Albanya
Republika e Shqipërisë | |||||
Komara Albanyayê | |||||
| |||||
Sirûda netewî: Hymni i Flamurit | |||||
![]() | |||||
Zimanên fermî | Albanî
| ||||
Paytext | Tîrana 41°20′Bk 19°48′Rh / 41.333°Bk 19.800°Rh | ||||
Bajarê mezin | Tîrana | ||||
Sîstema siyasî | Komarî | ||||
- Serokdewlet - Serokwezîr |
Ilir Meta Edi Rama | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
28.748 km2 4,7 | ||||
Gelhe - Giştî (2004) - Berbelavî |
3.544.808 kes 123.31 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 1944 | ||||
Dirav | Lek (ALL) | ||||
Dem | UTC+2 | ||||
Nîşana înternetê | .al | ||||
Koda telefonê | +355 | ||||
![]() |
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Albanya an jî Komara Albanyayê (bi albanî: Republika e Shqipërisë) welatekî Balkanan ku li başûr-rojhilatê Ewropayê ye. Ji Albanyayê re Albanistan, Elbanya û Arnewidistan jî tê gotin. Paytextê wê Tîrana ye.
GelemperîBiguherîne
Hemî kesên albanîziman alban in. Hin ji wan li derveyî Albanyayê dijîn, bi taybetî li Kosovo ya ku ta niha parçeyek ji Komara Yûgoslavyayê bû dijîn.
Sînorên Albanyayê, li bakur bi Montênegro re, li bakur-rojhilat bi Kosova re, li rojhilat bi Komara Makedonyayê re û li başûr jî bi Yewnanîstanê re heye. Ji aliyê din sînorê Albanyayê bi Deryaya Adriyatîk û Deryaya Lyonê re jî heye.
Albanya ji %70 yî çiya ye û çiyayê herî bilind Çiyayê Korab (2.753 m) e.
Albanya hetanî sala 1912 di bin destê Împeratoriya Osmaniyan de bû. Piştî şerên Balkanan di sala 1912'an de serxwebûniya xwe bi dest xist. Li di navbera salên 1916-1920 û 1939-1944'an de ji aliyê Îtalyayê ve hate dagirkirin.
Dewlemendiyên xwezayîBiguherîne
Gellek dewlemendiyên xwezayî Albanyayê hene. Ji wan yên herî grîng; Petrol, gaza xwezayî, komir, krom, paqir, êzing û nîkel in.
Wilayetên AlbanyayêBiguherîne
Albanya ji 12 wîlayetan pêk tê. Paytextê Albanyayê Tîrana xwedî statûyek taybet e.
|