Gotûbêj:Zimanê kurdî

Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Avestaboy ve di mijara Zimanê Kurdî li Îranê de

Çend malbatên zimanê kurdî hene

Ziya Gokalp biguhêre

Destekê bi ziravî Kirmanckî (Dimilî, Kirdî, Ginî, Zazakî) jêbiriye, maşellah. Ziya Gökalp gotiye 4 lê tenê 3 hatine nivîsîn. Ziya Gökalp gelo negotiye Dimilkî jî Kurdî ye? Carnan em hay ji gotarên xwe û naverokên wan hebin. Hela ez ê niha tevlî nebim.. --Bablekan 11:33, 11 adar 2008 (UTC)Bersiv bide

Berê, ser kurdî şixulekî wî hebû digot; Kurdî ne zaravayê zimanê Farsî ye Farsî de hevok bi zarava nayê nivîsandin lê kurdî de zayend heye û hevok mêr-nêr diguhere Kurdiyan (gotûbêj) 09:56, 23 tebax 2020 (UTC)Bersiv bide

Li ser zaravayê kurdî biguhêre

Ez bawer dikim ev gotar bı temami ne zanistiye lewra zanisti pénasa zaravé ev e: zarava du çeqılén, dı diroka nenas de bı rézımani u bı peyvan u deng u bı réza peyvan jı hev cuda buya.Ev hevok dıde nişan zımané Kurdi du zarava ye.

1 kurmanci

a) bahdinani=kurmanciya bakur=kurmanciya jorin

b)sorani=kurmanciya başur=kurmanciya jérin

sorani kurmanciya jérin e, lé ne zarava ye. lewra devok e(ağız) çawa em béjın devoka tırki ya stanbolé u trabzoné jı hev cuda ye, devoka sorani u kurmanciya jorin ji wisa cuda ne. yane ne du zarava ne du devokén heman zaravayé ne.

2 pehlewani

a) dımıli zazaki u lori du bındevokén dımıli ne

i)zazaki

ii)lori

b) gorani

rastin kurdi xwedi du zarava ye. kurmanci u pehlewani. sorani u bahdinani(kurmanciya jorin) du devokén kurmancine, dımıli u gorani du devokén pehlewani ne...

jı ali zımanzané mezın réheval agırésor...

Ev gotar li ser zimanê kurdî ye... biguhêre

Wîkîpedya, min ev perçe jê derxistiye, ji ber ku ez bawar im gelek agahdarî dide ku ne li ser zimanê kurdî ye. Ger ez şaş bim, keremke betal bike... silav--MikaelF 13:09, 18 kewçêr 2008 (UTC)

Zimanên dinyayê dabeş dibin ser van malbatên zimanan:

Malbata zimanên hind û ewropî ya ku Kurdî jî têda ye, bi navê Asya û Ewrûpa dibe du beş.

Beşa Ewrûpa, bi navê zimanên germenî, yên latînî û yên slavî dibe sê şax.

Di şaxê zimanên germenî de swêdî, norwêcî, danîmarkî û îslandî hene ku ev zimanê îskandînavî ne. Pişt re flamanî, almanî û îngilîzî jî di vî şaxî de ne. Zimanên latînî ji portekîzî, îspanyolî, fransî, îtalî û romanî pêk tê.

Di şaxê zimanên slavî de jî, rûsî, ukraynî, bulgarî, sirbî û lehî (polonî) hene. Herweha, yunanî, arnawutî (albanî) lîtvanî, keltî û baskî ji dikevin beşê Ewrûpa yê Malbata Zimanên Hîndû-Ewropî. Di beşê Asyayî yê malbata zimanên Hîndû-Îranî dabeş dibe li ser esasê zimanên hîndî û yên îranî. Şaxê hîndî, ji sanskrîtî, sindî, urduyî, hindiya îroyîn, biharayî, bengalî, marasî, kûoûrayî, pencabî û senegalî pêk tê.

Di şaxê zimanên Îranî de jî Farisiya Kevin (ji wê jî Farisiya Navîn yan Pehlewî, ji Farisiya Navîn, ji Farisiya Nuh), avestayî, sogdî, belûcî, peştûyî, osetî û kurdî hene. Zimanên îranî ji alî avabûna rêzimanî dibin çar beş: kurdî di grûba îraniya bakurê rojava û farisî di grûba îraniya başûrê rojav de ye. Zimanên dinyayê ji alî avabûna xwe jî di bin sê beş.

