Sêwreg
Sêwreg, Sêwereg, Siwêreg an jî Sêrek[çavkanî hewce ye] (tirkî: Siverek) navçeya Rihayê ye. Siwêreg navçeyeke kurdan e. Di navbera Amed û Rihayê de cih digre, li Bakurê Kurdistanê ye. Nifûsa bajarê di sala 2008an de 105.475, yê hemû navcê jî 204.638 ye.
Sêwreg Siwêreg Siverek | |
![]() Sêwreg
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Riha (parêzgeh) |
Serbajar | Sêwreg |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara gundan | 121 gund |
Gelhe (2009) | 210.400[1] kes |
Rûerd | 4.314 km2 |
Berbelavî | 48,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2009) | 107.634 kes |
Koordînat | 37°45′19″Bk 39°19′1″Rh / 37.75528°Bk 39.31694°Rh |
Bilindayî | 780 m |
Koda postayê | 63600 |
Koda telefonê | (+90) 414 |
Nexşeya bajarê
|
DîrokBiguhêre
Siwêreg her çiqas girêdayî Rihayê be jî, di hêla dîrokî û erdnigarî de zêdetir girêdayê Amedê ye ku 83 km jê dûrtir e, ye. Di Împeratoriya Osmanîyan de Siwêreg di parêzgeha Amedê cih digirt. Lewmane merivên Sêweregê xwe zêdetir weke xelkê Amedê dibînin. Diroka Siweregê pir kevnare ye. Li navçeyê qela, mizgeft, dêr, kanî, bermahiyên dîrokî, sîstema av û kanalîzasyonê hwd gelek in. Li navçeyê gelek ermenî û cihû jî hebûne, lê belê piştî damezrandina Komara Tirkiyê, cihû ji vir çûne. Hinek ji filehan (ermenî) ola Îslamê pejirandine û hêj jî dijîn. Ên ku nebûne Îslam di Komkujiya Ermeniyan de hatine tunekirin.
Biguhêre
Di dîroka Sêweregê de navê bajêr û navcê gelek caran hate guhertin.
- Di cavkaniyên bizantînî û ermenî de navê xwe weke Sevaverek derbas dibe. Ev nav tê maneya Xirbeya Reş û kevira herême mebest dike.
- Sasanîdan bajarê weke Surk bi nav dikirin (Surk navê erda sor a herêmê ye).
- Farisan navê Serrek lê kirin.
- Ereban ji bajêr re navê as-Suwaidāʾ bikardianîn. Ev nav tê maneya Reşê û Evînê.
- Naveke tirkî jî Kankalesi (Kela Xwînê) ye[çavkanî hewce ye].
GelhenasîBiguhêre
Hejmara rûniştvanên Siwêregê 127.000 e. Siwêreg ji Amedê 83 km û ji Rihayê 97 km dûr e. Li vê derê zêdetir Dimilî û Kurmancî tên axavtin. Li navçeyê hinek tirkmen û ereb jî (di Qerecedaxê de) hene. Cotkarî li Sêweregê gelek girîng e.
Sal | Hejmara bajêr | Hejmara gundan | Kom |
---|---|---|---|
2008[2] | 105.475 (%52) | 99.163 (%48) | 204.638 |
2007[3] | 108.094 (%54) | 93.674 (%46) | 201.768 |
2000[4] | 126.820 (%57) | 97.282 (%43) | 224.102 |
1990[5] | 63.049 (%47) | 70.783 (%53) | 133.832 |
1980[6] | 29.464 (%36) | 52.558 (%64) | 82.022 |
1975[7] | 40.990 (%42) | 56.075 (%58) | 97.065 |
1970[8] | 34.146 (%38) | 55.881 (%62) | 90.027 |
Biguhêre
- Faruk İremet, nivîskareke zazakî
- Mehmed Uzun, nivîskareke kurd
- Rûmet Riha Ronakbîr, nivîskar û zimannasê kurd
- Güler Isik, stranbêjeke kurd
- Selami Ağaçhanlı. lîstikvana kurd
- Ruşen Fırat Ağaçhanlı, lîstikvana kurd
- Cuma Yolaçan,stranbejeke kurd
- Abdo Dasdan, stranbêjeke kurd
- Serkan Suluağaç, stranbêjeke kurd
- Necmettin Büyükkaya şoreşgerê navdar
- Şevket Hamidanoğlu, stranbêjeke kurd
Gundên SêweregêBiguhêre
- Gotara bingehîn: Lîsteya gundên Sêweregê
Gelek gund bi vê navçeyê girêdayî ne:Teyşt bi tırki (yaygılı) Mizar (bi tirkî: Karakeçi), Xirbê Hestiyan, Bab hwd gundên heri mezin ên Siwêregê ne. Wekî din bi sedan gundên Siweregê hene.
ÇavkanîBiguhêre
- ↑ tuik, 2009
- ↑ Türkiye İstatistik Kurumu, 2008 Adrese Dayalı Nüfus Kayıt Sistemi (ADNKS) Veri Tabanı[Girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08 2009.
- ↑ Türkiye İstatistik Kurumu, 2007 Adrese Dayalı Nüfus Kayıt Sistemi (ADNKS) Veri Tabanı[Girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.
- ↑ Türkiye İstatistik Kurumu, 2000 Genel Nüfus Sayımı Veri Tabanı[Girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.
- ↑ Türkiye İstatistik Kurumu, 1990 Genel Nüfus Sayımı Veri Tabanı[Girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.
- ↑ Türkiye İstatistik Kurumu, 1980 Genel Nüfus Sayımı Veri Tabanı[Girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.
- ↑ Türkiye İstatistik Kurumu, 1975 Genel Nüfus Sayımı Veri Tabanı[Girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.
- ↑ Türkiye İstatistik Kurumu, 1970 Genel Nüfus Sayımı Veri Tabanı[Girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.
Girêdanên derveBiguhêre
- Ji Sürege Haberan Girêdana arşîvê 2009-07-10 li ser Wayback Machine
- Siverek Son Haber (Hebere Sürek)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |