Daway wergêrran biguhêre

Sllaw hevallan. Tkaye gotari پەڵک کوردینووس wergêrrnewe bo Kurmancî. Eger braderêk zehmetî wergêrrani xudî bernamekeş bkêşêt zor memnûn debim. Bo dagirtinî: Download. Dîsan Supas. --Aso 19:00, 28 berfanbar 2011 (UTC)

Slav hevalê Aso, agahiya bi tîpên latînî heye? An jî bi zimanekî din? Pêwîst e hevalên bi tîpên erebî dizanin alîkariya me bikin.—Gomadapeyam 13:15, 4 rêbendan 2012 (UTC)
Bi alîkariya Pellk Kurdî Nûs 4.0, ev agahî bi tîpên latînî bi vî awayî xuya dike:

Pellk kurdînûs amrazêkî hellgirtnî, sekoserbest û serçawe kraweye bo gorrînî elfubêkanî kurdî û standarkirdnî îwnîkodekan û tayp kirdnî kurdî be şêweyekî derhêll û xêra. Pellk kurdînûs projeyekî nermamêrîy azade û berhemî "damezrawey pellk bo bernamedarriştin"e. Kurdînûs perreyekî HTiMLe û tenya wêbgerrêkî pêwîste. Kodekey têkellawêke le tagekanî HiTMiL û şêwazekanî CSiS û kodekanî JavaScript. Xanexwê em proje SourceForge.net e û le jêr molletnamey GPiLdaye. Pellk kurdînûs be rûkarî kurdîy nawendî û îngilîzî leberdestdaye. Dwayîn weşanî ta kanûnî yekemî 2011 weşanî 4.0 e.

Beşekan
  • Kurdî > kurdî: gorrînî elfubêy latînî bo elfubêy 'erebîy kurdî. Em beşe yarmetî dedat bo gwastnewey ew deqe kurdîyane ke be elfubêy standardî latînî (elfubêy hawar) nûsrawn bo elfubêy standardî 'erebî, bo nmûne, pellk bo pellk. Akam be tewawî guncawe legell standardî îwnîkod bo zmanî kurdî.
  • Kurdî > kurdî: gorrînî elfubêy 'erebî bo elfubêy latînîy kurdî. Em beşe yarmetî dedat bo gwastnewey ew deqe kurdîyane ke be elfubêy elfubêy 'erebîy kurdî nûsrawn bo elfubêy hawar, bo nmûne pellk bo pellk. Pêş em gwastnewey elfubêye kirdarî "beyunîkodkirdin" encam edrêt kewaye eger deqeke be şêwaze nastandardekan wek fontekanî 'elî yan fontekanî dîlan yan texteklîlî pêşûy kurd aytî grûpîş nûsrabêt bêkêşe degwazêtewe bo latînî. Dekrê em beşe wek amrazî tayp kirdnîş bekarbihênrêt çun dekrê tenya be pîtekanî îngilîzî hemû pîtekanî elfubêy 'erebîy kurdî bnûsrêt. (Wek gih bo xi , ee bo ê û hitd)
  • Beyunîkodkirdin: standardkirdnî pîtekanî elfubêy 'erbîy kurdî. Yarmetî dedat bo gwastnewey ew deqe kurdîyane be fonte nastandardekanî elfubêy 'erebîy kurdî nûsrawn bo pîte drustekanî zmanî kurdî le îwnîkodda. Em beşe betaybet bo wêb zor bekardêt. Bo nmûne be fontekanî 'elî (jmareyek fontî berhemî 1997 ke hêşta brrê car bekardêt çunkû pêwîstî be damezranî texteklîlî kurdî nîye) taypkrawe: tavge ke deqî standardikrawekey debê be: tavge. Herweha ew deqaneş ke be texteklîle nwêtrekan wek kurd aytî grûp nûsrawn lewaneye le çend pîtêk wek "e" û "h" standard nebin. Eger deqeket be fontekanî dîlan (jmareyek fontî nastandardî kurdîy berhemî KurdSoft.com) taypkrawn le hellbjardekanda debê "be fontekanî dîlan nûsrawe" çalak bkeyt. Gorrandinî jmarekan bo jmare 'erebîyekan be destî bekarhênere.
  • Taypî kurdî: taypkirdin be elfubêy latînî . Yarmetî dedat bê ewey texteklîlî kurdîy latînî leser kompîwtereket damezrabêt û tenya be texteklîlêkî asayîy îngilîzî, deqêkî kurtî kurdî be latînî tayp bkeyt. Bo ew pîte taybetaney kurdî ke le îngilîzîda nîn (ê û î û û û çi û ş) be rîz ee û ii û û û cih û sih tayp dekrê. Eger pîte gewrekanî îngilîzî bkarbihênrêt ekamîş pîte gewrekan debêt, bo nmûne: EE yan Ee bo Ê.
  • Taypî kurdî: taypkirdin be elfubêy 'erebîy kurdî. Bê ewey texteklîlî kurdî leser kompîwtereket damezrabêt û tenya be texteklîlêkî asayîy îngilîzî, deqêkî kurtî kurdî be elfubêy 'erebî tayp bkeyt. Le hellbjardekanda sê dîmenî texteklîle heye bo hellbjardin ke brîtîn le:
    • Bakûr (baştre bo ewaney be texteklîlî latînî QWERTiY 'adetyan kirduwe)
    • Rojhellat (baştre bo ewaney be texteklîlî farsî 'adetyan kirduwe yan leser texteklîlekeyan pîtekanî farsî lêdrawe)
    • Başûr (baştre bo ewaney be texteklîlî 'erebî 'adetyan kirduwe yan leser texteklîlekeyan pîtekanî 'erebî lêdrawe).
Besterî derekî
  • Perrey projey pellk kurdînûs le mallperrî SourceForge.net
  • Mallperrî damezrawî pellk (lejêr kardaye le serdanî 14/10/2009).
Silav --MikaelF 15:59, 4 rêbendan 2012 (UTC)

slaw, kes kîbordî kurdî latînî heye bo windows 7 ? Hêvar 15:21, 27/1/2012

Silav, Windows bi kurdiya latînî ne hatiye çêkirin (bnr. Wîndowsa Kurdî); Ubuntu (Linux) bi kurdiya latînî ye…--Ghybu 12:51, 27 rêbendan 2012 (UTC)
Sillaw berrêz Hêvar. Le sayti KurdITgroup.org da keyboardî Latînî heye bellam le Windows 64-Bitî kar nakat. Xot detwanî be bernamey "Microsoft Keyboard layout Creator 1.4" yekêk drust bkeyt. Herweha detwanî "pellk Kurdînûs" be kar bênî. --Aso 16:52, 1 reşemî 2012 (UTC)

ezdixazm bbm be endam —(Ev peyama bê îmze ya 109.127.86.191 (y)e • NîqaşBeşdarî)

Silav  , Têkeve an hesabekî nû çêke--Ghybu 22:34, 29 rêbendan 2012 (UTC)

Daxwaziyek ji hemû Kurdan biguhêre

Dema em li gotarên di derbarê navdarên kurdan de dinêrin, di gotaran de wêneyên bi lîsans kêm in. Li gelek deverên Kurdistanê, peykerên navdarên kurd hatine danîn. Gelo hevalên li welêt nikarin wêneyên wan bikişînin û li wîkî - commonsê bar bikin? Mînak kurdên me yên başûr, ger ez ne şaş bim li Silêmaniyê parka navdarên kurd heye. Wêneyên wan mirovan hatibane kişandin wê pirr baş çêbûbane. Hêvîdarim hemû kurdên derfeta wan heye, alîkariyê bikin. Ji niha ve spas. --Gomada (nîqaş) 20:26, 22 adar 2012 (UTC)[bersiv bide]

Hurûfî Gewre biguhêre

Bo cî le ewwellî nêwekanda hurûfî gewre be kar nahênın/nehênîn? Wek: 'Kurdî' le cêgey 'kurdî' ya 'Avrêl' le cêgey 'avrêl'?
-Odysseus 03:08 16 Apr 2012

Silav, di derbarê bikaranîna tîpên girdek te, tu dikarî li peyama (Bikaranîna herfê mezin (girdek)) hevalê MikaelF binêrî.--Gomada (nîqaş) 17:14, 16 avrêl 2012 (UTC)
Mijarên têkildar: Wîkîpediya:Dîwan#Rêzimanê kurdî--Ghybu (nîqaş) 17:21, 16 avrêl 2012 (UTC)

Civîna Xebatkarên Kurd ên Wîkiyê? / Kobûnewey xebatkaranî kurdî Wîkî biguhêre

Silav hevalno, ev demeke dirêj e, ez li ser civîneke xebatkarên kurd difikirîm. Weke hûn jî dizanin têkiliyên me tenê li ser gotûbêjkirina gotaran (peyv, wêne hwd) pêk tên. Ji bilî vê em bi hevdu re pirr danûstandinê nakin û hevdu baş nas nakin. Ger ev civîn pêk were, emê li ser rewşa, wîkîpediya, wîkîferheng, commons hwd. yên bi hemû ziman û zaravayên kurdî gotûbêj bikin.

Çima pêwîst e ku em bicivin?

  • Ji bo hevnaskirinê pêwîst e, divê xebatên me tenê li ser înternetê nemînin. Bi vî awayî hevaltiya me jî xurt dibe.
  • Divê em bi hevdu re li ser pêşeroja wîkiyên ziman û zaravayên kurdî gotûbêj bikin. Bi hev re kêmasiyên hemû wîkiyên ku bi kurdan re têkilîdar in, çareser bikin. Ji bo nêzîkkirina zaravayan jî tiştekî girîng e.
  • Di civînê de, hemû heval dikarin nêrînên xwe parve bikin. Bi vî awayî xwesteka xebatkaran a ji bo xebata wîkiyan xurttir dibe.
  • Gelek xebatkarên wîkiyên din civînan pêktînin. Rast e xebatkarên me ne gelek in, lê dîsa jî ev nayê wê wateyê ku divê em bê hêvî bin.
  • Xwedîlêderketina kurdî tenê bi nivîsandina çend gotaran çênabe. Ji bo ku xebata me nîvrê nemîne, divê em bêhtir bixebitin. Û xebata xwe tevlî jiyanê bikin.

Bi kurtasî, li gorî min; ji bo pêşvebirina xebata me, civîn girîng e û ji me kurdan re pêwîst e.

Dibe ku hûn bêjin emê li ku bicivin? Weke min fêhm kirî, xebatkarên me bi giştî li Ewropayê ne. Almanya, Swîsre, Fransa hwd. Bi pirranî li Almanya. Lewma em dikarin, li Almanya civînê pêk bînin. Lê dîsa jî hûn fikrên xwe parve bikin emê kêfxweş bibin.

Hûn çi difikirin? —Gomadapeyam 11:23, 9 pûşper 2012 (UTC)

Be kurdiy Soranî

Sillaw hevalîne, min zor lemêje leser kobûneweyekî xebatkaranî kurd bîr dekemewe. Wekî êweş dezanin peywendiy ême tenya leser witûwêj kirdinî witarekane (wişe, wêne û htd). Leme bew lawe ême legell yektir zor danûstan nakeyn û yektir baş nanasîn. Eger em kobûneweye pêk bêt, detwanîn leser rewşî wîkîpîdiya, wîkîferheng, kominz û htd be hemû ziman û şêwezarekaniy kurdî witûwêj bikeyn.

Bo pêwîste kobînewe?

  • Bo nasandin pêwiste, debê xebatekanman tenya leser înternêt nemênin. Awa dostayetîşman behêztir debê.
  • Debê ême legell yektir leser dwarrojî wîkiye kurdiyekan witûwêj bikeyn. Beyekewe kemûkûrriy hemû wîkiye kurdiyekan çareser bikeyn. Eme bo nizîk kirdinewey şêwezarekanîş şitêkî giringe.
  • Le kobonewe da, hemû hevalêk detwanin be rwangey xoyan beşdarî biken. Bem core daxwazî xebatkarn bo xebatî wîkiyekan behêztir debê.
  • Zorbey xebatkaranî wîkiyekanî tir kobûnewe pêk dênin. Raste xebatkaranî ême zor nîn, bellam dîsanîş eme bem wataye niye ke naumêd bîn.
  • Giriftî kurdî tenya be nûsînî çend witaran çak nabê. Bo ewey ke xebatî ême natewaw nemênê, debê zortir xebat bikeyn û xebatekeman awêtey jiyan bikeyn.

Be kurtî, be gwêrey min: bo pêşxistinî xebatekeman, kobûnewe giringe û bo êmey kurd pêwîste.

Lewaneye billên ême le kwê kobînewe? Wekî min têgeyîştûm, xebatkaranî ême be giştî le ewrûpan. Ellmaniya, swîsra, ferrensa û htd. Zorbeşan le allmaniya. Le ber ewe detwanîn le Ellmaniya kobûneweyek pêk bênîn. Bellam dîsanîş eger êwe be rwangey xotan beşdarî biken ême keyfxoş debîn.

Ray êwe çiye?


Çima nebe? Mirov kare civîneke 'giştî' li dereke 'navend' pêk bîne, wek te pêşniyar kir. Lê divê em berî her tistî bijimêrin ka kî-kî li Wîkîpediyayê hene û wê kî ji kîjan welatî tevlî Wîkîpediya kurdî bibe. Pistre em bo roja civînê li hev bikin û li gorî jimara endaman em lîsteyek ji bo mijarên niqaskirinê avabikin. Kî dixwaze derheqê kîjan mijarê agahiyan bide/'workshop'ekê cêke? Ger civîn pêkwere, divê em protokolek binivîsin bi hemû mijar û encamên niqasan... bo ku ew protokol ji bo civînên din karibe were bikaranîn. Bi alîkariya protokolê emê kêmasiyên xwe bibînin û ji bo pêserojê guhertinên erênî bona Wîkîpediya û civînên pistre pêk bînin. Herwiha, em karin protokola xwe bidin malper û medyaya kurd jî ( ku ew daxwaz û nêrînên Wîkîpediya kurdî bi civata kurd re parvebikin).
Endamên ku ji welêt tevlî Wîkîpediya dibin û nikarin werin civînê, karin di nav xwe de hevdîtinên wiha pêk bînin û encamên civînên xwe bi 'civîna gistî' parvebikin. Mînak: endamên Kurdistanê di nav xwe de civînek pêk tînin, yên Ewropa jî... pistre her du civîn encamên xwe bi hev re parvedikin, etc... --84.75.187.115 12:36, 9 pûşper 2012 (UTC)
Zor spas ji bo nêrînên te. Mebesta min jî ew e ku, hemû heval fikrên xwe parve bikin. Di dawiyê de emê biryarê bidin, ka emê çi bikin, çawa çêbikin. Di vê navberê de hêvîdar im tu xwe qeyd bikî an jî ger hesabê te hebî, tu bi hesabê xwe şiroveyan binivîsî.—Gomadapeyam 12:47, 9 pûşper 2012 (UTC)
Ez im, Ferrus. Min nedît ku kombersa min ez ji girêdayîbûne derxistî ye. Ferrus
sipas kak Gomada bo pêşniyarê we.ez dibînim ku ev tiştek gelek baş e û bo min xebat li ser termînolojiya zanistî gelek girîng e.--Jobar.bouzan (gotûbêj) 15:42, 9 pûşper 2012 (UTC)
Heke kombûn pêk were emê li ser termînolojiyên zanistî gotûbêj bikin. Her heval dikare tiştê di serê xwe de ji me re parve bike.—Gomadapeyam 12:27, 11 pûşper 2012 (UTC)
Derfetên min tune ne ku derkevim dervî welat lê hûn çi bikin,çi biryarê bidin ez tim bi we re me...--Dûrzan (gotûbêj) 09:08, 10 pûşper 2012 (UTC)
Spas ji bo piştgiriya te. Tu ji me re, li Kurdistanê kişandina wêneyan bidomîne, xebata te pirr girîng e.—Gomadapeyam 12:27, 11 pûşper 2012 (UTC)
chima na, bi rastî jî wê pirr bash biba. Jixwe ez jî li almanyayê me. Lê ez dil heme di 10ê meha tîrmehê de bichim welat, bawer dikim ezê qasî 25 rojan bimînim. Ger ku ez li Germanistanê bim, ezê bêm civînî. Silav --Baran Ruciyar (gotûbêj) 12:30, 11 pûşper 2012 (UTC)
Bila hemû heval biryara xwe bidin, em dikarin dîrok û cih diyar bikin. Kombûn wê li gorî xwestekên hevalan pêk were. Hûn dikarin bêjin, ez di filan dîrokê de li filan cihî dixwazim.—Gomadapeyam 13:36, 11 pûşper 2012 (UTC)
Gelo sazî, zanîngeh, hotel, karsaz, weqfeke başûrê Kurdistanê nikare civîneke wiha amade bike û me jî vexwîne? Pereyên wan hene, bi sedan projeyan fînanse dikin, ma carekê jî ji bo kurmancî-zazakî û ensîklopediya kurdî jî bikin qey dawiya erdxanê tê. Bo mînak zanîngehên Kurdistana Azad nikarin? Hêjano, hevalên li Bakur an Tirkiyeyê ne, dikarin bi hêsanî bo Başûr vîzeyê bigirin lê bo Ewropa na. Gelek ji me jî nikarin herin welat, herin Kurdistanê. Hela em berê nêrînên xwe bêjin. Xx.. --Bablekan (gotûbêj) 14:31, 11 pûşper 2012 (UTC)
Ev jî fikreke baş e, lê mixabin em di destpêkê de ne. Divê pêşî em kombûnekê pêk bînin û piştre ji saziyên başûrê Kurdistanê alîkariyê bixwazin. Em hevdu nas nakin. Nexşerêyeke me ya diyar nîne. Em nikarin bi tenê bêjin, em xebatkarên wîkiyên kurdî ne, lewma alîkariya me bikin. Em kî ne? Li kû ne? Xwestekên me ji saziyên kurdî çine? Emê di pêşerojê de çi bikin? Hewcedariya me bi çi heye? Gelek pirsên weke van... Lewma divê pêşî em kombûnekê bi serê xwe çê bikin. Heke gengaz be, dîsa hevalên ku dikarin alîkariyê peyde bikin, dikarin ji me re bêjin. Li Ewropa derfet nîn in? Ez jî tême Almanyayê piştî demekê, lê ji bo kombûnê kîjan welatê Ewropayê be ji min re ferq nake.—Gomadapeyam 16:10, 11 pûşper 2012 (UTC)
Sllaw berrêzan. Karêkî cwane, bellam be daxewe bo kurdanî rojhellat (ewaney wa êsta lêre ejîn) aşkrakirdnî naw û nîşan û kobûnewe tûşî kêşeman dekat. Ta nenasrawtir bîn baştre. Zor spas, her bjîn--Aso (gotûbêj) 16:14, 11 pûşper 2012 (UTC)
Hevalê Aso, mebesta me ne eşkerekirina navnîşana kurdên rojhilat an jî yên ji beşeke dî ye. Ev kombûneke di navbera me de ye. Jixwe ez dibêjim qey, kurdên ku li rojhilatê Kurdistanê ne, nikarin tevlî kombûna li Ewropayê bibin. (Ger dikaribin werin, ser çavan lê ez gengaz nabînim) Lê dibe ku yên li Ewropayê dijîn, dikarin werin. Helbet pirsgirêkên kurdên rojhilat li ber çavan e, lê mebesta me ne ew e ku em ji wan re kêşeyan peyde bikin.Spas.—Gomadapeyam 16:30, 11 pûşper 2012 (UTC)

بەرای من وا باشترە بابەتەکانی رێزمانی کوردی ئاماژەی پێ بکرێت لە ویکیپیدیادا (Beray min wa baştre babetekanî rêzmanî kurdî amajey pê bikrêt le wîkîpîdyada)Ev peyama bêîmze ya 95.159.89.58 (gotûbêjbeşdarî) e.

