- 1819 – Alabama bû 22emîn dewleta DYA'yê.
- 1900 – Zanyarê navdar Max Planck, li Berlînê xebata xwe ya li ser mekanîka kuantumê pêşkêşî civîna fizîkê kir.
- 1911 – Roald Amundsenê norwêcî bû mirovê yekem ku gihaşte Cemsera başûr.
- 1941 – Şerê Cîhanî yê Duyem; Japonyayê bi Taylandê re peymana yekîtiyê îmze kir.
- 1950 – Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî hatiye damezrandin.
- 1955 – Albanya, Awistriya, Bulgaristan, Kamboçya, Srî Lanka, Fînlenda, Mecaristan, Îrlenda, Îtalya, Urdun, Laos, Lîbya, Nepal, Portûgal, Romanya û Spanya tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 1960 – Li Tengava Stenbolê tenkerên yûgoslav û yewnan li hev ketin. Di encamê de 52 kes mirin.
- 1999 – Kirîbatî, Nauru û Tonga tevlî Neteweyên Yekbûyî bûn.
- 2002 – Civîna çarem a komîteya giştî ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê pêk hat.
- 2008 – Rojnamevanekî bi navê Muntazar el-Zeydî di dema axaftina George W. Bush a li Bexdayê de, pêlava xwe avête serokdewletê DYA'yê.
(Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)