ÇATOM (bi tirkî: Çok amaçlı toplum projesi, anku, Projeya pirralî ya civakê) kurtenivîsa saziyeka bi karê pişavtina (asîmîlasyona) kurdan ve bilîdibe ye.

Sê hedefên ÇATOM'ê biguhêre

  • Zarokên kurd ên 0-6 salî
  • Jinên kurd ên hîç an kêm bi romî dizanin, kêm perwerde dîtine
  • Serokên civatên kurd (axa, şêx, mele, pîr, kizîr û hwd)

Sazî bi rêbazên zanistî û nûjen li asîmîlekirina kurdan digere. Pirranî li ser mijarên, zarokên kurd ên 0-6 salî, jinên kurd ên hîç tirkî nizanin û serokên civakên kurd radiweste. Tê zanîn ku asîmîlekirina zarokên 0-6 salî hêsan e. Jina kurd berdewama çand û folklora kurdî ye, heger bi kesayetiya wê were lîstin, asîmîlekirin hêsantir dibe. Dîsa heger serokên (nasdarên) civakên kurd bi awayekî bi dewletê ve werin girêdan, karê dewletê yê asîmîlekirinê jî bileztir dibe.

Sazî di sala 1995'î de bi fermî lê di sala 1992'î de jî bi fîîlî dest bi kar dike.

Şaxên ÇATOM'ê li seranser Bakurê Kurdistanê biguhêre

Ev sazî kar û armancê xwe wekî rewa dide nîşandan. Li herêmên ku cerdewanî tê kirin gelek biserketî ye. Her sazî ji 5 an 7 kesan tê birêvebirin. Serokê lijneyê perwerdeyên taybet dibîne. Hin karên xwe bi dizî dikin. Hin caran mal bi mal digerin û alîkariya aborî li malbatên xizan dikin. Keçên kurdan berhevdikin û dişînin "dibistanên starê" (bi tirkî: yatılı okul).

Mijarên têkildar biguhêre

Girêdanên derve biguhêre