Kurmanc
Kurmanc, kirmanc, kurdmanc, [çavkanî hewce ye] ew kes in yên ku bi zaravaya serekî ya kurdî anku kurmancî diaxivin.
Gelhe tevahî | |
---|---|
20 milyon | |
Ziman | |
Kurdî (Kurmancî) | |
Baweriya dînî | |
Îslam Êzîdîtî | |
Têkildarên komên etnîkî | |
Kurd Soran, Zaza, Goran, Kurdên Başûrê Kurdên Anatolyayê, Kurdên Xorasanê |
Kurmanc bi taybetî li Bakur û Başûr-Rojavayê Kurdistanê dijîn.
Lê kurmanc her wiha li Başûr û Rojhilata Kurdistanê jî hene. Li başûr ji Behdînanra dibêjin kurmanc. Li rojhilat jî ji Şikakî ra dibêjin kurmanc, li rojhelati bajarê Urmiyeyê û derdorên wê ber bi bakur ve kurmanc lê dijîn.
EtîmolojîBiguhêre
Peyva Kurmanc wiha tê vekirin: Kur(d)+Man(c)=Kur(Kurd)+Man(Manda/Med/Medan)=Kurmanc=Merove^ ji ku Medan(Kurde^ ji ku Medan)[çavkanî hewce ye]
Wateya peyva din jî: Kur(d)+Man+Cîh = Kurdên ki Cîhê xwe da Man =Kurdên ki şûna xwe nelivî[çavkanî hewce ye]
teoriya din jî: Kur a Sumerî û mannu a Avestiyê tê yane Kur (Çiya) û Mannu (Mêr, Mîrov) "Mêrên çiyayê"[çavkanî hewce ye]
Peyva kurmanc di dîrokê de bo hemî kurdan hatiye bikaranîn. Lê niha êdî herî zêde tenê bo axiftvanên kurdiya bakur tê bikaranîn[çavkanî hewce ye].