  • Zimanên Yekkîteyî: zimanê çînî û tîbetî ji vê grûbê ne.
  • Zimanên dûvgir: zimanên tirkî, fînî û macarî di vê grûbê de ne.
  • Zimanên tewangbar: zimanên Hîndû-Ewropî û yên Samî di vê grûbê de ne. Li gor vê dabeşkirinê, zimanê kurdî dikeve grûba zimanên tewangbar.

Hejmara zimanaxêvan Navbera 28.820.000 û 34.050.000 in, agahiya zêdetir. EW CIYE, ka ew 35.000.000. ü 42.000.000 bikin ew raste. hinki sihat ben, siteye fransaye dane 40.000.000mio, kurmanj ci dane 28 ü 34 mio. ew rasti bikin

gotara ku min pêve kiriî hatibû jê birîn sedem nehatiye nivîsandin biguhêre

ku min pêve kiriî hatibû jê birîn sedem nehatiye nivîsandin ji ber wê min betal kir heke min xeletî kiriye biborin min hîşyar bikin. Cuneytewrares 09:56, 7 gulan 2011 (UTC)Bersiv bide

Beşên ku ji gotarê hatine birîn biguhêre

Ji 'Alfabeyên kurdî' biguhêre

(Agahî: cavkanî tune ne, lewra hat jêbirîn)

  • 1) Nivîsa mixî: Medan şeş tîpên din jî bi ser ve kirine û hejmara tîpên vê alfabeyê ji 36'an derxisitine 42'an. Ev alfabe ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsandin [çavkanî hewce ye]
 
Nivîsa Awesta
  • 2) Alfabeya Avesta: Ev alfabe ji 44 tîpan pêk tê û ji hêla rastê ber bi hêla çepê ve tê nivîsandin. Hin çavkanî destnîşan dikin ku, 48 tîpên alfabeya Avesta hene [çavkanî hewce ye].
  • 3) Alfabeya Aramî: Belgeyên herî kevn ên kurdî bi vê alfabeyê hatine nivîsandin, ev belge li şikeftên herêma Hewremanê hatine dîtin. Her wiha tê gotin ku nivîsarên Kurdî bêhtir bi vê alfabeyê ne. Belgeyên hatine dîtin, ku nivîs li ser çermê xezalan e, ji nav wan ên herî kevn ji salên 88-87'an ên beriya zayînê ne [çavkanî hewce ye].
  • 4) Alfabeya Pehlewî: Bi vê alfabeyê, bi navê Dînkerd pirtûkek bi zaravayê soranî hatiye nivîsandin [çavkanî hewce ye].
  • 5) Alfabeya Masî Soratî: Dîrokzanê ereb Îbn Wahşiye, di pirtûka xwe ya ku di sala 855’ê de qedandiye, dibêje kurdan ev alfabe Masî Soratî bi kar aniye û sê berhemên ku bi vê alfabeyê hatine nivîsandin jî dîtine. Ev alfabe 36 tîp bûne, lê kurdan şeş tîpên din jî lê zêde kirine [çavkanî hewce ye].

Ziman û şêwezarên kurdî li gor zimanzanan biguhêre

--Ferrus (talk) 23:39, 3 adar 2012 (UTC)Bersiv bide

Cudahiyên di navbera kurdî û farisî de biguhêre

Gelek kes, ji ber ku zimanê kurdî û farisî xwediyê gelek peyvên hevpar in, zimanê kurdî wekî zaravayekî farisî bi nav dikin, lê zimanzanên ku li ser kurdî xebat kirine vê yekê red dikin. Ligel vê yekê em dîsan dixwazin cudahiyên di navbera kurdî û farisî de bidine xuyakirin.

