Dîrok

lêkolîna zanistî ya demên berê
(Ji Tarîx hat beralîkirin)

Dîrok lêkolîna zanistî ya demên berê ye[2][3] ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û encamên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin.[4] Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna demên berê de çavkaniyên dîrokî yên wekî belgeyên nivîskî, serpêhatiyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wek berhemên hunerî bi kar tînin.[5]

Herodot (nêzîkî  484 b.z — nêzîkî 425 b.z.), gelek caran wek "bavê dîrokê" tê nasîn

Ên ku demên berê bi bîr nayînin, mecbûr in ku serpêhatiyên berê dubare bikin.[1]

George Santayana

Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku raboriyê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser giringiya sedem û encamên wan yên cuda nîqaş dikin.

Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav kevneşopiya rojavayê de wek "bavê dîrokê"[6] tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin.[7] Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna dîroka mirovahiyê ya nûjen damezrand.

Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav kevneşopiya rojavayê de wek "bavê dîrokê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna dîroka mirovahiyê ya nûjen damezrand.

Etîmolojî Biguhêre

Peyva "dîrok" herî pêşî di salên 1930î de di wêjeya kurdî de derketiye holê.[8] Du teorî li ser etîmolojiya vê peyvê hene, li gorî yekê ji wan peyva dîrok ji gotina "dûr" tê ku di hin devokên kurmancî de wek "dîr" yan "dwîr" tê gotin.[9] Teoriya din bawer e ku "dîrok" ji gotina "çîrok" hatiye.[10] Peyva "hîstorî" di gelek zimanên ewropî de hem tê maneya dîrokê û hem jî çîrokê.[11]

Danasîn Biguhêre

 
Wênenîgariyeke Pirtûkxaneya Îskenderiyê

Dema dîroknas raboriyê şirove dikin û dîrokê dinivîsin, çarçoveya dema xwe û fikrên serdest ên wê demê ber bi çav digirin. Carinan jî ji bo ku civaka xwe dersan peyda bikin dinivîsin. Bi hilberîna vegotin û analîzkirina bûyerên berê yên têkildarî mirovahiyê di zanista dîrokê de "vegotina rast a raboriyê" tê çêkirin.[12] Dîsîplîna dîrokê ya nûjen ji bo çêkirina vê vegotinê hewl dide.

Adeten, dîroknasan bûyerên berê yan bi nivîskî yan jî bi devkî tomar kirine û hewl dane ku bi riya lêkolîna belgeyên nivîskî û vegotinên devkî bersiva pirsên dîrokî bidin. Ji destpêkê ve dîroknas çavkaniyên wekî abîde, kîtabe û wêneyan jî bi kar anîne. Bi gelemperî, çavkaniyên dîrokî dikarin di nav sê kategoriyan de werin veqetandin: ên hatine nivîsandin, ên ku hatine gotin û ên ku hatine parastin. Dîroknas bi gelemperî her sêyan didin ber çavan.[13] Lê nîvîs nîşanek e ku dîrokê ji pêşdîrokê vediqetîne.

Dîrok û pêşdîrok Biguhêre

  Gotara bingehîn: Pêşdîrok

Dîroka cîhanê hemû bîra tecrûbeyên Homo sapiens sapiens ên berê ye, ku ew tecrûbe bi piranî di tomarên nivîskî de hatine parastin. Lê belê pêşdîrok di deverên ku li wir qeydên nivîskî yan çanda nivîsînê hîn tine bû dikole.[14] Bi xwendina nîgar, wêne, neqş û objeyên din ên hunerî re, mirov dikare hin agahî li ser jiyana berî nivîsandinê jî peyda bike.

Dîroknivîsî Biguhêre

Dîroknivîsî yan hîstorîografî tê çend maneyên ku têkildarî hev in.[15] Ya yekem, tê maneya dîrok çawa hatiye hilberandin: çîroka pêşxistina metodolojî û pratîkan (mînak, çûyîna ji vegotina biyografîk a demkurt ber bi analîzeke tematîk a demdirêj). Ya duyem, tê maneya çi tişt hatine hilberandin: beşeke taybet a nivîsandina dîrokê (mînak, "Dîroknivîsiya serdema navîn di salên 1960î de" de tê maneya "Berhemên dîroka serdema navîn ên di salên 1960î de hatine nivîsandin").[15] Ya sêyem, tê maneya çima dîrok tê hilberandin: felsefeya dîrokê.

