Şêxbizinî
Şêxbizinî an şêxbizinkî ji zaravayê eşîra Şêxbizinî ya ku li Anatolyayê û Bakurê Kurdistanê belavbûye re tê gotin. Şêxbizinî di nava xwe de gelekî heterojen e, ji ber ku herêmî gelekî di bin bandora zaravayên kurdî yên din de maye. Dîsa mirov dikare bibêje, di ferhengok û rêzimanê xwe de, ev zaravayeke kurdiya jêrîn/başûrî a ku li Kirmaşan û feylî ve tê axaftin.
Şêxbizinî | ||
---|---|---|
Kurdî | ||
Welatên lê tê axaftin | Tirkiye Îran Îraq | |
Herêm | Kurdistan Anatoliya Navîn Kurdên Pontûsê | |
Axiverên zimanê zikmakî | Giştiyan 2.000.000, 300.000 li Haymenê li cihi tik 1.600.000 | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | – |
Dîrok
biguhêreEv zaravayê ji kurmancî û soranî bêhtir nêzîkî Kirmaşanî û lekî ye. Şêxbiziniya modern her çiqas di bin bandora kurmancî de mabe jî, him etîmolojiya ferhengoka wê him jî tewanga wê bernîşaniya kokeke di kurdiya başûr de ne. Di aliyê ferhengokê de hin karakterîstîkên kurdiya başûr di vê zaravayê de têne naskirin.
Şêxbizinî | Kurdiya başûr | Kurdiya navendî | Kurmancî |
---|---|---|---|
elistin | Ełsan, Hełsan | he(ł)stan | rabûn |
nîştin | nîştin | danîştin | rûniştin |
vayîn | wayîn | rakirdin | revîn |
çêw | çew/çem | çaw | çav |
dalik | dałig | dayik | dayik |
emrû | emrû | hermê | hirmî |
kemçik | kemçig | kewçik | kevçî |
siwîl | sêwił | simêł | simbêl |
firê | fire | zor | pirr, gelek |
Lewendî[1] lîsteyeke 60 peyvên basît ji zaravayê Şêxbizinî ligel serzaravayên kurdî yên din ve çêkiriye. Di vê lîsteyê de 60 peyvên Şêxbizinî bi beranberên xwe yên ji Kurmancî, Soranî, Feylî, Dimilî û Hewramî têne berhevdan. Frekansa wanan ya wekhevî û dirûvtiya mezin bi peyvên Şêxbizinî re ev e.
Zarava | dirûvtî/wekhevî | sedî |
---|---|---|
Feylî | 28 | 46% |
Soranî | 23 | 38% |
Kurmancî | 14 | 23% |
Hewramî | 13 | 21% |
Dimilî | 12 | 20% |
Qet yek na | 2 | 3% |
Bi taybetî li hin herêmên Bakurê Kurdistanê kûrayiya tesîra kurmancî tê xuyandin. Herwuha di şêxbizinî ya ku li hin navçeyên Amed (Licê û Rezik) û Îdirê tê axavtin cînavkên şexsî ji kurmancî hatine girtin.[2]
Şêxbiziniya Amed û Îdîrê | Şêxbiziniya Haymana | Kurdiya navendî | Kurmancî |
---|---|---|---|
E meşî mal (Îdir), e meşû hanî (Lîcê) | Min diçim mal | Min deçim mał | Ez diçim mal |
Min got- | Min wit- | Min wit- | Min got- |
Alfabeya şêxbizinî
biguhêreMehmûd Lewendî di sala 1997'an de di kovara Bîrnebûn ji bo zaravayê şêxbizinî alfabeyeke kurdî ya taybet ji bo nivisandina vê zaravayê liberxist. Gorî Lewendî di zaravayê Şêxbizinî de 34 deng hene, ji wanan 24 bêdeng 10 heb jî dengdar in.[1]
Alfabeya Şêxbizinî |
Mînak |
---|---|
A, a | aw, arig |
B, b | boro, bîst |
C, c | cayin, cacik |
Ç, ç | çî, çwar |
D, d | dê, döt |
E, e | ew, elistin |
Ê, ê | kê, mêwan |
F, f | firê, heft |
G, g | güh, girîn |
H, h | hak, heşta |
I, i | iznaq, qiç |
Î, î | îde, îme |
J, j | jin, jê |
K,k | ko, kirdin |
M, m | min, mayîn |
N, n | nöh, nîmerû |
O, o | ok, oxistin |
Ö, ö | döt, qöl |
P, p | pes, pal |
Q, q | qe, qul |
R, r | rûj, rindî |
