Antolojiya çîrokên kurdî (pirtûk)

(Ji Antolojiya Çîrokên Kurdî hat beralîkirin)

Antolojiya çîrokên kurdî berfiretirîn projeya hevgihandina çîrokên hunerî yên kurdî ye. Antolojî du berg e û nêzî 1100 rûpelî ye û tê de çîrokek ji her nêzî 100 çîroknivîsî heye. Çîroka yekem ya vê antolojiyê li nîva sedsala 19ê û yên dawîn jî piştî 2000ê hatine nivîsîn. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat jî bi pirralî çîroknivîsan cihê xwe di vê şaheserê de girtiye. Ji bilî çîrokan, li ser her nivîskarê/î kurtenasandinek jî heye. Hemî çîrokên antolojiyê bi kurmancî (alfabeya latînî) ne lê gelek ji wan ji alfabeya kurdî-erebî yan kurdî-kirîlî hatine guhastin û herwiha hin jî ji soranî hatine wergerandin.

Çîrokên berhevokê her yek serbixwe ye û belkî qet ti têkiliya wan bi hev re nîne - ji bilî ku ew hemî bi kurdî hatine nivîsîn. Li vir min ne armanc e yek bi yek çîrokên antolojiyê binirxînim lê dixwazim wê bi kurtî û bi giştî binasînim û di hin xalan de binirxînim.

Antolojî bi pêşgotinek 30-rûpelî dest pê dike. Di vê pêşgotinê de amadekar birêz Firat Cewerî li ser ramana berhevkirina kurteçîrokên kurdî radiweste. Paşî ew yek bi yek basa parçeyên Kurdistanê û rewşa nivîskariya kurdî li wan bi kurtî dike.

Antolojiya çîrokên kurdî bi çîroka Mele Mehmûdê Beyazîdî Çîroka Mem û Zînê dest pê dike. Ew çîrok li sala 1856ê hatiye nivîsîn. Berhevkerê antolojiyê tê koşiye ku cih bide hemî nivîskarên ji hingê ta niha yek yan pitir çîrok bi kurdî nivîsîne. Di encam de nêzî sed nivîskar û ji her yekî ji wan çîrokek dikeve dest me.

Armanc ew bûye ku çîrok ji hemî nivîskarên bi kurdî dinivîsin di vê antolojiyê de hebin. Bi taybetî çîroknivîsên Bakurê Kurdistanê baş cihê xwe di vê berhevokê de girtiye. Lê beşên din jî yên Kurdistanê jê bêpar nemane. 20 çîroknivîs ji Başûrê Kurdistanê ne, 12 ji Başûr-Rojavayê welat, 12 ji kurdên Sovyeta berê. Lê çîroknivîsiya Rojhilata Kurdistanê di vê antolojiyê de kêmnasandî dimîne. Herwiha mixabin çîroknivîsên bi dimilî (zazakî) dinivîsin tê de nînin. (Tenê Roşan Lezgîn heye lê jixwe camêr bi kurmancî jî dinivîse.)

Berhevkirina çîrokên neteweyek xwedî wêjeyek pirralî karek derî hêz û şiyana takekesekî ye. Di rewşa kurdî de ev kar hê jî dijwartir e. Sedemên vê dijwariyê gelek in lê çend ji wan: kurdî bi çendîn zarava û jêrzaravayan hatiye û tê nivîsîn; herî kêm sê alfabe hatine bikaranîn; wêjeya kurdî li çendîn navendên cuda pişkiviye bêyî ku haya wan navendan baş ji hev hebe; ti arşîvxaneyên neteweyî nînin ku hemî, pirranî yan hema beşek mezin ji berhemên wêjeyî yên kurdî di xwe de bihewînin...

Amadekarê vê antolojiyê birêz Firat Cewerî ji van astengên li pêşiya xwe agadar e. Lê dîsan jî wî xwestiye xwe li vê rêyê biceribîne. Wî nêzî sed çîroknivîsên kurd di nav du bergan de gihandine hev û bi kurmanciyek nûjen ew hemî berdestî xwendevanên niha yên kurmancî kirine. Guman tê de nabînim ku encam dîrokî ye û serbilindiyek mezin e bo wêjeya kurdî û nîşanek geş e ji hêz û hinêra wê.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre