Enwer Mehemed Tahir çîroknivîsekî kurd e. Enwer Mehemed Tahir di sala 1949an de li gundê Êtîtê, nêzîkî bajarê Dihokê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li Dihokê xwendiye û di sala 1974an de beşê kurdî li zanîngeha Bexdayê bi dawî aniye. Wî destpêkê bi zimanê erebî dinivîsî û yekem çîroka xwe di sala 1967an de belav kiriye. Paşê dest bi nivîsîna kurdî kiriye û yekem çîroka xwe di sala 1972an de, di kovara Hîvî de –li Dihokê derdiket– belav kiriye. Gotarên rexneyî û nivîsînên xwe di kovar û rojnameyên kurdî de belav kirine, di festîvalên edebî de, li Kurdistana Başûr, beşdarî kiriye.

Enwer Mehemed Tahir
biguhêreBelge

Pirtûk biguhêre

Heta niha du pirtûk çap kirine:

  • Ev çîroke bi dîmahî nehat, Kurdistana Başûr, 1983.
  • Çend gotarekêt rexneyî, Kurdistana başûr, 1988.

Her wisa berhemên wî yên amade ji bo çapê ev in:

  • Kitêbeke kurteçîrokan.
  • Kitêbeke çîrokên zarokan.

Ew endamê Yeketiya Nivîskarên Kurd e û niha jî li Kurdistana Başûr dijî.

Çavkanî biguhêre