Zimanê Kurdî û faris ji ber ku di heman komê de ne, ji hin aliyan ve nêzî hev in. Ji ber vê yekê, hin dewletên ku li ser kurdan serwer in, hebûna kurdan napejirînin û zimanê wan wek zimanekî col (têkilhev) û xerabûyî yê farisî bi nav dikin. Pê namînin û vê yekê ji baweriyên xwe yên siyasî û perspektîfên xwe yên paqijkirina etnîkî re dikin kerese (malzeme). Ev îstismara hanê, ji awira zanistî gelekî dûr e. Lewma em pêwist dibînin ku cudahiyên van her du zimanan bi awayekî serkî be jî, li ber çavan raxin. Çendî ku ev her du ziman nêzî hev bin, ew qas jî, ji hev cihê ne û her yek ji wan zimanekî serbixwe ye. Kurdî zimanekî zayendî ye, ango nêr û mêtî tê de heye, lê ev yek di farisî de tune. Di kurdî de (di kurmancî û kirmanckî/zazakî de) du kom cînavk hene, lê di farisî de em rastî tiştekî wiha nayên. Ev her du komên cînavkên di kurdî de, di lêkerên gerguhêz de ji hev cuda têne bikaranîn, ango zimanê kurdî zimanekî ergatîv e. Mînak ji bo zaravayê kurmancî: 5 Minorsky, Vladimir; Kürtler, Koral Yayınları, Çapa Duyemîn, Stenbol 1992.

Min nan xwar. Ez nên (nanî) dixwim.

Mînak ji bo zaravayê kirmanckî: Min nan werd Ez nanî wena

Her wiha di zimanê kurdî de nêr û mêtî di cînavkên kesîn û nîşandanê de jî heye, lê belê di farisî de tiştekî wiha nîn e. Ji bilî vê yekê, di kurdî de du kom cînavkên nîşandanê hene, farisî ne xwedî taybetiyeke wiha ye. Em dikarin gelek cihêtiyên van her du zimanan destnîşan û amaje bikin. Lê belê ya baş ew e ku em gotinê bidin Vladimir Minorsky bê ka ew der barê van her du zimanan de çi dibêje. Kurdnas V. Minorsky dide xuyakirin ku, zimanê kurdî û farisî ji hev cihê ne û yer yek ji wan, zimanekî serbixwe ye. Mînorsky aşkera dike ku di navbera kurdî û farisî de pênc cudahiyên girîng hene:

  • Denganî: Denganiya (fonetîka) kurdî ji ya farisî cihê ye.
  • Guherîna dengan: Peyvên ku ji heman kokê tên jî, ji aliyê deng ve guherîneke mezin di wan de çêbûye.
  • Cudahiya şeklan: Ji cînavkan bigire heta bi kêşan û çevana lêkeran, ji qertafên cînavkên xwedaniyê bigire heta bi qedaneka navdêran û hwd cudahî heye.
  • Cudahiya peyvsaziyê.
  • Cudahiya peyvan.

Zaravayên kurdî biguhêre

Li ser mijara zaravayên kurdî gelek nêrînên ji hev cihê hene. Nemaze hin kesên ku naxwazin hebûna kurdan û zimanê wan bipejirînin, hemû devokên kurdî wekî zarava nîşan didin û hin caran zarava jî wekî ziman didine xuyakirin. Lê ev kêşe û arîşeya hanê, ji mêj ve ji hêla zimanzan û kurdnasan ve hatiye ronîkirin.

Hê di sedsala 16’an de Şerefxanê Bedlîsî di berhema xwe ya navdar Şerefnameyê7 de zaravayên kurdî wiha rêz dike:

1) Kurmanc 2) Lor 3) Kelhûr 4) Goran.

  • Li gorî G. Girvinli ku di salên 1836-37’an de li ser etnografiya kurdî hinek lêkolîn kirine, zimanê kurdî dibe du beş: kurdiya jêrîn û kurdiya jorîn.
  • Peter Lerch (1857-58) kurdî li pênc zaravayan dabeş dike: zaza, kurmancî, kelhûrî, gûranî û lûrî...

