Open main menu
Wêneyekî Bêrûtê

Bêrût (bi erebî: بيروت‎, lat. Bayrūt), bajarekî libnanî û paytexta Libnanê ye û li ber Deryaya Spî ye û ji bakur ber bi başûr dikevê navenda welêt. Bêrût ji aliyê çandî û aborî navenda herêmê ye û gelek çapxane û zanîngeh, mîna Zanîngeha Amerîkî, lê hene. Ev bajar gelek caran weke Parîsa Rojhilat hatiye binavkirin.

Civak û olBiguherîne

Hejmara rast ya niştecihên Bêrûtê nayê zanîn, ji ber ku serjimêra dawî di sala 1932'a de hate pêkanîn. Li gorî çavkaniyê nefermî hejmara niştecihên Bêrûtê di sala 1991'ê 1,5 milyon û 2001'ê jî 2,1 milyon bû. Li vî bajarî gelek netew û herwiha gelek olên cuda jî dijîn: gelek olên xiristiyanî, misilmanên sûnî û şîî. Piraniya cihûyên Bêrûtê ji sala 1975'a û vir de bajar terkkirin. Derdora 50 % ji niştecihên Bêrûtê xiristiyanî ne û ê din jî misilman in (ji wana jî 25 % şîî ne). Li bakurê bajêr piranî sunî û xiristiyanî dijîn, li rojhilat tenê xiristiyanî û li rojava jî tenê sunî. Li başûrê Bêrûtê jî pi giranî şîî dijîn.

Bajarên xwişkBiguherîne

Girêdanên derveBiguherîne