Felsefeya dîrokê lêkolîneke felsefî ya dîrok û dîsîplîna wê ye. Ev têgih ji aliyê fîlozofê fransî Voltaire ve hatiye danîn. [1]

Di felsefeya hevdem de cudahiyek di navbera felsefeya dîrokê ya spekulatîf û felsefeya dîrokê ya rexneyî de ku niha wekî analîtîk tê binavkirin, derketiye holê. Felsefeya dîrokê ya spekulatîf li wate û armanca pêvajoya dîrokî digere lê belê ya rexneyî bingeh û encamên dîrokê û rêbaza dîrokî lê dikole.[2] [3] Navên van ji ciyawaziya C. D. Broad a di navbera felsefeya rexneyî û felsefeya spekulatîf de hatine wergirtin.[4] [5] 

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Voltaire, La philosophie de l'histoire, Changuion, 1765.
  2. ^ The Continuing Relevance of Speculative Philosophy of History, Journal of the Philosophy of History
  3. ^ Philosophy of History, Stanford Encyclopedia of Philosophy
  4. ^ E.g. W. H. Walsh, Introduction to the Philosophy of History (1951) ch. 1 p. 2.
  5. ^ Rolf Gruner, "The concept of speculative philosophy of history," Metaphilosophy 3(4).