Hêdî hêdî bi encam bikin. Çend kes, li kîjan welatî, bi çi awayî? Bi ya min divê em xetên xwe yên sor tesbît bikin. Em çi nikarin bikin? Ez nêrîna xwe bêjim. Wîkîpediya kurdî gorî normên Wîkî tevdigere, ji nirxên kurdan re (wekî yê hemiyan) rêzdar e. Ti eleqeya wê bi siyasetê nîne, jê direve, xwe diparêze. Heger me civînên xwe lidarxist, divê em pirr baldar bin ku siyaset xwe negihîne me. Di komele û saziyên siyasetê de civînan nekin, wan li ser xwe mezin nekin. Xeta min a sor ev e. Lewra min di jiyana xwe de tecrube kiriye ku siyasetmedarên me destên xwe gihandinê kû, wir wêran kirine. --Bablekan (gotûbêj) 09:15, 9 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Pêşniyarên min:

  • Heger gengaz e, bikarhênerên bakurê Kurdistanê, li Amedê wekî sîmbolîk di cihekê ku navê siyasetê ne li ser e, civîna yekemîn bikin. Li wir kurtegotin û pêşniyarên karberên nikarin tevlî bibin bixwînin û dema civîna duyemîn kivşe bikin. Ez bi xwe mixabin nikarin lewra çûyîna welatê bo min ne mimkun e.
  • Heger li Ewropayê be, bila Almanya be. Bi hev re cihekê kivşe bikin. Kesên dikarin bila werin.
  • Rêveberiya wîkîpediya kurdî divê êdî xwe bi gel bide naskirin. Lewra heger bê naskirin, dikare xebatê bike. Çawa? Dikare bo mînak derkeve televîzyonan, bang li bikarhênerên nû bike hwd. Niha ez ji yekê re bêjim, ez admîn in, kes bawer nake. Ez bêjim ciwanno werin wîkîpediyayê xelkê bêje qey ez ji xwe re kariyerîzmê diçêrînim. Min li cihekê yek dît, digot: "Ez berpirsiyarê wîkîpediya kurdî me". Camêr nivîsên min jî wekî yên xwe dida nîşandan. Ciwan bû, min hîç rexne nekirin, got bila dilê xwe negire. Lewra pê derxist mirovekî gelek baş e, di blogan de nivîsên xelkê bi navê xwe dide, Viya jî bo keçikekê dike. Keçik welatparêz e, dixwaze bikeve çavê wê. Bila Xwedê miradê wan bike. Min çima ev mînak da? Rêveberiya me dernekeve piyaseyê, him xebat geş nabe, him jî kes bi gotinê nake.
  • Heger li Başûr dibe, divê em beriya beriyê vîze bigirin. Hûn jî dizanin bêî destûr û referansê kurdên Bakur bernadin. Kurdên Bakur carnan ji balafirgehan vedigerînin.
  • Bûrokratên me yên din li kû ne? Niha bûrokrat ne ji ser me re ne? Ti gotineke min Erdal re nîne, lewra camêr bi qasî pê derxist gelek karîwer e. Bangîn jî ne bûrokrat e? Nêrîna wan jî girîng e. Ji wan jî bipirsin. Bersiv nedan, bi gotina xwe bikin.
  • Heger gengaz e, civîna yekem, bi tevelîzyonên neteweyî bidin hesandin. Heger xêra xwe hema nûçeyekê jî bidin baş e. Lewra qet nebe çend kes bi Wîkîpediyayê dihesin. Bi rastî jî gelê me nizane Wîkîpediya çi ye. Yekê ji min re gotibû "heya ji wir re dinivîsînin, ji cihên kurdan re dinivîsînim". Min gote wê "me wîkîpediya kurdî jî ya kurdan e". Dibêjin qey em Japon in, çinin.

Vêgav ev hatin bîra min. Bmx.. --Bablekan (gotûbêj) 09:46, 9 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Divê êdî encam diyar bibe. Ez li benda hemû hevala me (MikaelF, Ghybu, GA..) ku ramanên xwe parve bikin. Weke ez dibînim li Almanya kombûn guncav e. Endamên me bêhtir li Ewropayê ne. Hevalên Dûrzan û MikaelF dikarin xebatekê li Kurdistanê bikin. Ji bilî wê hevalên din dikarin li Almanya bicivin. An jî heke pêsniyareke bastir hebe, bila heval bêjin. Lê ji kerema xwe re, bila heval yek bi yek bêjin, ev dîrok li vî welatî ji min re bas e, û ez dikarim ji bo kombûnê filan tistî bikim. Lewma emê karibin, cihê rind û dîroka rind ji bo tevahiya hevalan bipejirînin.—Gomadapeyam 19:33, 9 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]
25-26'ê tebaxê çawa ye? Ez li bajarê Aachena Almanyayê nû me. Lê min ji hin xwendekaran bihîst li vir cihekî Dêra Katolîk heye (Min li wir meyzand). Ew ji bo kombûnan cihê xwe didine mirovan. Ger hûn bixwazin ez dikarim herim ji bo kombûna me jî daxwaza cih bikim, lê ji bo raketinê ez nikarim mêvandariyê bikim. Ji xwe ez jî nîv mêvan im niha. (: Hêvîdarim hun jî pêsniyarên xwe binivîsin.—Gomadapeyam 16:35, 10 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]
Di meha gelawêjê (tebax) de bêhnvedana min heye. Bo du hefteyan. Vê înê jî dikevin tetîlê, du hefte.. Niha nizanim bêhnvedana tebaxê çendê mehê de ye, lê ez ê îro-sibeyê binivîsînim. Berê em bizanibin ka çend kes tevlî dibin û li kû civîn dibe. Raketin ne pirr girîng e. Nebû nebû em ê li kolanê rakevin ma qey çi bûye, yan jî çardarên xwe vekin. Cihê civînê jî tê dîtin. Mirov dikare li restoranekê jî bicive. Bes em bizanibin li kû dibe û çend kes.. --Bablekan (gotûbêj) 07:21, 11 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]
Pirsgirêk nîne. Em dikarin di serê meha rezberê de jî kombûnê pêk bînin. Dîroka min dayî tenê pêsniyarek e. Li gorî rewsa hevalan dikare were guhertin.—Gomadapeyam 12:33, 14 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]
Ez karim xwe ji bo civînê aranje bikim, bes ez ji Swîsra tevlî Wikiyê dibim...lewra ger çareseriyeke erênî ji bo mijara raketinê pêk bê ezê kêfxweş bim. Silavên germ, Ferrus

Ez jî bi vê înîsyatîva Gomada û hemû pêshniyazên we gelek kêfxwesh im. Mixabin Almanya ji min jî hindek bi dûr dikeve û ji ber kar û rewsha aborî ez nikarim heta sala bê ji vir derkevim. Her wisa be jî, wekî Dûrzan jî dibêje, çi biryarê bidin ez jî tim bi we re me, ji ber ku hûn stûna Wîkîpediya kurdî ya roja îro ne.

Wekî din, hûn wekî kurdên Almanyayê çima gelo têkiliyên bi Wîkîpediya almanî re daneynin? Dibe ku tecrûbeya wan bi kombûnên Wîkîpedîstan hebe, dibe ku alîkariya we bikin û fersendeke qenc e ji bo naskirina karê Wîkîpediyên din e? Ghybu ji te jî deng dernake li ser vê kombûnê, wekî bikarhêner MikaelF, heta îro.. ;), bi dîtina me, heke niyata te ya beshdarkirina kombûnê hebûya, ew jî gelek erênî ye. Nebêje, kurdiya min ne bash e, karê ku tu tê de dikî gelek girîng e û ziman li vir ne pirsgirêk e! Ah, ez hîvîdar im ku hûn li ser Wîkiya me gotareke bi navê "Kombûna 2012 li..." çêkin û li ser wê wêneyên ji kombûn û bajarê kombûnê jî bar bikin. Bi silavên germ û daxwaza ev kombûnê Wîkîpediya kurdî serkevtî be hîvî dikim. --MikaelF (gotûbêj) 07:10, 13 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Min peyamek ji KureCewlik81 re sand. Lê wî ti bersiv neda. Ew di wîkiya almanî de calak e. Min got belkî tevlî me bibe û tecrubeyên xwe bi me re parve bike, lê deng jê ne derket.—Gomadapeyam 12:33, 14 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]
Ji rêveberiya Wîkîpediya almanî re binivîse, tu bash bi almanî dizanî ne wisa? Rewsh û daxwaza xwe binivîse; cara yekê ye, ku bikarhênerên Wîkîpediya kurdî kom dê bin, gelek ji Wîkîpedîstên kurd li Almanyayê dimînin, têkiliya taybet di navbera çanda Almanyayê û kurdên Ewropayê de û hwd.. Mixabin ez bixwe bi almanî nizanim. Silav --MikaelF (gotûbêj) 15:00, 14 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Min ji bîr kir, G.A. tu nayêy kombûna Wîkîpediya kurdî? Silav --MikaelF (gotûbêj) 07:17, 13 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Erdal Ronahî, Luqman û Webmaster, hûn li ser vê kombûna Wîkîpedîstên kurd çi dibêjin? Ez bawer dikim, ku beshdarbûna Erdal jî wekî danerê Wîkîpediyaya di demên destpêkê de balkêsh e. Kek Erdal tu çi dibêjî? --MikaelF (gotûbêj) 09:56, 14 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

Ji almaniya min alman pirr tênagihên, nizanim çima.. Duşemiyê dikevim bêhnvedanê, bo 2 hefteyan. Dibe ku di vê demê de nikaribim têkevim Wîkî. Ez li rojhilatê Almanya me, cihê me hinekê asê ye. Vê havînê heger bibe, dixwazin mala xwe bibin aliyê rojava. Niha jî, paşê jî dikarim hevalan di mala xwe de bikim mêvan. Cihê civînê jî bi ya min ne ewçend girîng e. Em dikarin, li xwaringehekê jî civînê bikin. Waye dîsa bala min çû ser xwarinê :) Xwedê bîne rê, hinekê çilekî bi min re heye. Lê hevalno ji ber ku civîna me ya yekem e û fermî ye, divê em bidin xuyandin. Pêwîstiya me bi reklamê heye ku xebatkar werin. Kê dikare TVên kurdî (TRT 6 jî di nav de, çima nebe) agahdar bike? Heger Kurê Çewlîkî wîkiya almanî pê bihesîne, ew jî girîng e. Divê gobend tunebe jî em xwe bihecînin. Civînê ne wekî gundiyan bikin, bila deng vede, cîdiyeta wê hebe. Armanca me ne tenê pêkanîna civînê ye, bikaranîna civînê ye. Bi ya min bûya, heger derfet jî heye, Mikael, Erdal werin baştir e. Li ser navê wîkî dê vîzeyê jî bidin. An jî ji ber ku civak heye, yekem civîn li Amedê biba.. Mixabin nikarin herim Bakur û Tirkiyeyê. Me yê jî peyamên xwe ji civînê re bişanda. Niha li kû dibe bila bibe, divê deng vede. Deng veneda, em nikarin bigihên armancên xwe. Xx.. --Bablekan (gotûbêj) 15:29, 14 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

کارێکی پیویستە بەڕاستی، هاوڕێیانمان تەنیا لە ئەوروپا نین، بەڵکو لە کوردستانیشەوە چەند کەسێکی چالاک و لەخۆبردمان هەیە کە بەردەوام لە ڕاژەی بەشی سۆرانی کۆششیان کردوە و بگرە سەرپەرشتکاریش بوون. من لەگەڵم کۆبوونەوە ببێت، کەی و لە کوێ؟ (Karêkî pîwîste berrastî, hawrrêyanman tenya le Ewrupa nîn, bellku le Kurdistanîşewe çend kesêkî çalak û lexobirdman heye ke berdewam le rajey beşî soranî koşşyan kirdwe û bigre serperiştkarîş bûn. Min legellm kobûnewe bbêt, key û le kwê? --Aras Nurî) --ئاراس نوری (gotûbêj) 13:08, 6 gelawêj 2012 (UTC)

Mixabin, wisa xuya dike ku hêviya kombûnê nîvrê ma. Nizanim, wilqasî zor e qey hemû heval fikrên xwe parve nakin? Hûn dikarin bêjin, em naxwazin, ne mecbûrî ye. Lê ez dibê qey divê em hin caran bi hev re biaxivin.—Gomadapeyam 17:54, 23 gelawêj 2012 (UTC)
Silav hevalno!
Nebêjin, G.A ji Wîkîpediyayê reviyaye, ez niha li Wîkîferhengê kar dikim.Gelek gotar li wir nehatine formatkirin.Ev civîn tishtekî gelek girîng e, di dîroka Wîkîpediya kurdî de.Mixabin, lê belê ji dibistanê kêm dema min dimîne ku ez dûr bibim.Lê belê ez herdem amade me heke ku alîkarî pêwist be.Hevalno, dîsa dixwazim bêjim, ji kerema xwe bila kesek nefikire ku ev kes ji zimanê xwe hez nake.Xwedê me ji wan mirovan dûr bike û biparêze.Welle, ez naxwazim dirêj bikim, û gotinên xwe dubare bikim.Xebatxwesh.--GeorgeAnimal. 18:43, 23 gelawêj 2012 (UTC)
Dîsa silav, ez biliyê malbarkirinê bûme. Wekî min got, ez dikarim hevalan bikim mêvan (di mala xwe de). Dibe ku ewqas nivînên me nebin, lê em ê jî îdare bikin. Em dikarin li bajarê me pansiyonekê jî kirê bikin. Bawer nakim biha bin. Heger hûn dixwazin, biçim bipirsim. Bi qasî 200-300 € ez didim (bo pansiyonê), zêdetir mixabin nikarim. Cihê civînê jî dipirsim. Bajarê me yê nû ji bo min jî nû ye, li wir hêj kesî nasnakim. Ez ê herim dêran bipirsim. Biyanî jî hene lê nizanim ka cihekê kurdan heye yan na. Bajareke biçûk e, nifûsa wê 40 hezar e. Civîn dawiya hefteyê be, bo min baştir e, nava hefteyê de be jî ez ê îznê bigirim. Dem jî li ser we ye, kengî bixwazin. Me wê salê 6 kesan bo hefteyekê li Polandê pansiyonekê kirê kiribû, di ber deryayê de, taştê jî tevlî, 150 € dabû. Erê Poland dûr e. Dizanim hotel bihanin, lê pansiyon ne. Heger Erdal wan bixwazin, dikarin vê civînê organîze bikin, bêî ku em paundekê jî bidin, lewra têkiliyên wan bi almanan re xurt in. Ji xeynî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, amade me werim her derê (helbet berê bêhnvedana xwe mîsoger bikim bi kargehê re). Ez dixebitim. Karê min ê nû jî serê meha rezberê destpê dike. Niha mecbûr im bêjim, komele, sazî, TV, rojnameyên kurd pirr hez ji min nakin, lewra ti eleqeya min bi siyasetê nîne. Heger qet nebe têkiliya min bi komeleyekê re jî hebûya, min dikaribû alîkariya wan bixwesta. Hêjano êdî çi bêjim? Xx.. --Bablekan (gotûbêj) 12:08, 24 gelawêj 2012 (UTC)

Youth Peace Camp in Georgia biguhêre

Rojbaş! We need Kurdish Wikipedians!

Great opportunity for Kurdish Youth from Iraq and Turkey take part in Youth Peace Camp "Together towards Peace", which will be held by UKYG in Georgia. The project “Together towards Peace” is aimed at creation of open space for cooperation and confidence building between Turkish, Armenian and Kurdish youth from Turkey, Iraq, Georgia and Armenia.

Developed methodology of the camp is aimed to make youth friendlier towards each other, overcome conflicts and deal with the past together in order to build new healthy society in the region. The beneficiaries of the project are young people from Armenia, Turkey, Georgia and Kurdistan Region (Iraq).

During the camp participant will learn, communicate and work out the conception of the joint web resource. After the peace camp participants will blog, disseminate photos and mini-documentaries they prepared on the topic of Armenian-Turkish and Kurdish-Turkish relations.

  • Date: September 5-10, 2012
  • Place: Akhaltsikhe, Georgia

DOWNLOAD APPLICATION FORM HERE (Deadline is on August 1, 2012)--თეკა (gotûbêj) 06:36, 16 tîrmeh 2012 (UTC)[bersiv bide]

دەست خۆشی بۆ ئەو کەسانەی کە هەڵساون بە وەرگێڕانی بابەتەکانی ویکیپێدیا بۆسەر زمانی شیرینی کوردی biguhêre

دەستتا خۆشبێت هیوادارم سەرکەوتوبن و بەردەوام بن لەم کارە جوانانەتان وە هیوادارم تەواوی بابەتەکانی ویکیپێدیا بخەنە سەر زمانی شیرینی کوردی چونکە بەڕاستی من هەمیشە ئەم سایتە بەکار ئەهینم بۆ وەرگرتنی زانیاری وە کاتێک زمانی کوردی ئەبینم لە ناو زمانەکان زۆر خۆشحال ئەبم وە ئەزانم کە کەسانێکی ماندو نەناسوو هەن کە ئەیانەویت خزمەت بە گەلەکەیان بکەن هیوادارم باردوام بن لەسەر کارە جوانەکەنتان


Dest xosî bo ew kesaney ke hellsawn be wergêrranî babetekanî wîkîpêdya boser zmanî şîrînî kurdî biguhêre

Destta xoşbêt hîwadarim serkewtûbin û berdewam bin lem kare cwananetan we hîwadarim tewawî babetekanî Wîkîpêdya bixene ser zmanî şîrînî kurdî çunke berrastî min hemîşe em sayte bekar dehînim bo wergirtnî zanyarî we katêk zmanî kurdî debînim le naw zmanekan zor xoşhal debim we dezanim ke kesanêkî mandû nenasû hen ke deyanewît xizmet be gelekeyan bken hîwadarim bardwam bin leser kare cwanekentan. Ev peyama bêîmze ya 31.25.136.28 (gotûbêjbeşdarî) e.

spasiya we hamoyan dikin hividarin dewlemendtir bbe biguhêre

--Waheed haji (gotûbêj) 20:28, 6 gelawêj 2012 (UTC)--Waheed haji (gotûbêj) 20:28, 6 gelawêj 2012 (UTC)--Waheed haji (gotûbêj) 20:28, 6 gelawêj 2012 (UTC)Wêne:Mînak.jpg

Bang e bo Dewlemendkirina Wikipediaya Kurdî ya bo Xurtkirina Yekîtiya Neteweyî, ber bi Hedefên Kurdistanî biguhêre

A note to sorani-speakers:

Below is a call for action and a proposal for a proper and purposeful Kurdish Wikipedia. I believe you will understand all or most of my Northern Kurmanji clearly. Further in the discussion, that I hope will follow, we will have the opportunity to engage more.

Xwuşk û Brayan,

Rêvebirên Wikipediaya Kurdî û Beşdarên Hêja,

Ez ê di derbarê Wikipediaya Kurdî, rewşa wî ya îroyîn û paşeroja wî ya zêrîn, nêrînên xwe bêjim û pêşniyarek bo projeyê pêşkêş bikim, bi daxwaz û hêviya ku taybetî pêşniyara projeyê li vir were gotûbêjkirin û pejirandin, da ku em bi hev re vegerin gelê xwe û wê projeya bi rûmet, bikin malê raya giştî ya Kurd, da ku têkeve jiyanê. Hêvîdar im ku hun bibînin ku rexne û nerazîbûna min a derbarê rêvebirên Wikipediaya Kurdî xeynê avakirin û pêşxistinê, tiştek dî nîne, û daxwaz ji we dikim ku ser pêşniyara ku pêşkêş dikim, kûr, hûr û dûr bifikirin. Baweriya min a zexm e ku eger Kurd, bi awayek rêk û pêk û ji îroj gellek cûdatir, ji Wikipediayê îstifade bikin, dê ew yek bo wan îmkanek zêrîn be, bo xurtkirina yekîtiya neteweyî a ruhanî, çandî û civakî ya Kurdan û wan her nêzîktirê azadiya wan bike.


Ez nuha berê xwe didim rêvebirên Wikipediaya Kurdî (ya Kurmanciya Jorîn)

Gellek eşkere û sebebê acisiyê ye ku hun nivisên amatorî, bêserûberî û ji kaliteyê bêpar belav dikin, wekî ku tenê bo kêfa xwe û bo zêdekirina rûpelan wan nivisan amade dikin û diweşînin, ne ji evîn û eşqê, ya bo rastiyan, bo derxistina wan, bo ronîkirinê û ronîbûyinê. Eger mirov wê hewl, niyet û dilsoziyê li cem we bidîta, dê mirov heq bidana wê bersîva xweparastinê ya ku bêşik hunê bînin ziman, ku "em bangê herkesî ku werin û beşdar bibin dikin, lê kesek nayê û em mane tenha serê xwe û hewqas xebatê dikin, tu radibî wa dibêjî! Ma ev jî heq e?" ûwd. Rûpelên Wikipediaya Kurdî gelek in ku hun çawa daxwaz an pirsyara beşdarekî bi tundî bersîv didin û wan pîs dikin. Lê, yê ku çavên xwe saxlem e û hişê wî li serê wî ye û li Wikipediaya Kurdî binêre, dê bivîne ku tu xebatek û berhemên we li ortê nînin, xeynê çend nivisên sivik û xapînok û hun zarokên ku wikiyê bo xwe kar tînin wek leyistok. Belê, zarokên ku wê fehmê nakin ku Wikipedia wek ders û dibistan û mamoste ye û lazim e alim û zana naveroka wê dagrin û xwendevan ronî bikin. Mixabin ne nîşana wî fehmê, ne jî ya vê rastiyê li cem we diyar e, ku eger alim û pispor nebin, ev wikipedia tune be jî dibe. Hele hele bo me Kurdan, Wikipedia bi vê halê xwe tune be, her çêtir e - ji ber ku hun bi temsîla Kurdan li wir in û derûdor jî we wusa dibîne.


