Partiya Demokrat a Kurdistanê

(Ji Partiya Demokrata Kurdistanê hat beralîkirin)

Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi kurte PDK, partî û rêxistina siyasî ku di 16ê tebaxê 1946an hate damezrandin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê
SerokMesûd Barzanî
Damezrandin1946
ÎdeolojîKurdayetî;[1]
Mafê Çarenûsê;
Şopparêzî[2][3]
Alaya partiyê
Malper
www.kdp.info

Avabûn biguhêre

Partiya Demokrat a Kurdistanê di 16ê tebaxa 1946an de ji aliyê kadroyên Partiya Şoreş 1945 û Partiya Rizgarî 1945 ve hate damezrandin. Cîgirê partiyê Şêx Letîf Şêx Mehmûd bû. Sekretere giştî Hemze Ebdula bû. Li destpêka sala 1947ê Îbrahîm Ehmed jî tevlî partiyê bû. Mela Mistefa Barzanî wek serokê yekemîn hate hilbijartin. Hêjayî gotinê ye ku Mela Mistefa wî wextî li Mehabadê

Di hilbijartina sala 1954ê li gel Partiya Komûnîst ya Iraqê xebitîn.

Îro serokê PDKê kurê Mele Mistefa Barzanî Mesûd Barzanî ye. Berê Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bû jî , Niha Nîçrvan barzanî serokê herêma kurdistanê ye. PDK li Kurdistana başûr û Îraqê jî kar dike. Bingehên serekî yên PDKê li Hewlêr û Dihokê ne. PDK yek ji mezintirîn partiyên Kurdistana başûr e û bi pevgihaniya (hevgirtina) YNKê di parlemana başûrê Kurdistanê de hikûmeta herêmê birêve dibe. PDK ji aliyê îdeolojî ve rexistineke sosyal-demokrat e.

Kongreyên PDK-Iyê biguhêre

  • Kongreya Yekemîn 16 tebax 1946: Hemze Ebdula wek sekreterê giştî hate hilbijartin. Rizgarî (rojname) rojnameya fermî ya partiyê bû.
  • Kongreya Duyemîn 1 xizîran 1951: Îbrahim Ehmed wek sekreterê giştî hate hilbijartin. Hemze Ebdula ji partyê hate derxistin. Xebata Kurdistan (ronjname) rojnameya fermî bû
  • Kongreya Sêyemîn 1 kanûna paşîn 1953
  • Kongreya çaremîn 20ê xizîrana 1959ê: Îbrahîm Ehmed wek sekreterê giştî hate hilbijartin. Celal Telebanî di vê kongreyê de tevlî polîtbûroya partiyê bû
  • Kongreya pêncemîn gulan 1960
  • Kongreya heftemîn 20 miijdar 1967
  • Kongreya heştemîn 3 tîrmeh 1970
  • Kongreya nehemîn 1979: Mesûd Barzanî wek serokê partiyê hate hilbijartin

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Entessar, N. (2010). Kurdish Politics in the Middle East. Lexington Books. r. 24. ISBN 978-0-7391-4039-0. Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2015.
  2. ^ "Iraq: Kurds Renew Demands for Self-Determination | Middle East Policy Council". mepc.org. Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2015.
  3. ^ http://www.unifr.ch/federalismnetwork/assets/files/Best Papers 2013/Vezbergaite Ieva_Lithuania.pdf

Girêdanên derve biguhêre