Wîkîpediyaya kurdî
Wîkîpedyaya Kurdî, anku Wîkîpediya Kurdî, beşa zimanê kurdî ya projeya Weqfa Wikimedia ye ku bi tîpên latînî di 7ê kanûna paşîn a sala 2004an de hatiye destpêkirin. Wîkîpediyaya kurdî ji aliyê bikarhênerên dilxwazê Wîkîpediyaya kurdî ve tê nivîsandin û tê berdewam kirin. Wîkîpediyaya kurdî di sala 2024an de di hilbijartina berhemên sed salan de ku ji aliyê Komaleya Mala Kurdan a li Lozanê hatiye lidarxistin yek ji berhemên herî baş ê sedsalê hatiye hilbijartin. Dahênerê yekem ê Wîkîpediya kurdî Erdal Ronahî ye.
Wîkîpediya kurdî | |
---|---|
Malper | ku.wikipedia.org |
Ziman | Kurdî (Kurmancî) |
Avabûn | 15ê kanûna paşîn, 2001 bi kurdî: 7ê kanûna paşîn, 2004 |
Xwedî | Weqfa Wikimedia |
Dirûşm | Ensîklopediya azad |
biguhêre |
Niha çar versiyonên Wîkîpediyayên kurdî hene ku bi kurdiya kurmancî (kurdiya bi giştî bi tîpên latînî tê nivîsandin), soranî, zazakî û kelhûrî di weşanê de ne.
Li Wîkîpediyaya kurdî heta niha 1.875.379 guhertin pêk hatine û 87.471 gotar hatine nivîsandin. Li Wîkîpediya soranî 73.076 gotar û li Wîkîpediya zazakî 42.161 gotar hatine nivîsandin.[1]
Dîrok
biguhêreWeqfa Wîkîmediyayê di 7ê kanûna paşîn a sala 2004an de dest bi weşandina Wîkîpediyaya kurdî kir. Wîkîpediya kurdî di destpêkê de bi her sê zaravayên kurdî yên kurmancî, zazakî û soranî dest pêdike lê ji ber zehmetiyên teknîkî û zimanî û fikra berdewam kirina pirzimanî ya di bin yek guhertoyekê de biser neket û di 12ê tebaxê de ji bo kurdiya soranî (bi koda zimanî ya "ckb") guhertoyeke nû hatiye pêşniyarkirin. Wîkîpediya kurdiya kurmancî ji ber ku kurmancî zimanê kurdî ya yekem a Wîkîpediyayê ye koda zimanî ya "ku" ji bo gotarên ku bi taybetî bi kurmancî û bi tîpên latînî hatine nivîsandin werdigire. Ji bo ku sîstem bê meşandin di 28ê kanûna pêşîn a sala 2007an de, Wîkîpediyaya kurdiya soranî li Wîkîpediyayê hatiye zêdekirin.
Daxuyaniya Wîkîpediyayê
biguhêreDi sala 2020an de piştî ku Wîkîpediya kurdî gehişte hêjmara 30.000 gotaran, malperên medyaya civakiyên fermî ya Wîkîpediyayê di 9ê tebaxa 2020an de ji bo alikariya Wîkîpediya kurdî du bangawaziyên kurt parve kir.
Wîkîpediya, li ser malpera xwe ya Xê (Twîtter) ya fermî ji bo bikarhênerên Wîkîpediya kurdî daxuyaniya xwe de wiha ragihand, got:[2]
"Herçend zimanê kurdî li çend welatan were qedexekirin jî lê dilxwazên dilsoz ên Wîkîpediya kurdî bi awayekî veşartî dixebitin ku vî zimanî li ser Wîkîpediyayê zindî bihêlin. Bi xebatên wan, zêdetirî 30.000 gotarên Wîkîpediya Kurdî hene! Fêrî hinek peyvên bi kurdî bibin."