Nimûneyên konkret hene ku tevahiya nivîsên niviskarek dî hatiye “deynkirin”, bêyî ku çavkanî an xwediyê nivîsê were destnîşankirin, ku ev yek jî “dizîn” e (ing., “plagiarism”) û yekser li dijî prensîp û qaydeyên Wikipediayê ye. Ma we got qê der û dor vê yekê nabînin, hele hele ew xêrnexwazên ku we monîtor dikin? Vêca bi salan berdewamiya vê rewşê, ME krîmînalîze nake û wekî Şûrê Demokles li ser stûyê ME nîne? WÊ çaxê mirov çawa bikaribe mafên xwe biparêze, neqeqiyên hember xwe destnîşan bike? Bêşik mirov ê nikaribe.


Îroj Wikîpediaya Kurdî wek malperek adetî ye bo rêvebirên wê û bi tu awayî naşibe ansîklopediyek û qet jî naşibe malê milletek ku ji xwe hez dike, xwe diparêze û pêş ve dibe û dixwaze rojek beriya rojê, xwe azad bike.


Xwuşk û brayên delal,

Wikipedia ne tiştek wa hers û beredayî ye ku mirov sivik lê binêre û qîmetê nedê. Di vê çaxê teknolojiyê de, ku herkes komputera xwe heye û bi înternetê ve girêdayî ye, û yê ku tiştek meraq dike di nav saniyan de bersîva xwe digre, ma gerega hişyarkirinê heye ku lazim e Kurd bala xwe bidinê û paş de nemînin, îmkanên di dest de bikarbînin? Ji ber şertên gellek giran ên bindestiyê, Kurd tevizî ne û ji refleksên xwe yên xwezayî yên xwe-parastinê dûr ketine û her ferdê Kurd para xwe ji vêyekê stendiye, lê Kurd çiqas "gêjikî" bin, dijminê wan jî hewqas hişyar in, ji ber ku ew wê zilmê bi zanebûn dikin û dizanin ku dema Kurd rabû, dê dawiya wî were û bo wî ku ew dewletên dijmin, ferdên xwe jî bi îtînaz perwerde dikin û dijminatiya Kurdan dikin perçeyek ji şexsiyeta wan, ku ew êdî hew dikarin "empatiya" Kurdan bikin. Vê rewşa ha, erkên mezin dide ser milên Kurdên dervayê welêt, ku nîspetî azad in.


Wikipediya, wek platforma "şerê mêjuyî", ku ya herî giring e, îmkanek û firsetek e bo Kurdan, ji ber gelek sebeban: yek ji kambaxiyên bindestiya Kurdan rewşa wan ê perçebuyî û bêdewletbûyina wan e. Ji ber ku dewlet e, ku hem can û malê mirov diparêze û hem jî şert û mercên yekitî û pêşketina ferdî û civakî ava dike û radigre. Ji vê pergalê bêpar û bêyî rêxistinên xwe yên berfireh û saxlem, her ferdek dilsoz ê Kurd di çapa xwe de hewla xwe dide, bêyî ku xwe bigihîne Kurdên dî û wek encam, ked û zehmetiyên wî nabe avakirinek xwedî tesîr û mayinde.


Lê Wikipedia fonksiyona xwe yê wek dewletî heye û wê platformê pêşkêş dike, ku Kurd ên bê dewlet, bi şertê rêxistinbûyin û rêkûpêkiyê, dikarin babet, gotûbêj û lêkolînan bikin wesîle bo derxistina rastiyên xwe, ku nuha êdî ne bi hestan, lê li ser bingehên ilmî û zanistiyê werin avakirin. Bi rêya Wikipediyayê, seferberiyek mêjûyî dê bê zehmetî derheve ortê, ku dê bibe wesîleya danûstend û qeliqandina çandî û civakî ya neteweya Kurd. Berhevkirin, merkezîkirin û organîzekirina van lêkolînan dê encamên granbuha biafrîne, bo ferd û civata Kurd, bi xwe di nav lêgerînan de ye û li benda wê ye. Piştrast û nuha ji "rastiya xwe" haydar û bi bawerî, dê mirovê Kurd bivîne ku ew azadiya ku hewqas dûr bû, nuha nêzîk e, bi du gavî.


Bi van hişyaran, nuha bangê li rêvebirên Wikipediaya Kurdî dikim, ku bi lezgînî û bêyî ku xwe giran bikin, hemû mijûlahiyên xwe yên ber destan danin aliyek û bikevin nav fikir, dîalog û lêgerînên vekirî, ka divê çi were kirin ku Wikipediaya Kurdî bibe ew pergala ku dikare daxwaz û pêdiviyên Kurdan bine cîh. Dê were dîtin ku lazim e zana û alimên Kurdan û herwisa kurdnasên dinyê, li dor Wikipediya Kurdî kom bibin û li gorî metod û armancên diyarkirî, dest bi xebatan bikin. Piştrast bin ku Format û naveroka wikipediayê bo merkezîkirin, rêkûpêkkirin û belavkirinê, girtole (harika) ye e û bizanibin ku ne lazimê rêxistinek ejderhayî wek Sovyeta berê ye ku her tiştî kontrol bike, ji ber ku mirovê Kurd ê ji derewan têr, û birçiyê rastiya xwe, dê bi xwe û bazî bazî were ser vê kaniyê, ku hesreta wî dike.

Awayê "ne siyasî" ya Wikipediayê dê tirsa ku di gelekên jêhatî de heye, dê ji ortê rake. Xebatek wisa dê gelek encamên erênî peyde bike:


1 - Wikipediaya bi formata xwe zelal, kêrhatî û serhev (compact), dê fonksiyona dewletek merkezî û yekgirtî bîne cîh, ku ew yek bo merkezîkirin, ragirtin û belavkirina berhemên afirandî, lazim e.


2 - Her çiqas ku Kurdistana Azad roniya çavê me be jî, projeya Wikipediaya Kurdî dê hem ji îmkanên ku ew azadî û dewletbûyinê pêşkêş dike, îstifade bike, lê hem jî ji pirsgirêkên civakî û siyasî azad be û girêdayê civaka medenî (sivil) ya Kurdistanê be.


3 - Ew zana, lêkolîner, xwendekar, ûwd. ên ku ta wê rojê bi awayek tenha, teng û ji hevûdu bêhay kar dikirin, di Wikipediayê de dê kom bibin, ji hevûdu îstifade bikin, babet û xebatan parve bikin, ango sîstema pisporî damezrînin (specialisation), û bedenek kollektîf û effektîf ava bikin. Her kar û her berhem ê bo armancek taybet be, di nav sîstemek berfirehtir de.


4 - Ew kesên ku îroj bêyî kontrol, rexne û encamstendin di nav mijûlahiyan de ne, nuha dê mecbûr bin ku "rastiyên xwe yên şexsî" derxin ronahiyê û binêrin ka çi dib, ew ê bibe xwedî wê îmkanê ku berhema wî derhal were rexnekirin û biryar li ser were girtin ka dê were guhertin û temamkirin, redkirin and ecibandin. Ev proseya dê bi lez bimeşe û wendakirina wext tune be, û her wisa dê alimên saxlem û jêhatî, ji yên dî cuda bibin.


Qasî ku min fahm kiriye, pirraniya nivîsan ji aliye çend kesî ve têne nivîsîn, ku ev yek bi xwe ji aqil û cîddiyetê dûr e. Ango, bi ku heta nîroj hatiyê, dê nemeşe. Her biryarên ku hun ê ji nuha pê ve bidin û her gavên ku bavêjin, gelek giring in û ji we daxwaz dikim ku hay ji wan bin ku bila rast û pak bin.


---

Ez van yekan bo we dibêjim, ji ber ku hun li wir in û bi çend gavan li hindir in. Herwisa, daxwaz û armanca min ne ew e jî ku wê çembera teng ku we li dora xwe pêçaye, zeximtir bikim û ser de vê barê giran deynim ser milên we. Nexêr, dizanim ku eger hun niyeta xwe ya derbarê vê projeyê, bi xwuşk û brayên soranîaxêv re hevpar, diyar bikin, gotûbêjên berfireh, bi beşdariya Kurdên dî yên jêhatî, tê kirin û bi projeyek zelal, mirov berê xwe dide gelê xwe, ku ew bi xwe li bendê ne. Bêşik ew gel ê xwedî li xwe derê û bo serketina vê karê destê xwe dirêj bike.


Lê, xwuşk û brayan, bawer bin ku hun çi jî bikin, ya rast û durust ê bibe. Lê, tenê bo xwe jî be, hun ya rast û durust bikin, da ku, qet nebe, sibêroj bikaribin bi serbilindî têkevin nav xelqê xwe.


Brayê we, Ev peyama bêîmze ya Delalo-s (gotûbêjbeşdarî) e.

Bersiv bo Delalo-s biguhêre

Berê ez li ser navê xwe sipas dikim ku te em rexne kirine. Em dizanin rexne ji hezkirinê tê û heger alternatîvekê pêş dike, rexne dibe rexne. Xwezî we serpêhatiya 6 heya salan jî bidaya ber çav ku kedkarên me çendîn caran li rê û çareyan geriyane.

Ez ê yeko yeko bersiva we bidim.

"..Gellek eşkere û sebebê acisiyê ye ku hun nivisên amatorî, bêserûberî û ji kaliteyê bêpar belav dikin, wekî ku tenê bo kêfa xwe û bo zêdekirina rûpelan wan nivisan amade dikin û diweşînin, ne ji evîn û eşqê, ya bo rastiyan, bo derxistina wan, bo ronîkirinê û ronîbûyinê. Eger mirov wê hewl, niyet û dilsoziyê li cem we bidîta, dê mirov heq bidana wê bersîva xweparastinê ya ku bêşik hunê bînin ziman, ku "em bangê herkesî ku werin û beşdar bibin dikin, lê kesek nayê û em mane tenha serê xwe û hewqas xebatê dikin, tu radibî wa dibêjî! Ma ev jî heq e?" ûwd. Rûpelên Wikipediaya Kurdî gelek in ku hun çawa daxwaz an pirsyara beşdarekî bi tundî bersîv didin û wan pîs dikin. Lê, yê ku çavên xwe saxlem e û hişê wî li serê wî ye û li Wikipediaya Kurdî binêre, dê bivîne ku tu xebatek û berhemên we li ortê nînin, xeynê çend nivisên sivik û xapînok û hun zarokên ku wikiyê bo xwe kar tînin wek leyistok. Belê, zarokên ku wê fehmê nakin ku Wikipedia wek ders û dibistan û mamoste ye û lazim e alim û zana naveroka wê dagrin û xwendevan ronî bikin. Mixabin ne nîşana wî fehmê, ne jî ya vê rastiyê li cem we diyar e, ku eger alim û pispor nebin, ev wikipedia tune be jî dibe. Hele hele bo me Kurdan, Wikipedia bi vê halê xwe tune be, her çêtir e - ji ber ku hun bi temsîla Kurdan li wir in û derûdor jî we wusa dibîne.."

  • Me rexnekar ti carî pîs nekirine. Ev ne rast e. Carnan hinekan xwestine vira wekî bloga xwe bikarbînin, helbest, nivîsar hwd bar kirine, dema me jê biriye, hinekan dilê xwe girtine, polemîk derketine. Em bo kariyer vê karê nakin, heger wisa ba, me yê bi navê xwe xebat bikira. Hin ji me hene ku xwedî pîşeyek in, pirtûkên wan hene û di nava întelijansiya kurdî de naskirî ne. Bi xwe ev ji ne girîng e. Me hewl daye xwe gorî zanîn û behremendiya xwe, xebatê bikin. Îcar helbet mirov nikare di her warê jiyanê de kêrbar be. Ji aliyê kalîteyê ve wîkiya me ji ya azerî, ermenî, bulgarî û gelekan çêtir e. Wîkiya azerî rasterast dijminiya gelan dike. Alimên kurdan ketine Facebookê, bi tirkî suhbetê dikin. Kê derî ji wan re girtine. Tenê min, demekê ji 46 rojnamevan, zanayan re name şand ku tevlî me bibin. Nayên. Karîyerîst ew in, ne em.


"..Nimûneyên konkret hene ku tevahiya nivîsên niviskarek dî hatiye “deynkirin”, bêyî ku çavkanî an xwediyê nivîsê were destnîşankirin, ku ev yek jî “dizîn” e (ing., “plagiarism”) û yekser li dijî prensîp û qaydeyên Wikipediayê ye. Ma we got qê der û dor vê yekê nabînin, hele hele ew xêrnexwazên ku we monîtor dikin? Vêca bi salan berdewamiya vê rewşê, ME krîmînalîze nake û wekî Şûrê Demokles li ser stûyê ME nîne? WÊ çaxê mirov çawa bikaribe mafên xwe biparêze, neqeqiyên hember xwe destnîşan bike? Bêşik mirov ê nikaribe.."

  • Meseleya dizînê jî ne rast e. Me çend gotar ji Lotikvan, pirtûkeke anatomiyê ûêd girtibûn, çavkaniya wê jî daye. Xwezî bila bikêr bana, em jî bibana diz. Gelo hûn dikarin mînakan bidin? Heger me hin jibîr kirine, em ê sererast bikin. Jixwe xebata me ev e, gotaran aktualîze dikin. Gelo ew xêrnexwazên me monîtor dikin kê ne? Nizanim ka çima ji pênûsa we ev peyvên ku bêhna hezkirinê jê nayên barîne.


"..Îroj Wikîpediaya Kurdî wek malperek adetî ye bo rêvebirên wê û bi tu awayî naşibe ansîklopediyek û qet jî naşibe malê milletek ku ji xwe hez dike, xwe diparêze û pêş ve dibe û dixwaze rojek beriya rojê, xwe azad bike.."

  • Ev rast e. Ji gelek wîkiyan baştir bin jî, dilê me jî pê qayîl nabe.


1 - Wikipediaya bi formata xwe zelal, kêrhatî û serhev (compact), dê fonksiyona dewletek merkezî û yekgirtî bîne cîh, ku ew yek bo merkezîkirin, ragirtin û belavkirina berhemên afirandî, lazim e.

  • Rast e.


2 - Her çiqas ku Kurdistana Azad roniya çavê me be jî, projeya Wikipediaya Kurdî dê hem ji îmkanên ku ew azadî û dewletbûyinê pêşkêş dike, îstifade bike, lê hem jî ji pirsgirêkên civakî û siyasî azad be û girêdayê civaka medenî (sivil) ya Kurdistanê be.

  • Kakacanan riya şêxên ereban girtine. Dilê wan bi alfabeya latînî, heya bi giştî bi bakuriyan ne germ e. Rewşa wîkiya soranî bi we eyan e. Çendîn zanîngehên wan hene. Her mamosteyan wan xwedî 2-3 jinan e. Gelo hûn ê bêjin me qet neceribandiye? Me ji wan re nenivîsiye?


3 - Ew zana, lêkolîner, xwendekar, ûwd. ên ku ta wê rojê bi awayek tenha, teng û ji hevûdu bêhay kar dikirin, di Wikipediayê de dê kom bibin, ji hevûdu îstifade bikin, babet û xebatan parve bikin, ango sîstema pisporî damezrînin (specialisation), û bedenek kollektîf û effektîf ava bikin. Her kar û her berhem ê bo armancek taybet be, di nav sîstemek berfirehtir de.

  • Me nekariya civîna xwe jî saz bikin. Niha di hewla civînê de ne. Em ê deklarasyonekê amade bikin.


4 - Ew kesên ku îroj bêyî kontrol, rexne û encamstendin di nav mijûlahiyan de ne, nuha dê mecbûr bin ku "rastiyên xwe yên şexsî" derxin ronahiyê û binêrin ka çi dib, ew ê bibe xwedî wê îmkanê ku berhema wî derhal were rexnekirin û biryar li ser were girtin ka dê were guhertin û temamkirin, redkirin and ecibandin. Ev proseya dê bi lez bimeşe û wendakirina wext tune be, û her wisa dê alimên saxlem û jêhatî, ji yên dî cuda bibin.

  • Hîç behsa aliman nekin hêja. Bi ya min alimên kurdan bi xwe bûne kelem. Wekî dêvên kaniyan dixitimînin, ne derdikevin ji kunên avan, ne jî avê didin gel.


Qasî ku min fahm kiriye, pirraniya nivîsan ji aliye çend kesî ve têne nivîsîn, ku ev yek bi xwe ji aqil û cîddiyetê dûr e. Ango, bi ku heta nîroj hatiyê, dê nemeşe. Her biryarên ku hun ê ji nuha pê ve bidin û her gavên ku bavêjin, gelek giring in û ji we daxwaz dikim ku hay ji wan bin ku bila rast û pak bin.

  • Mixabin wisa ye, kêm karberên çalak hene. Min bi xwe 5-6 hezar gotar nivîsandine. Çi bikim? Berdim herim? Gelo cenabê we çima tevlî me nabe, gotarên bi aqil û cîdiyetê hatine ristin nanivîsînin? Gelo mafê me jî nîne ku em viya bêjin?

Ez van yekan bo we dibêjim, ji ber ku hun li wir in û bi çend gavan li hindir in. Herwisa, daxwaz û armanca min ne ew e jî ku wê çembera teng ku we li dora xwe pêçaye, zeximtir bikim û ser de vê barê giran deynim ser milên we. Nexêr, dizanim ku eger hun niyeta xwe ya derbarê vê projeyê, bi xwuşk û brayên soranîaxêv re hevpar, diyar bikin, gotûbêjên berfireh, bi beşdariya Kurdên dî yên jêhatî, tê kirin û bi projeyek zelal, mirov berê xwe dide gelê xwe, ku ew bi xwe li bendê ne. Bêşik ew gel ê xwedî li xwe derê û bo serketina vê karê destê xwe dirêj bike.

  • Biraderên soranîaxêv bila hema beşa soranî geş bikin. Hejmara gotarên soranî eyan e. Ew xwedî dewlet in, baş bi kurdî dizanin, bi kurdî perwerde dîtine, zankoyên wan hene, pereyê wan hene hwd. Waye îmze berhev dikin ku alfabeya latînî qedexe be. Xwezî we carekê Başûr bidîta.


Lê, xwuşk û brayan, bawer bin ku hun çi jî bikin, ya rast û durust ê bibe. Lê, tenê bo xwe jî be, hun ya rast û durust bikin, da ku, qet nebe, sibêroj bikaribin bi serbilindî têkevin nav xelqê xwe.

  • Gelo em ji bo serê me dakeve dixebitin?

Bmx.. --Bablekan (gotûbêj) 21:01, 21 rezber 2012 (UTC)

Daxwaza 'konferanseke Wîkiya kurdî hê heye? biguhêre

Dembas hevalno. Ewldanek ji bo civîna Wîkîpediya kurdî hê heye an na? Heger heye em ji kerema xwe re Doodle'ekî çêbikin, we got çi? Silav, Ferrus


Baraste zor pirozw jwana agar btan twanyaya lagwgl zmani kurdi habwaya awa barae mn gawratrenw piroz tren kara bo taki kurd agar bekan chwnka barasti mn xom yakikm ka zorm piwest ba qamwse kwrdi haya ka mn qwtabyakm la ukrain axwenm baraste piwestm ba qamwseki (russi for kurdi )haya chwnka nazanm aw zanyaryaana chon bkamawa ba kurdi girm xwradwa barasteEv peyama bêîmze ya Safin manguri (gotûbêjbeşdarî) ye.

her biji shorashvany pinosy


ن ئارام سڵاوێکی گەرم و بێپایانتان لێدەکەم من ئەم هەنگاوە گەورەیەی ئێوە بە کەمتر نازانم لە یێکێک لە پایە گەوروکانی دەوڵەتی کوردی من هەرچەندە کەسێکی نەخوێندەوارم لە بارەی ڕێزمانی و بوارەکا نیتر بەڵام تا ئاستێکی باش توانیتم لەگەڵ دونیای تەکنەلۆژیا و خوێندن خۆم بگونجێنم بۆیە تکا دەکەم هەڵەکانی زمانەوانی ڕێنوسم قبووڵ بکەن من ئارام دەمەوێ چەند تێبینی یان پشنیار بنووسم،، ێکەم پێشنیارم ئەوەیە کە لە هەموو بوارەکان بەشەکان بکەن کوردی بۆ نمونە من ئێستاکە بەدوای pigeon wikipedia ویکیپەدیای کۆتر دا دەگەڕام نەمدۆزیەوە بە کوردی ئنگلیزیش نازانم عەربیش نازنم تەنها کوردی کەاتە ئێستا ئەگەر بمەوێ لە بارەی گیانلەبەرێک بزانم لە ویکی پێدیای کوردی نایدۆزمەوە، بەڵام دوێنێ لە وێکی پێدیای کوردی هونەرمەندێکی فارسیم بەجوانی ناسی کەواتە پێویستە خێراتر بەشەکانی تر زیاد بکەن، من دڵنیام کە حکومەتی هەرێم ئەم کارە باش و گرنگەی ئێوە وەکوو قوتابخانەکان گرنگیتان پێنادات ئەگەر جوهدی لە سنوربەدەری خۆتان نەبێت شیوەکە لەسەر ئاگر سوتێ و ئاڕیشی لێ نادەنەوە یان ئەگەر دەستگیریشتان بەکەن پێموایە زۆر لاوازە ئەگەر سەیری بەشەکانی عەرەبی بکەین دەبینی بەشەکانی أحياء.أديان،أعلام،تاريخ، تقنية،ثقافة،جغرافيا،رياضيات، طب،طيران،علوم،فلسفة،فيزياء.قانون، كيمياء.مجتمع، كل البوابات ،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،، لە گەڵ ڕیزێکی بثایانم بۆتان (Ni aram sllawêkî germ û bêpayantan lêdekem min em hengawe gewreyey êwe be kemtir nazanim le yêkêk le paye gewrukanî dewlletî kurdî min herçende kesêkî nexwêndewarm le barey rêzmanî û bwareka nîtir bellam ta astêkî baş twanîtim legell dunyay teknelojya û xwêndin xom bguncênim boye tka dekem hellekanî zmanewanî rênusm qbûll bken min aram demewê çend têbînî yan pişnyar bnûsim,, êkem pêşnyarm eweye ke le hemû bwarekan beşekan bken kurdî bo nmune min êstake bedway pigeon wikipedia wîkîpedyay kotir da degerram nemdozyewe be kurdî niglîzîş nazanim 'erbîş naznim tenha kurdî keate êsta eger bmewê le barey gyanleberêk bzanim le wîkî pêdyay kurdî naydozmewe, bellam dwênê le wêkî pêdyay kurdî hunermendêkî farsîm becwanî nasî kewate pêwîste xêratir beşekanî tir zyad bken, min dillnyam ke hkumetî herêm em kare baş û gringey êwe wekû qutabxanekan gringîtan pênadat eger cuhdî le snurbederî xotan nebêt şîweke leser agir sutê û arrîşî lê nadenewe yan eger destigîrîştan beken pêmwaye zor lawaze eger seyrî beşekanî 'erebî bkeyn debînî beşekanî rihyaء.ridyan,r'lam,tarîx, tqinye,pqafe,cixrafya,ryaçyat, gib,gîran,'lum,flisfe,fîzyaء.qanun, kîmyaء.mictim', kil albwabat.dest xuşi. Le gell rîzêkî bpayanim botan.)Ev peyama bêîmze ya Aram (gotûbêjbeşdarî) e.

dest xuşi biguhêre

silav xebatkarên zimanê rêzmana kurdî,,dest xweşiyê li we dikem daxaza serkeftinê ji bo we dixaz im pêngaveka gellek baş we ya havêtî ji bo pêşkeftin û nasandina zimanê kurdî hîvîdar im berdewam bin li ser karê xwe silav û rêz Ev peyama bêîmze ya 93.91.196.196 (gotûbêjbeşdarî) e.

ده‌ستان خۆش (destan xoş) biguhêre

ده‌ستان خۆش بۆ به‌ره‌و پێشبردنی زمانی کوردی. منیش هه‌تا له‌ تواناما بێت خزمه‌ت ده‌که‌م.(Destan xoş bo berew pêşbirdnî zmanî kurdî. Mnîş heta le twanama bêt xizmet dekem.)Ev peyama bêîmze ya Ghamgeen (gotûbêjbeşdarî) e.

سڵاو و ڕێز biguhêre

هیوای سه‌رکه‌وتن بۆ هه‌مووتان یه‌کێک له‌ وتارانه‌ که‌ له‌ ژێر ناوی زمانی ئازه‌ریدا نوسراوه‌ هه‌ڵه‌ی تیایه‌ واته‌ ئازه‌ری له‌ گه‌ڵ تورکی ئازه‌ربایجانی جیاوازه‌ به‌ سپاسه‌وه‌ Ev peyama bêîmze ya 198.105.219.106 (gotûbêjbeşdarî) e.

دروست کرا. زۆر سپاس.--ÇalakГотубеж 09:57, 1 sermawez 2012 (UTC)

ده س خوشيتان لئ ده كه ين

هەميشە سەركەوتووبن ئەو كەسانەى كەدەيانەوێت زمانى كوردى پێش بكەويت biguhêre

دەست خۆشى لەوخۆشەوسيت ئازيزانە دەكەين كە ماندووبوون دەكيێشن بۆئەوەى بايەتاكنى سايتى ويكپيديا بكەنەوە كوردى بەراسى كارێكە وشەى جوانى ناتوانێ وەسفى بكات دەستان خۆش بيێت

Derbarey zimanê (Kurd î) pitir di xwazîn

محمد biguhêre

دەست خۆشی بۆ ئەو کەسانەی کە هەڵساون بە وەرگێڕانی بابەتەکانی ویکیپێدیا بۆسەر زمانی شیرینی کوردی

bajareki serhedê ye. dema mirekiyan da kela behlul paşa( ishak paşa sarayı bı tırki) jı aliyê mir muhemmed pır bela ve çıkırına wê destpê kıri ye

شاهو biguhêre

سلاو و ريزم هه يه بو حه مو آو که سانه ي له ريگاي ورگيراني به رهه مکاني ويکيپيديا بو سه ر زماني کوردي دا تي ده کوشن

به راستي هه و لکاني ايوه له و ريگايه دا جي شانازيه بو ايمه هيوادارم روژيک دابيت به هرشتيک لي بگه رين له ويکي پيدياي کوردي دا لي بگه رينو پيويستيمان به انگليسي نبيت

له ريگاي دوره وه چاو و ماچ ئه کم.ده ست خوش سه ر به رز بن

تاران-ايران

A.Berzinci biguhêre

Xuda,bo xoy,zor khosMusulmanan u Arebekan, hemu pekewe maleki shesh paloyan le cend metreki cuwar gosheda u le berdeki reshewe pekhena.Deba emesh lere malek le wushey kurdi spi le cend sentimetrekewe pek benin bo hemu Kurd u Kurdistan.

slaw lı glı kurdı kurdıstane pır kef xash bum.

ahmad golli biguhêre

daxaza sarkaftni bowa dxazm har sarkaftibn

سلاف biguhêre

ده ستان خوش بين بو وه ركريرانى زمانى كوردى ئيمه هه مو بيتفى زمانى كوردينه جونكه هه موومان ده ويت علم وزانين بزانين وتى بكه ين به زمانى خومان جونكه زورتر تى ده كه يين وبه تايبه تى زانست وسوباس هه ر به ر ده وام بن

sarkawto bn biguhêre

hewadarm hameşa sarkawto bn la karakantan u babate zörtr balaw bkanawa

Sero dastan xosh bet swpai hrkw manw bwntan akam

dast xoshh har sarkafti bin

Ayaz Berwari biguhêre

Nasrao B Ayaz114 L Bajere Zaxo Jdaik Buya As sarblendem B bajare xo

her bijî biguhêre

em zor şanazî dikîn ko dikarîn bi zimanê kûrdî zaniyarî werbigrîn.min heta niha bi zimanê farsî zaniyarî werdigirtin belê noke dikarim kû bi zimanê daiykî zaniyarî werbigrim.bê şik ew xebata we dê tesîreke zor li ser fêrbûna zimanê kûrdî hebît.sipas ji we re.

Kerem bikin hûn jî tevlî bibin. Her kes dikare alîkariya zimanê kurdî bike.—Gomadapeyam 14:27, 28 avrêl 2013 (UTC)

Helbesta Zarokan biguhêre

Helbesta Zarokan

Zarokên we ne zarokên we ne,

Ew şopgerê riya xwe,

û keç û kurên Jiyanê ne.

Bi riya we hatin belê ne ji we hatin

Û her çiqes bi we re bin jî ne yê wenin.

Ne fikr û ramanê xwe,

tenê hûn karin hes kirina xwe bidin wan

Lewre fikr û ramanê wan jî heye.

Dibe ku hûn bejn û bala wan bi dest xwe bigrin,

Belê qet hûn nikarin xwe bigînin giyana wan.

Lewre giyana wan di pêşerojê deye,

Hûn di xeyalên xwe de jî nikarin wê rojê bibînin.

Hûn karin bixebitin ji bo xwe bikin wek wan, belê tucarî

Wan bi zorê nekin xwe.

Lewre jiyan bi paş de venagere, tu danûstendina wê bi paşerojê ve tune ye

Hûn kevanin, zarokên we jî tîrên ku ji we pirr pêş vetir ve hati ye avêtin.

Tîrendaz, armanca riya bê dawî dibîne

Û ew bi wê hêza xweyî mezin tîrê jî kevanê davêji dur.

Bi şanazî li hember tîrendaz bejna xwe bitewînin

Lewre tîrendaz, bi qasî ku ji tîra bi durketî hes dike

Ewqesî bi serbilindayî ji kevana mayî jî hes dike.


Xelîl Cibran


Werger: Hemed Elî QOSERÎ

Ji bo perwerdehîyek bi kêrhatî 50 pêşniyarî biguhêre

Ji bo perwerdehîyek bi kêrhatî 50 pêşniyarî

Pitikek bêhilbijartin bidin mi, nijad, reng, jêhat bûn, huner, kêrhatî bûn, mêl, jîrek bûn û hwd. Çi dibe bila bibe, ezê ji wî/ê çi dixwazim çê bikim: Parêzer, noşdar (doktor), bazirgan, heta dizek an jî mêrkujek. John Broadus Watson Destpêk

          George Power dibêje:’’Ferqa perwerdehî yê bi alîkarîya malbatê çêdibe’’. Belê bi rastî jî di gellek nivîsar, gotar û hevpeyvînê pîspora de jî qala giringînya rola dêûbav tê kirin. Ji ber wilo min xwest ku pêşniyarên pîsporên perwerdehî yê zarokan Dr. Stephen  Marianne Garber û Robyn Freedman Spizman ji bo ku bi kêrî dêûbavê ku zarokên perwerde dike bibe wergerand. Hêvîdarim ku malbat jê sûdê wergirin. 

Pêşniyarî

1.Bi zarokên xwe re biaxifin: Zarok di 6 salê xweyî ewil de, ji temenê mayî zêdir tişta fêr dibe. Bi pitikê xwe re derhêqê tiştê we kiriyî biaxifin (we çikir, hûn çûn ku, we çi dît, we çawa çêkir, we çawa xera kir..) her çiqes li hember axaftina we pitik dengên bêwate derxe jî, dîsa jî hewcedarîya pitika li guhdarî kirina peyv û hevoka heye.

2. Ji bo wêrîn û dest hilanîna wa, pirsê wan bibersivînin: Lêkolîn û pirs ji meraqa fêr bûnê tê, ev jî ji bo motîve bûna zarokan pirr girînge û rê li ber geş bûna hiş vedike. Ji bo ku hûn bala bikşîni ser tişta pirsê wan bibersivînin û ji bo ku pirsa bibirse alîkaryê bidin wan.

3. Peyvên gihiştîyan bi karbînin: Radeya wespa axaftina nexin û peyvên xwe ji resenîyê dur nexin. Ji % 50 peyvên xwe bikarbînin. Peyvên nû di nav bûyer û çîroka de bi karbînin û dure mêze bikin bê zarokên we wê peyvê çawa bikartîne û çawa fêm kiriye, lê guhdarî bikin

4. Di dema dibistanê de bila razana zarokan bi pergal be:  Xwew, razan ji bo jîndarîya zarokan hewcedarîyek girînge. Ji bo ku hûn biryara razana zarokan bidin, hûn karin mêze bikin ka gelo piştî razana çen seeta, zarok bi kêfxweşî û bi serxweve tê, dure li gora wê hûn karin seeta xwewê mîheng bikin. 

5. Bila seeta xwewê eşkere be: Ji bo ku zarok ji çalakîyê sûd bigrin, divê seeta xwewê diyar be. Berî razanê hinek wexdê xwe bi xwendinê û hinek wexdê xwe jî li ser bûyerên rojana bi dêûbavê xwe re biaxife. Bi vî awayî him wê ji xwendinê hes bikin û him jî riya danûstendinê nagre û zarok hîn hêsantir guhdarî dike.

6. Bi sazûman û biplanê tevbigerin: Rojên taybet, projeyên zarokan û azmûnê wan di salnameyê de nîşan bikin. Zarok bila erka ku dikeve ser milê wan bizanibe û ji bo ku erka xwe bicîh bîne alîkarya wan bikin, ku piştî kar û barê xelas kir wan pîroz bikin û carna jî diyarî ya bidin wan.

7.Qala plana xwe bikin û Fikr û ramanê xwe bi zarokan re parve bikin: Di civîna malbatê de an jî gava ku malbat giş civîyan serhev bêyî ku hûn zarokan aciz bikin qala plan û projeyên xwe bikin û bide zanîn ku mirov bi plan tevbigere kar hîn hêsantir û zûtir xelas dibe. Ne tenê wane wekîn din jî bi zarokên xwe re eleqedar bin.

8. Di wexdê xwendina pirtukan de seeta xwendinê qeyd bikin: Bi hawayekîqêrqaş grafîkekê xêz bikin û pirtukê ku zarok jê hes dikin bistînin, dure bila ji xwe re armancekê çêbike wê rojê çend pirtuka bixwîne û hûn jî alîkarya wî/ê bikin bê wê çawa grafîkê dije bike. Bi vî şiklî wê zarok bibîne bê çawa her roj rupelê xwendinê zêde dibe û hûn jî ku pesnê wî/ê bidin, hûnê jî ferq bikin bê ruyê wan çiqesî xweş û geş dibe.

9. Alîkarya pirsgirêkê wan bikin û biwan re eleqedar bin: Gerdi dibistanê de hin pirsgirêk bi berdewamî dubare bibe, bi mamosteyê zarokan re biaxifin û ji bo ku pirsgirêk çareser bibe plana çêbikin. Ku dîsa jî pirsgirêk çareser nebû wê demê dibe ku pirsgirêkê mîna fêrbûna renc û dijwar bi wan re hebe, ji bo kum ezin nebe biçin cem pîsporekî.

10. Rê û rêbazên guhdarî kirinê pêş wan kin: Gava ku bi zarokên we re di dema azmûnê de paxav û qurf (Panic) bi wan re çêdibe. Wê çaxê teknîkê rehet kirinê, westa xwe girtin fêrî wan bikin. Pêşî ji zikê xwe hêdî û rehet hilmê bikşînin. Dure dema ku we hilma xwe berda bi pisepis bêjin W-E-S-T-A X-W-E B-İ-G-R-E. Gava ku vekêşandinî û şik û guman bi zarokên we re çêbû, vê teknîkê bi karbînin. Hûn jî karin bikarbînin.

11. Di azmûnê de rêçika bi xwe bawer bûnê biceribînin: Hin zarok ji bo amedekarîya azmûnekê pirr dixebitin û dîsa jî bi xiroşin û bi tirsin. Ku zarokên we jî dikevin vê beşê, wê demê berî azmûnê bikin ku dubare kirinê xweşik bike û planek ku karibe bi encam bike ji wan re çê bikin. Ji bo bawerîya xwe bihêz bike, bila testê nêzî azmûnê bikarbîne.

12. Awa û teherê”Xwendin, Vegotin, Pirs, Lêkolîn û dubare kirinê’’ Fêr bibe û wê bikarbîne:Berî ku zarok dest bi xebata dersê bike, dixwaze fêr bûn hejmarkî an jî devkî yan jî tişkî din we, divê derheqê wê mijarê de bi gelemperî lêkolîn bike û agahîya bi dest bixe û dure li ser mijarê pirsa ji xwe bike û bersîvê wan pirsa bixwîne û paşê bi xweb xwe vegotina mijarê bike û dawîyê jî dubare bike.

13.Wan hînî xeyal kirina nivîsê bikin: Ji bo ku zarok di rastnivîsê de jîrek bibin, bikin ku tîp, teşe, dengên peyvê û bi nivîsa di hişê xwe xeyal bike. Pêşî bila çavên xwe bigre û dure peyvê bila xeyal bike û paşê binivîse û dawî jî bi rastî wê bide berhevdu. Kesên ku çewtîya di nivîsê nakin, dema ku dinvîsin tenê li deng guhdarînakin li çawa nivîsandina wê jî mêzedike. Lewre nivîsandina peyvê û xeyal kirina wê wekheve.

14. Bikin ku zarok bi xweb xwe, xwe fêrî peyvên erênî bike: Zarokên weyî ku di fikr û ramanê wan de bixiroşî tevdigerin, ji bo ku xwe ji bandora van tişta rizgar bike wan fêrî ku karibin bi xweb xwe axaftina erênî bikin. Mînak;’’Ku ez bixiroşî tevbigerim, dibe ku ez bersîvê bibîrneynim. Ez karim vî karî bikim. Ez li ser vê mijarê xebitî bûm.’’ Bi vî awayî zarok rê li ber tirsê digrin û mijara ku li ser xebitiye bibîrtîne.

15. Şibandin û tiştê ku bibîranîna wan hêsan dike bikarbînin:Mîna bi peyvasaz kirina hevoka an jî lîstikên bibîranînê. Wek ku zarok dixwaze lîstekê jiber bike, bi serê peyvan çêkirina hevokên bêwate.

16.Bikin ku zarok zane bûna xwe sehêt (kontrol) bike: Çewtîyê ku Ji ber dêhn û baldarîya kêm derketinin, ji ku zarok wan ji holê rakin divê em kontrol kirinê fêrî wan bikin. Mîna çewtîyên rast nivîsandinê, ji bîrkirina tîpa û hwd. Bikin ku ew çewtîyên xwe sererast bike û li bin wê jî navê xwe binivîse û îmze bike.

17. Tiştê rast nîşan bikin: Bikin ku zarok bi tiştê kirinin û tiştê dikin fêz bistînin. Kar û barê wanî bikêrhatî nîşan bikin. Her dem zarokên ku karên wan têrî wan neke û karên xwe biçûk bibînin, tim bêaram dibin. Ji wan zarokan re bêjin ku di her mirovî de kêm an zêde kêmasî heye, a rast kêf û xweşya mirova ye.

18.Giringîyê bidin erka zarokan: Di destpêka dibistanê de bi mamosteyê zarokan re biaxifin. Rojên erk û testa kengîye fêr bibin, heta hûn karin lênûskek biçûk bidin mamoste ku çi erk dabe zarokan têde binivîse. Yê wiha nikare bêje;’’erka mi tune’’ yan jî’’min ji bîrkir ku erka xwe bicîbînim’’. Zarokê dixebitin û erka xwe bicîhtînin hûn karin destura lîstik û temaşe kirina TV ê bidin wan.

19 Qedr û qîmet bidin tiştê baş, tiştê xweş û erênî derxînin pêş: Gava ku we girîngî da sehet kirina zarokan, pêşî rastîya wan tiştê baş nîşan bikin. Mînak:’’10 pirs û 10 bersîvê rast!’’ Dure ji wan bixwazin ku pirs û bersîvê xwe di berçava derbas bikin. Bi vî awayî zarok hîn bêtir wê bi baldarî tevbigerin û feraset, têgih û fêhma wan wê geş bibe.

20. Bi mamosteyê zarokan re biaxifin: Ji bo erka zarokan û ji bo tiştê ku li dibistanê fêr bûyî dubare bike, zarokan netirsînin. Ku zarokên we li ser erka dibistanê bi seeta bisekine û di çêkirina wê de zoryê dikşîne wê demê bi mamosteyê wan re biaxifin. Lewre; Di vir de zarok ku tengasî û diltengî yê debe, ev dibe sedema dur ketina ji dibistanê û xwe ji fêr bûn ji wan re dibe ezab.


