Başûrê Kurdistanê

beşekê Kurdistanê
(Ji Kurdistana Îraqê hat beralîkirin)

Başûrê Kurdistanê[1][2][3][4] (bi soranî: باشووری کوردستان) yek ji perçeyên Kurdistanê ye ku di nav sinorên dewleta Îraqê de ye ku piştî şerê cîhanî yê yekem hatiye damezrandin. Nifûsa herêmê piranî ji kurdan pêk tê. Başûrê Kurdistanê ji aliyê pirneteweyî û pirolî ve ji herêmên din yên Îraqê cuda ye ku li vê beşa Kurdistanê ji xeynî kurdan, ereb, tirkmen û asûrî jî hene. Di heman demê de piraniya rûniştvanên herêma Başûrê Kurdistanê misilman in lê kes ên xwedî baweriyên cûda yên wekê xiristiyan (mesîhî) û êzidî jî tê de hene. Bajarên sereke yên Başûrê Kurdistanê bajarên Hewlêr, Silêmanî, Mûsil, Kerkûk, Duhok, Xaneqîn û Zaxo ye.

Başûrê Kurdistanê
Sînorê fermî ê Başûrê Kurdistanê îro û herêmên Kurdistanê ên derveyî desthilatiya kurdî
Başûrê Kurdistanê li gor Otonomiya 1970'î

Başûrê Kurdistanê yek ji çar parçeyên Kurdistan a mezin e ku li herêma Rojavayê Asyayê cih digire ku bi Başûrê Kurdistanê re beşên din ên Kurdistanê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê vedihewîne.[5]

Etîmolojî

biguhêre

Tê texmîn kirin ku koka navê Kurd ji peyva sumerî ya kar-da hatiye. Paşgira -stan peyveke îranî ya herêmê ye. Wateyê navê Kurdistanê ji du peyvên hevgirtî yên kurd û istan pêk tê wateya "Welatê Kurdan".

Navê herêma Başûrê Kurdistanê naveke erdnîgarî ye ku perçeya îro ya herî li başûrê Kurdistanê diyar dike.

Erdnîgarî

biguhêre
 
Bendava Dûkan, Silêmanî, Başûrê Kurdistanê.
 
Kanyona Rewandizê ku li aliyê bakurê Rewandizê ye.

Başûrê Kurdistana bi giranî herêmeke çiyayî ye ku xala herî bilindê herêmê bi bilindahiya 3.611 mêtre lûtkeya Çixî Derê ye. Çiyayên din ên Başûrê Kurdistanê ji çiyayên wekê Zagros, Çiyayê Şengalê, Çiyayê Hemrînê, Çiyayê Nisir û ji Çiyayên Qendîlê pêk tê. Çemên wekê Çemê Zapa Mezin û Çemê Zapa Biçûk li herêmê ye ku ber bi rojhilat û rojava be diherikin. Çemê Dîcleyê ye ku ji Bakurê Kurdistanê derdikeve ber bi başûr ve diherike û derbasê Başûrê Kurdistanê dibe.

Xwezaya çiyayî ya Başûrê Kurdistanê li gorî herem ên jêrîn ên Başûrê Kurdistanê xwedî avhewayeke hênik û xwedî erdnigariyeke bi çem û av e ku di meh ên havînan de dibe ciheke geştiyarî. Gola herî mezin ê Başûrê Kurdistanê gola Bendava Dûkanê ye ku goleke çêkirî yê herêmê ye. Herêmên rojavayî yên Başûrê Kurdistanê wekî herêmên rojhilatî çiyayî nînin.

Ji ber berfirehî û bilindahî yên Başûrê Kurdistanê ji avhewaya herêmê li gorî herêmên din ên derdorê sartir û pir şiltir e. Piraniya deverên li herêmê dikevin nav devera avhewa ya Deryaya Navîn (Csa) ku yek ji deverên li başûrê rojavayê avhewaya nîv-ziwa (BSh) ye.

Germahiya navînî ya havînê li herêmên herî bakur ên sartir ji 35 °C heya 40 °C ber bi herêmên başûrê rojava diguhere. Di mehên havînan de germa herî nizm a Başûrê Kurdistanê li dora 21 °C heya 24 °C ê diguhere. Di mehên zivistanan de jî germahiya navînî di navbera 9 °C û 11 °C ê de ye. Li hinek deverên sar ên Başûrê Kurdistanê di mehên zivistanan de germahî ji 3 °C heya −2 °C ê dadikeve.

Bajarên sar ê herêmê Soran, Şeqlawa û Helebce di mehên zivistanê de di binê 0 °C de ne. Dihok di mehên havînan de germahiya navînî digihîje 42 °C ê. Barîna baranê ya salane li seranserê Başûrê Kurdistanê cuda ye ku li hinek cihan baran ji 500 mîlîmetre bigire (li herêma Hewlêrê) û heya 900 mîlîmetreyê baran dibarin (li deverên mîna Amediyê). Piraniya baranan di mehên zivistanan û biharê de dibarin ku bi gelemperî baranên giran in. Havîn û destpêka payîzê baran kêm in û mehên biharan jî pir hênik derbas dibin. Di havînê de li hinek deveran derengiya demsalî çêdibe ku germahiya hewayê li dora mehên tebax û îlonê de zêde dibin.

