Mehmet Ağar

Siyasetmedarê tirk

Mehmet Kemal Ağar (jdb. 30ê çiriya pêşîn a 1951ê li Enqere, Tirkiye) yek ji pisporê şer û siyasetmedarên rastgîr ên Tirkiyê ye. Damezrênêrê DP yê ye.

Mehmet Ağar
Image dans Infobox.
Chair of the Democratic Party of Turkey (d)
-
-
Süleyman Soylu (en)
Leader of True path party (d)
-
-
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê (d)
-
Wezîrê Edaletê (d)
-
Firuz Çilingiroğlu (d)
Şevket Kazan (d)
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Elazığ (en)
dp.
Wezîrê karê hindur
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Enqereyê ya Fakulteya Zanistên Siyasî (en)
Dibistana amadeyî ya Haydarpaşayê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Zarok
Tolga Ağar (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiyên siyasî
True Path Party (en) (-)
True Path Party (en) (-)
Democratic Party (en) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Bi eslê xwe ji Mezrayê ye. Gorî gotinan bapîrê wî zarokek dîlgirtî ji Komkujiya Ermeniyan e. Di ciwaniya xwe de dikeve nava refên nîjadperestên Tirk û têkiliya wî bi hêzên sîxuriyê yê dûgela Tirk ve çêdibe. Bavê wî polîs bû û wî jî perwerdeya polîsiyê dît. Bi alîkariya gerînendeya giştî ya ewlekariya Tirkiyê sala 1972 de Zanîngeha Zanistiyên Polîtîk a Enqereyê bidawî dike.

Di cûntaya leşkerî ya 1980î de wekî birêvebirek beşa antîteror a polîsê Stembolê kar dike û tevlî gelek êşkenceyan dibe. Wekî endameke hêzên tarî yên dewleta Tirk navê wî tevlî gelek operasyonên taybet ên dewletê dibe.

Bi destpêkirina şerê çekdarî yê PKKê ve dewlet wî wekî berpirsiyar dide xebitandin. Saziya Çalakiyên Taybet (Özel Hareket Dairesi) dadimezirîne. Li dijî hêzên çekdar ên PKKê pirr bisernakevin û berê xwe didin sîvîlan. Gorî polîtîkaya wan, heger pişta gel bihata şikîn, pêşmergeyên Kurd jî êdî nedikarîn berxwebidin.

Di bin peywirdariya Ağar de sed hezaran Kurd êşkence dîtin, birîndar bûn an seqet man. Milyonan Kurd ji Kurdistanê hatin derêxistin. Ciwanên Kurd bi darê zorê xistin karên narkotîkê. Li dijî PKKê perwerdeyeka mezin didin cerdewanan û bi deh hezaran îtîrafkar û sîxuran birêxistin dikin. Têkilî bi serokê cerdewanan Sedat Bucak re datîne û bi hev re ji bo fînansekirina şer li ser navê dewletê karên krîmînal dikin. Eroîn û maddeyên din ên narkotîkê belavdikin. Bi derfet û alavên dewletê riya narkotîkê ya ku ji ji Efxanistanê bi ser Tirkiyê ve berî bi Ewropa diçe kontrol dikin. Li Almanyayê derbarê narkotîkê de hin doz li dijî berpirsiyarên Tirkiyê hatin vekirin.

Di sala 1997î de li ser daxwaza Ewropa li dijî hin endamên payebilind ên dewleta Tirk lêpirsîn hatin vekirin. Ağar bi sûcdarkirinên mezin hat tewanbarkirin lê wî xwe parast û got hemî kar ji bo dewleta Tirk kirine û ew nikarin werin darizandin. Sala 1995î de wekî parlamenterê Mezrayê tê hilbijartin û gorî zagonan dibe xwedî parastina zagonî.

Sala 2002î de wekî serokê DYP (Partiya Riya Rast) tê hilbijartin û berê xwe bi xurtî dide polîtîkayê. Di hilbijartinên giştî yên 2007î de têk diçe û dest ji serokatiya DPê vedikişîne.