21.Temaşe kirina televîzyonê kêm bikin: Wêheftê çend seeta li televîzyonê temaşe bikin û wê li kîjan bernameya temaşe bikin bila plana wê eşkere be.

22.Bi malbatî plana bi dur ketina televîzyonê amade bikin: Mînak hûn karin salê heftakê li televîzyonê temaşe nekin û li şûna wê hûn karin hin kar û barê bi kêftir û xweştir bikin. Bi vî awayî bikin ku zarok tiştê nû fêr bibe.

23. Bi zarokên xwe re li televîzyonê temaşe bikin: Derheqê bernameya de agahî bidin zarokên xwe û alîkarîya zarokan bikin ku karibe zarok rastî yê û tiştê xeyal ji hev cuda bikin. Li ser reklama gengaşî bikin ku zarok bi zane bû bistîne.

24. Bihevre bixwînin: Bila ji bo hemû malbatê seeta xwendinê hebe, Zarok hewcedarîyê bi dîtina xwendina dê û bav dibîne. Lewre; Ji bînekin ku ’’Tiştê tê kirin ji ê tê gotin bi bêtir bandore’’. Xwendin wê birka peyvên zarokan dije bike û kêfê ji axaftinê bistînin.

25. Bi lîstikên kêrhatî bilîzin: Di wexdên xweyî vala de ji bo ku fikr û ramanê zarokan geş bibe, di hişê xwe de lîstika amade bikin, Twenty Quetions (Bîst Pirs), Categories (Pol) û I Spy (sîxurî) ev jî wan fêrî jîrek bûna qategorîyê (polandin) û kargerî dike. Biçukanî dest bi karanîna hacet û alava bikin û bikin ku der û dora xwe nas bike.

26. Armancên nêzî aqil nîşan bidin: Ji bo zarokekî di demek nêz de ji radeya C yê têkeve A yê tişkî pirr zore. Bikin ku zarokên we her şev bixebite û her hewl dan û koşîna wan pîroz bikin. Hûnê geş bûnê bi çavê serê xwe bibînin.

27. Pirsên zarokan bibersivînin: Fêr bûn, di seet 3 yade bidawî nabe. Pirsên wan ji bo fêr bûnê bikin bingeh. Ger hûn pirsên nikarin bibersivînin wê demê hûn karin serdana çavkanîyê mîna pirtuka bikin. Plana seyranê bikin, berî wê hebkî erka dibistanê bicîbînin. Ji bo cîh û warê dîrokî lîsteyekê amade bikin, sedema an jî giringîya dîtina wan dera vebêjin.

28. Matematîkê di jiyana rojene di bi kar bînin: Zarok di derheqê jiyana rojene bi agahdarin û hay ji hevokên wê jî henin, ji ber wilo di dan û stendinê de alavên rastîn bikarbînin. Oda xweyî rûniştinê bipîvin. Bi eynî lez bûnê ku em bimeşin, gelo mê di çend çirka (sanîye) bigê oda pîrê. Ku em matematîkê di jiyana rojane de bikarbînin, wê zarok hêsantir rêgez, sedem û encama pirsgirêka fêm bike.

29. Guhdarekî qenc bin: Bikin ku zarokên we her roj bidengê berz ji we re hinek rupelên pirtukekê bixwîne. Tenê ne ji bo ku hûn çewtîyên wan bibînin, pêwendîyê di navbera têgihîştin, fêrisîn û fêhm kirinê û li ser şexsîyetê bûyerê û gelo wê çawa bibe, wê çibikin û hwd. Jî biaxifin. Û bikin ku zarok vê çîrokê an jî bûyerê bi ê berê ve bide berhevdû û encamekê jê derxe.

30.Zû bi dest xwendinê bikin: Bi pirtukê ku di hûndirê wan de peyv û têgi tuneyî destpê bikin û dure derbasî pirtukên bi wêne û bi nivîsar (tekst) bin. Ji bo perwerdehîyê gava herî girîng fêr bûna xwendinê pirtukê ye.

31. Çi dibe li dinyayê bila hayê wan jî jê hebe: Çi li dinyayê diqewime ji wan re rave bikin û fikr û ramanê wan jî bistînin. Belê bila bûyer û rave kirin li gora temenê zarokan be.

32. Pirtuka bi wan re bidin hes kirin: Di seyranê xwe de û di pîrozbahîyê xwe de pirtukan bikarbînin û diyar bikin. Pirtukek hêja an jî bi yeka bi navûdeng diyarî koleksîyona zarokan bikin. Karîkator, kovar û rojnameya jî jibîrnekin. Ger tiştê jê kêfê distîne bibîne wê hîn bêtir ji xwendinê hes bikin.

33.Pirtukên cuda û ê ku ji pirtukên din re dibe çavkanî (referans) bistînin: Ji bo lêkolînê ferheng, nexşe, ansîklopedî û alavên perwerdehîyê bistînin ku zarok karibin bi hêsanî xwe bigîhêjin çavkanîya. Û wan fêrî bikaranîna wan tişta bikin.

34.Her dem biçin Pirtukxane ya: Bila qerta pirtukxaneya bi zarokan re hebe û bila endam be. Serlêdanê qertê bi xwe qonaxek hêja ye. Bi karanîna pirtuka û rêzik, distûr û rist lêkolînê ji wan re rave bikin. Birêkûpêk biçin pirtukxanê û bila zarokên pirtukê pirtukxaneyê deynin cîkî taybet k udi wexdê wê de bibe pirtukxaneyê.

35 Hacetê (malzemê) nivîsandinê bistînin: Zarok berî ku hunere xweyî nivîsan bipêşve bibin, girtina pênûsê û çêkirina hin xêzkên hêsan çêdike. Her dem bila jêbirek, pênûsên rengo rengo, û alavên nivîsandinê amade bin. Bikin zarok hin çîrokên kin an jî pîrozbahî ya binivîsîne.

36.Ji dibistana wan agahdar bin: Gava ku hewcedarîya zarokan bi we çêbû, alîkarîya erka dibistanê bikin. Bikin ji xwe re xû, her roj bibirsin ka dibistane çawa ye, te îro çikir, çawa diçe. Ji zarokan bipirsin: Îro tiştê ji bo te herî baş çiye û a herî nebaş çiye? Zarok ku ferq bike hûn birastî bi wan re eleqedar dibe, wê demê tiştê xwe wê bi were parve bike.

37. Bihêlin ku zarok jîrek bûna xweyî rastîn bikarbîne: Derfeta bidin zarokan ku karibin serkeftina xweyî dibistanê û hunere xweyî veşartî derxîne holê û pêşve bibin. Heya ku hunere xwe kifş bikin, ji wan re riya wêne, musîkê, reks, sport û hwd. vekin. Lîsteya kêfxweşî û hunerê amede bikin ku zarok karibe xwe têde bibîne.

38. Bideng û bipevre bixwînin: Zarokên we piştî bi dest xwendinê kir pêve, xwendina pirtuka berdewam bikin. Cîh bidin helbest û klasîkê kevin û wan bi zarokan bidin xwendin kirin. Ew pirtukana dure ji bo zarokan dibe pirtukên herî girîng û dubare tê xwendin.

39.Di karên dibistanê de alîkar ya wan bikin: Alîkarîyê bidin bizavîyên û çalakîyên ku li dibistanê tê çê kirin. Di rewşên taybet de bi rîya telefonê alîkarya dibistanê bikin. Gava zarok dê û bavê xwe li dibistanê dibînin kêfxweş dibin. Wekî din jî hewcedarîya dibistanê bi alîkarya we heye.

40.Biçin dibistanê û bi mamosteya re biaxifin: Ne hewceyî ku hûn li bende pirsgirêkekê bin, biçin dibistanê û bi mamosteyê zarokan re biaxifin. Di roja ewil de destbi axaftinê bikin û berdewam bikin. Pîroz kirina mamoste û dibistanê pirr girînge, spasîyek biçûk rê li ber gellek pêş ketina vedike. Hewcedarîya mamoste ya jî ji bertekên erênî heye.

41.Axaftinê berfireh bikin: Gava ku zarokên destbi axaftinê kir, ne bi serhejandinê an jî bipeyvekê bersîva bidin. Bersîvê wilo bidin ku hebana wanî peyva û fikr û fahma wan bi pêş keve. Dure bikin ku zarokên we hevokên dirêj saz bike û fikr û ramanê biberfirehî vebêje.

42.Kirdarîyê (pratîk) ’’Çak’’ bi zarokan bidin kirin: Bila armanca we ne bêkêmasî be, kirdarî be. Di dan û stendinê kesên gihîştî de û lîstika de çalak bûn. Encam baş an nebaş, negirînge.

43.Her roj bi matematîkê ve mijûl bibin: Bi zarokan kevçî ya, çetela, xwarnê mîna kilor, kulîçe ye bidin hejmertin, bikin ku alavên we bipîvin û hwd. Girîngî ya matematîğê bi zarokan bidin seh kirin.

44.Xanxanika peyçûna dibistanê bigrin: Her sal xanxanika xebate zarokên çê bikin.Bi vî awayî him rastîyê wan û him jî çewtîyê wan ferq bikin. Ger pisgirêkek perwerdehî hebe jî dibe di vê xanxanikê de xuya bibe û ji bo xwe nasîna zarokan dibe alîkar.

45. Xebatên zarokan ê dibistanê veşêrin: Xebatên zarokan û erka dibistanê veşêrin. Ev jî dema ku zarok ne li dibistanê be jî wê ji wan re bibe alîkar û xwe di ser bicîhanîna erka xwe de navêjin. Ev jî rê li ber bipergal bûnê vedike û girîngîya xebatê bi wan re dide pejirandin.

46.Plana erka dibistanê (malê) çêbikin: Ji bo zarok erka xwe bicîh bînin xeterîya ji pêşya wan hilînin û riya wan ronî bikin. Wextê bi pergal mîhenk bikin ku zarok di wexdê xwe de û rast erka xwe bicîbînin. Her ku bicîhanî pesnê wan bidin.

47.Wan hînî fêrbûnê serfirazîyê bikin: Zarokan fêr bikin ku dema yek diaxife, di wê axaftinê de zarok bala xwe bidin axaftinê, gelo sedema vê axaftinê û van pirsa çibû. Gava ku axaftin bi dawî bû jî karibe wê axaftinê di berçava re derbas bike û armanca gotarvan fêhm bike.

48. Rê li ber ji bîr kirina tişta bigrin: Dîzaykê bidin oda zarokan ku pirtukên xwe, çentê xwe û alavê ku hewcedarîya wan pê heye ji bîr neke. Û tiştê wan bînin bîra wan ku fêrî bibîranînê bibin.

49.Kargerî çawa têşopandin: Fêr bûna şopandina kargerîyê çawa çê dibe? Ji bo serkeftina mal û dibistanê pirr girînge. Ji bo alîkarîya serkeftinê awa û teher pêwîste, berî ku hûn destpê bikin dubare bikin.

50. Fêr bûna Gelale (model):Zarok bi dîtina kirina kar û barê dêûbavê xwe fêr dibin. Ji ber wilo hûn bixwe carna beşdarî polê bibin perwerdehîyê bikin û bixwînin. Zarok bila we di kirina kar û bar de bibînin.

Gotina Talî

     Hemû dê û bav dixwazin ku zarokê wan zarokekî herî baş be û perwerdehîyek bikêrhatî bibîne. Gava ku peyv tê peyvê dê û bav tişkî dibinê beroşê de nahêlin û dibêjin: ’’Emê porê xwe di ber wan de sipî bikin an jî Ma em ji bo kê dixebitin.’’ Belê mixabin gava ku dor tê ser bi cîh anîna erk û berpirsyarî yê wê demê serî li hezar mahna didin û ji bo erka xwe bi cî neynin serê xwe li bin guhê kevra dixin. Belê tu carî ji bîr nekin demê ku zarok li we guhdarî bikin pirr kine, dure hûn bixwazin jî nema li we guhdarî dike. 
 Ji qala Prof. Dr. Pasi Sahlberg (Finnish Lessons (waneyên dawî), 2011) perwerdehî tenê ne xwendin û nivîsandine hunere, musîke, şano ye, sporte, danûstendina civakî ye, ji hêla derûnî-civakî-bejnê de xweşî û başî ye, têkilî ye û hwd. 

Zarok ne firaxeke ku hûn wan dagirin, ew tifikên (hêtûn) ji bo germ kirinê ne. Blythe Danner



Hemed Elî QOSERÎ

hqoseri@yahoo.com

Derewên zarok û ciwanan biguhêre

Derewên zarok û ciwanan

Ez ji guhdarîkirina derewan hez dikim. Lewre; ew qala daxwazên nebûyî dikin. Leo Tolstoy Destpêk


Li gora ekola tevgerê:’’Derewkarî ne bi çêbûna mirova heye, bi fêrbûnê çêdibe’’. Zarokek heya hebkî di nav sala de temenê xwe derbasneke derewa nake. Ji bo ku Zarok karibin derewa bikin divê fikr û ramenê mirove din nasbike, bi awakî din ger dinav tevger û axaftina mirovê ku bi zarok re eleqedar dibe derew û derewkarî hebe zarok jî li gora wê fêrî wan tişta dibe. Ango zarokê ku derewa dike tuneyî, tenê ji der û dora xwe fêr dibe.

Pirî caran dêûbav, tu dibê qey ne wan derew û derewkarî pêşî zarokê xwe kiriyî, di ser de jî zarokên xwe bi derewkarî yê tawanbar dike. Zarok serê sedê ji dêûbavê xwe û ji der û dora malbata xwe fêrî tişta dibe, ev fêrbûn di jiyana zarok de fêrbûna yekemîne û bandora wê li ser hemû jiyana wan heye, lewre ev destpêka jiyanê ye.

Derew bi zêdeyî dinav malbatê ku çap, çewsî, zordestî, pestandin, raye û desthilatî heye de derdikeve. Ger tevgerê dêûbav de nakokî hebe ev jî dibe sedema berdewamîya derewa ji ber wilo tevgerê malbatê pirr girîngi.


Di kîjan rewşê de derew derdikeve:

· Pê re xeyidîn

· Ceza kirin, tawanbarî

· Tirs û xof

· Her dem rexne kirin

· Derdest kirin

· Çewsandin

· Lêdan û êrişkarî




           Gellek caran dêûbav ji bo ku rehetya xwe xera nekin serî li derewa didin, ev bawerîya zarokan kêm dike û demek şûnde ew jî, ji bo kêfa xwe xeraneke destbi derewa dike. Bav ji bo ku ji deyndarê xwe xelas bibe ji zarokê xwe re dibêjin bêje:’’Bavê min ne li male’’. Ev ji bo bav her çiqese jêhat bûn be, ji bo zarok jî vebûna deryê derewa ye. 


       Ku wê çaxa bê hesabê me em derewa bikin û neyê hesabê me  jî, em bêjin:’’derew guneh’’, filan û pêvan… Wê çaxê di çavê zarokan de tu qîmeta gotinê me namîne. 


Di van rewşa de rîska derewa zêdeyî:


· Ger dêûbav tiştê ku zarok nikare bike jê bixwaze.

· Xwestek û daxwazên ne li gorî temenê zarokan.

· Bê eleqedarî an jî hezkirina kêm.

· Helwesta çewt (Lawê/qîza me fedyoke, tirsoneke…)




        Zarokên di navbera salên 0 û 6,7 de pirr ji xeyala hes dikin û tiştê kul i der û dora dîti ye an jî bihîstiye, dibe ku wek wan tişta na wek wê/î kiri ye bibêji ev normale, mînak: Her çiqesî neçe dibistanê jî, kul i der û dora wê/î kesê (n) biçe hebe û ji wan hin tişt derheqê dibistanê bihîsti be an jî fêr bibe, kari wan tişta wek ku wê/î kiri be tevbigere û bêje, lewre; zarok me teqlîd dikin û me ji xwe re mînak digrin. 


Em çawa bikin?


       Di serê sedê de bê tawanbarî û bêyî ku wan rexne bikin û şîreta li wan bikin, li sedemên derewê wan mêze bikin. Çima, çire, ji bo çi?... 
       Em karin bi vî awayî derewa binirxînin: 

Derewek çawa ?

· Gelo tişkî xeyalîye an jî çîrokeke.

· Gelo ji bo xeletî an çewtîya kiriye

· Gelo ji tirsa me ye.

· Gelo ji bo aciz neke an jî ji bo ku kêfa me bîne.

· Gelo ji bo ku alî hin kesa bike

· Gelo ji bo xwe baş bike….


Yan jî


· Gelo bi qastî û bi zane bûn dike

· Gelo ji bo şaşî ya xwe veşêre dike

· Gelo ji bo gunehkarî ya xwe ji holê rake



Ger derewê zarokên we têkeve beşa yekê wê çaxê tişkî hûn jê bitirsin tuneye, belê ku derewê zarokê we têkeve beşa duyemîn hûn karin van pêşniyarîyên li jêr bi karbînin:

· Gava yekemî ji xwe destpêbikin û xwe kontrol bikin, Lewra zarok di dêûbavê xwe çi bibîne wê dubare dike.

· Bihêlin ku zarok zerara derewa xwe bi çavê xwe bibîni an jî wan bi derewa wan bi rû rû bihêlin belê derewan li rûyê wan nexin.

· Derfetê bidin zaroka ku karibe li xwe mukir bê.

· Carna hinek çewtîyê zarokên xwe xweş bibînin.

· Hûn karin lîstekek derewa amade bikin û bi zarokên xwe re parve bikin û her ku zarokê we derewek kir, hûn karin di lîstê de pêşê bikin û zarara wê ji zaroka re rave bikin.

· Ger zarokên we ji nezanî derew kir be, wê çaxê bêtawanbarî a rast ji wan re bêjin.

· Ger ji xwe an jî hevalê biparêze derew kiribe, hûn karin bi danûstendinek xweş qala nebaşî yê derewa bikin.

· Hûn karin qala serpêhatîyê xwe ji wan re bikin.

· Hûn karin bi mînak dayîna bêjin ku çawa di encamê derew derdikevin holê mirova bi çi awayî dixe ber fedyê.

· Mîna dedektîfa li rastîyê negerin

· Ger zarok derewa xwe sererast bike, wan ji bo vê tevgera wan pîroz bikin (belê pîroz kirinê mezin nekin).

· Navê zarokê xwe bi rastgoyî dernexin, bi zanibin her kes çewtî ya dike, a rast ne berdewamî ya wê ye.

· Tucarî bi êrişkarî û bi lêdanê zaroka ceze nekin.



       Ger li dû van hemû tişta derew dîsa bidomîne wê demê biçin cem pîsporekî, dibe ku hin pirsgirêkên wanî norolojîk an jî derûnî hebe. 





Di balix (xort, xama, ciwan) bûnê de derew


Kesên ciwan dixwazin bi serê xwe tevbigerin û naxwazin ku kar û barên bêrexne kirin, ji ber wilo gellek tiştê xwe vedişêrin an jî bidizî dikin. Pirsên dêûbavê xwe di seri dibersivînin û derheqê naveroka wê agahîyê nadin. Ev tiştana ne ji ber ku pirsgirêk heye dike, bela ku kesayetîya xwe ava dike û hebûna xwe rayî derûdora bide dike, divê dêûbav destûrê bidin vê tevgerê û wan bi derewkarîyê an jî bi tişkî din tawanbar neke yana wê ciwan hîn bêtir ji we durkeve. Divê mirov zêde nede serpişta wan.


Bila deryê we ji wan re vekirî be, wan serbest bihêlin ku bixwaze pirsgirêkên xwe bi were parve bike lê guhdarîbikin, ku nexwazi jî ew zane. Lewre li gora wan ew jî bûnin kesayetek û hewcedarîya wan bi dêûbavê wan nemaye. Ji ber wilo hin bersîvê wanî çewto mewto jî normal bibînin.


Çewisandin, lêdan, êrişkarî, astengî, şidandin û tevgerê bi vî şiklî pirsgirêkê çareser nake berovajî wê hîn bêtir tevlihev dike.

Carna ciwan ji bo ku kêmasîya xwe veşêre jî dibe ku serî li derewaxe, ku li dibistanê ne jêhatî be an jî kare kî bi serkeftî neke li gora hin sedema rêz bike. Di vir de ciwan dixwaze pesnê wî/ê jî bêkirin.