Serdema kevnare

biguhêre

Di demên pêşdîrokê de li herêmê çandeke Neandertalan li Şikefta Şanidarê hatiye dîtin. Herêm di 7000 salê b.z. de malavaniya çanda çermo kiriye. Cihê herî kevnar ê neolîtîk a li Kurdistanê li Hasuna ye ku navenda Çanda Hasunayê ye.

Di Serdema Bronz a Destpêk û Serdema Bronz a Navîn de herêm ji aliyê erdnîgarî ve wekî Subartu dihat zanîn ku li herêma Başûrê Kurdistanê sûbariyên ku bi zimanê hûrî diaxivin û di heman demê de li gel sûbariyan gutî û lulubiyan jî li herêmê jiyan kirine. Di sala 2200ê b.z. de herêm ji aliyê Naram-Sin ê akadî ve hatiye zeft kirin û di sala 2150 b.z. de dikeve bin desthilatdariya gûtiyan.[6][7] Bajarên sereke yên herêmê ku di nivîsarên vê serdemê de hatine tespîtkirin Mardaman, Azuhinum, Nînet (Nînewa), Arrapha, Urbilum û Kurda ne.[8][9]

ji xeynî du dehsalan di sedsala 18ê b.z. de dema ku ji aliyê Amorî Shamshi Adad ve hatiye dagir kirin û beşdarî axa Padîşahiya Qiraliyeta Mezopotamyaya Jorîn hatiye kirin,[10][11] di destpêka hezarsala 2an de herêm ji aliyê Padîşahiya Kurda ve hatiye rêvebirin.[12][13] Berê zayînê di sala 1760an de, Padîşahiya Kurda di dema şerê Babîl-Elam de rastî êrişa Elam û Eşnunna hatiye û padîşah di dawiyê de bûye alîgirê Marî û Babîlê.[14][15]

Di sedsala 16an ê b.z. de mîtaniyan herêm xistini nava împeratoriya xwe ya hûrî. Piştî rûxandina Împeratoriya Mîtanniyan ku ji aliyê hîtîtan ve hatiye rûxandin, di navbera sedsala 14 û 13ê b.z. de herêm gav bi gav ji aliyê suryaniyan ve hatiye desteserkirin.[16] Tukulti-Ninurta I di sedsala 13ê b.z. de tevahiya herêmê digire û yek ji fermandarên xwe wek parêzgerê gund û bajarên Kurda destnîşan dike. Divê heyamê de Kurda dibe parêzgeheke biçûk ku navenda parêzgehê li derdorê Şengal a îro ye.[17][18][19] Navê Hewlêrê bi akadî dibe Arba-ilu û di dema Împeratoriya Neo-Asûriyan de bajar bi dîndariya xwe ya taybet a Îştar hatiye naskirin. Herêm di destpêka hezarsala 1em a b.z. de bi qismî di bin desthilatdariya ûrartûyan û padîşahiya Musair de bû. Di dema ûrartûyan de navçeya Rewandizê ya îro dibe navendeke dînî.

Di sedsala 7ê b.z. de herêm dikeve bin desthilatdariya medan. Piştre herêm dikeve bin desthilatdariya axamenişiyan û di nava satrapiya Medyayê de dimîne.[20]

Serdema navîn

biguhêre

Dema ku Ksenefon di sedsala 4ê b.z. de derbasî herêmê bûye, mediyan li herêmê jiyan kirine. Di sala 332 ê b.z. de herêm dikeve destê Îskenderê Makedonî û piştre ji aliyê Împeratoriya Selûkîd a Yewnanî ve heta nîvê sedsala duyem ê b.z. de dema ku împeratorî ketiye destê Mithridates I yê Parthiya herêm tê birêvebirin. Di çar sedsalên serdema Parthiyan de (ji 247 ê b.z. heya 226 p.z.) Başûrê Kurdistanê ji aliyê mîrekiyên nîvserbixwe yên Barzan û Şarezûr ve hatiye birêvebirin. Di navbera sedsalên 3 û 4an de herêm ji hêla sasaniyan ve hatiye birêvebirin heya ku di sala 380an de bi Împeratoriya Sasaniyan ve hatiye girêdan û di vê serdemê de navê herêmê wekê Nodshēragān hatiye guhertin. Di navbera sedsalên 1 û 5an de baweriya xirîstiyaniyê hêdî hêdî ber belav dibe û Hewlêr dibe metropola Dêra Rojhilatê Hedhyabê û li bajêr çend metran ên bi navên Marga, Beth Garmai, Beth Qardu, Beth MahQard, Beth BihQard, Beth Nuhadra û Şehr-Qard hatine damezrandin.