Rêbazên dîrokî Biguhêre

Rêbaza dîrokî ji wan teknîk û rêgezan pêk tê ku dîroknas ji bo lêkolînê û paşê jî ji bo nivîsandina dîrokê jêderên pileya yekem û delîlên din bi kar tînin. Herodot (484 b.z. — nêz. 425 b.z.)[16] bi gelemperî wekî "bavê dîrokê" tê pejirandin. Lê belê Thukîdîdes (nêz. 460 b.z. — nêz. 400 b.z.) kesê yekem e ku di xebata xwe ya bi navê History of the Peloponnesian War (Dîroka Şerê Peloponnesî) de rêbazeke dîrokî ya pêşketî bi kar aniye. Berevajiya Herodotî, Thukîdîdesî dîrok wekî encama bijarde û kiryarên mirovan hesiband, û li sedem û encamên bûyeran nêrî.[16]

Di destpêka serdema navîn de Augustînus li ser ramana xiristiyanî û ewropayî bibandor bû. Di serdema navîn û ronesansê de dîrok bi nêrîneke dînî dihat lêkolandin. Li dora 1800an, fîlozof û dîroknasê alman Georg Wilhelm Friedrich Hegel awireke laîk, û felsefeyê anî xebatên dîrokî.[17]

Dîroknas û civaknasê ereb Îbn Xeldûn di pêşgotina pirtûka xwe ya Mûqadîme (1377) de dîqatê dane heft xeletiyên ku li gorî wî dîroknasan gelek caran dikirin. Di vê rexneya xwe de, Xeldûnî gotiye raborî tiştekî ecêb û hewcedara şirovekirinê ye. Xeldûnî digot ku divê nirxandina materyaleke dîrokî li gorî cudahiya çandî ya serdema xwe were pêkanîn, divê ji bo nirxandinê hin prensîb werin bijartin, û di dawiyê de, ji bo ku çandeke raboriyê binirxînin divê hewcedariya tecrûbeyan û herwiha prensîbên maqûl hebin. Îbn Xeldûnî gelek caran "xurafeyên batil û pejirandina daneyên dîrokî bêyî tenkîdê" rexne kiriye. Di encamê de Xeldûnî rêbazeke zanistî ya lêkolîna dîrokê pêşkêş kiriye û bi gelemperî jê re "zanista min a nû" gotiye.[18] Rêbaza wî ya dîrokê bingehek ji bo çavdêrîkirina rola dewlet, ragihandin, propaganda û pêşhikûma sîstematîkî amade kiriye.[19] Lewra ew wekî "bavê dîroknivîsînê"[20][21] an "bavê felsefeya dîrokê" tê hesibandin.[22]

Li Ewropayê, dîroknas di sedsalên 17 û 18an de, nemaze li Fransa û Almanyayê, rêbazên nûjen ên dîroknasiyê bi pêş xistin. Di xebatên nûjen de pirsên li jêr ên ku ji aliyê Gilbert J. Garraghan û Jean Delanglez ve wek rexneya çavkaniyê hatiye pêşkêşkirin[23] tên bikaranîn:

  1. Kengî jêder hatiye nivîsandin an hilberandin (tarîx)?
  2. Li ku derê hatiye hilberandin (herêmîkirin)?
  3. Ji hêla kê ve hatiye çêkirin (nivîskarî)?
  4. Ji kîjan materyala berê heyî hatiye hilberandin (analîz)?
  5. Di kîjan forma orîjînal de hatiye hilberandin (yekpareyî)
  6. Nirxa eşkere ya naveroka wê çi ye (pêbawerî)?

Çar ji yên pêşîn wekî rexneya bilind; pêncem, rexneya jêrîn; û bi hev re wekî rexneya derveyî tên zanîn. Ji lêpirsîna şeşem û ya dawîn a derbarê çavkaniyekê de re rexneya navxweyî tê gotin. Bi hev re ev lêpirsîn wekî rexneya çavkaniyê tê zanîn. Rexneya çavkaniyê (an nirxandina agahiyê) pêvajoya nirxandina kalîteyên çavkaniyeke agahiyê ye, wekî rastî, pêbawerî û pêwendiya wê bi mijara di bin lêpirsînê re.