Carna jî derew ji bo ku xwe ji hin pirsgirêka rizgar bike tê kirin. Di vir de hûn çiqesî bidin serpişta wan ewê ji di wê radeyê serî li derewa bide.




Derew demek şûnde rê li ber derewê din vedike û ev jî her ku rastîya wan derdikeve holê bawerî bi xwe û bawerî ya derûdora ciwan dişkîne. Têkilîya bi hevala re û a bi dêûbav re xera dike û gumanê di serê heval û hogirê xwe de çêdike.



Hin Pêşniyarî:


· Pêşî rewşa ciwan li berçava re derbas bikin û sedemên derew bûnê derxînin holê, dure ger pirsgirêkek hebe wê çareser bikin.

· Raste rast wan bi derewkarî yê sûçdar nekin.

· Hin derewê wan ji nedîtvî bibînin an jî xweş bibînin, raste rast çewtîyê wan li ser çavê wan nexin, bihêlin ku ew derewa xwe ferq bike.

· Bawerî ya wan ji xwe neşkînin û kul û derdê wan guhdarî bikin, belê ne birexne kirin bi fêm kirin û bi danûstendin.

· Bizanibin ku dema ciwan serî li derewa da, tiştek nelirê an jî pirsgirêk heye.

· Ne li derewê binerin, ji bo çi, çire? Yê wê mêzekin.

· Şîretê li ser derewa tu fêdê nade we, lewre ciwan jî zane ku derewa dike.




      Pirî caran ciwan ji ber hin pirsgirêkên ku nikari çareser bike serî li derewa dide, dibê ku em zanibin ciwan hîn nû jiyanê nas dikin û ceribandina wan tune ye, loma çewtîyê normale û heqê wanî çewtî yê heye. Ku dêûbav li bêqisûrîyê bigere wê demê wê li ciwanek biqisûr rast bên. Dêûbav divê zêdeyî li sedemên derewa binerin û wan çareser bike û tucarî neyê jibîr kirin mafê ciwana heye ku çewtîya bike. 


Gtina Talî


Zarok ji ber du tişta derewa dike:

1. Ji ber helwesta dêûbavê xwe

2. Ji ber hin tişta xema dixwe û neçar maye.

Ji ber vî awayî divê ku em pêşî ji xwe destpêbikin û em ji xwe bipirsin: Gelo sedema van derewa ezim an jî emin? Paşê li zaroka mêzebikin bê tu kul û derdê wan heye an na, ger hebe em wan pirsgirêka çareser bikin. Piştî van tişta ger dîsa jî derew berdewam bike wê demê em di derheqê derewa biaxifin û li ser wê gengaşîyê bikin. Ku dîsa jî çareserî çêne be, wê çaxê pirsgirêk dikeve beşa nexweşîyê.


Ciwan dixwazin serbest bijîn û tevgerê wan nebe mijara gengaşîyê, ji ber wilo dema ku ciwan bên şopandin û di her çewtî yê de gengaşî derkeve serî li derewa didin û kar û barê xwe bi dizî dikin. Hetta derewê ciwana nebe sedemên tiştê mezin û ku ne her dem be ji nedîtvî bibînin, wê hîn çêtir be. Bi awayekî din bihêlin ku ciwan bi xwe çewtîyê xwe bibîne.


Mirov ji kesên ku wan mecbûrî derewa dike hes nake.

                                                                       Victor Hugo 


Hemed Elî QOSERÎ

hqoseri@yahoo.com

Bengîtiya Trawmatîk (traumatic bonding, bengîtiya biêş, bengîtiya bibirîn) biguhêre

Bengîtiya Trawmatîk (traumatic bonding, bengîtiya biêş, bengîtiya bibirîn)

Mirov, bi qasî ku tê guman kirin zêdetir birewişt û bisinçe û di radeyek ku nayê xeyal kirin bêrewişt û bêsinçe. S. Freud Bengîtiya trawmatîk têhegek wisa tevlihevi (paradksi) mirov li hember vê diyardayê behetî dimîni, lewre piştî trawmayek tîr û îstîsmar kirini (dest dirêjiya zayendî, çewsandina ji her hêlêve, erîşkarîya demdirêj, kesê ku di girtîgehê mîna tîpa F mabi û hwd.) bi awayekî ecêb kesê trawma derbaskiriyî dibe pepûk û reben, û şexsîyetek biyanî bi xwe derdixîni holê, ew kesê ku li hemberî trawmayê têkoşîn dikir, êdî bi êrîşkarê xwe ve tê girêdan û ji bo xelasya xwe tu berxwedanê nake, berovajî wê êrîşkarê xwe diparêzi û carna jî, ji bo êrişkar xebatê diki. Têkilîyek û begîtîyek sosret di navbera mexdûr û erîşkar de çêdibe, ji ber wilo mirov pirî caran nikari alîkarîya mexdûrên bengîtiya trawmatîk bike û gellek mexdûr bi xwe jî alîkarîyê napejirînin. Bi gelemperî bengîtîya trawmatîk, bi zarokên ku ji hêla zayendî ve hatinin îstismar kirin de derdikevi holê. Pîspor sedemê bengîtiyê bi neberdewamîya têkilîyê ve girêdidin û dibêjin: Zarokên ku carna bên heskirin û carna jî bên tawanbarkirin û ceza kirin pêwendîyek dîssosyonî (jêkvebûn) bi zarokan re çêdibi. Ji ber wilo zarok an jî kesên bi vî awayî haya wan ji xwe tuneyî, lewre dibêjin; ’’Ev tiştê hanê nayên serê mi, van bûyera ez najîm, hinkî din dijîn.’’ Ev tiştana bi jêkvebûnê (dîssosyon) ve girêdayî him hezkirin û him jî dest dirêjayî û êrîş û lêdan bi pevri çêdibe. Ev jî dibe sedema hestê dudilî (embîvelens) û piştî demekê şûnde ji bo ku xwe ji bayê trawmayê biparêzi jiyanek dîssosyatîf (dujiyanî, dukesayetî) dijî. Wan kesên ku berî trawmayê jiyanek xwezayî didomandin û li gora bûyerê bertek nîşandidan, piştî trawmayek tîr û tevlihev, îja bi awayekî sosret bîr û xêv, feraset û derk, der û dora wî/ê xera dibe. Mîna du-kesayetî an jî du-nasnameyî tevdigeri. Kesên bengîtiya trawmatîk biwan re hebe ji ber pêwendiyek bi hêz di navbera wan û êrîşkar de heyî mirov nikari alî karîya wan kesan biki. Mînak; Di Sîdroma Stockholmê de polîsê hatibû dîl girtin ji bo xelasîya xwe çu berxwedan nedabû, berovajî wê ji bo kesê ew dîl girtibûn têkoşîn kiri bû. Mîna Sîdroma Stockholmê şîddeta demdirêjî ku di hûndirê malbatê diqewimi jî, rê li ber begîtiya trawmatîk vediki. Zarokê ji hêla dêûbavê xwe ve hatibin îstismar kirin qet li hemberî wan dernakevin û ji bo xelasîya xwe jî qet li berxwe nadin û bi başî qala dêûbavê diki. Ev rewş di jinê ku ji hêla zilamê (hevserê) xwe ve hatibin îstismar kirin bi jî derdikevi holê, ew jina ku demekê êrîş û lêdanê dixû ji bo berdana xwe an jî li ser xwe naxeyîdi û ji derûdora xwe re dibêji; ’’Zilamê mi hew dibe, em pirr ji hevdu hezdikin.’’

Nasîna Bengîtiya Trawmatîk Bengîtiya trawmatîk, teorîya fêm kirina pêwendîya dinavbera êrîşkar û mexdûre, çawa çêdibi û çima ewqes bi hêzi. (Dugan ve Hock, 2000). Li gorî Allen (2005), bengîtiya trawmatîk, di dema îstismar kirininê de têkilîya ruxandin û hêza bengîtiyêyî. Dutton (1995) dibêji: Dest dirêj kirin, îstismar kirin, tirsandin û lêdana ku demek dirêjde car caran pêk hatibe, di navbera êrîşkar û mexdûr de bengîtiya hestan çêdiki. Her çiqes danasîna pîspora cûda bi jî, hemû kes li ser tevlihevîya bengîtiyê gîhanin hev. SÎNDROMA STOCKHOLM Kesê dîl hatinin girtin an jî ên rehîne demek şûnde hestê kesê wan di binçava hiştiye fêm bike û bi wan re li hev bike. Li dawîya derbaskirina dema ku bi êrîşkarê xwe re derbaskirinin, êdî kesê dîl girtî xwe tawanbar diki û êrîşkarê xwe mafdar dibîni û dixwazi bibe yekî wek êrîşkarê xwe û xwezya pê tîni, ji vê meselê re dibêjin Sîndroma Stockholmê. Ev sîdromek wisayî ku kesê zorbazî kiri be, zehmetî dabe wan û dibin mercên giran de wan xemgîn kiri be û pozê wan xwîn kiri be û gellek cûreyên dijî mirovantiyê li ser wan bi kar anî be, dîsa jî, ji bo parastina xwe çu/tu berxwedanê neke û berovajî wê hewl bide ku cê xwe li cem kesê(n) wî/ê eciqandin be û perçiqandin be çêke û ku bibêje çi bê serê me em heq dikin û zilm û zordarîyê ji nedît vî bibîni û weke ku tiştek nebûyî tevbiger e. Belê ev hemû tişt bi berdewamîya şiddetê ve girêdayî ye, lewre tundî, zilm û zordarîya demdirêj û rîska mirinê, mexdûra bi ber cî û warekî ewlehî dikşîne, bi gelemperî her çi qese xeterek mezintir be jî hin kes konê êrîşkarê xwe wek perestgehekê dibînin û ji bo wî ciyê xwe biparêzin her tevgera êrîşkar mafdar dibînin û vêya wek stretajîya berdewamîya hebûna xwe dibîne. Bengîtiya wisa ne bi vînê girêdayîye, raste rast eleqeya wê bi şîddetê heye. Pêvajoya Bengîtiya Trawmatîk Ê êrîşkar û zilmdar, tenê ji bo xulamtîyê û bindestîyê şîddetê bi kar tîni û ji bo vê jî her rîya nebaş û qirêt bikartîni; lewre, tenê armancek wan heyî serdestî. Ev kesên wilo her ku şîddeta wan tê pejirandin û mafdar tê dîtin ew jî bi vî karê xwe şa dibin û xwe serbilind dibînin. Ji ber k u hewcedarîya wan bi sererast kirina derûnîya wan heyî, ji ber wilo çepikê mexdûra wan kêfxweş dike û pirî caran êrîşkar dibêjin:’’Ne ji mi bû na…’’,’’Ne ez bû ma…’’, ’’ Hûn dua bikin…’’ û kesê bengî bûnin dibêjin:’’Axir em vê zilmê dibîni…’’, ’’Heqê me gulaki…’’, ’’Ma ne ev zilm bûna îmkanî bi me re dibû.’’ û hwd. Êrişkar bi riya mexdûra şa dibe û derûnîya xwe kêfxeş dike, mexdûr jî bi pejirandin û bi çepikê xwe li xelasîya xwe digeri.

Ev sîdrom bingeha xwe Xweajo (Instinct) ya jiyanê distîni, û ji bo mayîna jiyanê wek rîyek çareserîyê dibîne. Kesê ji her tiştî ve hatibe bêpar (îzole) kirin û têkilîya wî/ê ji derve hatibe qut kirin, wê ji bo pêdiviyê xwe, xwe bi êrîşkarê xwe ve girêbide an jî wisa hîs bike. Xêrê êrîşkar wê bê mezin kirin û tehdaya êrîşkar ya nebîne yan jî ewê êrîşkar mafdar derxe, demek şûnde jî wê mexdûr mîna êrîşkarê bifikiri û êrîşkar mafdar bibîne. Tawanbarê wan hem û zilm û zordarîyê êdî di çavê mexdûrde ew bi xweye û ev hemû tişt heq kiri ye. Ji ber wilo xwe di xeterîyê de nabî ne û alîkarîyê qebûl nake. Piştî van şîddeta di zenna mexdûr de têkilîyek an pirek dinavbera wî/ê û êrîşkar de ava bûye, ji ber wilo naxweze êrîşkarê xwe wenda bike. Di rewşê wisa de Sîdroma Stockholm derdikeve holê 1.Di rîska mirinê 2.Bêpar (îzole) kirina ji têkilîyê derve. 3.Ger bawer bike ju tu/çu çareserîya wî/ê tuneyî. 4. Êrîşkar carna baş û carna nebaş tevbigere. 5.Bê derfet bûna aborî û arîşen (manewî) 6.Îstîsmar kirin û di destdirêjayî (ji hêla zayendî) de. Bi zêdeyî di zarokan de pirrtire. 7.Di şer de (kesê dîl hatibin girtin). 8.Jinên ku laşê xwe difroşin. 9.Şîddeta din av malbatê de. 10.Kesê ku demek dirêj di girtîgehê de mabin. Lêkolîner Graham ve Rawlings di xebatên xweyî sala 1998 de bi gelemperî di şîddeta nav malê rewşên wisa çêdibe û jin ji bo xwe nîşanî zilamê (hevser) xwe bide mîna wî tevdigere û tiştê jê hêrs dibe û di eniri nake û her dem bi tirs nêzî wî dibe. Yeka weke ku zilamê wê dixwaze tevdigere. Ev girêdana patoljîk di şexsîyeta mirovan de guhertin û ruxandinek bi pirsgirêk çêdike.

Dîroka Sîdroma Stockholm Naskirina sîdromê cara yekemîn psîkîyatir Nils Bejerot kiriyî û navê xwe jî, ji bûyera sala 1973 a ku li Swêd qewimî bû distîne. Di tazî kirina (şelandin) Banqa kê de Jineke ku erkdarê banqê bû 6 roja dîl hat hiştin û di van 6 roja de bi grêdanek hestyarî di navbera wê û êrîşkarê de çêbû. Piştî ku jina dîl girtî hate berdan, îja parastina dizê banqê kir û ji bo ku nekevi girtîgehê tekoşîn kir û bi vêya jî nema ji dev dergîstîyê xwe berda û li benda berdana wî ma, ji girtîgehê derket pêvi, bi wî re zewicî. 23 Tebaxa sala 1973 li Stockholm diz ji bo ku banqê bi şelînin 4 heb erkdarê wê 6 roja rehîn girtin, belê herçiqes hin zilm û zorî dîtibin jî kesê ji bo xelasya wan tekoşîn dikirin sûcdar kirin û dizê banqê mafdar dîtin û piştî bûyerê di dadgehê de derheqê êrîşkara de doz venekirin, berovajî wê ji bo parastina wan pere top kirin. Dîsa bûyera Jaycee Lee Dugard, li Londonê dema ku keçik 11 salîye ji hêla Gorrido tê revandin û 18 sala Jaycee ji hêla zayendî ve tê îstismar kirin û girtî tê hiştin û du zarokê wê çêdibe. Jaycee 18 sala, sal û 12 meha di çadirekê de ew zarokê xwe jiyana xwe berdewam kirinin, piştî demekê herçiqes derfetê wê yî revê hebûn jî, dîsa jî nerevyayî û gellek caran jî alîkarîya Gorrido kiri ye.

Leşkerê Emerîqî Bowe Bergdahl ji hêla Talîban ve tê revandin, di dîl girtina xwe yî rojên ewilî de ji bo xelasya xwe pirr li berxwedayî û di vîdeo ya xweyî yekemîn de dixwaze vegere mala xwe, belê Bergdahl di vîdeoya xweyî dawî de dibê: Min ola (dîn) xwe guhertiyî û ez êdî bû mim Misilman û êdî ezê ji bo Talîban bombe çêbikim û li hember NATO şer bikim. Bi rastî jî wisa bû, gellek ciyê NATO yî stratejîk hatin bombe kirin. Di sala 1974 de jinek milyoner bi navê Patty Hearst ji hêla komek diz ve hat revandin, 2 meh şûnde bi wan dizê ku wê revandi bûni di şelandina banqekê de hat girtin, her çiqes berxweda jî dadgehê ew avêt girtîgehê. 2001de rojnamavanê Îngîlîz Yvonne Ridley, li Efqanîstanê ji hêla Talîban ve tê revandin û 11 roja bi wan re şer dike û tişkî naxwe, bi şertê ku li ser Îslamîyetê lêkolîna bike tê berdan û di sala 2003 ya de bû Misilman. Hêman û pêkerê (Faqtor) Sîdroma Stockholm 1.Bi çi şiklî dîl mayî ye û çi qesî di girtîgehêde mayî. 2.Di navbera rehîn û êrişkar de bi çi radeyê têkilî û danûstendina wan heyî. 3.Çiqesî dûrî rewşa xweyî derûnî keti ye. 4.Mêzêna hestê d içi radeyê deyî û hessas bûna wî/ê çawaye. 5.Li derûdero wî/ê de neyartî, zikreşî, hesûdî û qirêtî (hostîl) hebe. 6.Rewşa bêpar (îzolasyon) bûn. 7.Hestê bê çaretîyê. 8.Xwe kêm û qels dîtin. 9.Bê mêzênîya hêzê. Di zimanê psîkanalîtîkê de ji vê rewşê re dibêjin ’’înfentîlîzma trawmatîk’’ çûyîna dema trawmaya zaroktî yê, psîkanalîst dibêjin: Di kesên wisa de regresyon (paşde çûyîn) dibe û tevgerê mîna zaroktîyê tê xuya kirin. Di rewşa înfentîlîzma trawmatîk de bê kesên ku jiyana wî/ê dixe xeterê re nêzîk bûnî û bizalve (teqlît) kirina tevgerê êrîşkar dike. Carna jî xetereyê ji nişkave bi mirova re Tirsa Behetîyê (Frozen Fright) çêdike û mîna ku felç bibe tu/çu hîs û deng jê dernakevi û dibe weke/î robotekî û qet berteka nîşan nade û bêzar nabe. • Gef lê xwarin û şîddet û tevgera baş çiqesî bêvac an jî bê pîvan be, bengîtiya trawmatîk ewqesî bi hêz dibe. • Bêpar hiştin (îzolasyon) çiqesî demdirêj be, li gora wê bengîtî jî bi hêz dibe. • Ji xwe fedî kirin û tirsa stîgmatîzasyonê (navlê kirin, şeqil kirin, mohr kirin) wek destdirêjî, ensest (têkilîya zayendî a din av malbatê de diqewimi), cêrîtiya zayendî û hwd. • Tirsa ku êrîşkar wî/ê fêm bike. Ji ber wilo heya ji mexdûra tê êrîşkarê xwe ji xwe bêtir diparêzin.

Hin nişêtên Bengîtiya Trawmatîk — Nişêtên (Sîmptom) PTNS (Piştî Trawmayê Nexweşîya Stressê) --- Li hemberî xêrek biçûk fedîkarîyek mezin. —Her çiqes şîddetê bibîne jî, înkar bike. — Ji rastîya xwe dûr bûn. — Tirsa ji êrişkar --- Mezin kirina hêza êrişkar --- Peyvên mîna:’’ van tiştana bela minin û ez wan heq dikim.’’ — Li hemberî hewcedarîyê êrişkar hessas bûn. — Bi cîanî xwestekê êrişkar --- Di çavê îstismarkar de, xwe dîtin. — Mafê xwe, xwe bi xwe bêpêkirin. — Êrişkarê xwe ya baş dibîni yan jî dibêji tu tawanbarya wî/ê tuneyî. — Ji ber ku, êrişkar ew nekuştiyî xwe minnettarê êrişkar dibîni Sîdroma Lima Sîdroma Lima berovajî Sîdroma Stockholmê ye, hemû tiştê ku di Sîdroma Stockholmê derbas dibe di virde jî çêdibe, belê di Sîdroma Lima de êrîşkar bi kesê mexdûr ve tê girêdan an jî bengîtî pêre destpêdike. Di sala 1996 de li Lima de bajarê Peru de qasidê (elçi) Japonya dinav de leşker û karsaz ji hêla 14 gerîlleya ve 4 meha hatin dîl girtin. Li dawîya vê revandinê gerîlla hemû hewcedarîya wan bi cî anîn û nevyê zêde serbest berdan. Ji wê bûyerê virde ji rewşê wisa re gotin Sîdroma Lima.

Hin fîlmên mijara wan de bengîtiya trawmatîk heye

- ’’The Negotiator’’ - Filmê David Hackl ê bi navê ’’Saw’’ - Filmê ’’ The Collector’’ -Filmê Nick Cassavetes ê bi navê’’ John Q’’ - Filmê Costa Gavras ê bi navê ’’Mad City’’ - Filmê ’’Beauty and the Beast’’ - Filmê Woody Allen ê bi navê’’ Sleeper’’ - Filmê Sidney Lumet ê bi navê’’ Dog Day Afternoon’’ û hwd.

Bengîtiya trawmatîk de cê dîl girtinê Lêkolînerê kul i ser bengîtiya trawmatîk xebitînin têkilîya wê û dîl girtinê li ber çava derbaskirinin. Dîl mayîna demdirêjde, çav girêdan, bêparve hiştin, ji hêla hesta ve tenêhiştin û rewşa xirabde bûyîn, rê li ber gellke pirsgirêkên derûnî vedike. Ew halê bêçaretîyê, bêpiştbûnê (bêhêzbûn), îstismara bejn û balê, destdirêj girin, tirsa mirina, bêşexsîyet kirin û bêrûmet kirin hişê mexdûr de hemû qedr û qîmetê mirovahîyê tê binpê kirin, ji daxwaza êrişkar jî tunekirini û ji wê tunekirinê şexsîyetek li gora dilê xwe ava bike. Li gorî John G. Allen ji bo ku bengîtiya trawmatîk derkevi holê; divê di navbera mexdûr û êrişkarde bêpîvan bûnek hebe û ji alîkarîya derûdor hatibe bêpar hiştin. Dutton, D.G dibêji li tenişta van tişta divê ku car îstismar û kêm be jî car na hezkirin hebe wê demê wê bengîtiya trawmatîk derkevi holê. Bêpîvan bûna hêzê ewlehîya kesên kêm dixi xeterê û ev jî dibe sedema tirs û xofê. Anna Freud sedema ‘’xwe wek êrişkar dîtin’’ (Attacker identification) di bêpîvana hêzê de dibîni. Li gora teorîya ‘’xwe wek êrişkar dîtin’’ bêpîvana bûna hêzê de dema êrişkar şîddetê bi kartîni kesê kêm hêz fikr û ramanê êrişkar dipejirîne û bi hûndirê xwe dide qebûl kirin û dixwaze ê wek xwe jî bi vî tiştî bide bawer kirin. Her ku ferqa hêzê zêde dibe, ewqesî kesê kêm xwe kêm dibîne û fedî kirina ji hebûnê, ji çandê û ji xwe zêde dibe. Ev jî bengîtiyê bi hêz dike û mafdarîya êrişkar bilind dike.

Bengîtiya Trawmatîk a dinav malbatê Lêkolînerê mîna Dutton û Painter di xebatê xweyî sala 1981 dibêjin: Trawmaya ku di nav malbatê diqewimi ger bêvac be an jî dema wê ne diyar be û trawma binavber bê kirin û zarok ji bo hewcedarîyê xweyî bingehîn û ji bo wana ku lênihêrîna wan ji hêla van kes(an) ve tê kirin bengîtiya tramatîk dertdikeve holê. Young û Lowry di sal 1992 de, di xebate bi navê ‘’Di ensesstê de dubare bûna bengîtiya trawmatîk’’ de qala trawmaya binavber kirinin. Ev jî ji hêla dêûbav û ji hêla zaroka ve bi 5 qonaxa bi karanînin.

Ji hêla dêûbav 1. Xeyal kirin: Di vê qonaxê dekesê êrişkar (ê îstismar dike) zarokê xwe ji hêla zayendî ve difikiri û ji bo têkilîya zayendî xeyal dike, dûri plana wê çêdike. 2. Kirina an jî bi cîanîna dest dirêjiyê (têkilîya zayendî). 3. Ji hêla bejnê û hesta ve xwe baş kirn. (desteka binavber) 4. Fedî kirin û tawanbarî: Dêûbavê ku ji xwe fedî bike, li hember zarok dibin dêûbavê baş. 5. Bi demê re xwestekê zayendî dîsa çêdibe û dîsa eynî qonaxa de steretejîya bîr û tevgerê tê dubare kirin.

Ji hêla zaroka ve 1. Têkilîya zayendî: Ji bo zaroka qonax bi destdirêjayî yê destpê dike.. Ev ji hêla zaroka ve wek tevlihevîya derûnî, tawanbarî, guhehkarî tê fêm kirin. 2. Aramî: Bûyer bi dawî dibe pêve, xeterî bi dawî dibe ev jî heya demekê arambûnê rewşek aram çêdike. 3. Bi tevfera dêûbav a bi erênî, hebkî din ramîyê zêde dike. 4. Bi dubare kirina destdirêjîyê zarok fêrî dema anksîyet (qisawet, xemgînî) û xofa xwe dibe. Êdî zane bê destdirêjayî kengî û çawa bê serê wî/ê û bi fêm kirina ku wê bûyer dubare bibe xemgînî û xof destpêdike û bi dawî bûna bûyerê rê li ber aramîyê vedike. Ev aramî destdirêjîyê bi erênî têkûz dike û ev jî dibe sedema ku zarok bi êrişkar ve bêgirêdan. Di nerîna D. G. Dutton, ev têkûzîya erênî rê li ber qebûl kirina destdirêjayîyê vedike û zarok bêdeng dihêle. Ev jî li gorî teorîya fêr bûnê dibe sedema tevgera daîm û xelasîya vê tevgerê hebkî zor û zahmete.

Teorîya Sheridan a 12F Sheridan dibêje: jinê ku ji hêla zilamê (hevser) xwe ve şîddetê dibînin, ‘’çima dîsa jî dev jê berdan?’’ bersîva û vêya jî bi 12 sedema ve girêdide. Her 12 sedem jî di zimanê îngîlîzî de bi tîpa’’F’’ destpêdike ji ber wilo navê teorîya xwe giriye 12 F . Korku (Fear): İstismarcıdan korkmak. 1. Aborî (Finance): Ji hêla aborî ve bi êrişkarê xwe ve girêdan. 2. Bav (Father): Naxwaze bavê zarokê xwe wenda bike. 3. Bawerî (Faith): Berdandi eybe û gunehe. 4. Bexşandin (Forgiveness): Herdem bi hêvîya ku bê guhertin û di bawerîya wê de ku wê başbibe. 5. Xeyal (Fantasy/Fix): Bi xeyalê ku rast bibe. 6. Malbat (Family): Kesê tê îstismar kirin bi gelemperî ji alîkarîyê bêparin. Lewre malbata wê jî naxwaze tişkî wisa bibîhise. 7. Heval (Friends): Kesek ji bo berdanê wê alîkarya wê nake, herkes dibê sebir bike. Alîkarîya civakê kême. 8. Helwesta Malbatê (Familiarity): Dibe ku di malbatek îstismar lê çêbûye mezin bibe. 9. Derfet (Full): Dema ku ji bo berdanê bibiraya be, lê belê ku bêderfet be û cê ku herê tune be. 10. Dîtin (Find): Ji serpêhatîyê xweyî berê de, zani be ku wê bê dîtin û ji hêla êrişkar ve ceza kirin. 11. Westîn (betlayî) (Fatigue): Ji bo revê, ji hêla hestyarîyê û bejnûbalê ve xwe bêhêz bibîne. Taqata wê nemîne. 12. Tirs (xof) (Fear): Tirs û xofa ji êrîşkar. Bêçaretîya Fêrbûyî (qûdum şikestî bûn, learned helplessness) Ji hêla Martin Seligman, S. Maier û C. Peterson ve hat dîtin an jî hat çêkirin biwêjek derûnîye Bêçaretîya Fêrbûyî (learned helplessness) mirov û ajalê ku dema dubare rastî tiştên neyînî bibin demek şûnde di zenna wan de sehêtta (kontrola) xwe wenda kirinin, li hember van fikr û ramana bi wan ajalan re an jî bi wan mirova re bêhestî bûn (behetî bûn, apathy) çêdibe û bi vî awayî rewşa ku têdeyî dipejirîne. Seligman bi kurtasî wiha dibêje: ’’Kengî kesek bawer bike ku çi bike jî tiştek nayê guhertin, wê çaxê ewê bêçaretîyê û qûdum şikestî bûnê fêr bibe. Bêçaretîya Fêrbûyî, kesê ku gellek caran li ser hevdu di karekîde bi ser nekeve û di bîr û xêva xwe de bawer bike ku tucarî dê di vê mijarê de wê sernekeve û fikra wî/ê de ku çawa bike jî wê encam neyê guhertin. Ev hestên bêçaretîyê aheng û hevsazîya mirova xera dike û dibe sedema ku ew kesana xwe pasîf û bêhêvî bibîne. Bi rastî bêçaretî û fêrbûna bêçaretîyê newekheve, gava ku bi rastî bêçaretî tune be jî, xwe bêçare bibîne û herçiqes kari be xwe ji pirsgirêka xwe xelas bike jî dîsa jî tu tiştî neke ji vêya re dibêje’’ bêçaretîyê fêrbûyî’’.

Hin mînakên bêçaretîya fêrbûyî Bêçaretîya Semasî Lêkolînera di hewz an jî di birkek qasî odayekê de camek xistin navbera semasî û masîya. Semasî hertişt ceribant belê kir û nekir xwe negîhant masîya di her tevgera xwe de li binguhê camê diket. Demek şûnde fêrî tixûbê (sinir) camê dibe û piştî 21 rojê êdî li bin guhê camê nakeve û di qada bêcam de tevdigere; lewre çiqes xwe ceriband jî dîsa jî xwe negîhand masîya. Li ser van hemû tişta cama dinavbera semasî û masîya hat derxistin, belê dîsa jî li qada ku fêr bibû derneket. Di gumana semasî de ji wê qadê pêve nikare avjenîyê bike. Lewre semasî fêrî bêçaretîyê bibû.

Kêçên dipengizîn Derûnînas li ser kêça ceribandinekê çêdikin. Pêşî pengizandina kêça dipîvin, mêzedikin ku karin 50 cm bipengizin. Kêça dixin merkanekê (kavanozekê) cam ku bilindahîya 30 cm û devê merkanê jî digrin. Bin merkanê de agir dadin, her ku kêç germ dibin xwe dipengizînin û li bin guhê qapaxê dikevin. Demek şûnde ji bo ku li qapaxê nekevin 29 cm dipengizin û dikevin. Piştî fêrî vê bilindahîyê dibin pêvi qet li bin guhê qapaxê nakevin. Bi kêça re bengîtî çêbû pêve devê merkanê vedikin, lê belê dîsa jî kêç 29 cm dipengizin. Ya rastî berê 50 cm dipengizîn. Kêça bi vê ceribandinê fêrî pengizandina 29 cm bûn.

Derman kirina Sîdroma Bengîtiya Trawmayê Serê sedê dibê ev mercên li jêr bên cî; 1. Ewleyî 2. Bibîranî û şîn 3. Terapîya’’li xwe hay bûn’’ 4. Exposure (dûçar bûn). ’’ Ji bo dîtina rastîyê exposur.’’ 5. Têgihiştin û derkandin 6. Cî û warê ku kari be xwe bide ifde kirin. 7. Têkilîyên nû Terapî (dermanê derûnî) Li gora analîstên derûnî (psîkanalîst) pêvajoya bengîtiya trawmatîk di derhişê (binhiş, derbîr) mirova de cî û warekî bi hêz zevt dike û geş dibe, ji ber wilo divê armanca terapîst (derûnînasê deramankirinê) ew tiştê ku rêya hiş û bîr dixetimîne bi serbend û serişte û bi tiştê ku rastîya bîne bîra wî/ê bikarbîne. J. Hamel jî dibêje: Divê em hemû tiştê ku hatîye serê mexdûr bi zanistî wî/ê agahdar bike. Ji bo ku mexdûr pêvajoya şîddetê îstismarê bi çavê serê bibîni û têbigihêji bê çi bobelat li serê wî/ê derbas bûye. Terapîst divê vêya bêtawanbarî bi mînak dayînê têkilîya bengîtiyê raxîne berçavê mexdûr. Derûnînas divê destûrê bide mexdûr ku karibe trawmayê biteşe an jî têxe formekê û karibe biryara xweyî derheqê trawmayê bide. Terapîya bengîtiya trawmatîk ji hêla gellek rêgeza ve zor û zahmetîyê wê hene. Lewre kesê ku alîkarîyê dixwaze dudilî ye, ji ber wilo raste rast pirsgirêkên xwe nayne ziman û dinavbera erê û nayê deye. Ji hêlekê dixwaze, ji rewşa ku têdeyê rizgar bibe û ji hêla din jî bi êrişkarê xwe ve hatiye girêdan. Terapîst li hember şîddet dîtina mexdûr bikaranîna rêgazê karê xwe û divê bi baldarî di çarçeva mafê mirovade alîkarîya mexdûr bike, ku nexweşê wî/ê zerar nebîne û bi tendûristî bixebite. Tawanbarîyekê altaxî (îhbar) bike, rêzdarîya mafê nexweş, xelasîya wî/ê û parastina xwe û ji bo gellek tiştê din, divê bibaldarî tevbigere. Ji ber wilo kesê karê terapîyê dike, divê di vê mijarê de pîspor be.

Gotina Talî Kesên ku mexdûrê şîddetê be û hatibe îstismar kirin, ji gellek hêla va bê alîkarî dimîne wek; ji piştgirîya civakê û ji hewcedarîya jiyanê bêpar tên hiştin, bi vî awayî wan dixin bin venêrîn û sehêtê (kontrol) û bêçare û bêhêz dibe. Êrişkar, kesê(n) ku dîl girtiye bi gellek cûreyên şîddetê li ser wan bikartîne û gef li wan tê xwarin (mirin, êşkence, destdirêjayî) û car caran êşkenca bejn û balê û ji hêla hêsta û zayendî ye ve tên îstismar kirin. Ji ber ku mêzana hêzê newekheve mexdûr darazxwarê (mahkûm) êrişkare, ji ber wilo bi awayekî tîr û ruxen bi êrişkarê xwe ve hatye girêdan. Ev jî dibe sedem ku piştî trawmayê bengîtiyek biêş destpêbike. Bengîtiya trawmatîk di derûnîya mirova de û li serpişta wan de barê jiyanê giran dike û dibe sedema hestên tirs û xofê, erjengî, toqîyê û wan bêçare, bêgav, neçar dihêle û pergala parastinê (defence mechanism) zerar dibîne. Di fikra mexdûr de pêwendîya bi kesê êrişkar re an jî bi kesê hêzdar (xurt) re mirova jî hêzdar dike. Belê di rastîyê de her ku nêzîkîyê bi êrişkarê xwe re çêdike ewqesî xelasya xwe dixe xeterê. Bi rastî divê bengîtiya trawmatîk ji gellek hêlave bê lêkolîn kirin, lewra di lîteratûra Cîhanê de bi awayekî xwerû cê xwe negirtiye.

Bêçaretîya fêrbûyî ji bêçaretîyê xeraptir dest û nigê mirova girêdide; Lewre bêçaretîya fêrbûyî bingeha fahmkirine û pergala parastinê tarûmar dike. Kesên bêçare zane ku bêçareye û dema derfet dikeve destê wî/ê ji bo xelasya xwe li berxwedide, lê kesê fêrî bêçaretiyê bibe hew rondika li ser hinarkê rûyê xwe dibarîne û riya xelasîyê bi dawî anîna jiyana xwe dibîne. Kesên zêdetir di bin bandora trawmayê dimînin zarokin, tiştê ku zarokantî de tên serê mirova heya mirina xwe, xwe ji wan bûyêrê zarokantî rizgar nakin, bi taybetî zarokên dinavbera salê 0 û 6 salî. Analîstên derûnî (psîkoanalîst) bi pîranî sedemên nexweşîyê derûnî bi zaroktîyê ve girêdidin. Li gorî lêkolînek ku li Emerîqa hateye kirin, kesên kujer (kujtar, serial killer) zarokantîya xwe bi pirsgirêkên derûnî re, bi rû rû manin û dinava malbatê de bûnin mexdûrê têkilîya zayendî (incest, ensest). Ji ber wilo divê em bi baldarî tevbigerin.

Zarok mîna betona nehişk bûyî ye, çi bikeve ser şuna wan dimîne. Haim Jinott

Hemed Elî QOSERÎ hqoseri@yahoo.com

Bi Zarokan re Mûçirk (Tick) biguhêre

Bi Zarokan re Mûçirk (Tick) Ger hûn dixwazin zarokê we bibi yekî/a baş, nehewceye peyvê ye tenê bibin mînak bese. Bernard Shaw Destpêk

         Li ser vê mijarê de zêde lêkolîn tunenin û bi awayekî gelemperî sedêmên mûçirkê nayê zanîn, tenê wek teorîyekê hin pêşniyarî tên kirin. 
    Hin masûlkên ku bêhemdî xwedyê xwe,  ne bi awayekî aheng (rhythmic), belê bidubare kirinê û ji nişkave, endam û lebatê laşê mirov têxe tevgerê an jî, ji derxistina denga re dibêjin, mûçirk.  Mînak: Ser hejandin, dubarekirna gotinê nexweş, çepik, çav miçandin, çavkirin, xwe dawşandin, bi movikê xwe derxistina reqîn û teqînê. Bi awaekî obsessîf (fikra pêdandî, raman kilîbûyî) bê fikr tevdigere. Her ku tevgerên bi vî şiklî dubare dibe, çê xwe di bejna û bala mirova de zexm dike. 


     1. Mûçirkên dem kurt (kin); Di hundirê 4–5 hefta de derdikeve holê û li gora rewşa mirova nêzikê sal û sal û nîvkê berdewam dike. Kêm an jî zêde dibe, li gorî  bertekan derdikeve holê.   Tên û diçin, ji mûçirkên dem dirêj kêmtir tê dîtin. Sedemên wê bi xemgîniyê, bi stressê û bi derûdora mirova re girêdayî.
     2. Mûçirkên dem dirêj; Berdewamîya wan bi kêmanî bi sersalekê ve dikeve. Çar heb şiklê wê hene: 

A) Mûçirkên motor ê hêsan: Çav miçandin, qirpik, serhejandin, diran şidandin..

B) Mûçirkên voqal ê hêsan: Xirîn, bêhn kirin, paqij kirina qirêkê, lîk gişandin, derxistina hin dengan.

C) Mûçirkên motor ê giran: Bi destê xwe lê dan, pelandin, bêhn kirin, xwe dawşandin, xwe rast kirin…

D) Mûçirkên voqal ê giran: Dubare kirina peyvan û hevokan, dubare kirina dengê dawî, dubare kirina gotinê nexweş.

3. Mûçirkên tevlihev an jî nexweşîya tourette;  Gellek mûçirk bi pevre derdikevin û carna kêm dibin carna jî zêde dibe. Ji ber ku pirr zêde dubare dibe, dibêjin ev ne mûçirke nexweşîyek norolojîke. Di navbera salên 7 û 10 de tê dîtin, radeya wê ji sedî 0.05 û 0.01 e. 

Sîdroma Tourette; Mîna mûçirkan bêhemdî mirova çêdibe, belê ji mûçirkan zêdetir dubare dibe û ji nişkave û bi lez û bez derdikeve . Sedemên vê nexweşîyê norolojîki an jî rakendî (îrsî) ye.



Taybetîyên Mûçirkan

· Bi gelemperî piştî salên 4 û 5 a destpêdike, her çiqes kêm be jî, berî van salan jî bi hin zarokan re tê dîtin. Bi zêdeyî di navbera salê 6 û 14 de tê xuya kirin.

· Di civakê de radeya wê nêzîkî % 2 û 3 ye. Li gora pîreka bi zilama re nêzî 2-3 qat zêdetire.

· Bêhemdî mirova çêdibe, bi cî guhertinê û bi kar û xebatê hebkî kêm an jî ji holê radibe.

· Ger di nav malbatê de bi hinan re mûçirk hebe, dibe ku bi êdin re jî bêdîtin.

· Hin mûçirk tevlihevin mîna Sîdroma Tourette, ji gellek beşan pêktê (xwe sererast kirin, dubarekirina dengan/peyvan/hevokan/gotinê nexweş, bi lîstina hin lebatê laşê xwe…)

· Bi zêdeyî di bej û bal û di stû mirovan de tê dîtin. Belê herî zêde çav miçandin, çavkirin, lîk kişandin, devxwar kirin an jî lêv xwar kirin, hereket kirina mijanka Û tevgerên rû.

· Mûçirkên voqal (paqij kirina qirikê, kuxik, devlêkirina lêva û hin hereketên dest û niga/piya)

· Dibe ku di zarokekî du-sê mûrirk pevre bê dîtin. Û carna jî yek xelas dibe yeka din destpê dike.

