Keyaniya Yekbûyî

(Ji Brîtanyayî hat beralîkirin)


Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Bakurê Îrlendayê jî gazî Keyaniya Yekbûyî (UK) an Brîtanya (bi înglîzî: Britain), dewleteke li bakurê rojavaya Ewropayê ye. Bi şiklê keyaniya makezagonî û demokrasiya parlamentoyê tê îdarekirin. Ev dewleta giravî ji Brîtanya Mezin (Îngilistan, Skotlenda, û Wales) û ji bakurê girava Îrlendayê tê meydanê (Îrlendaya Bakur).

Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin û Bakurê Îrlendayê
United Kingdom of Great Britain and Northern Ireland
Ala Mertal
Sirûd: God Save the Queen
Paytext
û bajarê mezin
London
51°30′Bk 0°7′Ra / 51.500°Bk 0.117°Ra / 51.500; -0.117
Zimanên fermî Inglîzî
Ziman naskirin Skotî, skotiya Ulsterê, walesî, kornîşî, skotiya gaelî, îrlendî
Demonîm Brîtanî
(bi înglîzî: Briton, British)
Rêveberî
 •  Keybanû Elizabeth II
 •  Serokwezîr Boris Johnson
Pêşvebirî Parliament
 •  Meclîsa jorîn House of Lords
 •  Meclîsa jêrîn House of Commons
Rûerd
 •  Giştî 242.495 km2 (78)
 •  Av (%) 1.51
Gelhe
 •  2021 Texmînkirin 66,052,076 (22)
 •  2011 Giştî 63,182,178
 •  Tîrbûn 270.7/km2}
Dirav Sterling (GBP)
Demjimêr UTC
 •  Havîn (DH) +1 seet (UTC+1)
Hatûçûna ajotinê çep
Koda telefonê +44
ISO 3166 GB
Înternet TLD .uk, .gb
Nexşeya topografîk

DîrokBiguherîne

Keyaniya Yekbûyî dema ku Keyaniya Îngilistan û Keyaniya Skotlenda di 1707 de bûn yek pêk hat. Vê Brîtanya Mezin (bi înglîzî: Great Britain) kir yek keyaniyek. Tenê parlamentoyek wê hebû. Di 1801 de, Keyaniya Irlendayê bi Brîtanya Mezin re bû yek. Vê yekê Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin û Îrlendayê çêkir. Giravên Brîtanya (bi înglîzî: British Isles) di bin yek parlamentoyê lêvegerekê bûn.

Piraniya Îrlendayê di 1922 de ji welêt serbixwe bû. Naha ji vê dewletê re Komara Îrlendayê tê gotin ku wê ji Bakurê Îrlendayê cuda bike.

Berê împeratoriyek Brîtanî hebû. Împeratoriya Brîtanyayê (bi înglîzî: British Empire) herî împeratorîya li dinyayê bû. Brîtanya û împeratoriya brîtanî yek ji beşdarên di herdu Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bûn. Di her du şeran de, Brîtanya neşikestî bû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, hin koloniyên Alman û Osmanî dane Brîtanya. Li Rojhilata Nêzîk, FilistînUrdun – bi înglîzî: Transjordan) û Mezopotamya (Mandateriya Iraqê) bûn Brîtanî. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Împaratorîya Brîtanî dest bi perçebûnê kir. Hindistana Brîtanî (bi înglîzî: British Raj (en)) di 1947 de serbixwe bû, û bû dabeş li Hindistan û Pakistan (û piştra jî Bangladeş).

DemografîkBiguherîne

Nifûsa herî mezin li London, li başûr-rojhilatê Îngilistan e. Li navenda Brîtanya Mezin (bakurê Îngilistan) gelek kes li dora Manchester (en) û Liverpool (en) dijîn. Li deşt Skoçyayê li dora Edinburgh û Glasgow, û li başûrê Wales li nêzê Cardiff (en) gelheyên mezin hene. Li Îrlendaya Bakur, pir kes li rojhilat, li nêzê Belfast dijîn.[1] Di sala 2020 de, 83,9% mirovên li Brîtanya li bajaran dijiyan.[1]

DînBiguherîne

Ji gelê Keyaniya Yekbûyîyê 59,5% xiristiyanên ne[1] (45% angîlîkî, 19% protestanî û 10% katolîk).[çavkanî hewce ye] 4,4% jî misilman in.[1]

Neteweyên Keyaniya YekbûyîBiguherîne

Al Welat Paytext Nifûs Rûerd
  Înglistan London 50.100.000 (84%) 120.395 km²
  Skotlenda Edinburgh (bi gaelîka skotî: Dùn Èideann) 5.062.000 (8%) 88.782 km²
  Wales Cardiff (bi weylsî: Caerdydd) 2.950.000 (5%) 20.779 km²
  Îrlendaya Bakur Belfast (bi îrlendî: Béal Feirste) 1.685.000 (3%) 13.843 km²

Girêdayîbûnên Taca Brîtanî wek Guernsey û Jersey û Girava Manê ne li nava Keyaniya Yekbûyî ne, lê ew têkildarên keyana ku seroka dewleta Keyaniya Yekbûyî ye.

Têkiliyên Brîtanyayê û TirkiyeyêBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

  1. a b c d "United Kingdom". The World Factbook. Central Intelligence Agency. 5 adar 2021. Roja wergirtinê: 13 adar 2021.

Girêdanên derveBiguherîne

  Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)