100 berhemên kurdî yên sedsalê
biguhêreWîkîpediyaya kurdî ji aliyê Komaleyê Çand û Perwerdeyê ya Mala Kurdan ku bi sponsoriya Şaredariya Lozanê hatiye lidarxistin di nav lîsteya projeya 100 berhemên herî navdarên ya sed salê de cih girtiye. Ev yek bi nameyek pîrozbahiyê ji aliyê komeleyê ve ji bo Wîkîpediya kurdî û ji bo edîtorên wîkîpediyaya kurdî hatiye şandin. Di name ya komaleyê de wiha hatiye nivîsandin:
"Birêz Wikipediya kurdi, di sedsaliya Peymana Lozanê de, projeya bi navê “100 berhemên kurdî ya navdar ên di 100 salan de" ji aliyê Komeleya Çand û Perwerde ya Mala Kurdan bi piştgiriya aborî ya Şaredariya Lozanê hatiye lidarxistin. Di vî warî de, em bi rûmet in ji bo ku xebat/serkevtina we di nav vê lîsteya sed berhemên hêja yê sedsalê de cih girtiye, nameya pîrozbahiyê ji we re bişînin. Em we ji ber serkevtinên we yên hêja pîroz dikin û silavên xwe yên dilpak pêşkêş dikin û silavên herî baş ji we re, Komeleya Çand û Perwerdehiyê ya Mala Kurdan."[3]
Guhertoyên din
biguhêreWîkîpediyaya soranî
biguhêreWîkîpediyaya soranî yek ji guhertoyên Wîkîpediyayên kurdî ye ku bi kurdî ya soranî hatiye destpêkirin. Wîkîpediyaya soranî di 28ê kanûna sala 2007an bi koda zimanî ya "cbk" li Wîkîpediyayê hatiye zêdekirin. Ji ber pergala perwerdehiya Başûrê Kurdistanê Wîkîpediyaya soranî bi alfabeya erebî ya kurdî tê nivîsandin û tê berdewam kirin. Guhertoya soranî ji ber pergala perwerdehiyê bi taybetî li Rojhilata Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê tê xwendin û tê şopandin. 7 rêveber û 157 bikarhênerên çalak ên Wîkîpediyaya soranî heye.[4] Heya niha li Wîkîpediya soranî 73.076 gotarên bi kurdî hatine nivîsandin.[4]
Wîkîpediyaya zazakî/dimilî
biguhêreGuhertoyeke din ên Wîkîpediyaya kurdî Wîkîpediyaya zazakî/dîmilkî ye ku di sala 2005an de hatiye destpêkirin. Li Wîkîpediyaya zazakî heya niha 42.161 gotarên bi kurdî ya zazakî hatine nivîsandin.[5]
Kronolojî
biguhêreWîkîpediya kurdî
biguhêre- 7ê kanuna paşîna 2004: Wîkîpediya kurdî hate destpêkirin.
- 13ê îlona 2004: Wîkîpediya kurdî gihîşte hezar gotaran
- 18ê îlona 2007: 10.000 gotar hatibûn nivîsandin.
- 19ê tebaxa 2013: 20.000 gotar hatibûn nivîsandin.
- 9ê tîrmeha 2020: 30.000 gotar hatibûn nivîsandin.
- 27ê tîrmeha 2021: 40.000 gotar hatibûn nivîsandin.
- 27ê tebaxa 2021: 50.000 gotar hatibûn nivîsandin.
- 16ê îlona 2023: 60.000 gotar hatine nivîsandin.
- 19 çiriya paşina 2023: 70.000 gotar hatine nivîsandin.
- 2ê tebaxa 2024: 80.000 gotar hatine nivîsandin
Statîstîk
biguhêreStatîstîkên rojaneyên wîkîpediyayên kurdî.
Wîkîpediyayên kurdî | Malper | Endamên tomarkirî | Rêveber | Bikarhênerên çalak | Guhertin | Gotar |
---|---|---|---|---|---|---|
Kurmancî | ku.wikipedia.org | 75.089 | 3 rêveber | 142 bikarhêner | 1.875.379 | 87.471 |
Soranî | ckb.wikipedia.org | 65.506 | 7 rêveber | 157 bikarhêner | 1.378.293 | 73.076 |
Zazakî/Dimilî | diq.wikipedia.org | 29.746 | 3 rêveber | 30 bikarhêner | 533.169 | 42.161 |
Galerî
biguhêre-
Destpêka Wîkîpediyaya kurdî (2004)
-
Destpêka Wîkîpediyaya kurdî (2008)
-
Destpêka Wîkîpediyaya kurdî (2016)
-
Despêka Wîkîpediyaya kurdî (2023)
Çavkanî
biguhêre- ^ "Wîkîpediya:Ziman". Wîkîpediya. 29 çiriya pêşîn 2023.
- ^ "Malpera wîkîpediyayê ya fermî".
- ^ "List of 100 Kurdish Works – 100berhemenkurdi.com" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 8 çiriya paşîn 2024.
- ^ a b "ئامارەکان - ویکیپیدیا، ئینسایکڵۆپیدیای ئازاد". ckb.wikipedia.org. Roja gihiştinê 8 çiriya paşîn 2024.
- ^ "İstatistiki - Wikipedia". diq.wikipedia.org. Roja gihiştinê 8 çiriya paşîn 2024.