Kezeb
Kezeb[1], kezeba reş[2] an jî ciger (bi îngilîzî: liver, bi zimanê yewnanî: ἧπαρ, hêpar) endamek e ku karê metabolîzmaya laşê mirov û zîndeweran dike û asta mijera glukoza xwînê rêkdixe.
Kezeb | |
---|---|
Kezeba mihê:
1 − Pila rastê |
Pêkhateya kezebê
biguhêreKezeb li aliyê rastê çaryeka jorê ya zikekelênê de li bin navpençikê de cih bûye. Giraniya kezebê bi qasî 1 heta 2 kîlogram e[3]. Kezeb rijênî herî gewre ya laş e[4]. Kezeb ji aliyê jor ve wekî du pilên serekê, pila çepê û pila rastê xuya dibe, lê kezeb ji aliyê rûyê jêr ve çar pilî xuya dibe[4][3]. Her pilên kezebê jî ji gellek pilokên hê hûriktir ên şeşgoşeyî pêk tê. Derî xwînhênera kezebe (hepatic portal vein) bi navbeynkariya tora mûlûleyên xwînê ji coga herisê, Ji xeynî çewrî, hemû xurekên herisbûyî di nav xwînê de diguhezîne kezebê[5]. Di nav pilên kezebê de xwîn tê parzûnkirin[6]. Li gor pêdiviya laş, xurek di kezebê de tê embarkirin an jî guhertin. Heke di nav laş de kêmasiya xurek hebe, vê gavê kezeb xurekan embar nake, tevlê xwînê dike. Ji bo heriskirinê, karê serekê ya kezebê berhemkirin û derdana zeravê ye[7]. Herisa mekanîk a çewrî bi alîkariya zeravê rû dide. Kezeb rojê bi qasî 1.5 lître zerav berhem dike. Zerav xwê û asîdên zeravê lixwe digire. Kezeb xwêyên zeravê ji kolesterolê çêdike. Xwêyên zeravê çewriyê bi awayek mekenîk perçe dike ji bo çewriyên hûriktir[8]. Hinek ji kolesterola nav zeravê tevlê pîsayî dibe û bi derketina destavê, ji laş tê avêtin.
Erkê kezebê
biguhêreMetabolîzmaya karbohîdratan yek ji karê serekê ya kezebê, rêkxistina asta mijera glukoza xwînê ye. Piştî xwarinê rêjeya glukoza xwînê berz dibe, kezeb bi navbeynkariya hormona însulunê, hinek glukozê diguherîne bo glîkojenê[5]. Bi vî awayî glukoza xwînê dadikeve asta asayî. Dema mirov birçî ye, asta glukoza xwînê ji rêjeya asayî kêmtir dibe. Vê gavê hormona glukagonê, kezebê han dike ji bo perçekirina glîkojen û bi destxistina glukozê[7] . Glukoza bi destketî ji kezebê belavê laş dibe û asta glukoza xwînê derdikeve asta asayî[5].
Metabolîzmaya çewrî
biguhêreÇewriyên embarkirî di kezebê de tê guhertin û ji bo destxistina ATP tê bikaranîn.
Metabolîzmaya proteînan
biguhêreProteîn ji asîden amînî tên çêkirin. Gava asîdên amînî bi bendê peptîdî li hev tên girêdan, ji hin asîdên amînî beşa nîtrocenî (koma amînê) tê dûrxistin, ji van beşên nîtrocenî di kezebê de ure tê çêkirin[6]. Ure madeyek jehravî ye, bi alîkariya gurçikan, di nav mîzê de ji laş tê dûrxistin. Kezeb ji asîdên amînî beşa nîtrocenî diqetîne, vê beşê bi molekulên karbohîdradî ve girê dide û ji vana asîdên amînî yên nebingehîn çêdike. Kezeb ji asîdên amînî proteînên plazmaya xwînê çê dike. Albumîn, globulîn û proteînên ji bo xwînmeyînê mînakên proteînên plazmayê ne[6].
Perçekirina xirokên sor û bergiriya li dij hokarê nexweşiyê
biguhêreDi kezebê de xaneyên hellûşênera gewre yên kezebê heye. Van xaneyan wekî xaneyên Kupffer tên bi navkirin. Xaneyên hellûşêner li dij hokarên nexweşiyê bergiriyê dabîn dikin. Herwiha evan xaneyan di kezebê de xirokên sor ên mirî jî perçe dike, hesinê nav hemoglobîna xirokên sor embar dike. Xirokên sor ji xeynî kezebê li moxê hestî û li sipilê jî tê têkşikestin[9].
Ji derman û madeyên jehravî, dûrxistina jehrê
biguhêreLi gel alkol, paşmayiyên hokarên nexweşiyê, hin derman û xurek madeyên jehravî lixwe digirin. Kezeb hewl dide ko jehra nav laş bêbandor bike û ji laş dûr bixe.
Guherandina amonyakê
biguhêreDema asîdên amînî di nav xaneyê de tê perçekirin, li gel karbona dîoksîd, amonyak (NH3) jî peyda dibe. Amonyak ji bo xaneyên laş, bi taybet ji bo xaneyên koendama demar, madeya jehravî ye. Amonyak bi navbeynkariya xwînê ber bi kezebê ve tê guhestin[8]. Kezeb amonyakê diguherîne ureyê[5]. Ure li gor amonyakê he kêmtir ziyanbexş e.