6 Minorsky, Vladimir; berhema navborî. 7 Şerefxanê Bidlîsî, Şerefname, Hasat Yayınları, Çapa Duyemîn, Stenbol 1998.

  • Oscar Mann, kurdî wekî kurdiya rojava, rojhilat û başûr dike sê beş. Mann, goranî û zazakî wekî kurdî napejirîne.
  • E. B. Soane, di berhema xwe ya bi navê Grammar of Kurmanji or Kurdish Langauge (1913) de, kurdî li sê beşan parve dike: kurmanciya jorîn, kurmanciya jêrîn, lorîzaza (hewramî û goranî).8
  • Ziya Gökalp, di xebata xwe ya bi navê Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik

Tetkikler de9, kurdî wek pênc zarava hildaye dest: kurmanc, zaza, soran, goran û lor. Gökalp daye zanîn ku, ev gişt zarava ji kurdiya qedîm derçûne.

  • Dr. Mac Kenzie, kurdî dike sê kom: koma bakur, koma navîn û koma başûr.
  • Cemal Nebez jî kurdî dike çar beş: kurdiya bakur, kurdiya navîn, kurdiya başûr,

goranî-zazayî.

  • Alaedîn Secadî, di berhema xwe ya bi navê Destûr û Ferhengî Zimanî Kurdî, Erebî û Farisî de, zimanê kurdî dike du beş: kurmanciya behdînî û soranî.
  • Li gorî Dr. Kemal Fuad zimanê kurdî çar zarava ne: 1) kurdiya rojava (jorîn) 2) kurdiya rojhilat (jêrîn) 3) kurdiya başûr 4) kurdiya zazakî-goranî.
  • Fuat Heme Xurşîd, di berhema xwe ya bi navê Zimanî Kurdî, Dabeşbûnî Cografyayî Diyalêktekanîy de, zimanê kurdî wiha dabeş dike: 1) kurmanciya bakur 2) kurmanciya navîn 3) kurmanciya başûr 4) goranî.
  • Emîr Hesenpûr10, di xebata xwe ya bi navê National and Language In Kurdistan (1918-1985) zimanê kurdî dike dike çar zarava: kurmancî, koranî, hewramî, kîrmanşanî. Ji xebatên van zimanzan jî diyar dibe ku, bi piranî ew xwediyê wê raman û hizrê ne, ku

di kurdî de çar zarava hene:

Tiştên ku li ser zaravayên kurdî hatine nivîsîn û axaftin gelek ji hev cuda ne. Di vî warî de meriv rastî tesbîtên ji hev gelek cihê û agahdariyên zêde têkilhev tê. Ji ber ku gelek caran navên lehce, herêm, eşîr, dîn û mezheban tên têkilhevkirin, di ber çavkaniyekê de, ji bo lehcan meriv dikare rastî navekî cihê bê.

Hin kes hene ku van hersiyan wek lehceyekê dihesibînin û dibêjin ku ev şêweyên lehceyeka zimanê kurdî ne. Hinekan jî ew wek zimanên cuda yên serbixwe qebûlkirine. Kesin hene ku hersiyan; wek lehceyên cuda yên zimanê Kurdî dihesibînin û hin jê jî ya duduyan (lurrî) li dervayî zimanê Kurdî dibînin.

Meriv nikare bêje ku li ser lehceyan têra xwe lêkolîn û lêgerîn hatine kirin û netîcên zelal ji alî van ve bi her awayî hatine bidestxistin. Em ê li vê derê li gor çavkanî û wesîqeyên bin destê xwe cih bidin hin dîtinan û şemayekê diyarbikin ku li gorî me ya herî nêztir a rastiyê ye.

Encam biguhêre

Her ziman xwedî rê û rêzikan e û taybetî û qalibên wî hene. Ligel vê yekê, hin rêzikên ku ji bo zimanan pişkdar in, jî hene. Ev rêzikên hevpişk (muşterek), bi giştî di navbera zimanên ku ji heman malbatî ne de, têne dîtin. Ji lew re, pir tiştekî asayî û siruştî ye ku hin ziman ji hin aliyan ve bişibin hev û hêlên wan ê hevpar hebin. Digel vî qasî, ji van mijarên ku em li jorê yeko yeko li serê rawestiyan, xuya dibe ku zimanê kurdî ji gelek aliyan ve hem ji erebî, hem ji farisî hem jî, ji tirkî cuda ye. Bi taybetî em dixwazin balê bikişînin ser cihêtiyên di navbera kurdî û tirkî de. Ji ber ku, hin zimanzan, siyasetmedar û kesên ji pîşeyên cuda yên tirk îdia dikin da ku zimanê kurdî ne tu ziman e û kurd bi eslê xwe jî tirk in. Ji bo ku der barê zimanê kurdî û tirkî de hizr û ramaneke zelal ji kesê meraqdar re çêbe, em dê bi çend xalên berbiçav cihêtiya van her du zimanan bidin xuyakirin.

  • Kurdî ji malbata zimanê îndo-ewropî, tirkî ji ya ural-altayî ye.
  • Kurdî zimanekî tewangbar e, tirkî zimanekî pêvekî ye.
  • Kurdî zimanekî zayendî ye, tirkî ne wisan e.
  • Di kurdî de du kom cînavkên kesîn û nîşandanê hene, di tirkî de ev yek nîn e.
  • Di kurdî û tirkî de awayên çêkirina terkîban dijberî hev in.
  • Zimanê kurdî, ji pêş, paş û navê ve qertafan digire, lê di tirkî de qertaf tenê tên paşiya peyvê.
  • Di kurdî de peyv bi du û sê dengdaran jî dest pê dike, lê dî tirkî de peyv tenê bi dengdarekê dest pê dike.
  • Bi kurtî, rêzimana kurdî û ya tirkî qet naşibe hev, denganiya wan, hevoksaziya wan û peyvsaziya wan gelek dûrî hev in. Em bên ser angaştên der barê zarava û devokên zimanê kurdî de. Çawa ku di zimanên din de jî tê dîtin, di zimanê kurdî de jî devok û zarava hene. Ev zarava ev in:

1) kurmancî (kirdaskî)

2) kurmanciya naverast (soranî)

3) kirmanckî (kirdkî, dimilî, zazakî)

4) loranî.

Ji van zaravayan tenê li Tirkiyeyê kurmancî û kirmanckî hene.

Di zaravayê kurmancî de sê devokên bingehîn hene: botî, silîvî û mehmedî. ji van, devoka botî ji bo zimanê nivîskî yê kurmancî wekî bingeh hatiye pejirandin. Rêziman, vekît û ferheng li gor vê yekê hatine amadekirin. Du devokên himî yên zaravayê kirmanckî hene:

dêrsimî û sêwregî.

Zimanê kurdî ji mêj ve wek zimanê perwerde û hîndekariyê hatiye bikaranîn.

Medreseyên kurdan palpişt û delîlên vê yekê ne. Di van medreseyan de ji bilî kurdî zimanê erebî jî hatiye bikaranîn.

Gotina dawî: Zimanê kurdî têra xwe heye, ji bo ku kurd bi zimanê xwe karibin perwerde bibin û hîndekariyê pêk bînin, ji hêla zimên ve asteng pir kêm in. Ji bo hemû zimanan çi astengên zimanî hebin pir hindik ew ji bo zimanê kurdî jî hene. Ji bo ku perwerde û hîndekarî bi kurdî bê kirin astengên herî girîng astengên qanûnî yên Tirkiyeyê ne.

Zaravayên kurdî an Zimanên kurdî biguhêre

Li vir hevpeyvîneke dûr û dirêj heye û di beşekî xwe de li ser vê mijarê disekine. Bi ya min ji bo hebûna nêrînekî dijî gotarê divê li vir bisekine, heman nivîs di kovara Kanîzarê de jî bi navê Zimanên Kurdan heye:

