Balikesîr
Balikesir (Balikesîr tê xwandin) yek ji bajar û parêzgehên Tirkiyê ye.
Li herêma Egeyê ye. Navê bajêr wekî hemî navên Anatoliya û Kurdistanê ne bi Tirkî ye. Orgînala navê bajêr Palaoikos an Palao Kastro ye û bi zimanê Grekî ye. Wekî tê zanîn zimanên Îranî, bi taybetî jî Farsî bandoreke mezin li gelên herêmê kirine. Osmaniyan jî herwekî zimanê Farsî bikaranîne. Ji Palaikosê re gotine "Bal-î-Qesr (Farsî tê wateya Qesra hinguvî), Palao Kasri - Qesra, kelheya Palao". Piştre di damezrandina Komara Tirkiyê de, hemî navên cografîk hatine guhertin an Tirkîzekirin. Palao Kasri yan Bal-î Qesr jî kirine Balikkesiri (ango qorên masiyan) û piştre jî Balikesir.
Rûber 14.456 km², gelhe 1.076.347 e. Aborî pirranî li ser çandiniyê ye. Herwekî xwedîkirina ajalan û tûrîzm jî pêşketiye. Li vê parêzgehê gelek Kurd jî dijîn ku pirraniya wan di 20 salên dawî de ji aliyê dûgela Tirk ve hatine koçberkirin.
Biguherîne
- Ayvalık
- Susurluk
- Sindirgi
- Bigadiç
- Balikesir navend
- Balya
- Bandırma
- Burhaniye
- Dursunbey
- Edremit
- Erdek
- Gömeç
- Gönen
- Havran
- İvrindi
- Kepsut
- Marmara
- Manyas
- Savaştepe