Nizar Mehemed Seîd (jdb. 1952a li Dihokê) çîroknivîsekî kurd e.

Nizar Mehemed Seîd di sala 1952an de li Dihokê hatiye dinyayê. Serî, navî û berhevî li Dihokê xwendiye û peymangeha mamostatiyê li bajarê Mûsilê bi dawî aniye. Ji sala 1973an û vir de dinivîsîne. Di sala 1978an de çîrokên xwe belav kirîne. Sala 1985an, kitêbeke kurteçîrokan bi navê »As« çap kiriye. Di piraniya rojname û kovarên kurdî de, lêkolîn û gotar belav kirine. Hinek berhemên edebî, ji zimanê ingilîzî wergerandine kurdî. Ew niha li Holendayê dijî.