    • "Her li ser wê binyatê, em dikarin bersiva wan kesên akadêmîk û zimannas yên ku dibêjin zazakî û goranî ne kurdî ne bi vî awayî bidin: Eger cudabûna rêzimanên van zimanan bibe sebeb ku ew goranî û zazakiyê bi kurdî nejmêrin, wê çaxê çawa dibe ku kurmancî û soranî her du wekî kurdî tên hijmartin? Ma ne her ew zimannas rêzimanên kurmancî û soranî jî ji hev cuda dikin? Anku eger cudahiya rêzimanî bibe pîver û miqyas ku em goranî û zazakiyê bi kurdî hesab nekin, wê çaxê pêwîst e ji soranî û kurmanciyê jî bi tenê yek kurdî be, ne her du. Bi dîtina min eger em bikarin kurmancî û soraniyê, di ser cudahiya di navbera rêzimanên wan de, di ser zimanbûna wan re dîsan, bi kurdiya soranî û bi kurdiya kurmancî binav bikin, heman tişt ji bo goranî û zazakiyê jî mumkîn e, eger xelkên bi van du zimanan diaxivin xwe di binyatda bi kurd hesab bikin."
    • Bi dîtina min, a rast û durist ev e ku, soranî, kurmancî, zazakî, û goranî tev bi rêzimanên cuda wekî endamên xêzana zimanên kurdî bên pênase kirin. Bi vî awayî xelkê bi wan zimanan diaxivin, dikarin hem resentiya zimanên xwe biparêzin, hem jî bi navê kurdbûnê yekgirtina xwe di çarçoveya gelê kurd de pêkbînin û biparêzin. Bi vî awayî, eger xelkê lûr jî bixwazin, dikarin xwe weke kurd pênase bikin, heta eger rêzimana wan ji ya zimanên din yên kurdî hindek dûr be jî. Çunkî zimanê lurî jî her çawa be ji aliyê zimannasî ve, mîna zimanên kurdî, bi zimanekê îranî yê rojavayî yê nû tê hejmarkirin. Xwediyê van peyvan Amr Taher Ahmed e. Jiju (gotûbêj) 15:39, 12 adar 2018 (UTC)Bersiv bide

Hevalên hêja @Ghybu, MikaelF, Jiju, Xwedêda, û Ferhengvan: bi fikra min divê şûna zimanê kurdî, em zimanên kurdan binivîsin ? hûn çi dibêjin ? Mohajeer (gotûbêj)

Beşa "Berî Zayînê" biguhêre

Bi neteweperstiya romantîk tiştên nezanyarî hatiye nivîsandin! Kurdbûna sumeriyan çi ye yaw! Elem dibêjin "is the language of ancient Sumer and a language isolate". Her wiha heke em îdayên lûr derve bihêlin, kurdî pişt îslamiyetê hatiye nivîsandin û nivîsa yekem jî di navbera salên 1430 û 1446an de wekî diayeke xiristiyanî hatiye nivîsandin.(Ergin Öpengin, “Tevatür ve Temellük Kıskacında Kürt Kültür Tarihçiliği”, Kürt Tarihi, j.11 (ŞubatMart 2014), r. 18-27.) Ew çi mîx û grek û nizanim çi ye! Ji xwe ziman mîna yê çîrokan e. Divê ev beş bê jêbirin. Bi ser de di beşa "Şadadî û Merwaniyan" jî çi aleqe" ye nizanim, ji ber ku di naveroka wê de tu qala van serdeman nake. Jiju (gotûbêj) 16:55, 15 adar 2018 (UTC)Bersiv bide

Nêrînên li ser dabeşandina kurdî biguhêre

Nêrînên li ser dabeşandina kurdî çima kirine rûpelên serbixwe nizanim. bi serê xwe nabin yek ji gotarên ensîklopediyan. Divê hemû bêne li bin vê gotarê, li jêra binbeşa "Dabeşandina kurdî". Ev in:

Lê divê bên sererastkirin.Jiju (gotûbêj) 17:02, 15 adar 2018 (UTC)Bersiv bide

Li gorê min pir li hev zêde neke, gotara Kurmanc jî heye a Kurmancî jî heye ka ji bo (gel) an (ziman) pêve dikî. Ez wisa difikirim dîsa jî hûn dizaninXwedêda (gotûbêj)

ethnologue.com biguhêre

Ji bo "Kurdî":

  • Collapse AllExpand All
    • Indo-European (449)
      • Indo-Iranian (314)
  1. Kurdish, Central [ckb] (A language of Iraq)
  2. Kurdish, Northern [kmr] (A language of Turkey)
  3. Kurdish, Southern [sdh] (A language of Iran)
  4. Laki [lki] (A language of Iran)

çavkanî

  • ___________________

Ji bo "Zaza-Goranî":

