Partiya Doza Azadî
Partiya Doza Azadî, (bi tirkî Hür Dava Partisi; bi kurtasî Hüda Par) partiyeke siyasî ye ku di 19ê kanûna sala 2012an de hatiye damezrandin û li Tirkiyê siyasetê dike. Sembola partiyê pirtûkek vekirî ye ku roj ji nav rûpelên pirtûkê de derdikeve. Serokê giştî ya Hüda Parê ya niha Zekeriya Yapıcıoğlu ye.
Partiya Doza Azadî | |
---|---|
Dûgel | Tirkiye ![]() |
Dema avabûnê | |
Cihê damezrandinê | |
Cihê baregehê | |
Îdeolojiya siyasî | Îslamîzm ![]() |
Malper | hudapar![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Tê gotin ku ev partî îdeolojiya rêxistina îlegal a Hîzbullah dişopîne.[1] Ev rêxistina îlegal bi birakujiyê li dijî kurdên çepgir tê nasîn. Her wiha, tê gotin ku gelek kuştinên nediyar ên salên 90î ji aliyê Hîzbullah hatine kirin. Hüda Par jî dijberiya xwe ya li dijî PKK, BDP û kurdên çepgir bi awayeke vekirî dide nîsan. Lewra di nava gelek kurd de Hüda Par wek baskê siyasî yê Hîzbullahê tê dîtin.
Serokê giştî yê partiya Hüda Par Mehmet Huseyin Yılmaz (1967) parêzer e û ji gelek sûcdarên Hîzbullahê re jî parêzeriyê kiriye. Her wiha, ew ji di sala 2007an de heta di sala 2010an de serokê komeleya Mustazaf Der (Komeleya Binpêkiriyan) bû. Hêjayî gotinê ye ku ev komel di sala 2010an de hate qedexe kirin.
ÇavkanîBiguhêre
- ↑ BBC Tirkî: 'Hizbullah'ın parti kurması' ne anlama geliyor? (Damezirandina partiya Hîzbullahê tê ci watê?), dîtin, 16e nîsanê 2013