Tawanên şer ên Tirkiyeyê li dijî kurdan

Tawanên şer ên Tirkiye yê li dijî kurdan, rêzeke tawanên şer e ku di dîrokên cûrbecûr de ji aliyê artêşa dewleta tirk ve li dijî kurdan pêk hatiye. Komkujiya Zilanê û Komkujiya Dersimê, tawanên serekeyê şer e ku di van komkujiyan de bi hezaran kes ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê fermî di Kumkujiya Dersimê de 8 hezar 605 kurd ji aliyê artêşa tirk ve hatine kuştin[1] û di Komkujiya Zilanê de li gorî daxuyaniyên çapemenî û rojnamevanên wî demê 50 û 75 hezar Kurd ji aliyê artêşa dewleta Tirkiyê ve hatin kuştin.[2][3]

Wêneyekî ji Rojnameya Cumhuriyetê di daxuyaniya de dinivîse, kesên ku li Geliyê Zilanê kom kirine hemî hatine kuştin, kes jê xilas nebûye û operasyonên didome.
Wêneyê qeflek zarok û jin ku di dema Komkujiya Dersimê de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kom kirin. Piştî 74 salên kesê bi navê Salman Yeşildağ ku ji komkujiya xilas bibû, aniye ziman ku birayê wî jî di nava vê qeflê de ye ev qefl bi temamî hatine kuştin.
Dîmenek ji Komkujiya Qilabanê ku di 28ê kanûna sala 2011an de ji aliyê balefirên şer ên dewleta tirk ve ji dijî kurdan pêk hatiye.

Di salên dawiyê de, li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê li dijî sivîlên kurd ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bi êrîşên hewayî gelek tawanên şer hatine tomarkirin. Yek ji van êrîşên sereke yên hewayî Komkujiya Robozkê ye û yek ji êrîşên sereke yên ku di dema hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan de li dijî kurdên sivîl pêk hatiye.[4] Bi van êrîşên hewayî bi dehan zarok û kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.[5][6]

Li Bakurê Kurdistanê, di sala 2015an de piştî hilbijartina giştî ya 7ê hezîrana sala 2015an de ku hikûmeta AKPê di hilbijartinê de têk çû, ji aliyê hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan ve di civîna Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiye yê (MGK) de li dijî kurdan biryara operasyonek bi navê Çöktürme operasyonu (tê wateya operasyona jihalxisinê) ku piştre navê operasyonê wekî Hendek operasyonu (operasyona xendekan) hate guhertin, hate dayîn.[7] Bi despêkirina vî operasyonê re komên ji ciwanên Kurd li navçe û bajarên ku tevgerên leşkerên tirk lê zêde dibe, damezrandina Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) ragihandin.

Bi despêkirina vî operasyona leşkerî re li navçeyên Cizîr, Gever û Nisêbînê gelek zarok, jin û kesên sivîl ji aliyê artêşa tirk ve hatin kuştin.[8] Yek ji van kesan jina 75 salî Taybet Înan bû ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li navçeya Nisêbînê hate kuştin. Jibo hilanîna cendekê Taybet Înan gelek hewlên saziyên sivîl siyasî çêbû lê dewleta tirk destûrê neda ku cendek bê hilanîn û cendekê Taybet Înan heft roj ma li kolanê.[9]

Yek ji tawanên şer ên ku di dema rêveberiya Recep Tayyîp Erdogan ve li dijî kurdan pêk hatiye kuştina siyasetmedar û endezyara Kurd Hevrîn Xelef e.[10] Hevrîn Xelef di dema dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî de ku ji aliyê Tirkiyeyê vê pêk hat, di 12ê cotmeya sala 2019an de li ser rêya m4 a navneteweyî ya li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye.[10] Rêxistina navneteweyî Amnesty International ku navenda wî li Londonê ye, diyar kiriye ku Hevrîn Xelef ji aliyê çekdarên Ehrar El-Şarkiye ve ku girêdayî Tirkiyeyê, hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Hevrîn Xelef ji otomobîla wê hatiye kaşkirin, Hevrîn Xelef û ajokarê wê li heman cihî hatine kuştin.[10] Li gorî rapora Amnesty International porê Hevrîn Xelef hatiye kişandin û nêz ve hatiye gulebaran kirin.[10]