  • Collapse AllExpand All
    • Indo-European (449)
      • Indo-Iranian (314)
  1. Bajelani [bjm] (A language of Iraq)
  2. Gurani [hac] (A language of Iran)
  3. Sarli [sdf] (A language of Iraq)
  4. Shabak [sdb] (A language of Iraq)
  5. Zazaki, Northern [kiu] (A language of Turkey)
  6. Zazaki, Southern [diq] (A language of Turkey)

çavkanî Jiju (gotûbêj) 19:40, 19 adar 2018 (UTC)Bersiv bide

Kurdên Îsraelê biguhêre

Silav ! Li Îsraelê de Kurdên Cihû jî he ne . Heta îro jî gelek komelên Kurd jî liwir he. Her sal de Kurdên cihû cejna Saharane pîroz dikin . Dema ku giştpirsiya serxwebûna Kurdistan bû gelek ji wan Kurdên sempatî nîşandan. Avestaboy (gotûbêj) 11:00, 27 kewçêr 2018 (UTC)

? Avestaboy (gotûbêj) 19:54, 30 kewçêr 2018 (UTC)

@Avestaboy: Bnr. Kurdên cihû--Ghybu (gotûbêj) 23:28, 30 kewçêr 2018 (UTC)

Erê ez dizanim ku ew gotar he . Ema di gotara Zimanê Kurdî de tune. Mesela Lubnan he ema Israel wê infobox de tune. Ema Kurdî li Îsraelê de li Lubnanê zêdetir tê axaftin.Avestaboy

Pêşniyar biguhêre

@MikaelF, Ghybu, Xwedêda, û Penaber:Merheba hevalên hêja, ziman û pêkhateyên kurdan gelek tevlîhev e, mirov nizane kîjan ziman e, kîjan grûba etnîk e, kîjan eşîr e hwd. Gelek tevlîhev î heye. Ji bo mînak, kelhûr hem li şûna xelkê kurdên ku bi kurdiya xwarig diaxivin re tê gotin, hem jî ji eşîreke kirmaşanê re tê gotin. Mînak kesekê ji eşîra Zengene naxwaze ku zimanê wek kelhûrî bê gotin. Her wisa Feylî navê zimanekî ye lê em nizanin Feyl kî ne ? an jî Feylî zimanê kîjan eşîr an jî qewman e. Pêşniyara min ew e ku em di serî de Zimanê Kurdî wek Zimanên Kurdî biguherînin. Paşî ez dikarim hemû qewmên kurdan, bi zimanê wan re bidim nasîn. mînak Kurmanc (gel), Kurmancî (ziman). Lê ji bo ku em viya bikin divê di serî de em navê vê gotarê biguherînin. Biryareke radîkal e lê divê em bi awayekê realîst li vê mijarê binêrin. Li vir jî binêrin çiqas tevlîhev e [1] . Li benda bersivên we me. Silav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 20:12, 27 nîsan 2020 (UTC)Bersiv bide

Wêne biguhêre

Silav Ghybu Te ev dît? Gelo ew normal e? --Balyozxane (gotûbêj) 16:51, 19 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Min dîtibû. Mixabin çend bikarhênerên tirkên çalak (bnr. [2] / [3] / [4] / [5] / [6], ...) bê gotûbêjê jêbirina nexşe û wêneyan dixwazin :)--Ghybu (gotûbêj) 17:33, 19 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Em nikarin botek bibînin ji bo ku haya me jê hebe dema wêneyek tê jêbirin? Mînak 1.--Balyozxane (gotûbêj) 17:59, 19 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
Min undeletion xwest, niha vekirî ye. Dixwazî em bar bikin Wîkîferhengê yan Wîkîpediyayê? --Balyozxane (gotûbêj) 01:47, 22 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu:?--Balyozxane (gotûbêj) 01:50, 22 kanûna pêşîn 2020 (UTC)Bersiv bide

Zimanê Kurdî li Îranê biguhêre

Silav ! @MikaelF: , @Ghybu:, @Xwedêda:,@Penaber49: , @Balyozxane: , @Gomada: Li Îranê Kurdî zimanê fermî nîne ema wek zimanê kêmwelatiye tê nasîn. Avestaboy (gotûbêj) 22:51, 2 sibat 2021 (UTC)Bersiv bide

Vegere rûpela "Zimanê kurdî".