S, s | seg, sî |
Ş, ş | şeş, şîrîn |
T, t | tik, tîj |
V, v | variş, verg |
U, u | gup, kur |
Û, û | gûşt, xûrt |
Ü, ü | güy, rüy (telefûza wê nêzî "ü"ya Tirkî ye) |
W, w | we, wîş |
X, x | xwer, xanig |
X, x | Telefûza wê nezîkî "xeyn"a Erebî ye. xardan orax |
Y, y | yek, ray |
Z, z | zend |
Rêziman
biguhêreCînav
biguhêreCînavên şexsî (zamîrê şexsî) yên Şêxbiziniya Haymanayê ev in:
Cînav | Cînavên klîtîkî |
---|---|
Min | -im/-m/-em |
Tû | -it/-t/-et |
Ewî | -y/-î |
Îme | -man |
Îwe | -tan |
Ewane | -yan |
Tewanga navdêran
biguhêreDi Şêxbizinî de navdêr di du kategoriyên jimarî de têne tewandin: pêşbendikên jimarî -î û -gel in. Di pirrjimarê de yek caran -yel an jî -el tê bikaranîn heke ku k û g werin ba hev dibin -el: Mînak verk (berx) di pirrjimarê de dibin verkel, ji ber ku k û gel bihevre dihelin û dibin verk + gel = verkel.
Şêxbizinî | Kurmancî |
---|---|
jingel | jin (...jinan) |
teyrgel | teyr (...teyran) |
guranigel | stran, goranî (...goraniyan) |
Di tewanga navdêran de şêxbizinî çar paşbendikên cûda nas dike. Belê paşbendkirina navdêran ne gorî zeyandiyên wan e, mîna di kurmancî û dimilî de. Paşbendikên tewanga navdêran (ezafe) ev in: -î, -ê, -a û -y.
Şêxbizinî | Kurmancî |
---|---|
pirçî serim | pirça serê min |
dengî pêkê | dengê pakî |
mêrdê gewre | mêrê mezin |
xwara tawistanê | tava havînê |
jinê rind | jina rind |
mesay gewre | maseya mezin |
heftey verjeye | hefteya berê |
Lêker
biguhêreLekêrên halê înfînîtifê di zaravayê şêxbizinî de wekî hemî zaravayên kurdî yên koma kurmancî bi paşbendikên -in, -an an -în têne qedandin.
Şêxbizinî | Kurmancî |
---|---|
kirdin | kirin |
keftin | ketin |
girîn | girîn |
kenîn | kenîn |
verdan | berdan |
xardan | revîn |
Tewanga lêkeran
biguhêreDema niha
biguhêreŞêxbizinî | Kurdiya navendî | Kurmancî |
---|---|---|
Min dîşim | Min dełêm | Ez dibêjim |
Tu dîşê | To dełêy(t) | Tu dibêjî |
Ewî dîşî | Ew dełê(t) | Ew dibêje |
Îme dîşîn | Ême dełêyn | Em dibêjin |
Îwe dîşin | Êwe dełên | Hun dibêjin |
Ewana dîşin | Ewan dełên | Ew dibêjin |
Dema boriya têdayî (Imperfekt)
biguhêreŞêxbizinî | Kurdiya navendî | Kurmancî |
---|---|---|
Min divitim | Min demgût | Min digot |
Tu divitê | To detgût | Te digot |
Ewî divit | Ew deygût | Wî/Wê digot |
Îme divitîn | Ême demangût | Me digot |
Îwe divitin | Êwe detangût | We digot |
Ewana divitin | Ewan deyangût | Wan digot |
Dema boriya berdesta domdar
biguhêreŞêxbizinî | Kurdiya navendî | Kurmancî |
---|---|---|
Min vitigim | Min gûtibûm | Min gotiye |
Tu vitigê | To gûtibût | Te gotiye |
Ewî vitige | Ew gûtûyetî | Wî/Wê gotiye |
Îme vitigîn | Ême gûtûmane | Me gotiye |
Îwe vitigin | Êwe gûtûtane | We gotiye |
Ewana vitigin | Ewan gûtûyane | Wan gotiye |
Dema boriya dûdar (Perfekt)
biguhêreŞêxbizinî | Kurdiya navendî | Kurmancî |
---|---|---|
Min vitim | Min gûtim | Min got |
Tu vitê | To gûtit | Te got |
Ewî vit | Ew gûtî | Wî/We got |
Îme vitîn | Ême gûtman | Me got |
Îwe vitin | Êwe gûttan | We got |
Ewana vitin | Ewan gûtyan | Wan got |
Boriya çîrokî (Pluperfekt).
