Zimanê kurdî li gora Kemal Fûad

Zimanê kurdî li gora Kemal Fûad:

Dr. Kemal Fuad ku li ser edeb û zimanê Kurdî xebatên wî yên hêja hene, zimanê Kurdî dabeşî lehce û şêweyên jêrîn dike:

1. Kurdiya Rojava (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya jorîn -bakur-)
1. Afrînî
2. Cizîrî û Botanî
3. Sincarî
4. Badînî
5. Hekarî
6. Kakî

2. Kurdiya Rojhilat (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya Xwarê -başûr-, hin jî dibêjin Kurdiya Navendî)
1. Soranî
2. Silêmanî
3. Mukrî
4. Sineyî

3. Kurdiya Başûr
1. Xaneqînî
2. Feylî
3. Kirmaşanî
4. Lekî
5. Kulgayeyî
6. Kelhorî
7. Perêwendî

Dr. Kemal Fûad bi rexnegirî dibêje ku wê lehceya ku ez jê re Lehceya Başûr dibêjim hin kes wê bi navê Lurrî bi nav dikin. Ew tenê wan lehceyên ku li Loristana Mezin tên axaftin wek lehceyên Lurr qebûl dike û wan wek lehceyên Kurdî qebûl nake. Dr. Kemal Fûad rexne li wê yekê digire ku çima ji hin lehceyên ku di hin çavkaniyan de wek Lurrê Piçûk derbas dibin ji wan re Lurrî tê gotin. Ew wan di nav lehceyên Kurdiya Başûr de dihesibîne (19).

Çavkanî biguhêre