Hizbulaya Kurdistanê

rêxistina îslamî li Kurdistanê

Hizbula (bi tirkî: Hizbullah[1]), Hizbulaya Kurdî[2][3] yan jî Hizbulaya Tirkiyeyê rêxistineke îslamî ya sunî ye li Kurdistanê.[4][2] Navê vê rêxistinê bi erebî tê wateya "partiya Xwedê". Hizbula ji hêla rexnegiran ve wekî "Hizbulwehşet", "Hizbulşeytan", "Hizbulkontra" û "Sofîk" jî tê zanîn.[5][6][7] Rêxistin li dijî Tirkiyê[8][9][10], siyasetmedarên kurd û PKKê (bi giranî di navbera 1992 û 1995 de) çalak bû.

Hizbulaya Kurdistanê
  • Partiya siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala


DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 1983 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdeolojiya siyasîÎslamîzm Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Rêxistina ku ji aliyê Hüseyin Velioğlu ve hatiye damezrandin, komeke kurd e ku koka wê li bakurê Kurdistanê ye û di nav kurdên ku koçî bajarên rojavayê Tirkiyê kirine de jî piştgiriyê dîtiye. Bi giranî li bajarên Êlih, Xarpêt, Sêrt û Amedê êrîş dibir ser hedefên xwe. Di salên dawî yên Velîoglû de rêxistinê dest bi neteweperestiya kurdî kir û piştî mirina Velîoglû, di bin serokatiya Îsa Altsoy de, wan bêçek kirin û di bin navên gelek rêxistinên cuda de dest bi xebatên xêrxwaziyê ji bo gelê kurd kirin.[11][12]

Li gorî berpirsên ewlekarî yên Tirkiyê, Hizbula ji aliyê Îrana piştî şorêşê ve hatiye fînansekirin û li Îranê hatiye perwerdekirin, ku tê îdiakirin ku Îran komên terorîst ji bo avakirina hikûmetên îslamî li seranserê Rojhilata Navîn bi kar tîne.[13][14][15] Piştî ku Abdullah Öcalan ji Sûriyê hat derxistin, di navbera Hizbula û PKKê de peymana aştiyê hat ragihandin.[16] Tê îdiakirin ku hin êrîşên mezin ên rêxistinê di nîsana 1999an de teqîna xwekujî ya li Çewlikê û di sibata 2001an de kuştina şefê polîsê Amedê Gaffar Okkan û pênc polîsên din e.[17]

Di salên 2000î de, ji ber ku PKKê stratejiya xwe guhert, dewletê jî dawî li vê rêxistinê anî. Hizbula di sala 2003 de ji nû ve hat damezrandin û îro dibe ku îdeolojiya wê di nav kurdan her ku çûye belav bûye. Lewma bandora Hîzbulaya kurd ne tenê bi Tirkiyê re sînordar e û gelek heyranên wê di nav kurdên Almanyayê de jî hene.[4]

Hizbulaya kurd ji nêz ve girêdayî Partiya Doza Azad (HÜDA PAR) e, ku wek partiya wan a siyasî tê hesibandin.[18] Her çendî bi êrîşên li dijî PKK, dewleta tirk û femînîst û lîberalên din tê naskirin, îro bi giranî di bin navê HÜDA PARê çalak e û dijberiya xwe ya tund bê bikaranîna çekan berdewam dike.

Mijarên têkildar

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Murder on the Bosporus". Middle East Forum (bi îngilîziya amerîkî). 1 hezîran 2000. Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2024.
  2. ^ a b "Ḥizbullāh - Oxford Islamic Studies Online". web.archive.org. 26 sibat 2013. Ji orîjînalê di 26 sibat 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2024.
  3. ^ "The real challenge to secular Turkey". The Economist. ISSN 0013-0613. Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2024.
  4. ^ a b Steinberg, Guido W. (25 hezîran 2013). German Jihad: On the Internationalization of Islamist Terrorism (bi îngilîzî). Columbia University Press. ISBN 978-0-231-50053-1.
  5. ^ "Hizbullah, Hizbul Kontra, Hizbul Şeytan, Hizbul Vahşet ve Hüda Par – Çetin Yılmaz (jiyan.org)". sendika.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 adar 2024.
  6. ^ Çelik, Adnan (9 gulan 2021). "'Keep your mouth shut in the day and your door shut at night.': Intra-Kurdish Violence in the Shadow of the State: The case of Hizbullah in Turkish Kurdistan". Kurdish Studies. 9 (1): 37–57. doi:10.33182/ks.v9i1.563. ISSN 2051-4891. Ji orîjînalê di 25 nîsan 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 adar 2024. Before that date, the townsfolk had generally regarded the few members of Hizbullah there as sofîk (diminutive of 'sofu', meaning 'bigot' and denoting a certain contempt with a touch of humour).
  7. ^ https://www.academia.edu/81034784/Kurdish_Hizbullah_in_Turkey_Islamism_Violence_and_the_State r. 166 "Sofîk is a disparaging diminutive of the word sofu (devout) in Kurdish."
  8. ^ "Al-Ahram Weekly | Region | Tales from the crypt". web.archive.org. 15 kanûna pêşîn 2005. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 kanûna pêşîn 2005. Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ Aksiyon. "- Aksiyon.com.TR - Güncel ve Sosyal Bilgi Paylaşım Platformu". Aksiyon (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2024.
  10. ^ "Die Anschläge auf die Synagogen in Istanbul und die Rolle von Staat und Hizbullah". www.hagalil.com. Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2024.
  11. ^ "Release of Radical Group's Leaders Causes Shock in Turkey". Voice of America (bi îngilîzî). 31 kanûna paşîn 2011. Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2024.
  12. ^ Zaken, Ministerie van Algemene (1 çiriya pêşîn 2016). "Thematisch Ambtsbericht Turkse Hezbollah 2016 - Ambtsbericht - Rijksoverheid.nl". www.rijksoverheid.nl (bi holendî). Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2024.
  13. ^ The Turkish Counter-Terrorism Experience, Suleyman Ozeren, Organizational and Psychological Aspects of Terrorism, Ed. Centre of Excellence Defence against Terrorism, (IOS Press, 2008), 159.
  14. ^ Turkish Hezbollah, Encyclopedia of Terrorism, Ed. Harvey Kushner, (Sage Publications Inc., 1993), 368-369.
  15. ^ The Kurdish Question and Turkish Foreign Policy, Kemal Kirisci, The future of Turkish foreign policy, Ed. Lenore G. Martin, Dimitris Keridis, (MIT Press, 2004), 295.
  16. ^ Turkey and the War on Terror, Andrew Mango, (Routledge, 2005), 65.
  17. ^ Evan Kohlmann, National Review, 25 November 2003, Terrorized Turkey: Pointing fingers at al Qaeda
  18. ^ "Hizbullah: Tebliğ, Cemaat, Cihat". bianet.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 çiriya pêşîn 2024.

Girêdanên derve

biguhêre