Kronolojî biguhêre

Komkujiya Geliyê Zilanê (1930) biguhêre

Komkujiya Geliyê Zilanê, tawanek şer e ku di meha tîrmeha sala 1930an ji aliyê artêşa Tirkiyê li dijî kurdan pêk hatiye. Di Komkujiyê de li gorî jêderên curbecur 50 û 75 hezar Kurd ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kuştin.[11]

Komkujiya Dersimê (1937-1938) biguhêre

Kumkujiya Dersimê, tawanek şer e ku di sala 1937 û 1938an de ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li dijî kurdan pêk hatiye. Li gorî daxuyaniyên fermî 6 hezar û 868 Kurd ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye kuştin.[12]

Komkujiya gundê Zînê (1938) biguhêre

Komkujiya Zînî Gedîkê, komkujî û tawanek şer e ku di 6ê tebaxa 1938an de li gundê Zînê ya bi ser parêzgeha Erzînganê ve, ji aliyê artêşa tirk ve li dijî kurdan pêk hatiye.[13] Di komkujiyê de 95 Kurd ji aliyê artêşa dewleta tirk ve hatine kuştin û piştî vî Komkujiyê şêniyên gund sirgûnê bajarê Balikesîr û navçeya Keşan a bi ser parêzgeha Edirne yê kirine.[14]

Komkujiya Geliyê Sefo (1943) biguhêre

Komkujiya Geliyê Sefo yan jî navê ku pê tê zanîn Komkujiya 33 guleyê, komkujiyeke ku 30yê tîrmeha sala 1943an ji aliyê artêşa Tirk ve li dijî gundiyên Kurd pêk hatiye. Di komkujiya de 33 kes jibo kuştinê birin kesek revî xwe xilaskir, 32 kes ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin.[15]

Komkujiya Licê (1993) biguhêre

Komkujiya Licê, tawanek şer e ku di 27ê cotmeha sala 1993an de ji aliyê artêşa tirk ve li dijî kurdan pêk hatiye. Di Komkujiya Licê de 401 avahî 242 dikan hatine şewitandin û 17e kes ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatin kuştin.[16][17]

Komkujiya Vartinîsê (1993) biguhêre

Komkujiya Vartinîsê, tawanek şer e ku di 3ê çiriya pêşîna sala 1993an de li bajaroka Vartinîs a biser navçê Tîl a Mûşê, li dijî malbatek Kurd, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve pêk hatiye. Di vî komkujiyê de, ji aliyê artêşa tirk ve agir bi avahiyê malbatê hate xistin û dêûbav 7 zarok bi şewata agirê hatin kuştin.[18]

Komkujiya Kortekê (2011) biguhêre

Komkujiya Kortekê, komkujî û tawanek şer e ku di 21ê tebaxa sal a 2011an de di dema hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan de ji aliyê balefirên şer ên dewleta Tirk ve li dijî wesayîtekî malbata Kurd pêk hatiye. Di komkujiyê de 4 zarok, Jinek ducanî bi temamî 7 kes hatine kuştin.[19]

Komkujiya gundê Zergelê (2015) biguhêre

Komkujiya gundê Zergelê, komkujî û tawanek şer e ku di sala 2015an ji aliyê balefirên şer ên artêşa Tirkiyê li dijî kesên sivîl ên li Başûrê Kurdistanê pêk hatiye. Di vî êrîşa hewayî de 8 kes jiyana xwe jidest dide û 14e kes bi giranî birîndar dibe.[20]

Komkujiyên jêrzemînên Cizîrê (2015) biguhêre

Komkujiyên jêrzemînên Cizîrê rêzeke komkujî û tawanên şere ku di dema hikumeta Recep Tayyîp Erdogan de li dijî kurdan pêk hatiye.[8] Komkujî di sala 2015an de, di dema şerê di navbera artêşa tirk û şervanên YPSê de derketiye, li dijî kesên sivîl û şervanên YPSê ku birîndar bûne, pêk hatiye.[8] Di komkujiya jêrzemînên Cizîrê de, di jêrzemînên avahiyên cûrbecûr de şervanên YPSê û kesên sivîl ji aliyê artêşa tirk ve bi agirê saxe sax hatine şewitandin.[21]

Kuştina her sê jinên siyasetmedarên kurd (2016) biguhêre

Kuştina her sê jinên siyasetmedarên urd, yek ji tawanên şer ên ku di dema hikûmeta Recep Tayyip Erdoğan de li dijî sê jinên siyasetmedarên Kurd, ku di sala 2016an de li navçeya Silopî yê pêk hatiye.[22] Her sê jinên siyasetmedar, Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar di dema Çöktürme operasyonu (Operasyona jihalxisinê) ku li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê hatibû lidarxistin, hatin kuştin.[22]

