Babayê Keleş

çîroknivîs û nivîskarekî kurd

Babayê Keleş (jdb. 1947 - m. 10 îlon 2014) çîroknivîs û nivîskarekî kurd bû .

Babayê Keleş
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1947an
Mirin10ê îlona 2014an (67 salî)
PîşeNivîskar
biguhêreBelge

Jiyana wî biguhêre

Babayê Keleş di sala 1948an li gundê Eynelûyê (naha Lênûxî) li navçeya Êçmîazînê li Ermenistanê de hat cîhanê.[1] Kalikê wî, Dodoyê Baba, hişmendekî dema xwe bû. Wî neviyê xwe Baba bi serpêhatî, destan, beyt û çîrokên kurdan mezin kir.

Keleş beşa kurdnasiyê ya Zanîngeha Erîvanê xelas kir. Paşê 18 salan di redaksiyona rojnameya kurdî Riya Teze de kar kir.

Heta niha pirtûkeke wî bi sernivîsa Nîşanî çap bûye ko tê de 14 serhatiyên bijare hene.

Xên ji vê pirtûkê, gelek serhatiyên wî di almanaxa Bahara Teze de çap bûne, ko her sal li Êrîvanê çap dibû. Çend serhatiyên wî bi zimanên ermenî û rûsî jî çap bûne. Pirtûkeke wî ya din jî li ber çapê ye.

Keleş jî mîna gelek rewşenbîrên kurdên Sovyetistana Berê ji dest rewşa aborî, ji Ermenistanê derket û berê xwe dabû biyanistanê. Ew di gel malbata xwe li Rûsyayê dijiya.

Keleş di 66 salên temenê xwe de 10ê îlona 2014an li nexweşxaneya Êrêbûnî ya bajarê Êrîvanê ji ber nexweşiya dil çû ber dilovaniya Xwedê[1].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b "Rojnamevan û Nivîskarê welatparêz Babayê Keleş çû ser dilovaniya xwe". www.rewanbej.com. Roja gihiştinê 4 sibat 2023.