Zanistên alîkar ên dîrokê Biguhêre

Senifandina beşên dîrokê Biguhêre

Ji ber ku dîrok zanisteke pir berfire ye

Ji ber ku dîrok zanisteke pir berfireh e, piraniya dîroknasan û berhemên wan li ser beşeke dîrokê radiwestin.

Dîrok dikare li ser van beşan were parvekirin:[çavkanî hewce ye]:

  • kronolojî (li gor serdeman yan demê)
  • cografî (li gor herêman)
  • welatî (li gor welatan an dewletan)
  • neteweyî (li gor gelan an miletan)
  • mijarî (li gor mijarekê)

Çavkanî Biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. George Santayana, "The Life of Reason", Volume One, p. 82, BiblioLife, ISBN 978-0-559-47806-2
  2. "History Definition". Ji orîjînalê di 2 sibat 2014 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 21 kanûna paşîn 2014.
  3. "What is History & Why Study It?". Ji orîjînalê di 1 sibat 2014 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 21 kanûna paşîn 2014.
  4. "History | discipline". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 2 hezîran 2021.
  5. Arnold, John H. (2000). History: A Very Short Introduction. New York: Oxford University Press. ISBN 019285352X.
  6. Halsall, Paul. "Ancient History Sourcebook: 11th Brittanica: Herodotus". Internet History Sourcebooks Project. Fordham University. Ji orîjînalê di 27 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 3 kanûna pêşîn 2020.
  7. Vives, Juan Luis; Watson, Foster (1913). Vives, on education : a translation of the De tradendis disciplinis of Juan Luis Vives. Robarts - University of Toronto. Cambridge : The University Press.
  8. Hassanpour, Amir (1992). Nationalism and language in Kurdistan, 1918-1985 (PDF). San Francisco: Mellen Research University Press. r. 432. ISBN 0-7734-9816-8. OCLC 25317598.
  9. Tîgrîs, Amed. "Etîmolojiya peyva dîrok û mêjû". e-weje.com. Ji orîjînalê di 28 adar 2017 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 2 hezîran 2021.
  10. Muhammed, Husein. "Rehnas - dîrok". zimannas.com. Ji orîjînalê di 2 hezîran 2021 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 2 hezîran 2021.
  11. Ferrater-Mora, José. Diccionario de Filosofia. Barcelona: Editorial Ariel, 1994.
  12. Whitney, William Dwight (1889). The Century Dictionary: An Encyclopedic Lexicon of the English Language (bi îngilîzî). Century Company.
  13. Michael C. Lemon (1995). The Discipline of History and the History of Thought. Routledge. p. 201. ISBN 0-415-12346-1
  14. Renfrew, Colin (20 kanûna pêşîn 2012). Prehistory: The Making Of The Human Mind (bi îngilîzî). Orion. ISBN 978-1-78022-581-4.
  15. a b "What is Historiography? – Culturahistorica.org". Ji orîjînalê di 27 kanûna paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 20 kanûna paşîn 2021.
  16. a b Lamberg-Karlovsky, C.C.; Jeremy A. Sabloff (1979). Ancient Civilizations: The Near East and Mesoamerica. Benjamin-Cummings Publishing. r. 5. ISBN 978-0-88133-834-8.
  17. Graham, Gordon (1997). "Chapter 1". The Shape of the Past. University of Oxford.
  18. Ibn Khaldun, Franz Rosenthal, N.J. Dawood (1967), The Muqaddimah: An Introduction to History, p. x, Princeton University Press, ISBN 0-691-01754-9.
  19. H. Mowlana (2001). "Information in the Arab World", Cooperation South Journal 1.
  20. Salahuddin Ahmed (1999). A Dictionary of Muslim Names. C. Hurst & Co. Publishers. ISBN 1-85065-356-9.
  21. Enan, Muhammed Abdullah (2007). Ibn Khaldun: His Life and Works. The Other Press. r. v. ISBN 978-983-9541-53-3.
  22. Dr. S.W. Akhtar (1997). "The Islamic Concept of Knowledge", Al-Tawhid: A Quarterly Journal of Islamic Thought & Culture 12 (3).
  23. Gilbert J. Garraghan and Jean Delanglez A Guide to Historical Method p. 168

Girêdanên derve Biguhêre