Tewanên şer ên di dema dagirkirina Efrînê de (2018) biguhêre

Tewanên şerê di dema dagirkirina Efrînê, rêzeke tawanên şer e ku di dema hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan ve ji aliyê artêşa tirk ve li dijî sivîlan li bajarê Efrînê pêk hatiye. Di dema dagirkirina Efrînê de 700 sivîl hatin kuştin 7 hezar û 400 sivîl hatine revandin û hêj çarenûsa wan ne diyar e. 68 dibistan hatine xirakirin, gelek goristan û 15 perestgehên dînî hatine wêran kirin.[23]

Bombarana Nexweşxaneya Avrînê (2018) biguhêre

Bombarana Nexweşxaneya Avrînê, bombaran û tawanek şer e ku ji aliyê hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan ve di sala 2018an di dema dagirkirin a Efrînê de ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyê ve li dijî Nexweşxaneya Avrînê, li Efrînê pêk hatiye. Di bombaranê de 9 kes jiyana xwe jidest dane û gelek kes jî birîndar dibin.[24]

Kuştina Hevrîn Xelef (2019) biguhêre

Kuştina siyasetmedar û endezyara Kurd Hevrîn Xelef, tawanek şer e ku di dema hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan de ji aliyê hêzên çekdarê ku Tirkiye alîkariyê dike pêk hatiye.[10] Hevrîn Xelef di 12ê cotmeha sala 2019an de di dema dagirkirina Serêkaniyê de ji aliyê hêzên çekdarê girêdayî Tirkiye ve hatiye kuştin.[10] Piştî kuştina Hevrîn Xelef rojnameya Yeni Şafak a Tirkiyeyê jibo kuştinê Hevrîn Xelef, wê wek sekreterê giştî yê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ku yek ji berfirehkirina siyasî ya PYDê li Sûriyê ye, pênase kir û diyar kir ku "Hevrîn Xelef bi operasyoneke serkeftî hatiye kuştin" kuştina Hevrîn Xelef diyar kir.[10]

Êrîşa bi ser konvoya sivîlan de (2019) biguhêre

Êrîşa bi ser konvoya sivîlan de, komkujî û tawanek şer e ku di sala 2019an de di dema dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî de ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve li dijî kurdan pêk hatiye. Êrîş bi balefirên şer ên Tirkiyê pêk hatiye û di êrîş de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 74 sivîl birîndar bûne.[25]

Komkujiya bi ser dibistana Hesîçeyê de (2022) biguhêre

Komkujiya li dijî dibistana Hesîçeyê, komkujî tawanên şer e ku ji aliyê hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan ve li dijî dibistana zarokên keç pêk hatiye. Komkujî li bajarê Hesîçe ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa dewleta tirk ve li dijî dibistanek pêk hatiye û di encama erîşê de 4 zarok hatin kuştin û 11 e zarok birîndar bûne.[26]

Bikaranîna gaz û çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên PKKê (2022) biguhêre

Bikaranîna çekên kîmyayî tawanekî şer e ku di dema hikûmeta Recep Tayyîp Erdogan de li dijî gerîlayên PKKê pêk hatiye. Di meha nîsana sala 2022an de bi despêka şerê di navbera hêzên HPGê artêşa Tirkiyê de, di mehên îlon û cotmeha sala 2022an de dewleta tirk d dema şer de li dijî gerîlayên PKKê gaz û çekên kîmyewî bikar aniye. Bi van êrîşên kîmyewî 17e gerîlayên PKKê jiyana xwe jidest dane û hinek dîmenên dema ku gerîlayan PKKê ji ber gazên kîmyewî bi bandor bûne, li Ajansa Nûçeyan a Firatê de di 19ê cotmeha sala 2022an de hatiye weşandin.[27][28][29][30]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Dersim'de kaç kişi öldü?". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 gulan 2022.
  2. ^ "Asırlık yara Geliyê Zilan'ın tanığı: İhaneti unutmadım". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 30 gulan 2022.[girêdan daimî miriye]
  3. ^ ""Berliner Tageblatt" sayfasını oluşturmaktasınız - Vikipedi". tr.wikipedia.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 gulan 2022.[girêdan daimî miriye]
  4. ^ "10. yılında Roboski Katliamı: Hukuki süreç hangi aşamada?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 28 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 3 hezîran 2022.
  5. ^ "'Solin katliamın sembolüdür'". Yüksekova Haber Portalı (bi tirkî). Ji orîjînalê di 4 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 gulan 2022.
  6. ^ Gazetesi, Evrensel. "TSK, Kandil'de Zergelê köyünü vurdu: 8 sivil yaşamını yitirdi". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 gulan 2022.
  7. ^ "Hendek Operasyonu Haberleri - Son Dakika Yeni Hendek Operasyonu Gelişmeleri". CNN Türk (bi tirkî). Ji orîjînalê di 30 gulan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 31 gulan 2022.
  8. ^ a b c Duvar, Gazete (22 nîsan 2021). "Anayasa Mahkemesi 'Cizre bodrumları' başvurusunu reddetti". Duvar (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 hezîran 2022.
  9. ^ "Cenazesi 7 gün yerde kalan Taybet Ana'nın evinde 'kara' bayram..." T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 gulan 2022.
  10. ^ a b c d e f g Duvar, Gazete (11 nîsan 2019). "Hevrin Halef nasıl öldürüldü?" (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 hezîran 2022.
  11. ^ "Zilan Katliamı'nı Unutmadık!". www.halklarindemokratikkongresi.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 gulan 2022.
  12. ^ "Dersim'de kaç kişi öldü?". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 gulan 2022.
  13. ^ "Prosecutor orders search for mass Alevi grave in Erzincan". web.archive.org. 28 îlon 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 îlon 2011. Roja gihiştinê 2 hezîran 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ Mynet. "Zini Gediği Katliamı'na soruşturma". Mynet YurtHaber (bi tirkî). Roja gihiştinê 2 hezîran 2022.
  15. ^ "33 köylü neden katledildi, katiller yıllarca nasıl korundu?". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 gulan 2022.
  16. ^ "27 yıldır kuş konacak dal yok Lice'de!!". Hafıza Merkezi (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 gulan 2022.
  17. ^ "Lice Katliamı Sanığı: Tüm Kararlarım Doğruydu". FAİLİ BELLİ (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 gulan 2022.
  18. ^ "Vartinis (Altınova) Katliamı Davası Bugün Görülüyor". Hafıza Merkezi (bi tirkî). Roja gihiştinê 31 gulan 2022.
  19. ^ "Türk Savaş Uçakları 4'ü Çocuk 7 Kişiyi Öldürdü". web.archive.org. 24 kanûna pêşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 kanûna pêşîn 2011. Roja gihiştinê 3 hezîran 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  20. ^ Gazetesi, Evrensel. "TSK, Kandil'de Zergelê köyünü vurdu: 8 sivil yaşamını yitirdi". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 hezîran 2022.
  21. ^ Cizre’de bodrum katından HDP'li Derya Koç'un ses kaydı! (bi îngilîzî), roja gihiştinê 1 hezîran 2022
  22. ^ a b "Silopi'de üç kadın siyasetçi öldürüldü". BBC News Türkçe (bi tirkî). 6 kanûna paşîn 2016. Roja gihiştinê 4 hezîran 2022.
  23. ^ Rudaw. "Rudaw". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 2 hezîran 2022.
  24. ^ "Avrin Hastanesi bombalandı: 9 kişi yaşamını yitirdi". amp.artigercek.com. Roja gihiştinê 2 hezîran 2022.
  25. ^ "Êrîşa li dijî sivîlan".[girêdan daimî miriye]
  26. ^ "Di êrişa Tirkiyeyê de li Til Temirê 4 zarok hatin qetilkirin". mezopotamyaajansi35.com. Roja gihiştinê 19 tebax 2022.[girêdan daimî miriye]
  27. ^ "Görüntüleri inceleyen Fincancı: Sinir sistemini tutan kimyasal kullanılmış". mezopotamyaajansi35.com. Ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.
  28. ^ "Kimyasal saldırıda hayatını kaybeden Şen'in babası: Ahlaksız bir savaş yürütülüyor". mezopotamyaajansi35.com. Ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.
  29. ^ "Uca'dan BM ve OPCW'ye: Avrupa kimyasal kullanımına izin mi verdi?". mezopotamyaajansi35.com. Ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.
  30. ^ "Türkiye'nin kimyasal silah saldırıları sürüyor". mezopotamyaajansi35.com. Ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 çiriya pêşîn 2022.