· Kêm bûn û zêde bûna mûçirka tê guhertin. Ger xemgînî, stres û hin nexweşîyê derûnî hebe radeya wê zêde dibe.

· Di xewde nayê xuya kirn.

· Bi zarokên ku pirsgirêkên wan hene, radeya mûçirka bilin dibe. Mînak; Kêmasîyê baldarîyê û nexweşîya hîperaktîvîteyê, nenûk xwarin û tilî mêtin, kesê zû hêrs dibe…

· Mûçirk dibe ku di kesayetîya/ezîtîya mirovan de hin pirsgirêka derxe. (Ji ber wilo dibê mûçirk nebe sedemên henek pêkirinê)

· Ji ber mûçirkên mirova tinazyê xwe bi wan nekin.


Sedemên Mûçirkan

· Di rewşa stress û xemgînîyê de.

· Pirsgirêkên malbatî

· Zarokên tên çewisandin, ê zordestî li wan têkirin, kesên tên pestandin.

· Tawanbarî, kêm bûna an jî tune bûna hes kirinê.

· Hes kirin û eleqeya pirr zêde.

· Helwesta nediyar ( ji bo eyni rewşê dêûbav hereketê zarokan carna bi kêfxweşî lê binere û carna jî tawanbar bike).

· Ger her tevgera zarok bê rexne kirin.

· Ku ji quweta zaroka bêtir kar bi wan bê kirin.

· Zikreşîya xwuşk û bra

· Feqîrî û xizanîya malbatê

· Kêm bûna hiş an jî kêmasîya hin lebatên bejn û balê

· Mirina dê an jî bav

· Xwe kêm dîtin, ji hêla şênber û razber ve.

· Tirsa derûdor

· Nexweşîyên derûnî


Hin pêşniyarî

· Ku di zaroktîyê de (0–6) mûçirk bên dîtin.Di serê sedê de divê dêûbav wek ku tişkî wa tuneyî tevbigere. Belê ku di salên pêş de jî berdewan bike wê demê ji bo wê ji derûnînasekî alîkarî bê xwestin.

· Ji bo ku zarok bi xwe ewle û bawer be, divê bên hes kirin û qedr û qîmata wan bên girtin.

· Divê mirov zanebe ku her zarok ji hev cudaye û wan nede berhevdu.

· Divê mirov tinazyê xwe bi mûçirkên zaroken neke û wê wekî pirsgirêkekê derxe pêş.

· Zarokên xwe tucarî bi tirsê û bi tawanbarî yê ne ceribînin.

· Çewtîyên zarokan, ger ne beloqbin ji nedîtvî bibînin.

· Kar û barê ku nikarin ji bin derkevin nedin wan.

· Kul û derdê xwe û pirsgirêkê xwe nexin stûyê zarokan û wan jî nekin şirîkê gunehê xwe

· Ji ber mûçirkan nava li zarokên xwe nekin û wan nexin ber fedyê.

· Hûn çiqesî têkilîyê we bizarokên we re hebe, ewqesî wê bandora mûçirka kêm be.

· Bi zane bûn nêzî zarokên xwe bibin, li gora serê xwe li çareserîyê negerin.

· Di temênê biçûk de zarok çiqesî dinav civakê de cî bigre û bi hevalê xwe re wext derbas bike, ewqesî wê zarok çav vekirî bibin.

· Carna zarokên xwe tevlî danûstendina xwe bikin.

· Jibîr nekin ku mûçirk hebe pirsgirêk jî heye




Ji bo başkirina mûçirka hin ceribandin.


         Banekî ku bi zarokan re bûye mîna xû (nenûk xwarin, tilî mêtin, mûçirk), bi hin awaye (teher) mirov kare bandora kêm bike an jî ji holê rake. Belê ji ku em karibin li ser zarokan ceribandinê bi kar bînin divê zarok ji tiştê em dikin fêhm bike. 
         Ji bo ceribandinê me goti bû şertên yekemîn fêhm kirin û a duyemîn jî biyara zaroke, ku zarok xwesteka zarok biryara wî/ê karê me hêsantir dike. Belê divê hayê zarok ji hertiştî hebe û kar bi pevre bê kirin. 

1.Li sedemên mûçirk/an bigerin. Bi zarok re li ser vê nerehetyê biaxifin û zor û zahmetîyê binivîsin û rêz bikin. Mêze bikin di kîjan rewşê de zarok bêtir zoryê dikşîni û gelo sedemên wê/an çi ye?

1.Lê hay bûn Pirsgirêk (mûçirk, nenûk xwarin…) kengî û d içi rewşê de çêdibe? Ji bo bersîva van pirsa him zarok û him jî kesê vî karî bi rêve dibe xanxanikekê amade dikin û piştî heftakê herduya didin berhev û li gora wê haya wan ji pirsgirêkê çêdibe û rewşa wê ferq dikin an jî zelal dikin.

1.Bertekek nû çêbikin. Ji bo em pirsgirêkên ji holê rakin divê em li şûna bertekên bi pirsgirêk, hin bertekê erênî bi cî bikin. Divê bertekek wisa be ku zarok nexe zoryê û bi cîanîna wê hêsan be.


Li gora Nathan H. Azrin R Gregory Nunn (Habit Control in a Day) ;


Bertekên Neyînî Bertekên Erênî


Nenûk xwari

Pêgirtina tiştekî an jî pertalekî 

Tilî mêtin

 Şidandina kumla (girmik) xwe 

Rakirna por û mijank

 Pêgirtina tiştekî an jî pertalekî 

Ser hejandin

 Çit kirina stû 


Gotina Talî



      Berî ku hûn destbi derman kirina mûçirkan bikin, anemneza (çîrok) baş fêrbibin: Kengî/çawa dest pêkir? Û çavdêrîyê bikin, bê hin pirsgirêkê din pêre derdikevin û li kêm bûn û zêde bûna wê mêze bikin, paşê biryara derma kirinê bidin. Ger pirsgirêk, xemgînî û stres hebe gava yekemî rehet kirina zaroke. Ku gellek mûçirk pevre bêdîtin dibe ku xera bûnek norolojîk hebe, ji ber wilo divê em biçin pîsporê vê nexweşîyê û em li gorî serê xwe tevnegerin.

Ne li gorî jîrbûna bav, li gorî jîrbûna zarokan kar ji wan re bibînin.

                                                                                                    Platon 

Hemed Elî QOSERÎ

hqoseri@yahoo.com

Bêçaretîya Fêrbûyî (Learned Helplessness) biguhêre

Gava ku mirov bêje; Ez çi bikim û nekim tiştek nayê guhertin, wê çaxê mirov fêrî bêçaretî bûye û birastî jî tutiştî nema kare bike. Martin Seligman

Destpêk

            Di sala 1953 de ji hêla Martin Seligman ve li ser se (kuçik) ya xebatek tê çêkirin û di encama vê lêkolînê de Seligman ferq dike ku seyên ku demekê hatinin asteng kirin an jî dûçarî ceylanê ( elektirîkê) manin piştî demekê pêve her çiqes ku astengî ji holê rabibibe jî mîna dema ku hati bûn asteng kirin tevdigerin. Seligman ji vê bûyerê re dibêje: Bêçaretîya Fêrbûyî (Learned Helplessness). 
           Piştî Seligman vê  biwêja derûnî ferq dike ew hevalê xwe him li ser ajalan û him jî li ser mirova xebatê xwe didomînin, lê haydar dibin ku li hemberî bûyerek xeternak ku demekê domdike pêve di zenna wan de nikarin bûyerê çareser bikin, di wan kesan an jî ajalan de behetî bûn, bêhêstî bûn û rebentîyek derdikeve holê. Kesên ku ev tişta tê serê wan ji bo ku dubare dîsa vê bûyerê nejîn û nebînin heya ji wan tê li berxwedidin û durî bûyerên bi vî awayî dikevin. Li gora Seligman kesên ku bêçaretîyê fêr dibe xewnê şeva li wan diherime, li hemberî her tiştî û bi taybetî bûyerên di rengê bêçaretîya hatiye serê wan de bi tirs û xof tevdigerin, merazî bûn û bêhêvî bûn xwe li wan radipêçe û bi tenduristî nikara bûyeran binirxînin. Piştî ku bejn û bal û fikr û raman fêrî bêalîkarî, rebentî û fêrî bêçaretîyê bû pêve, ew kesan ji bo ku rewşa nebaş ji holê rake qet nema li berxwe didin û tu hewl danê wan jî çênabe û xwe bi temamî radestî demê dikin. 



           Bêçaretîya fêrbûyî tiştek wilo ye kî, mirov her çiqesî hêza wanî ku karibin xwe ji tengesî ya rizgar bike hebe jî, ji vêya bawer neke û xwe bê hêz dibîne û bi rewşa xwe qayîl dibe. An go rewşa bêçaretîyê berdewam dike, her çiqes bêçaretî tune be jî. 

Hin mînakên bêçaretîya fêrbûyî;


Bêçaretîya Semasî

         Lêkolînera di hewz an jî di birkek qasî odayekê de camek xistin navbera semasî û masîya. Semasî hertişt ceribant belê kir û nekir xwe negîhant masîya, di her tevgera xwe de li binguhê camê diket û bi şûnde vedigerîya. Demek şûnde fêrî tixûbê (sinir) camê dibe û piştî 21 rojê êdî fêr bibû ku nema kare tutiştî bike û nema xwe li bin guhê camê dixist û di qada ku jê re hatibû veqetandin de tevdigerya; lewre çiqes xwe ceriband jî dîsa jî xwe negîhand masîya.  Li ser van hemû tişta cama dinavbera semasî û masîya hat derxistin, belê dîsa jî li qada ku fêr bibû derneket. Di gumana semasî de ji wê qadê pêve nikare avjenîyê bike. Lewre semasî fêrî bêçaretîyê bibû. 


Kêçên dipengizîn

         Derûnînas li ser kêça ceribandinekê çêdikin. Pêşî pengizandina kêça dipîvin, mêzedikin ku karin 50 cm bipengizin. Kêça dixin merkanekê (kavanozekê) cam ku bilindahîya 30 cm û devê merkanê jî digrin. Bin merkanê de agir dadin, her ku kêç germ dibin xwe dipengizînin û li bin guhê qapaxê dikevin. Demek şûnde ji bo ku li qapaxê nekevin 29 cm dipengizin û dikevin. Piştî fêrî vê bilindahîyê dibin pêvi qet li bin guhê qapaxê nakevin. Bi kêça re bengîtî çêbû pêve devê merkanê vedikin, lê belê dîsa jî kêç 29 cm dipengizin. Ya rastî berê 50 cm dipengizîn. Kêça bi vê ceribandinê fêrî pengizandina 29 cm bûn an go fêrî bêçaretîyê bibûn.



Perwerdehîya Fîla

           Fîlên biçûk bi zincîrên stûr wan girê didin. Her çawa dike û nakin xwe nikarin ji wan zincîrê stûr rizgar bikin û vî awayî mezin dibin. Êdî fîl vê rewşê dibejirînin û fêrî bêçaretîyê dibin. Piştî vêya nigê fîla ji zincîrên stûr vedikin û wan bi benekekî zirav girê didin. Her çiqes ku bihêsanî karin van benika qetik qetik bikin jî, qet ji cê xwe nalivin. Lewre; Hîn di zenna wan de ku bi wan zincîrên stûr ve girêdayînin. Dure wan benika jî nigê wan vedikin. Ji ber ku fîl êdî fêrî wê qadê bûnin û nema ji wî cîyî vediqetin. 


Hin çîrokên li ser bêçaretîya fêrbûyî

Çêlika Eylo (qertel)

        Hebu tunebu, rehmet li dê û bavê min û we guhdaran bû, dibêjin rok ji rojan û carik ji caran çêlika eyloyekê dikeve nav pînika çêlikê mirîşka û piştî demekê mîna wan li xwarnê digere û nikilê xwe wek wan paqij dike û wekî wan tenê nav zevîyan nukil dike. Tu cudatî dinavbera çêlika eylo û çêlika mirîşka namîne. 

Rojekê çêlika eylo, eyloyekî ku difire dibîne û bi heyranî ji xwe re lê mêze dike û di ber xwe de dibê; Ax xwezî ez jî mîna vî çûka bifirîya ma, çi qes delal per û baskê xwe li hevdu dixe, çêlika mirîşka jê re dibêjin; Xwezya xwe pê neyn ew eylo ye û em mirîşkin, nehewceyî xewn û xeyala ye qet em nikarin wek wan di ezmanê bilinde bifirin. Çêlikê eylo pir xemgîn bûye. Lewre, nizane ku ew jî eylo ye û kesî jî jê re negotîye. Ji ber wilo heya temenê xweyî dawî mîna mirîşka jiya ye.

Pêşbazîya Beqa

           Rojekê beq ji bo girek pir bilind biryara pêşbazî yê distînin. Roja pêşbazîyê hemû beq ji bo pêşbazîyê li hev civîyanin. Piştî demekê pêşbazî destpêkiriye. Belê, temaşevan qet bawer nakin ku kesik bigê serê girê pir bilind û bidengê bilind wilo dibêjin: 

Rebenno! Hûn qet xwe nikarin bigînin serê girê bilind û vê bangawazya xwe dubare dikin. Bi rastî jî ji bilî beqe kî hemû beq piştî demekê hêvî ya wan dişkê û yeko yeko ji dev pêşbazî berdidin. Belê ew yeka dev ji pêşbazîyê bernade her çiqes temaşevan bi dengê berz ji bo ku hêvîya beqê di pêşawazî bişkînin gotinê nexweş kiribin jî ew heya jê tê li berxwe dide û qet guh nade peyvên temaşevanan û digê serê girê pir bilind. Wanê din bi awayekî matmayî jê dipirsin; Te çawa kir, te çilo ewqesî jêhatî ye ? Li dawî ya pirsa ferq dikin ku nabihîse. Bela ku beq ker bû gotnê temaşevana nebihîsti bû û ji ber wilo qudim şikestî nebu bû.


              Kesên ku fêrî bêçaretîyê bûye dibêje: ‘’Ma ez çi bikim tiştek ji destê min nayê, qey qedera me wilo ye.’’ Bi vî awayî rewşa ku têde dipejirîne û ji bo xelasya xwe her ku çiqes ji destê wî/ê tiştek bê jî tu tiştî neke. Bêçaretîya fêrbûyî ji rewşa bêçaretîyê hîn xeraptire, lewre ê bêçare hay ji bêçaretîya xwe heye. Belê, ê fêrî bêçaretîyê bûnin hay ji xwe nîne ku di çi rewşê deye. Ji ber wilo bi halê xwe dilorînin û gilî û gazinê xwe û kul û derdê xwe bera hûndirê xwe didin.
      Bêçaretîya Fêrbûyî Çawa Dertê Holê? 
         Serpêhatîyên paşerojê û kul û derdê ku hatinin kişandin ji bo pêşeroja hin mirova dibe astengî û her çiqes ku dem û dewran hatibe guhertin jî û derfetê wanî ku xwe ji wan kul û derda rizgar bike hebe jî, mîna ku tiştek nehatibe guhertin tevdigerin. Hemû liv û lebata mirovên ku fêrî bêçaretîyê bûnin li gora demê berê ye. Bi gelemperî mirov giş li paşeroja xwe mêze dikin û li gorî wê tevdigerin, belê bi temamî xwe bi paşerojê girênadin û şert û mercên demê jî li ber çava derbas dikin. Kesên ku fêrî bêçaretîyê bûnin, her çiqes ku bêçaretî tune be jî xwe bêçare dibîne an jî bêçaretîya wan ne bêçaretîyek raste, bêçaretîya hiş û mejîye û fikr û ramanê wane,  xwe bi xwe xwe di wê demê de hiştinin 
          Ev ceribandina Seligman di warê derûnîyê de wek şoreşekê hat binav kirin, êdî terapîya fikr û raman serdestîya xwe li ser terapîya tevgerê têkûz kiri bû. 

Gotina Talî


             Martin Seligman pirtûkek binavê Fêr bûna Xweşbîn (Learned Optimism) de dibêje: Du riyê jiyanê heye yek jê nerîna xweşbîn, adin jî nerîna bedbîn e. Bingeha nerîna bedbîn û nedilpakîyê bêçaretîya fêrbûyî ye. Teher û nerîna te weynek girînge ji bo jiyanê û jiyan li gora vana rehê xwe bera erdê dide. 


               Gava  ku mirov li ser hevdu di kar û barekî de an jî rewşek nebaş de bi ser nekeve, bîr û bawerya wan kesan de: Ez çawa bikim jî, ez nikarim tişkî biguherim û astengîya ji holê rakim. Ji ber wilo, rewşa ku tê de dipejirîne û ji xwe re bêdengîyê hildibijêre. Her çiqes ku dem û dewran hati be guhertin û kari bin hin tişta biguherînin jî, tu tevgerê nakin û mîna dema berê difikirin û tutiştî nakin. 


          Kesên ku fêrî bêçaretîyê bûnin ji ceribantinê jî ditirsin û dibêjin: A baş ewe ku em tutiştî nekin û serê xwe neêşînin. Belê, haya wan ji wan tune ku ev rewş serê wan bêtir dêşîne û her ku wext derbas dibe hîn bêtir tevlihev dibe. Xwe nikrin ji paşerojê rizgar bikin, her dem neyînîyên paşeroja xwe bibîrtînin û li gora wê li pêşeroja xwe mêze dikin. 
               Mirov kare bêje: Bêçaretîya fêr bûyî bingeha gellek nexweşîyên derûnîye (Stress, Depresyon, Bengîtîya Trawmatîk, Anksîyete, Xemgînî, kul û keserî fikr û ramanê). Em mijara xwe bi gotina W. Shakespeare biqedînin:  Mirov xwe şayanî hes kirinê nabîne, ji ber wilo ji hes kirinê ditirse.  Ji ber berpirsyarî yê wê, ji fikrandinê ditirse. Ji tirsa rexne kirinê, ji axaftinê ditirse. Ji ber gumana red kirinê, ditirse ku hestê xwe bîne ziman. Ji ber ku qedr û qîmata cîwanîyê nezanî bû, ji pîrîtîyê ditirse. Ji ber ku tiştek baş neda ye der û dora xwe, ji bîr kirinê ditirse. Û ji ber ku wek mirova nejiyaye, ji mirinê ditirse. 

Hemed Elî QOSERÎ

hqoseri@yahoo.com

Sala we ya nû 2014 pîroz be! biguhêre

Ji bo hemû hevkarên Wîkîpediya kurdî, sala we ya nû 2014 pîroz be! Bila îsal têr ashtî, azadî û kar be bo we! --MikaelF (gotûbêj) 14:59, 1 rêbendan 2014 (UTC)

Cejna we ya Newrozê pîroz be! biguhêre

Newroza we pîroz be! --MikaelF (gotûbêj) 18:30, 21 adar 2014 (UTC)[bersiv bide]

..û gelek spas ji bo çêkirina logoya Newrozê! --MikaelF (gotûbêj) 18:32, 21 adar 2014 (UTC)[bersiv bide]
Miniş cêjnî newroz le hemû gelî Kurd pirozbayî dekem, bijî Kurd!--ÇalakГотубеж 21:04, 21 adar 2014 (UTC)[bersiv bide]

Please add variant word of you languages in this list.--Kaiyr (gotûbêj) 08:28, 17 gelawêj 2014 (UTC)

Hello, Dear wikipedians. I invite you to edit and improve this article and to add information about your and other country.--Kaiyr (gotûbêj) 12:25, 31 kewçêr 2014 (UTC)

Guhertina Nave Bikarhêner biguhêre

Silav ji we re. Ezê çawa navê xwe yê bikarhêner biguherînim? Joseph Hemê (gotûbêj) 09:54, 8 berfanbar 2014 (UTC)

Joseph Hemê → Yûsiv Hemê
   Navê niha: Joseph Hemê (guftûgo • beşdarî)
   Navê daxwazkirî: Yûsiv Hemê (navê hesabê biguherîne)
   Sedem: Dixawzim navê xwe bi kurdî bikar bînim.
   Yes check.svg Çêbû--MikaelF (gotûbêj) 15:11, 24 gulan 2014 (UTC) 
Silav ji te re jî, navê te îsal hat guherandin bo Yûsif Hemê. --MikaelF (gotûbêj) 18:03, 9 berfanbar 2014 (UTC)
Birêz, ji niha ve navê xwe yê Yûsiv Hemê bi kar bîne. Bi silavên germ. --MikaelF (gotûbêj) 09:39, 10 berfanbar 2014 (UTC)