Hevrîn Xelef
Divê ev gotar ji aliyê rêziman, hevoksazî yan jî rastnivîsê ve were sererastkirin.(tebax 2024) |
Hevrîn Xelef (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Hevrin Khalaf) (jdb. 15ê çiriya paşîn a 1984an li Dêrika Hemko, Rojavayê Kurdistanê, Sûrî - m. 12ê çiriya pêşîn a 2019an nêzîkî Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê, Sûrî), endezyar û ramyareke kurd a ku sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bû. Ew di 12ê çiriya pêşîn a 2019an de li operasyona leşkerî ya Tirkiyê ya li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk û kurdên Rojavayê Kurdistanê, di encama kemîneke çeteyên Ehrar eş-Şerqiyeyê[çavkanî hewce ye] de li ser rêya Diwelî ya bajarê Qamişlo hate kuştin[1].
Hevrîn Xelef | |
---|---|
Jiyan | |
Jidayikbûn | 15ê çiriya paşîn a 1984an Dêrika Hemko |
Mirin | 12ê çiriya pêşîn a 2019an |
Pîşe | Endezyar, Ramyar |
biguhêre |
Jiyana wê
biguhêreHevrîn Xelef di 15ê çiriya paşîn a 1984an de li Dêrika Hemko hat dinyayê. Ew ji malbateke welatparêz bû. Hevrînê xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehiyê li dibistanên Dêrikê bi dawî anî. Wê di sala 2009an de beşa endezyariya çandiyê[1] li Zanîngeha Helebê qedand û dû re li devera kurdî ya xweserî li bakurê rojavayê Sûriyê cihekî payebilind wergirt. Hevrîn Xelef di sala 2012an de yek ji damezirînerên Weqfa Zanist û Ramana Azad bû. Di sala 2015an de, ew cîgira serokê komîsyona wizeyê ya herêma Cizîrê bû. Ew di sala 2016an de bû hevseroka desthilata wizeyê. Partiya wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, di sala 2017an de li dû dagirkirina Reqayê ji koma Dewleta Islamî beşdarî rêveberiya bakurê Sûriyê bû. Xelaf beşdarî gotûbêjan bû bi Dewletên Yekbûyî, Fransa û şandeyên din re. Ew ji bo karînên xwe yên dîplomatîk dihat nasîn. Xelef li ber zêdebûna xweşbînî û yekîtiyê di nava mesîhî, ereb û kurdan de xebitî.
Kuştina wê
biguhêreRojnameya Daily Telegraph ragihand ku rayedarên kurd digotin çeteyên serhildanê erebeyek zirxî ya Hevrîn Xelef rê girtin.
Xelef yek ji wan sivîlan bû ku di rojên yekem ên operasyona leşkerî ya piştgiriya Artêşa Tirkiyê de hat kuştin, ligel Obsavdêrîya Sûrî ya jibo mafên mirovan ragihand ku neh sîvîl hatin îdamkirin li demên cûda li başûrê bajarokê Girê Spî.
Artêşa Neteweyî, komeke serhildêr ku ligel Tirkiyeyê şer dike, berpirsyariya kuştinê red kir.
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- (inglîzî) 7dnews.com Girêdana arşîvê 2019-10-15 li ser Wayback Machine