Di nîveka sedsala 7an a p.z. de dema ku hêzên dagirker Împeratoriya Sasaniyan têk dibin herêm ji aliyê misilmanên ereb ve hatiye dagirkirin. Piştî ku ji bo dagirkirina herêmê ereban li Mûsil û Tikrîtê li dijî kurdan şer dikin ku bajarên wekî Tîkrît, Mûsil û Hewlêr jî ji aliyê Utba îbn Ferqad têne dagirkirin û di sala 641an de tevahiya Başûrê Kurdistanê ji aliyê ereban ve hatiye dagirkirin.[21][22] Berê ku herêm ji aliyê ereban ve were dagirkirin û bibe beşek ji mîrnişînên îranî, di wê demê de ji aliyê komên tirkî û mongolan ve hatibû dagirkirin.

Serdema nûjen

biguhêre

Di destpêka sedsala 16an de hemî deverên Başûrê Kurdistanê derbasî rêveberiya Safewiyên Îranê bûye.

Di navbera sedsalên 16 û 17an de Başûrê Kurdistanê (berê sê mîrekiyên wekê Baban, Badînan û Soran dihatin birêve birin) bi berdewamî di navbera hevrikên wekê sefewî û osmaniyan de derbas dibûn û dihatin heya ku osmaniyan ji nîveka sedsala 17an bi Şerê Osmanî-Sefewî (1623-1639) û Peymana Zuhabê ya ku di encamê de pêk hatibû, herêma Başûrê Kurdistanê ji aliyê osmaniyan ve hatibû dagirkirin.

Di Şerê Cîhanê yê Yekem de bi Peymana Sykes-Picotê Asyaya Rojava tê parçe kirin. Peymana Sêvrê ku nekeve meriyetê û Peymana Lozanê ku li cihê peymanê derketibû, dibe sedema perçebûna Kurdistanê û sedema damezrandina dewletên neteweperestên wekê Tirkiye, Suriyê û Iraqê ku li ser beşên Kurdistanê têne damezrandin.

Di sala 1930an de, piştî ragihandina qebûlkirina Iraqê ya ji bo Cemiyeta Miletan Şêx Mehmûdê Berzencî serhildana sêyem dide destpêkirin ku ev serhildan bi hêzên hewayî û bejayî yên Brîtanyayê hatiye tepisandin.[23][24]

Di sala 1927an de eşîra barzaniyan piştgiriya Kurdan li Başûrê Kurdistanê werdigire. Bi vê yek re di sala 1929an de Mistefa Barzanî li Başûrê Kurdistanê daxwaza avakirina parêzgeheke kurdî dike. Di sala 1931ê de navdarên Kurd bi van daxwazan cesaret digirin û daxwaz ji Cemiyeta Miletan diin ku hikûmeteke serbixwe ya kurdî ava bikin. Di dawiya sala 1931ê de, Ehmed Barzanî serhildaneke kurdî li dijî Iraqê dide destpêkirin. Her çiqas serhildan di nava çend mehan de têk here jî bi vê gavê di nav têkoşîna kurdan de girîngiyeke mezin bi dest dixe û rê li ber serhildana kurd a navdar wekê serhildana Mistefa Berzanî vedike.

Piştê Şerê Cîhanê yê Duyem de li gel valahiya desthilata li Iraqê eşîrên kurdan di bin serokatiya Mistefa Barzanî de serhildanek li Başûrê Kurdistanê dide destpêkirin û bi awayekî bi bandor heya sala 1945an herêmên kurdî yên Başûrê Kurdistanê bi dest xistin. Piştî sala 1945an Iraq careke din dîsa êrîşî kurdan dike û bi alîkarîya Birîtanyayê Başûrê Kurdistanê dagir dike. Di bin zexta hikûmeta Iraqê û Brîtanyayê de, serokê herî bibandor ê eşîrê Mistefa Barzanî di sala 1945an de neçar dimîne ku sirgûnê Îranê bibe. Piştre di sala 1946an de piştî hilweşîna Komara Mahabadê Mistefa Barzanî derbasî Yekîtiya Sovyetê bûye.[25][26]

Yekem şerê Kurdan û Iraqê 1960–1970

biguhêre
 
Serhildana Kurdan (Hezîrana sala 1932an).

Piştî derbeya leşkerî ya neteweperestên ereb ku di 14ê tîrmeha sala 1958an de pêk hatiye, Mistefa Barzanî ji aliyê Ebdulkerîm Qasim ve hatiye vexwendin ku ji sirgûnê vegere. Di çarçoveya rêkevtina di navbera Qasim û Barzanî de, Qasim soz dabû ku di berdêla piştevaniya Barzanî ya ji bo siyaseta wî ew otonomiya herêmî (xweseriya herêmî) bide kurdên Başûrê Kurdistanê. Destûra Demkî ya Iraqê destnîşan kiribû ku Iraq di nav cîhana erebî de ye lê kurd di nav dewleta Iraqê de wekê şirîk têne dîtin û li ser nişana Iraqê ji xeynî şûrê erebî xencereke kurdî jî li ser nîşanê cih girtibû. Di heman demê de di navbera salên 1959 û 1960an de Mistefa Barzanî dibe serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û di heman salê de PDK de statûya qanûnî werdigire.

