Şêx Seîd

Alim û serhildêrên kurd
(Ji Şêx Seîdê Pîranî hat beralîkirin)

Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî Şêx Seîdê Pîranî (jdb. 1865 li Xinûs − m. 29ê hezîrana 1925an li Amedê), şêxê neqşîbendî, pêşawa û şoreşgerê Kurd e ku di sala 1925an de li dijî înkar û nenaskirina kurdan ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin serhildana Serhildana Şêx Seîdê Pîranê li Bakurê Kurdistanê daye dest pê kirin.

Şêx Seîdê Pîran
Ji aliyê çepê de (jor): Şêx Şerîf, Qasim Beg (Kasım Ataç), Şêx Celaledinê Çanê,
Ji aliyê çepê de (jêr): Şêx Ebdilahê Malekan, Şêx Seîd (1925)
Jidayikbûn1865
Mirin29ê hezîrana 1925an (60 salî)
Amed
Cihê goristanêNe diyar e
EsilKurd
Bernav
  • Şêx Seîdê Paloyê
  • Şêx Seîdê Pîranî
  • Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî
Hevwelatî Împeratoriya Osmanî
PerwerdeMedreseyên Kurdî
PîşeTefsîrnas, Hedîsvan û Fiqihnas
XebatSerhildana Şêx Seîd
BandorbarMewlana Xalidê Kurdî
Zarok
  • Pênc law
  • Pênc keç
Dê û bav
biguhêreBelge

Jînenîgarî

biguhêre

Şêx Seîdê Pîranê di sala 1865an de li navçeya Xinûsa Bakurê Kurdistanê ku îro yek ji navçeyên parêzgeha Erzirome hatiye dinyayê.[1] Navê bavê wî Şêx Mehmûdê Fewzî ye û navê dayika wî Gulê Xanim e. Piştî ku li Palo, Xarpêt, Amed û Mûşê perwerde werdigire û bi koça dawî ya bavê xwe re dibe serokê cemaeta Neqşîbendiyan. Piştî ku bavê wî, Şêx Mehmûdê Fewzî ji Paloyê koçî Xinûsê dibe bi malbata xwe re li Xinûsê bi cih dibe. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de ji ber ku Împeratoriya Rûsî beşek ji Bakurê Kurdistanê dagir dike ew û malbata wî neçar dimînin ku koçî Pîranê bibin. Piştî ku Împeratoriya Rusî ji Bakurê Kurdistanê vedikişe carek din ew û malbata wî vedigerin gundê Qolhêsara bi ser navçeya Xinûsê û li wir bi cih dibin.

Serhildana wî

biguhêre

Li hemberî zorbetî û îxanetên kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13ê sibata 1925an de serî bilind kir. Kurdistanê bajar bi bajar ji destên dewleta romiyan (navê niha Tirkiye) derxistin. Êrişê ser Amedê kirin û bi mehan bajar dorpêç kirin. Berhingariyeke dirêj da nîşan ku Amed nakeve. Dagirkirin bi qerera şûrayê hat rakirin. Têkoşer pêl bi pêl derbasî başûr û rojavayê Kurdistanê bûn. Rêberê bizavê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanc berdewam kirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.

Di 10ê gulana 1925an de wan derxistin Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê. Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir. Di 28ê hezîrana 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê (îdam) da. Du kes bi çend salan ceza xwarin. 28 kes di heman rojê de û yên din û Şêx Seîd di 29ê hezîrana 1925an de li taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.[2]

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Olson, Robert W. (1991). The emergence of Kurdish nationalism and the Sheikh Said Rebellion, 1880 - 1925 (Çapa 1. paperbacj printing). Austin: Univ. of Texas Press. ISBN 978-0-292-77619-7.
  2. ^ https://ku.m.wikipedia.org/wiki/Serhildana_Şêx_Seîdê_Pîranî

Girêdanên derve

biguhêre