Kurdên lek
Lek[2][3]navê komekî li başûrê rojhilata Kurdistanê de ye, ku bi kurdiya lekî diaxivi.[4] Hejmara kesên Lek ji 1 heya 1,5 milyon pêk tîne.[5] Avakerên Xanedana Zendiyan, wekî hikûmdar Kerîmxanê Zend bi eslê xwe lekî bûne.[2]
Gelhe tevahî | |
---|---|
milyona zedetir[1] | |
Ziman | |
Zikmakî: Lekî Duyem: Lurî, Kelhûrî û Farsî | |
Baweriya dînî | |
Yarsantî û Misilmantî | |
Têkildarên komên etnîkî | |
Kurd, Kurdên Başûriyê din Soran, Zaza, Goran, Kurmanc |
Etîmolojî
biguhêrePeyva "lek" bêjenasiya (etîmolojî) xwe di zimanê farisî de ye. Lek di farisî de tê wateya "dehhezar". Gorê efsaneya devkî, gava ku lek li warê xwe yê îroyî têne bicîhkirin, ji 10.000 malbatan hatibûne pêk.[6] Ji bo wê yekê ji wan re lek hatiye gotin..[7]
Erdnîgarî
biguhêreEşîrên lek îro li Luristan, Kirmaşan û Îlamê dijîn. Ji warê wan re bi kevneşopî "Lekistan" têye gotin. Belê gelek eşîrên Lek li parêzgehên Kurdistan, Azerbaycana Rojava û Hemedanê jî bicîhbûne.
Qewmê Lek li parêzgehên Luristan, Kirmaşan, Îlam û Hemedan niştecih in.
Dîrok
biguhêreJêderk
biguhêreTeoriya Yekem
biguhêreÇawa zimanê û çand lekan jî eşkere dike, baweriya bipiranî ew e ku lek ji bakur ve koçberê Lekistanê bû ne. Gorî Mînorskî şahê Îranê di sedsala 16'emin de eşîrên lek ji bo piştgirtiya waliyê Luristanê dawetê Luristanê kiriye. Sedema vê gazîkirinê serhildana eşîrên Luristanê li hember walî bû ye.[6][girêdana mirî]
Teoriya Duyem
biguhêreKurdnas Izady lekan bi etnîkî li ser kurdên gûran dijmere û diyar dike ku zimanên lekan çiqas jî dûrê gûranî/hewramî be jî, be çand û dîrokî ve ew beşeke kurdên gûran in[8]. Mîr Şerefxan di Şerefnameya xwe de lekan li ser eşîrên kurdên Gûran dijmêr e. Herwiha eşîra Zend a ku yek ji eşîrên lek ên bingehî ye, di nav gûranan de tê binavkirin. Belê têye xuyandin ku mîr Şerefxan navê gûran ê ku îro li Kurdistanê him wek trîbonîm (Gûran) him jî toponîm (Gûran) û sosyonîm (Gûran) mewcûd e, di Şerefnameye de bi giştî ji bo kurdên erdê Îranê bikartîne.[6][girêdana mirî]
Teoriya Sêyem
biguhêreHinek êl û eşîrên kurdên lek îda dikin ku ji Farsê hatine warê xwe yê îroyî. Mînakî êla Sencabî ya ku bi beşî lekîaxiv e ji farsê koçberê Luristan û Kirmaşanê bû ye.[6][girêdana mirî]
Ziman
biguhêreZimanê lekan ê ku wek lekî tê binavkirin, zimanêkî îranî ji şaxa bakur-rojava ye. Tê xuyandin ku bihgeha wî zimanê kurdî, bi taybetî kurdiya başur e. her çiqas rêzimanê wî zimanê kurdî be jî.