Di destpêka sala 1960an de diyar dibe ku Qasim hewl dide ku sozê xwe yê xweseriya herêmî bi cih neyîne. Di encama vê yekê de PDKê jî ji bo xweseriya herêmî dest bi propagandeyên xwe dike. Li hember mezinbûna nerazîbûnên kurdan û her weha hêza şexsî ya Barzanî, Ebdulkerîm Qasim dest bi navtêdana hevrikên dîrokî yên Barzanî, êlên Bradost û Zêbarî dike û ji ber vê yekê di tevahiya salên 1960an û destpêka sala 1961ê dibe sedema şerê di navbera eşîrên kurdan. Li ser vê yekê Barzanî ferman dide hêzên xwe ku karbidestên hikûmetê ji hemî Kurdistanê derxînin. Ji bo careke din dîsa dagirkirina Başûrê Kurdistanê Ebdulkerîm Qasim dest bi amadekariya êrîşeke leşkerî ya li dijî kurdan dike. Di vê navberê de di hezîrana sala 1961ê de PDK ultîmatomeke berfireh ji Qasim re dişîne û gazinên kurdan diyar dike û daxwaz dike ku zimanê kurdî li herêmên piraniya kurdan bibe zimaneke fermî. Lê Qasim guh neda daxwazên kurdan û plansaziya xwe ya şerê li dijî kurdan berdewam dike.

Hêj di 10ê îlonê de dema ku komeke artêşa Iraqê ket kemîna komek ji kurdan, li dijî Iraqê rasterast serhildana kurdan dest pê kiriye. Piştê vê serhildanê Qasim bi tundî dest bi êrîşên li dijî kurdan dike û ferman dide hêzên esmanî yên Iraqê ku bi awayekî bêserûber gundên kurdan bombebaran bikin. Ji ber bê baweriya kûr a Qasim ji bo Artêşa Iraqê hikûmeta Qasim nekarî serhildana li hemberê dagirkirina Başûrê Kurdistanê bişkîne. Ev xitimandin aliyên hêzdar ên di nava artêşa Iraqê de aciz dike û tê gotin ku ev yek ji sedemên sereke ye ku piştê derbeya baasê bûye sedema derbeyekê din ku li dijî Qasim di sibata sala 1963an pêk hatiye. Di meha mijdara sala 1963an de piştî şerekî giran di ku nav baskên sivîl û leşkerî yên baasiyan de diqewime Qasim ji aliyê Ebdulselam Arif ve bi derbeyekê ji hikûmetê hatiye dûrxistin. Paşê piştî êrîşeke din ê têkçûyî Arif di sibata sala 1964an de agirbestekê ragihandiye ku ev yek dibe sedema dubendîyeke di navbera radîkalên bajarî yên Kurd û Hêzên Pêşmerge (Şervanên Azadî) yên bi serokatiya Barzanî.

Mistefa Barzanî li ser agirbestê razî dibe û radîkalên ji partiya PDKê dûr dixe. Piştî mirina neçaverêkirî ya Arif ku li cihê wî birayê wî Ebdulrehman Arif hate cihê wî, hikûmeta Iraqê ji bo têkbirina kurdan dest bi hewldaneke nû dike. Dema ku hêzên kurdan di Şerê Çiyayê Hendrînê, li nêzîkî navçeya Rewandizê, artêşa Iraqê bi temamî têk dibe ev hewldanên têkbirina kurdan di meha gulana sala 1966an de têk diçe. Tê texmînkirin ku di vî şerî de bi sedan leşkerên artêşa Iraqê hatine kuştin. Rehman Arif bi zanîna bêwatebûna vê kampanyayê, di hezîrana sala 1966an de peymaneke aştiyê ya ku ji 12 bendan pêk hatiye ragihand û ev peymana aştiyê ji ber rûxandina hikûmeta Rehman Arif a bi derbeya sala 1968an de ji aliyê Partiya Baasê ve nehatiye bicihanîn.

Hikûmeta Baasê ji bo bidawîkirina serhildana kurdan ku di sala 1969an de rawestiyabû ji nû ve dest bi kampanyayeke nû dike. Ev jî dibe sedema şerê desthilatdariya navxweyî ya li Bexdayê û aloziyên bi Îranê re. Herwiha Yekîtiya Sovyetê zext li Iraqiyan kir ku bi Barzanî re li hev bikin. Di meha adara sala 1970an de planek aşitiyê hatiye ragihandin ku di planê de ji bo kurdan otonomiyeke berfirehtir hatiye dayîn. Di vê planê de nûnertiya kurdan di nav saziyên hikûmetê de hatiye dayîn ku di nava 4 salan de were bicihanîn. Tevî vê yekê hikûmeta Iraqê di heman serdemê de dest bi bernameya erebkirina herêmên dewlemend ên petrolê Kerkûk û Xaneqînê dike.

Di salên paşerojê de hikûmeta Bexdayê nakokiyên navxweyî derbas dike û di nîsana sala 1972an de bi Yekîtiya Sovyetê re peymanek dostaniyê îmze dike û îzolasyona xwe ya di nav cîhana erebî de bidawî dike. Ji aliyê din ve Kurd girêdayî piştgiriya leşkerî ya Îranê dimînin û ji bo bihêzkirina hêzên xwe yên leşkerî nikarin tişteke bikin.

