Zoolojî

çiqilekî zanistê
(Ji Ajelnas hat beralîkirin)

Zoolojî
(Ajalnasî, Lawirnasî)

Animal diversity October 2007.jpg

Şaxên Zoolojîyê

Ekînodermolojî

Wormolojî

Koelenteratolojî

Spongîolojî

Malakolojî

Artropodolojî

Protozoolojî

Ornîtolojî

Herpetolojî

Mammalojî

Îxtiyolojî

Şaxên Zoolojîyê

Zoolojî yan jî ajalnasî, lawirnasî, giyanewernasî, canewernasî zanista biyolojîyê ye ku li ser ajalan lêkolînê dike. Hemû ajalên di dîrokê de jiyane lê vêga cureyên wan ji holê rabûne û yên îro li ser cîhanê dijîn mijara lêkolîna ajalnasiyê ne. Dîroka hewldana lêkolîna ajalan gellekî kevn e.

Dibe ku zoolojî ya ku bi meraq û meyla lêkolînê ya mirovan derketiye holê, bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e. Beriya her tiştî raman û belgeyên nivîskî yên li ser lêkolînkirina ajalan di çandên Misir, Îranî û Yewnanî de têne dîtin. Bi pênase û fonksiyona sade ya ajalên berê, pêşkeftina embryonîk, xwarin, tenduristî, tevger, rakend û pêşkeftina wan; dest bi vekolîna hawîrdora wan û têkilî û pêwendiya wan bi zindiyên din re kir.

EtîmolojîBiguherîne

Peyva "ajalnas" ji ajal û nas tê. Paşgira -nasî di kurdî de tê wateya zanistê yan pisporiyê.

(Yewnanîya kevn; ζῷον, zōion ('ajal', 'lawir'), û λόγος, logos ('zanîn', 'zanist')

  • ζῷον-λόγος, zōion-logos ('zanîna ajal', 'zanistê ajal')

Dîroka ZoolojiyêBiguherîne

 
Berhema Conrad Gesner (Historia animalium) destpêka ajalnasjiyê nûdem tê hesibandin.

Mirovên pêşdîrokê ji bo ku bijîn, neçar bûn ku li ser ajal û riwekên li dora xwe lêkolîn bikin. Ji bo dîtina rê û rêbazên sûdwergirtina ji van ajalan û riwekan, mirovan li ser van jîndara lêkolîn kirine. Li Fransayê wêneyên şikeftan, gravur û peykerên 15.000 sal berê hene ku gamêşa kûvî, hesp û ask bi hûrgulî nîşan didin. Wêneyên bi heman rengî yên ji deverên din ên cîhanê nîşan didin ku ajalên hatine lêkolînkirin, xêzkirin, berhemkirin bi piranî Ji ajalên ji bo xwarinê dihatin nêçîr kirin pek tê.

Şoreşa Neolîtîk a ku gelemperî bi kedîkirina ajalan tê naskirin, di tevahiya Antîk de berdewam kir. Kiryar û teknîkên sewalkariyê her wiha masîvanî û nêçîrvanîyên li Rojhilata Nêzîk, Mezopotamya û Misirê bi saya şayesên (teswîrên) realîst ên ajalên kovî û sewal têne hezrkirin. Piştî dahênandina nivîsê, bandorên zoolojiyê bi bikaranîna şayesên ajalan di wênenivîsên (hieroglifên) Misrê de jî xuya dikê.

Her çiqas têgîna zoolojiyê wekî beşek yekane pir pişt re derketibê jî, zanistê zoolojî ji "dîroka xwezayî" derketiye holê û digihîje xebatên biyolojîk ên Arîstoteles û Galen di heyna antîk ê Greko-Romen de. Arîstoteles, berî zayînê di sedsala çaran de li ser bastûr, peresîn û bûyenên (fenomenên) jiyanî yên ajalan lêkolîn kir. Ajalan li du koma belavkir, "ajalên bi xwîn" movikdarên îroyîn û "ajalên bê xwîn" bêmovikên îroyîn.

Çarsed sal şûnda, nijdarê Romayî Galen ji bo lêkolîna anatomî û fêmkirina erkên (fonksîyonên) lebatan, ajala laşkolî (dissection) kir lewra ku di wê demê de laşkolîna mirovan qedexe bû.

Di piştî serdema post-klasîk de, zanist û nijdarîya Rojhilata Navîn li cîhanê ya herî pêşkeftî bû lewra têgînên ji Yewnanistana Kevnar, Roma, Mezopotamya û Iran û her weha kevneşopiya kevnar a Hindî ya Ayurveda, di heman demê de gelek pêşkeftin û nûbûn pêk anî. Îro berhema Conrad Gesner ê "Historia Animalium" destpêka zoolojiyê nûjen tê hesibandin. Piştî vê demê gelek ajalnas derketin holê û li hemû beşên zoolojiyê de dest bi xebat kirin û gelek agahiyên nû li mirovatîyê re diyarî kirin.

Zoologên GirîngBiguherîne

Tesnîfa ZanistêBiguherîne

Projeyên ZoolojîkBiguherîne

Websîteyan ZoolojîkBiguherîne

Beşên ZoolojîyêBiguherîne

Beşên TaksonomîkîBiguherîne

MovikdarBiguherîne

BemovikBiguherîne

Xeynî TaksonomîkîBiguherîne

ÇavkanîBiguherîne

Girêdanên derveBiguherîne