Civaknasî, sosyolojî yan jî zanista civakî lêkolîna zanistî û sîstematîk a civaka mirovan e ku civakê, tevgerên civakî yên mirovî, awayên pêwendiya civakî, danûstandina civakî û aliyên çandê yên bi jiyana rojane re ye lêkolîn dike. Wekî beşeke hem zanistên civakî hem jî zanistên mirovahiyê, civaknasî ji bo peydakirina zanyariyeke li ser nîzama civakî û guhartina civakî rêbazên cihêreng ên lêkolîna empîrîk û analîza rexneyî bi kar tîne. Mijarên sosyolojiyê yên sereke ji analîzên têkilî û tevgera takekesî di asta mîkro de bigire heya analîzên pergalên civakî û awayê civakî di asta makro de diguhere. Lêkolîna sosyolojîk a sepandî dibe ku rasterast li ser siyaseta civakî û refahê were bikaranîn lê nêrînên teorîk dikarin li ser têgihiştina pêvajoyên civakî û rêbaza fenomenolojîk bisekinin. Max Weber, Karl Marx û Emile Durkheim sosyologên klasîk ên herî naskirî li cihanê ne. (zêdetir...)
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1986 – Piştî teqîna bombeyekê ku di balafira rêwitiyê (Flight UL512) de diteqe li balafirgeha Colombo li Sri Lankayê bîst û yek kes hatin kuştin û çil û yek kes jî birîndar bûn.
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.