Peymana Cezayîrê û şerê duyem a Kurdan û Iraqê

biguhêre

Di sala 1973an de Amerîka bi şahê Îranê re peymaneke nehênî çêkir ku dest bi fînansekirina serhildêrên Kurd ên li dijî Bexdayê bi dizî bi rêya Ajansa Îstixbaratî ya Navendî û bi hevkariya Mossadê bike ku her du jî bi destpêkirina êrîşa Iraqê re li welêt çalak bin û di dema niha de.[27] Di sala 1974an de hikûmeta Iraqê bi êrîşeke nû li dijî kurdan bertek nîşan da û wan nêzîkî sinorê Îranê dike. Iraq ji Tehranê re ragihandiye ku ew amade ne li hemberî rawestandina alîkariyên xwe ji bo kurdan daxwazên din ên Îranê bi cih bînin. Bi navbeynkariya serokê Cezayîrê Houari Boumediene Îran û Iraq di meha adara sala 1975an de gihîştin rêkevtinek berfireh ku ev rêkevtinek bi navê Peymana Cezayîrê tê zanîn.[28] Bi vê peymanê re Kurd bêçare tê hiştin û Tehranê jî pêdiviyên tevgera kurdan qut dike. Piştî vê peymanê Barzanî bi gelek alîgirên xwe re derbasê Îranê dibe û kesên din bi girseyî teslîm dibin û piştî çend rojan serhildan kurdan bi dawî dibe.

Di encamê de hikûmeta Iraqê piştî 15 salan kontrola xwe li ser Başûrê Kurdistanê berfireh kir û ji bo ku bandora xwe biparêze dest bi bernameya erebkirinê dike û ereban ber bi derdora bîrên petrolê li Başûrê Kurdistanê bi taybetî herêmên derdora Kerkûkê û navçeyên din bicih dike ku ew dever bi temamî ji kurd û hindikahiyên din pêk dihatin.[25] Tedbîrên zordariyê yên ku ji aliyê hikûmetê ve piştî Peymana Cezayîrê li dijî kurdan pêk hatiye di sala 1977an de di navbera Artêşa Iraqê û gerîlayên kurd de ji nû ve alozî û pevçûn despêdikin. Di salên 1978 û 1979an de 600 gundên kurdan hatin şewitandin û derdora 200.000 kurd jî sirgûnî deverên din têne kirin.[29]

Kampanyaya erebkirinê û serhildana YNKê

biguhêre

Hikûmeta Baasê ya Iraqê ji salên 1960î heta destpêka salên 2000î ji bo guhertina demografiyê gelên herêmê (kurd, suryanî, şebek, ermen û mandî) kesên ku li herêmê jiyan dikin bi darê zorê koçber dike û li cih û warên wan ereban bicih dike ku bi vê guhertina demografiyê li hinek herêmên Başûrê Kurdistanê serdestiya ereban zêde dibe. Partiya Baasê ya di bin serokatiya Sedam Huseyn de ji nîveka salên 1970an û pê de bi awayekî çalak derxistina kurdan û hindikayiyên din ên ji hinek deverên Başûrê Kurdistanê berdewam kiriye.[30]

Kampanyayên di dema şerê Iraqê û Kurdan de pêk hatiye bi piranî ji ber nakokiyên etnîkî û siyasî yên Kurd û Ereban bûn. Bernameyên niştecihkirina ereban di dawiya salên 1970an de li gorî hewldanên Rejima Baasê ji bo guhertina demografiyê gihîştiye asta herî bilind.[31] Siyasetên Baasê ku wan bûyeran motîve dikin hinek caran wekê "kolonyalîzma navxweyî" hatiye binavkirin ku ji aliyê Dr. Francis Kofi Abiew ve wekî bernameyek "Erebkirina Kolonyal" hatiye binavkirin ku di nav de sirgûnkirinên mezin ên kurdan bi darê zorê û bicihkirina ereban li herêmê pêk hatiye.[32]

Şerê Iraq-Îranê û Komkujiyê Enfalê

biguhêre
 
Dîmenek ji kurdên Başûrê Kurdistanê ku di nîsana sala 1991ê de, di dema Şerê Kendavê de derbasê Bakurê Kurdistanê dibin.

Di dema şerê Îran û Iraqê de hikûmeta Iraqê dîsa siyasetên li dijî kurdan dide destpêkirin û bi vê yekê re şerê navxweyî ya defakto destpêdike. Iraq ji aliyê civaka navdewletî ve bi awayekî berfireh hatiye şermezarkirin lê ji ber tevdîrên zordar, bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî kurdan ku dibe sedema mirina bi hezaran kurdan tu carî bi giranî nehatiye cezakirin.[33] Kampanyaya Enfalê qirkirineke sîstematîk a gelê kurd e ku li Iraqê pêk hatiye.