biguhêreŞêxbizinî | Kurmancî |
---|---|
Min vitîwim | Min gotibû |
Tu vitiwîyê | Te gotibû |
Ewî vitiwî | Wî/Wê gotibû |
Îme vitiwîn | Me gotibû |
Îwe vitiwîn | We gotibû |
Ewana vitiwîn | Wan gotibû |
Dema bê (Futur I)
biguhêreŞêxbizinî | Kurmancî |
---|---|
Min da wişîm | Ez dê bibêjim |
Tu da wîşî | Tu dê bibêjî |
Ewî da wîşî | Ew dê bibêje |
Îme da wîşîn | Em dê bibêjîn |
Îwe wişin | Hun dê bibêjin |
Ewana wişin | Ew dê bibêjin |
Fermanî (Împeratif)
biguhêreŞêxbizinî | Kurmancî |
---|---|
wîş! | bibêje/bêje! |
wişin! | bibêjin/bêjin! |
Neyînî
biguhêreNegasyona lêkeran di Şêxbizinî de xeynî dema niha (nê-), di hemî deman de bi pêşdanka ne-'yê têye realîzekirin. Pêşdanka negasyonî me- ya ku zêde naye bikaranîn (tenê di forma fermanî de), wekî hemî serzaravayên kurdî di Şêxbizinî de jî heye.
Şêxbizinî | Kurdiya navendî | Kurmancî |
---|---|---|
Min nêwîşim | Min nałêm | Ez nabêjim |
Min da newîşim | Ez dê nebêjim | |
Min newîşim | Min nełêm | Ez nebêjim |
Min nevitim | Min nemgût | Min negot |
Min nevitîwim | Min nemangûtibû | Min negotibû |
Min nedivitim | Min nemdegût | Min nedigot |
Min nevitigim | Min nemgûtûwe | Min negotiye |
Mewîş | Mełê | Mebêje |
Mewîşin | Mełên | Mebêjin |
Rengdêr
biguhêreŞêxbizinî jî weke hemî zaravayên din, rengdêran bi alikariya pêşbendikan û paşbendikan ve çêdike. Çend mînak:
Şêxbizinî | Kurmancî |
---|---|
we | bi |
-tî: birangîtî | -tî: birangtî, biratî |
-î: pêkî | pakî |
-tir: rintir | -tir: rintir, rindtir |
-tirîn: rintirîn | rintirîn, rindtirîn |
rind | rind, baş |
xweş | xweş |
gewre | mezin |
biçûk | biçûk |
Hejmar
biguhêreJêrenot
biguhêre- ^ a b Lewendî, Mehmûd: "Kurdên Şêxbizinî", Bîrnebûn 3. 1997 r. 78-98
- ^ Kurdica: Sêxbizin (almanî)
Çavkanî
biguhêre- Lewendî, Mehmûd:
- "Kurdên Şêxbizinî", Bîrnebûn 3. 1997 r. 78-98
- "Ferhengoka Şêxbizinkî" Bîrnebûn 4, Stockholm 1998, r. 68-82
- "Ferhengoka Şêxbizinkî II" Bîrnebûn 5, Stockholm 1998, r. 86-99
.