Ensîklopedî
Ensîklopedî, ji zimanê yewnanî enkyklios paideia, ango daîreya perwerdehiyê, yan jî zanistname hewla berhevkirina hemû zanîna ser mijarekê an hemû zanîna cîhanê ye.
DîrokBiguherîne
Di dîrokê de gelek zanistname hatin nivîsandin. Zanistnameyên bi nav û deng ji aliyê Arîstoteles, Ibn Sîna, Francis Bacon (Dara Zanîna), Jean Baptiste le Rond d’Alembert û Denîs Dîderot (Encylopédie) hatin weşandin.
Îro Zanistname ên Ensîklopedîa Britannica, Encarta, Brockhaus û Wîkîpediya ensîklopediyên girîng in.
Zanistnameyên kurdîBiguherîne
Wîkîpediya kurdî zanistnameya yekem a bi zimanê kurdî ye, derve vê Ansîklopediya Zarokan jî heye.
Li Beyrûdê di sala 2009'an de zanistnameyeke kurdî bi 10 berg û 18 beş hate amadekirin. Serokê Komîsyona Bilind a Amadekirina Ansîklopediya Kurdî Ebdullah Elyawayî bû.
ÇavkanîBiguherîne
Ev gotar şitlekê girêdayî li ser pirtûkekê ye. Ji bo guherandina naveroka gotarê, tu dikarî beşdarî Wîkîpediyayê bibe. |