Pêla duyemîn û berfirehtir û berfireh ji 29ê adara sala 1987an dest pê kiriye û heya 23ê nîsana sala 1989an artêşa Iraqê di bin fermandariya Sedam Huseyn û Elî Hesen El Mecîd de li dijî kurdan operasyoneke qirkirinê pêk aniye ku ev qirkirin bi van binpêkirinên mafên mirovan ên jêrîn hatine diyar kirin: Li gorî texmînên herî kevneperest, bikaranîna berfireh a çekên kîmyewî dibe sedema wêrankirina nêzîkî 2000 gundan û qirkirina nêzîkî 50.000 kurdên gundewarî. Bajarê mezin ê Kurdan Qeladizê (70.000 kes) ji aliyê artêşa Iraqê ve bi temamî hatiye wêrankirin. Di kampanyayê de erebkirina Kerkûkê jî hebû ku kurdan û komên etnîkî yên din ji bajarê dewlemendê petrolê têne derxistin û li cihê wan niştecihên ereb ên ji navîn û ji başûrê Iraqê hatine anîn li cih warên wan hatine bicihkirin.[34]

Serdema xweseriyê 1970

biguhêre

Tevî ku di sala 1970an de otonomî hatibe pejirandin jî gelê herêmê ji ber ku bi şert û mercên mîna Iraqê re rû bi rû dimîne tu azadîya demokratîk bi dest nexistiye. Guhertina rewşa herêmê piştî serhildana 1991ê ku li dijî Sedam Huseyn di dawiya Şerê Kendava Farsê de dest pê kir çêdibe. Biryara benda 688an a Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî piştî xema navdewletî ji bo ewlekariya penaberên kurd dibe penageheke ewlehiyê. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Koalîsyonê li ser beşekî mezin ji Başûrê Kurdistanê herêmeke bêfirînê (herêma qedexekirî ya ji bo balefiran) ava dikin lê belê Silêmanî, Kerkûk û navçeyên din ên girîng ên Başûrê Kurdistanê li derve yê Herêma Qedexe ya Firînê dihêlin.[35] Pevçûnên bixwînî yên di navbera hêzên Îraqî û hêzên kurdî de berdewam dikin û piştî ku hevsengiyeke ne aramî û şikestî ya hêzê pêk hat, hikûmeta iraqî di meha cotmeha sala 1991ê de bi tevahî leşkerên xwe û karmendên xwe yên din ji herêmê vekişand û dihêle ku Başûrê Kurdistanê bi awayekê defakto û serbixwe karê xwe bimeşîne. Piştî vekişîna hêzên iraqî pêwîst bû ku herêm ji aliyê du partiyên sereke yên kurdan partiyên wekê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve bihata birêve birin.

Di heman demê de Iraqê dorpêçeke aborî li ser herêmê sepand û petrol û ji bo kurdên herêmê çavkaniyên xwarinê herêmê kêm dike.[36] Hilbijartinên ku di hezîrana sala 1992an de hatin lidarxistin encameke hevsengî derdixe ku meclis hema hema wekhev di navbera her du partiyên sereke û hevalbendên wan de hatiye dabeş kirin. Di vê serdemê de du caran embargo pêk hatiye ku yek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve li ser Iraqê û yek jî ji aliyê Sedam Huseyn ve li ser Başûrê Kurdistanê pêk hatiye ev her du embargo jî tesîr li kurdên herêma Başûrê Kurdistanê dike. Zehmetiyên giran ên aborî yên ku ji ber embargoyan derketin, di navbera her du partiyên siyasî yên serdest PDK û YNKê de li ser kontrolkirina rê û çavkaniyên bazirganiyê aloziyan zêde dike.[37] Piştî pêywendiyên YNK û PDKê ji îlona sala 1993an ve piştî ku gelek alozî di navbera partiyan de çêbûn, bi awayekî xeternak alozî zêde bûye.[38]

Piştî sala 1996an %13 ji firotina nefta Iraqê ji bo Başûrê Kurdistanê hatiye terxankirin û ev yek dibe sedem ku li herêmê aramiyeke nisbî çêbûye.[39] Navbeynkariya rasterast a Dewletên Yekbûyî her du alî ber bi agirbestek fermî ve birin ku bi Peymana Washingtonê di îlona sala 1998an de her du alî hatine lihevkirin. Her wiha tê îdiakirin ku Bernameya Petrol li hember Xwarinê ya ji sala 1997an û vir ve bandorek girîng li rawestandina nakokiyên di navbera aliyan kiriye.[40]

Damezrandina hikûmeta Herêma Kurdistanê 2003

biguhêre
 
Dîmenek ji Hewlêrê ku nevanda rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Kurdên Başûrê Kurdistanê roleke girîng di şerê Iraqê de lîstine. Partiyên kurdî di şerê bihara sala 2003an de li dijî rejîma Sedam Huseyn hêzên xwe li hev kirin. Hêzên leşkerî yên kurdî ku bi navê Pêşmerge tên naskirin roleke girîng di li dijî rûxandina rêjîma Sedam Huseyn de dilîzin lê belê ji wê demê ve Kurd ji şandina leşkeran bo Bexdayê rijd in û tercîh dikin ku neyên kişandin nav têkoşîna mezhebî ya ku li gelek deverên Iraqê serdest e.

