin; Sulkowski, Stanislaw (hezîran 2009). "Laryngologist Leon Zamenhof—brother of Dr. Esperanto". American Journal of Audiology. 18 (1): 3–6. doi:10.1044/1059-0889(2008/08-0002). ISSN 1059-0889. PMID 18978199.
  24. ^ "3 россиянина, награждённые орденом Почётного легиона за необычные заслуги (3 Russians Awarded Légion d'honneur for Unusual Merits)". Russian Daily "Sobesednik". 16 tebax 2013. Roja gihiştinê 9 îlon 2014.
  25. ^ Nobel Prize nomnination database
  26. ^ Olaizola, Borja. "Chatear en Esperanto, vigésimo idioma del mundo más usado en la red." El Correo. 30/03/2011.
  27. ^ See the list of Zamenhof/Esperanto Objects on the Wikipedia in Esperanto
  28. ^ Hommages au Dr Zamenhof, à l'espéranto et à ses pionniers.
  29. ^ Zamenhofia rosei: Francis' lichen. Range, habitat, biology, ji orîjînalê di 6 gulan 2006 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2019
  30. ^ Jewish Telegraphic Agency: UNESCO to Honor Memory of Zamenhof, Jewish Creator of Esperanto, 16 December 1959
  31. ^ Unesco; UEA: Zamenhof omaĝota
  32. ^ "Espéranto, la langue qui se voulait "universala"". France Inter. 14 nîsan 2017.
  33. ^ Google Doodles Archive: 150th Birthday of LL Zamenhof Retrieved 1 April 2010.
  34. ^ Jewish Heritage Trail in Białystok accessed 25 July 2009.
  35. ^ Salisbury, Josh (6 kanûna pêşîn 2017). "'Saluton!': the surprise return of Esperanto". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2018.
  36. ^ Kilgannon, Corey (21 kanûna pêşîn 2017). "Feliĉa Ferioj! Toasting the Holidays in Esperanto". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2018.
  37. ^ Privat, Edmond (1920). "Idealista profeto". Vivo de Zamenhof (bi Esperanto).{{cite book}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  38. ^ Privat, Edmond (1920). "Studentaj jaroj". Vivo de Zamenhof (bi Esperanto).{{cite book}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  39. ^ Privat, Edmond (1920). "Verkisto". Vivo de Zamenhof (bi Esperanto).{{cite book}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre