Sevda Alizadeh (z. 1ê Îlona 1987an li Tehranê), ku bi navê Sevdaliza tê naskirin, hunermend, stranbêj û hilberînerek holendî-îranî ye.

Sevdaliza
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Nasnav
SevdalizaLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Keyaniya Holendayê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Rojnamevanê alîgir, street vendor, stranbêj û strannivîsLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Werziş
Instrument
Label
Twisted Elegance (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Electronic music (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Dîskografî
Sevdaliza discography (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Kurtejiyan

biguhêre

Alizadeh di 1ê îlona sala 1987an de li Tehran, Îranê hatiye dinyayê.[1] Sevdaliza bi eslê xwe azerî, rûs û fars e.[2] Di pênc saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Holendayê dibe. Di 16 saliya xwe de, ew ji malê derdikeve ku bûrsek basketbolê wergirtiye û di dawiyê de li tîmê basketbolê ya neteweyî ya Holendayê lîst. Piştre perwerdehiya zanîngehê werdigire û di warê ragihandinê de mastera xwe diqedîne.[3] Sevdaliza zimanên farisî, holendî, îngilîzî, fransî û portekîzî baş dizane.[4]

Ew di nîvê salên xwe yên bîstan de dest bi hilberîna muzîkê û projeyên multimedia kiriye. Albuma wê ya pêşîn ISON di 26ê nîsanê 2017an de hatiye weşandin ku tê de bandorên ji trip-hop, pop, R&B, elektronîk û muzîka kevneşopî ya farisî vedihewîne.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Sevdaliza Songs, Albums, Reviews, Bio & More |..." AllMusic (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2024.
  2. ^ Brimmers, Julian (22 gulan 2017). "Sevdaliza: "Ich habe noch nie ein fröhliches Lied gemacht"". Der Spiegel (bi almanî). ISSN 2195-1349. Roja gihiştinê 27 tebax 2024.
  3. ^ Kelly, Chris (14 çiriya pêşîn 2015). "Interview: Sevdaliza". Fact Magazine (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 27 tebax 2024.
  4. ^ "Meet Sevdaliza, A Dutch-Iranian Roamer Finding A Spiritual Home In Music". The FADER (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 tebax 2024.