Destûra nû ya Iraqê di sala 2005an de hatiye damezrandin û Iraq wekê dewleteke federalî ku ji herêm û parêzgehan pêk tê pênase dike. Qada rêveberiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê pêk tê. Hem Herêma Kurdistanê hem jî hemî qanûnên ku ji sala 1992ê ve ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine derxistin têne naskirin. Lê heya dawiya sala 2015an ti herêmên nû nehatine avakirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê hikûmeta herêmê yê di nava sinorê Iraqê de ye.

Piştî rûxandina hikûmeta Sedam Huseyn serokê YNKê Celal Talebanî bûye yekem serokkomarê hikûmeta nû ya Iraqê û serokê PDKê Mesûd Barzanî jî dibe yekemîn serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Di sala 2014an de piştî berfirehbûna DAÎŞê li herêmên di navbera Suriyê û Iraqê de Başûrê Kurdistanê yek ji wan xalan bû ku rastî êrîşên DAIŞê hatiye. Li Başûrê Kurdistanê bajar û navçeyên wekê Mûsil, Kerkûk û Şengal ji aliyê DAÎŞê ve hatiye dagirkirin.[41] Piştê dagirkirina deverên Başûrê Kurdistanê ji aliyê DAÎŞê ve li navçeya Şengalê bûyerên dramatîk qewimiye. Ji ber ku ji ber DAÎŞê birêvin bi hezaran mirov xwe spartin Çiyayê Şengalê. Bi hezaran Kurdên Êzîdî li navçeyê dîl dikevin bi sedan kurd ji aliyê mîlîtanên DAIŞê ve têne kuştin û nêzîkî 6 hezar jin û keçên zarok ên kurd ji bo ku di pêşerojê de li bazarên mirovan bifiroşin ji aliyê DAÎŞê ve hatine revandin.[42]

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Ali, Othman (çiriya pêşîn 1997). "Southern Kurdistan during the last phase of Ottoman control: 1839–1914". Journal of Muslim Minority Affairs. 17 (2): 283–291. doi:10.1080/13602009708716377.
  2. ^ "مێژوو "وارماوا" لە کوردستان". Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2019.[girêdan daimî miriye]
  3. ^ "عێراقی دوای سەددام و چارەنووسی باشووری کوردستان". Lund University Publications. 2008.
  4. ^ "Ala û sirûda netewiya Kurdistanê". Ji orîjînalê di 28 tîrmeh 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2019.
  5. ^ "Kurden heute - Fadel Khalil - Google Books". web.archive.org. 3 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 7 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ Black, Jeremy (2001). "Amethysts". Iraq. 63: 183. doi:10.2307/4200510. ISSN 0021-0889.
  7. ^ Liverani, Mario (1993). Akkad: The First World Empire : Structure, Ideology, Traditions (bi îngilîzî). Sargon. ISBN 978-88-11-20468-8.
  8. ^ Radner, Karen; Moeller, Nadine; Potts, Daniel T. (2020). The Oxford History of the Ancient Near East (bi îngilîzî). Oxford University Press. ISBN 978-0-19-068785-4.
  9. ^ "Urkesh and the Hurrians: Studies in Honor of Lloyd Cotsen - Lloyd E. Cotsen - Google Books". web.archive.org. 3 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "Altorientalische Forschungen - Google Books". web.archive.org. 3 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ Caubet, Annie; Pouyssegur, Patrick; Snowdon, Peter (1998). The Ancient Near East: The Origins of Civilization (bi îngilîzî). Terrail. ISBN 978-2-87939-152-6.
  12. ^ Heimpel, Wolfgang (2003). Letters to the King of Mari: A New Translation, with Historical Introduction, Notes, and Commentary (bi îngilîzî). Eisenbrauns. ISBN 978-1-57506-080-4.
  13. ^ Gordon, Cyrus Herzl; Rendsburg, Gary; Winter, Nathan H. (1 kanûna paşîn 1987). Eblaitica: (bi îngilîzî). Eisenbrauns. ISBN 978-1-57506-060-6.
  14. ^ Mieroop, Marc Van De (30 nîsan 2008). King Hammurabi of Babylon: A Biography (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. ISBN 978-0-470-69534-0.
  15. ^ Ross, James F. (1970). "Prophecy in Hamath, Israel, and Mari". Harvard Theological Review (bi îngilîzî). 63 (1): 1–28. doi:10.1017/S0017816000004004. ISSN 1475-4517.
  16. ^ Düring, Bleda S. (30 kanûna paşîn 2020). The Imperialisation of Assyria: An Archaeological Approach (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-108-47874-8.
  17. ^ Valk, Jonathan (2018). Assyrian Collective Identity in the Second Millennium BCE: A Social Categories Approach (Thesis thesis) (bi îngilîziya amerîkî).
  18. ^ Bonatz, Dominik (1 nîsan 2014). The Archaeology of Political Spaces: The Upper Mesopotamian Piedmont in the Second Millennium BCE (bi îngilîzî). Walter de Gruyter. ISBN 978-3-11-026640-5.
  19. ^ "SMEA - Google Books". web.archive.org. 3 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 17 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  20. ^ Vogelsang, W.J. (1 kanûna paşîn 1989). The Achaemenid Dynasty in the Early Period. BRILL. rr. 1–9. ISBN 978-90-04-66763-1.
  21. ^ Morony, Michael G. (2005). Iraq after the Muslim conquest (Çapa 1). Piscataway, NJ: Gorgias Press. ISBN 978-1-59333-315-7.
  22. ^ Itk - Kwatta. E. J. Brill's first encyclopaedia of Islam : 1913 - 1936 (Çapa Reprint). Leiden: Brill. 1993. ISBN 978-90-04-09790-2.
  23. ^ Dahlman, Carl (2002). "The Political Geography of Kurdistan". Eurasian Geography and Economics (bi îngilîzî). 43 (4): 271–299. doi:10.2747/1538-7216.43.4.271. ISSN 1538-7216.
  24. ^ Eskander, Saad (2000). "Britain's Policy in Southern Kurdistan: The Formation and the Termination of the First Kurdish Government, 1918–1919". British Journal of Middle Eastern Studies (bi îngilîzî). 27 (2): 139–163. doi:10.1080/13530190020000501. ISSN 1353-0194.
  25. ^ a b Harris, George S. (1977). "Ethnic Conflict and the Kurds". The ANNALS of the American Academy of Political and Social Science (bi îngilîzî). 433 (1): 112–124. doi:10.1177/000271627743300111. ISSN 0002-7162.
  26. ^ Kelly, Michael J. (30 çiriya pêşîn 2008). Ghosts of Halabja: Saddam Hussein and the Kurdish Genocide: Saddam Hussein and the Kurdish Genocide (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-0-313-08378-5.
  27. ^ "The Kurds - A Chronology | The Survival Of Saddam | FRONTLINE | PBS". www.pbs.org. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2024.
  28. ^ "Peymana Cezayirê" (PDF). Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 gulan 2013. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  29. ^ Farouk-Sluglett, Marion; Sluglett, Peter; Stork, Joe (1984). "Not Quite Armageddon: Impact of the War on Iraq". MERIP Reports (125/126): 22. doi:10.2307/3012200. ISSN 0047-7265.
  30. ^ Scalbert-Yücel, Clémence; Tejel, Jordi, edîtor (2011). Ruralité, urbanité et violence au Kurdistan. Études rurales. Paris: Éd. de l'École des Hautes Études en Sciences Sociales. ISBN 978-2-7132-2295-5.
  31. ^ Basu, Rumki (2012). "International Politics: Concepts, Theories and Issues". Prof. Rimki Basu. International Politics: Concepts, Theories and Issues:p103. 2012. doi:10.4135/9788132113997.
  32. ^ Abiew, Francis Kofi (1 kanûna paşîn 1999). The Evolution of the Doctrine and Practice of Humanitarian Intervention. Brill | Nijhoff. ISBN 978-90-04-64261-4.
  33. ^ "Dlawer's Library - Death Clouds". www.en.dlawer.info (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2024.
  34. ^ "GENOCIDE IN IRAQ: The Anfal Campaign Against the Kurds (Human Rights Watch Report, 1993)". www.hrw.org. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2024.
  35. ^ Fawcett, Louise (2001). "Down but not out? The Kurds in international politics". Review of International Studies (bi îngilîzî). 27 (1): 109–118. doi:10.1017/S0260210500011098. ISSN 1469-9044.
  36. ^ "Çavkanî PDF" (PDF).
  37. ^ Barkey, Henri J.; Laipson, Ellen (2005). "I raqi K urds and I raq's F uture". Middle East Policy (bi îngilîzî). 12 (4): 66–76. doi:10.1111/j.1475-4967.2005.00225.x. ISSN 1061-1924.
  38. ^ Stansfield, Gareth R. V. (2003). Iraqi Kurdistan: political development and emergent democracy. RoutledgeCurzon advances in Middle East and Islamic studies. London ; New York: RoutledgeCurzon. ISBN 978-0-415-30278-4. OCLC 50960741.
  39. ^ Gunter, Michael M.; Yavuz, M. Hakan (2005). "T he C ontinuing C risis in I raqi K urdistan". Middle East Policy (bi îngilîzî). 12 (1): 122–133. doi:10.1111/j.1061-1924.2005.00190.x. ISSN 1061-1924.
  40. ^ Leezenberg, Michiel (2005). "Iraqi Kurdistan: contours of a post-civil war society". Third World Quarterly (bi îngilîzî). 26 (4–5): 631–647. doi:10.1080/01436590500127867. ISSN 0143-6597.
  41. ^ "Piştî Mûsilê, DAIŞê berê xwe daye Kerkûkê". BBC News Türkçe (bi tirkî). 27 çiriya paşîn 2014. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2024.
  42. ^ "Jineke ciwan a êzîdî di sala 2014an de li kolanên Almanyayê bi dîlgirtê xwe yê DAIŞê re rû bi rû ma". BBC News Türkçe (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2024.

Girêdanên derve

biguhêre
  Wîkîferheng: Başûrê Kurdistanê – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir