Open main menu

Kurdistana Rojhilatê perçeke ji Kurdistan e ku di nav sînorê welatê Îran cih digre. Parêzgehên Kurdistan, Kirmanşah, Azerbaycana Rojava û Îlam dikevin nav wê deverê. Piraniya xelkê wê herêmê kurd in.

Dema SasaniyanBiguherîne

Pirtûka Serbihûriya Edreşîr Papekan, behsa jiyana damezrînera dewleta Sasanî dike. Pişka 5 a wê pirtûkê, li ser şerê di nav Erdeşêrê Sasanî û şaha kurdan bi navê Madîg dipeyve. Li despêka şerê, leşkera sasanî biserneket û kurdan hizirîn ku Erdeşêr dê vebigera welatê xwe. Lê Erdeşîr leşkerek nû çêkir ku li çar hezar kes pêk hatibû û dîsa hêrişa serê kurdan kir. Di akamê de, hezar kurd hatine kuştin û leşkera kurdan têkçû. Ev bûyer di sedsala 2 ya zayinî de qewimiye.

Dema SelcûkiyanBiguherîne

Di sedsala 12ê de, Siltan Sencer parêzgehek çêkir bi navê Kurdistan ku navenda wê bajaroka Behar li bakûra rojhilatê bajara Hemedan bû. Ew parêzgeh pêkhatibû li deverên Hemedan, Kirmaşan, Sine û Şarezûr. Parêzgeha Kurdistan ji aliyê Suleyman kurê sultan sencer ve dihate birêvebirin.

Emaretên Kurdiyên ya RojhilatêBiguherîne

 
Dewleta Hesnewiyan
 
Rewadî

Di nav bera sedsala 10 û 12 yê zayînî de, wê deverê di bin desthilata dewletên Hesenweyhî (959-1015) û Dewleta Enazî (990-1117) bû. Emareta Erdelan di sedsala 14 yê li deverên Qeredax, Xaneqîn, Kerkûk, Kifrî û Hewraman hate demzrandin. Paytexta dewleta Erdelan li sereta de li bajarê Şarezûr bû, lê paştir hate raguhastin ji bo bajarê Sine yê. Di sala 1867 ê de, dewleta Edrelan ji aliyê paşatiya Qacar ve hate hilweşandin.

Hevpeymana Qesrê ŞirînBiguherîne

Bi vê hevpeymana di navbera Sefewî û Osmaniyan de Kurdistan heta niha bû du parçe. Bi vê hevpeymanê Rojhilatê Kurdistanê di nav axa Îranê û desthilatên Îranê de ma.

Têkoşîn li Dema NihaBiguherîne

  Gotara bingehîn: Şoreşa Rojhilata Kurdistanê

TêkildarBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne