Perû
República del Perú | |||||
Komara Perûyê | |||||
| |||||
Gotina netewî: Firme y feliz por la unión (Spanî: Aramî û Dilşa bi Yekitî ye) | |||||
Sirûda netewî: Somos libres, seámoslo siempre | |||||
![]() | |||||
Zimanên fermî | Spanî, kîçwa (Kichwa) û aymara
| ||||
Paytext | Lîma 12°02′Bş 77°01′Ra / 12.033°Bş 77.017°Ra | ||||
Bajarê mezin | Lîma | ||||
Sîstema siyasî | Komarî | ||||
- Serokdewlet - Serokwezîr |
Martín Vizcarra Mercedes Aráoz | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
1.285.220 km2 0,4 | ||||
Gelhe - Giştî (2015) - Berbelavî |
31 151 643 kes 24,2 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 28'ê pûşperê 1821 ji Spanya | ||||
Dirav | Nuevo Sol (PEN) | ||||
Dem | UTC-5 | ||||
Nîşana înternetê | .pe | ||||
Koda telefonê | +51 | ||||
![]() Nexşe Perû |
Perû (spanî República del Perú, fermî Komara Perûyê) yek ji dewletên Amerîkaya Başûr e. Ew li bakur Ekuador û Kolombiya, li rojhelat Brazîl, li başûr-rojhelat Bolîvya, li başûr Şîle û li rojava jî Pasîfîk re sînor kirî ye.
ErdnîgarîBiguherîne
ÇiyaBiguherîne
Çiyayên Perûyê herî bilind Nevado Huascarán (6.768 m), Yerupaja (6.634 m), Coropuna (6.425 m), Ampato (6.310 m), Chachani (6.075 m) û Volcán Misti (5.822 m) ne.
Çem û GolBiguherîne
Çemên Perûye herî gering Amazon û milên wê Río Apurímac, Río Urubamba, Río Ucayali, Río Marañón, Napo, Putumayo û Huallaga ne.
Golên xweya herî mezin Titicaca û Lago Junín ne.
BajarBiguherîne
Bajarê herî mezin ê Perûyê bi nifûseke 7.363.069 kes Lima ye. Ji pê Lima re jî Trujillo (861.044), Arequipa (860.000), Callao (824.329), Chiclayo (634.600) û Iquitos (400.000) tên.
Li nêzî bajarê Cuzcos şiwîna Înkayan Machu Picchu he ye.
GelBiguherîne
Perû bi Bolîvya û Guatemala ve welateke bi piranî ji gelên îndiyanî pêk tê ye. Ji sedî 45a nifûsa perûyî ji îndiyaniyan de pêk tê ye û bi gelemperî bi kîşwa(40%) û aymara (5%) diaxafin. Ji sedî 37a nifûsê mestîzan, 15% a jî koçgiriyê Ewropayê ne.