Korean Broadcasting System
Korean Broadcasting System (KBS) (bi korêyî: 한국 방송 공사, Hanguk: Bangsong Gongsa) weşangera neteweyî yê Korêya Başûr e. Ev tor di sala 1927an de hatiye damezrandin, radyo, televizyon û servîsên online jî dide şixulandin, li Korêya Başûr di nav torên televizyonan de di nav yên herî mezin de ye.
Korean Broadcasting System (KBS) 한국방송공사 | |
---|---|
Destpêk | 16ê sibata 1927an (radyo) 1ê kanûna paşîn a 1961an (televizyon) 3ê adara 1973an (bi statûya "stasyonên weşanan yên giştî") 2001 (televizyona dijîtal) |
Dirûşm | Bi Rêya Weşanê Dilsoziya Mirov'an Anîn Cih Fulfilling the People's Devotion Through Broadcasting |
Welat | Korêya Başûr |
Navend | Yeouido, Yeongdeungpo-gu, Sêûl, Korêya Başûr |
Malper | www.kbs.co.kr |
biguhêre |
Kanal
biguhêreTelevizyonên bejayî
biguhêre- KBS1 - Yê herî mezin ev e. Di vê kanalê de nûçe, perwerdehî, spor û tiştên kultûrê tên weşandin. Ew, di sala 1961an de bi navê HLKA-TV vebû. Ew li ser kanal 9 ya televizyona bejayî tê weşandin.
- KBS2 Kanala KBSê yê şahî û rêzefîlman e. Ew di sala 1980an de hate avakirin. Wek cîgir hate vêkirin, lê paşê bi kanala Tongyang Broadcasting Corporation re hate yekkirin. Ew li ser kanal 7 ya televizyona bejayî tê weşandin.
- KBS UHD - Kanala Ultra HD. Ji bo vîdeo û muzîkên rêzefîlman hatiye çêkirin.
KBS1 û KBS2 qedeme bi qedeme dev ji servîsa analog berdan û derbasî televizyona dijîtal bûn.
Televizyona kablo û satelîtê
biguhêre- KBS Prime - Kanaleke kultûr û rêzefîlman e, di sala 1995'a de bi nava KBS Satellite 2 dest bi weşanê kir. Di sala 2002an de wek "KBS Korea" ji nû ve hat binavkirin.
- KBS Drama - berê wek KBS Sky Drama, di 2002an de hate dest pê kirin.
- KBS N Sports - berê KBS Sports/KBS Sky Sports, di sala 2002an de hate dest pê kirin.
- KBS Joy - kanaleke komedî û pêşbaziya agahiyan e ku di sala 2006an de hatiye dest pê kirin.
- KBS Kids - kanaleke ji bo zarokan e, di sala 2012an de hate dest pê kirin.
- KBS W - kanaleke ku ji bo temaşevanên jin di sala 2013an de hatiye vekirin e.
Radyo
biguhêre- KBS Radio 1 (711 kHz AM/97.3 MHz FM KBS Radyo Seoul) - nûçe, bûyerên rojane, drama, belgefilm û kultûr. Di sala 1927an de wek Kyeongseong Broadcasting Corporation JODK vebû û paşê di 1965an de vegeriya "KBS Radio 1"ê.
- KBS Radio 2 (603 kHz AM/106.1 MHz FM KBS Happy FM) - rodyoyeke şahiyê ye ji bo kesên navsere. Di sala 1948an de wek HLSA hate dest pê kirin.
- KBS Radio 3 (1134 kHz AM/104.9 MHz FM KBS Voice of Love FM) - Di sala 1980 de hate dest pê kirin, û di 1981an de weşan hate sekinandin. Ew paşê ket şûna Educational FM (vêga EBS FM)ê ku servîsek radyoyê ya herêmî bû. Paşê di sala 2000î de ji nû ve hate destpêkirin. Cara ewil di 2010an de, wek radyoya FM hate dest pê kirin û wekî stasyonek radyoyê ji bo kesên astengdar ji nû ve hate veava kirin.
- KBS 1FM (93.1 MHz Classic FM) - ji bo muzîka klasîk û muzîka folk. Di sala 1979an de wek KBS Stereo hate dest pê kirin û 1980an de nava xwe ya vêga hilda.
- KBS 2FM (89.1 MHz/DMB CH 12B Cool FM) - popûler muzîk. Di 1966an de bi nava RSB'ê (Radio Seoul Broadcasting) hate dest pê kirin, di sala 1970'an de wek TBC-FM ji nû ve hate navandin û paşê bû KBS.
- KBS Hanminjok Radio (Bi wateya orijînal: Radyoya Neteweyî yê KBSê yê Korêyî) (6015 MHz - Di 1975an de hate dest pê kirin.
- KBS World Radio - servîsa radyoyê ya navneteweyî ye ku sermayeya wê rasterast ji aliyê Hikûmetê ve tê dayîn.
Brand
biguhêre-
Logoya KBSyê ya duyem (ji 1973 heta 1ê çiriya pêşîn a 1984an).
-
Logoya KBSyê ya tekst.
Program
biguhêre- Gotara bingehîn: Lîsteya bernameyên ku ji aliyê televizyona KBS ve tên weşandin
KBS World
biguhêreKBS World servîsa KBSyê ya navneteweyî yê radyo û televîzyonê ye. Ew bi awayekî fermî di 1ê tîrmehê 2003an de hate destpêkirin. Ew rojê 24 saet nûçe, spor, rêzefîlmên televizyonê, şahî û bernameyên zarokan bê rawestan weşan dike. Televizyona KBS World weşanê xwe herêmî û di çapa dinyayê de dike. Ji tîrmeha 2007an pê ve, bernameyên xwe nêzî 65% bi binnivîsa inglîzî weşan dikin, ew li 32 welatan guncav e, û li gorî gotegotan li ji 40 milyonê zêdetir malûhalê digihîjin televizyona KBS Worldê (dîrok: rêşemiya 2011an). Xwediye du şaxên paşderyayî ye: KBS World (Dewletên Yekbûyî) û KBS World (Japonya). Pirraniya bernameyên KBS Japonyayê bi binnivîsa japonî tê dayîn.
Partnerên Biyanî
biguhêreHerwiha binêre
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre- KBS.co.kr - Malperra KBSyê ya Fermî
- KBS Onair
- World.KBS.co.kr - Malperra KBS Worldê ya Fermî
- KBS World News Today Girêdana arşîvê 2010-02-10 li ser Wayback Machine
- KBS-America.com - Malperra KBS Amerîkayê ya Fermî
- KBS America's VOD Service Girêdana arşîvê 2017-09-13 li ser Wayback Machine
Çavkanî
biguhêre- Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
Ev gotara têkildarî televîzyonê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |