Gotûbêj:Dîroka Tirkiyeyê/Jêbirin

Şiroveya dawî: 13 tîrmeh 2023 ji aliyê KelêÛxelfetî ve di mijara Dîroka Tirkiyeyê de

Dîroka Tirkiyeyê biguhêre

 
Dengdan di 10.07.2023 de dest pê kir û di 24.07.2023 de bi dawî bû.
Nehat jêbirin.    2 (%40)   3 (%60)   0 (%0)

Hûn dikarin nerînên xwe li ser jêbirina vê gotarê bidin:


Deng biguhêre

  •   Jê bibe

Penaber49 (gotûbêj) 15:55, 10 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide

  •   Bimîne birêz @Penaber49: û @KelêÛxelfetî: heke gotar neyê jêbirin, gelo hûn dikarin vê gotarê bi alîkariya çavkaniyan berfireh bikin? Xuya ye bikaranîna Google Translator bi rîsk e. Heke em pirtûkan bi kar bînin, li ser mijarê hindek pispor bin û gotarên orijînal binivîsin, gotarên zelaltir çêdibin. Ez bawer dikim ku KelêÛxelfetî bi niyeteke paqij wergera xwe kiriye, ez li dijî astengkirina wî me. Silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 11:05, 13 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
    Silav hevalê @MikaelF, bê guman, ez ê hewl bidim ku gava ku bloka guherandinê were rakirin, çavkanî û agahdariya çêtir an girîngtir zêde bikim. Bi heman awayî, divê beşên gotarê yên ku ne belgekirî ne werin rakirin. Divê neyê jibîrkirin, şerê li Kurdistanê ji sala 1923an heya damezrandina PKK’ê jî were zêdekirin. Ev jî bi çavkaniyên jêrîn. Spas ji bo dengê we. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 11:30, 13 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
    Mixabin, hemû gotarên xwe bi Googlê Translatê hatine çêkirin: li ser peyvan nagere. Ez ne dijî bikaranîna Google Translatê me, feqet, pêş wergerandina gotaran lêgerînek li ser ferhengên dîrokî û erdnîgarî hewce dike. Aşkira ye ku lêkolinek li ser peyvên kurdî ne hatiye kirin. Ziman zimanê Googlê ye mantiq jî mantiqa inglîzî û tirkî ye. Ez jî dizanim Google Translatê bi kar bînim, ji bo vê yekê mihtaca me bi Wîkîpediya kurdî tune. Ghybu (gotûbêj) 11:32, 13 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide

Gotûbêj biguhêre

  Şirove Hemî agahdarî hîn di rûpela gotûbêjê ya gotarê de berdest in, ji ber vê yekê ger hûn dixwazin li vê axaftinê temaşe bikin, ji kerema xwe vê yekê bikin. Bi dîtina min ramanên şexsî ne cihê wîkîpediyayê ne, wikipedia cihê bêalîbûnê ye. Dema ku bloka pêvajoyê rabe ez ê behsa rijandina xwîna Komara tirkî jî bikim. Spas. - Bikarhêner:KelêÛxelfetî

  Şirove

Heke pênc gotarên wisa li ser Anatolya û Komara Tirkiyê/Tirkiye hebana, bi dîtina min, gotareke bi navê "Dîroka Tirkiyeyê" wê ne hewce bibûya. --MikaelF (gotûbêj) 09:36, 11 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide

Silav hevalê @MikaelF, erê, lê naverok niha ne yek e, û ev rûpel di heman demê de ji hêla agahdarî ve jî dewlemendtir e ji ber ku bi gelemperî di vê mijarê de pisportir e. Bi heman awayî, wê demê çima zimanên din ên Wîkîpediya gelek rûpelên weha diafirînin û li wir hûn qet nîqaşek weha nabihîzin, di heman demê de em tu rûpelek li vir li ser Wîkîpediya red nakin, heya ku ji nişka ve têkiliya wê bi Tirkiye û Anatolyayê re hebe, ez difikirim ku ew e. mixabin. Kêfxweşiya min çû. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 10:17, 11 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
@MikaelF, PS: di gotara împaratoriya Osmanî de, agahdarî pir kêm e. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 10:18, 11 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav MikaelF ji bo berfirehkirina gotarê bi guhertina hinekan beşan û bi xebatek berfireh pêk tê. Min hêj jî jê fem nekir gelo dîroka Tirkiyeyê û dîroka Bîzans, Hîtîtan û Anatolyayê çi bi hev heye nizanim. Zanîn ku ez dizanim ji destpêka damezrandina Tirkiye bigire heya roja îro di dîroka Tirkiyeyê de ji komkujiyên Dêrsim û Zîlanê bigire heta roja van demên dawiyê bi hilweşandina bajarên Bakurê Kurdistanê bajarên wekî Amed, Sur Şirnex navçeyên Gever û Cizîrê her heye. Gelo çima behsa van bûyeran tineye? Fikrê min di derbarê gotarê de ev in: Beşên bê eleqedar wekê pêşdîrok Anatolyayê û Bîzans werin derxistin û ji nûve beşên wekê demazirandina Tirkiye Komkujiya Dersimê û Zîlanê, qedexekirin, asîmîlasyon û zextên li dijî zimanê kurdî, şer û pevçunên ku nêzîkî 40 sale ku dewam dike û herî dawî Komkujiya Roboskê û hilweşîna bajarên di sala 2015an de qewimiye bêne zêdekirin. Ger ev tunebin mixabin ev gotar ne gotara dîroka Tirkiyeyê ye. Penaber49 (gotûbêj) 12:30, 13 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Ya din ez dixwazim ku ji @KelêÛxelfetî: van tiştan bipirsim. Te çima navê Bakurê Kurdistanê ku min li gotara Hakan Fîdan zêdekiribû derxist? Te çima Agahîdank a gotara bajarê Çewlîgê ku tê de Bakurê Kurdistanê nivîsîbû guhert? Ji kerema xwe ku dikarî bersivên bi mantiq binivîse. Penaber49 (gotûbêj) 12:41, 13 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Silav hevalê @Penaber49, min jî behs kir ku ew gotareke îngilîzî ye, bi zelalî hatiye nivîsandin ku li ser dîroka ku îro li sînorên Tirkiyê diqewime, min gelek caran gotiye ku ev nivîs ne li ser gelê tirk e, heya hatina tirkan. Xelkê Anatoliyê berê helenîze bûn û îro jî tên tirkkirin. Min jî çend caran anî ziman ku ez dixwazim ê bûyerên kurdan jî lê zêde bikim.
Hevalo, çi eleqeya wê bi "Bakurê Kurdistanê" re heye, min fêm nekir. Min edîtoriya te bi tevahî jê kir, ne tenê "Bakurê Kurdistanê" her tiştê ku te lê zêde kir ji ber ku çavkanî tine bû. Gava ku te çavkanî lê zêde kir, min destûr neda guherandina te? Û gotara "Çewlîg" di plana min de bû ku were nûkirin, lê ji ber ku te ji min re da zanîn ku ev gotarên standardîzekirî ne, min wê gavê careke din nekir. KelêÛxelfetî (gotûbêj) 22:16, 13 tîrmeh 2023 (UTC)Bersiv bide
Vegere rûpela "Dîroka Tirkiyeyê/Jêbirin".