Demografîk
biguhêreOl
biguhêreMezhebê ekserê Lekan Şiîtiya dozdeh îmamane. Hindek ji lekan jî tebîî mezheba Yarsanin
Êl û eşîrên lek
biguhêreÊl û eşîrên Lek ên li Lûristanê litev eşîrên Lûr û Feylî ve dijîn, beşeke wan heta 1970an an wek koçber an jî li deverên gundewarî dijiya. Pirraniya eşîrên lek bieslî heta destpêka sedsala 20'emin koçberbûn, akincîhkirina wan di dema Pehleviyan de dest pê dike. Ceribandina Şah Reza Pehlewî eşîrên koçber ên lek bi darê zorê akincîh bike, axa û serekên eşîrên lek di sala 1927an de hêrs dike û ev li hember siyaseta Şah serî hildidin. Heman salê de şervanên eşîra Bayrawend êrişên navenda Xurremabadê dikin, bi sedan leşker û fermandarê artêşa Îranê yê Luristanê dikujin. Navê vê eşîrê Payrewan e û hinek ji wan li derdora Çiyayên Neraman, Paraw û Bêstûn bi awayekî niv koçer dijîn. Piraniya wan jî li navçe û gundê derdora van çiyan bicîh bûne. Dewleta Îranê ji bo bersiva vê êrişê deringî nakeve. Artêşên fermî yê Îranê êrişê dibin ser şervanên bayrawendiyan û zorê li wan tînin. Piştî sernefiraziya wê serhildanê Şah Riza pênc hezar malbatên bayrawendî mişextê Qazwênê dike, gelek eşîrên lek ên din jî bi zorê têne akincîhkirin.
Taybetmendiyek eşîrên lek, xeynî ziman, navên wan e. Heye ku navê hemî eşîrên lek bi paşbendika -wend (yek caran wek -wen jî tê bilevkirin) bidawî dibe. Ev paşbendik di zimanê Iranî yên kevn de jî hebû ye. Heta îro jî di Farisî de tê bikaranîn. Herwiha farisîaxiv ên li Efxanistanê xwemalî ji xwe re dibêjin "Farsîwan", yanê Farisî. Hinek êl û eşîrên kurdan ên ne lekîaxiv jî hene, navê wan bi vê paşbendikê dawî dibe: mînak Reşwend (an Reşwan) (kurmancîaxiv), Hemewend (kelhûrîaxiv), Xewend (şêxbizinîaxiv) hwd..
Nêrînên nijadî li ser lekan
biguhêre- Mary Leonora Woulfe Sheil di pirtûka xwe, bi inglîzî: Glimpses of Life and Manners in Persia de dibêje ku lek yek ji pêkhateya kurd e.[10]
- Henry Field (antropolîjîst), pirtûk bi inglîzî: Contributions to the Anthropology of Iran[11]
- Carl Ritter di xebatên xwe de kurdbûna lekan diyar dike.[12]
Mijarên têkildar
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- lakestan.com (bi Zaravêye Lekî) Girêdana arşîvê 2016-10-27 li ser Wayback Machine
Çavkanî
biguhêre- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 11 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 gulan 2012
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ a b Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 adar 2023.
- ^ ""بێڕێزیكردن بە كوردانی لەك" كاردانەوەی تووندی لێكەوتەوە". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 28 adar 2023.
- ^ Hulst, Harry van der; Goedemans, Rob; Zanten, Ellen van (15 kanûna pêşîn 2010). A Survey of Word Accentual Patterns in the Languages of the World (bi îngilîzî). Walter de Gruyter. ISBN 978-3-11-019896-6.
- ^ Aliakbari, Mohammad; Gheitasi, Mojtaba; Anonby, Erik (2015-11). "On Language Distribution in Ilam Province, Iran". Iranian Studies (bi îngilîzî). 48 (6): 835–850. doi:10.1080/00210862.2014.913423. ISSN 0021-0862.
{{cite journal}}
: Nirxên tarîxê kontrol bike:|tarîx=
(alîkarî) - ^ a b c d Kurdica: Lek, ji orîjînalê di 21 çiriya paşîn 2010 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 5 nîsan 2012
- ^ Houtoum-Schindler, Albert. "Beiträge zum kurdischen Wortschatz", ZDMG (Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft, Leipzig) cild 38 r.43-116
- ^ Kurdish Academy: Lekí
- ^ êl û esîrên lek (farisî)[girêdan daimî miriye]
- ^ "Glimpses of Life and Manners in Persia". digital.library.upenn.edu. Roja gihiştinê 28 adar 2023.
- ^ Field, Henry; Field Museum of Natural History (1939). Contributions to the anthropology of Iran / by Henry Field, Curator of Physical Anthropology. University of Illinois Urbana-Champaign. Chicago : Field Museum Press.
- ^ "سازمان امور عشایر ایران". www.ashayer.ir. Roja gihiştinê 28 adar 2023.