Mister World ("Şahê ciwaniyê yê cîhanê") pêşbirka ciwaniyê ya mêran e ku ji sala 1996an û pê ve ji aliyê rêxistina Miss World ve tê pêkanîn[1][2]. Pişkdar ji bilî nîşandana ciwaniya xwe, divê li çalakiyên curbicur wekî xwexijkirina ser avê (waterskiing), ajotina bisiklêta çiyayê (mountainbike) û bazdana maratonê jî bikevin pêşbirkê.
Şahê ciwaniyê yê cîhanê yê herî dawî endezyarêhewafezayî yê brîtanî Jack Heslewood e yê ku di 23ê tebaxa 2019an de li Manîla (Filîpîn) bi nişana ciwaniyê Mister World hate xelatkirin û taca xwe bir.