Dawîanîna çalakiya hormonan
biguhêreHormonên wek însulîn, glukagon, kortîzol, aldesteron, tîroîd û hormonên zayendê, piştî cihanîna erkên xwe ji aliyê xaneyên kezebê ve tên perçekirin[9] .
Embarkirin
biguhêreKezeb, glîkojen, hesin, mis (paxir), vîtamînên wekî vîtamîna A, D, E, K û B12 embar dike[9][6].
Derdana zeravê
biguhêreXaneyên kezebê zeravê berhem dike û der dide. Şileya zeravê ji xwêyên zeravê, pîgmentên( madeya rengdar) zeravê û kolesterolê pêk tê.
Nexweşiyên kezebê
biguhêreDi rewşa asayî de xane û şaneyên kezebê dikarin xwe bi hêsanî nû bikin. Lê hin nexweşî rê li ber xwe nûkirinê digire.
Hewkirdina kezebê ya vîrusî
biguhêreji ber vîrusan kulbûna (hewkirdin) kezebê, wekî nexweşiya hepatît tê navkirin. pênç corê nexweşiya hepatîtê heye. Hokarên kulbûna kezebê vîrus in. Li gor cora virusê, nexweşiya kulbûna kezebê jî wekî hepatît A, hepatît B, hepatît C, hepatît D û hepatît E tê navkirin. Di nav gel de nexweşiya kulbûna kezebê (hewkirdina kezebê) wekî nexweşiya zerikê jî bi nav dibe. Lê zerikî bi tena serê xwe nexweşî nîn e, yek ji nîşanên nexweşiya kezebê ye. Vîrusa hepatît A bi gelemperî di nav xurek û ava bi pîsayiya nexweşên bi hepatît A yê têkilbûye, tûşî mirov dibe[9]. Vîrusa hepatît B bi riya xwînguhestinê, an jî derzî û dermanên tûşî vîrusê bûne derbasî mirov dibe. Herwiha bi mirovê nexweş re pêwendiya sêksî jî dibe sedema nexweşiya kulbûna kezebê ya cora B yê. Li cîhanê nexweşiya hepatît B, ji nexweşiya AIDSê ( nîşana nemana bergiriya destketî) hê pirtir mirov nexweş xistiyê û nav mirovahî de belav bûye[6]. Vîrusa hepatît C bi gelemperî ji xwîna nexweşên bi vî nexweşiyê tûşî mirov dibe. Dibe ku hepatît C rê li ber şêrpenceya kezebê û mirinê veke. Ji bo hepatît A û B yê kutan(vaksîn) heye, lê ji bo hepatît C kutan tune.
Sîroz
biguhêreSîroz yek ji nexweşiyên kezebê ye. Bi nexweşiya sîrozê, peşî li kezeb çewrî zêde dibe, paşê şaneyên kezebê diguherin û neçalak dibin. Ji şaneyên kezebê şaneyêk rîşalî yên bestereşane (fibrous scar tissue) peyda dibe. Şaneyên kezebê req dibe. Xane û şaneyên kezeba bi nexweşiya sîrozê, erka kezebê ya ji bo laş bi cih naynin[3]. Bi gelemperî kesên zêde alkol vedixwin bi nexweşiya sîrozê dikevin[6]. Lê nexweşiya hepatît jî rê li ber sîrozê ve dike.
Hin nîşanên nexweşiya sîrozê
biguhêreKesên bi nexweşiya sîrozê ne, kezeba wan bilirubînê ji laş dûr naxe, bilirubîn di nav şaneyên laş de berhev dibe. Bilirubin bi rengê zer e, ji perçebûna xirokên sor çêdibe[4]. Mirovên bi vî nexweşiyê ne, zerikî dibin. Zerikbûn bi taybet li çermê mirov û sipîka çav de rû dide, sedema zerikbûnê madeya bilirubîn e.
Nexweşiya avbendî (bi ingilîzî;edema)
Di laşê mirovên bi nexweşiya sîrozê de av tov dibe. Li gel tevahiya laş, bi taybet şilemenî li derdora kezebê li zikê mirov de hê pirtir berhev dibe, loma zikê mirov diwerime. Ev rewş wekî avbendî bi nav dibe. Kezeba bi nexweşiya sîrozê, bi têra xwe proteîna albumîn berhem nake ev kêmasî dibe sedema avbendiyê[3].
Çavkanî
biguhêre- ^ Kovara kurmançî, instituta kurdî li paris
- ^ Hüseyin Bektaş, Anatomiya bedena mirovan
- ^ a b c d McKinley, Michael P.(2010) Human anatomy.3rd ed. McGraw-Hill Higher Education ISBN 978–0–07–337809–1
- ^ a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
- ^ a b c d Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8
- ^ a b c d e f Sylvia S. Mader, D., & Windelspecht, M. (2015). Biology (12th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
- ^ a b Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
- ^ a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
- ^ a b c d Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.