Hüseyin Velioğlu
Hüseyin Velioğlu, Hüseyin Durmaz (jdb. 1952 li Kercews; m. 17ê kanûna paşîn a 2000an li navçeya Beykoz a Stembolê) kontrgerîla, yek ji serokên rêxistina Hizbullah (Tirkiye)yê bû. Di nava kurdan de ev rêxistin herwiha bi navê hizbulkontra, hizbulşeytan jî dihate binavkirin.
Hüseyin Velioğlu | |
---|---|
Jidayikbûn |
1952 ![]() |
Mirin |
17 kanûna paşîn 2000 ![]() Beykoz ![]() |
Sedema mirinê |
Ballistic trauma ![]() |
Hevwelatî |
Tirkiye ![]() |
Perwerde | |
Pîşe | |
biguherîne - Wîkîdaneyê biguherîne![]() |
Biguherîne
Navê wî yê berê û yê rastîn Hüseyin Durmaz e. Îdîa hene ku ew bi eslê xwe ne Kurd e, ku dewletê ew wekî kurdekî daye nasandin. Sala 1978ê navê xwe diguherîne. Heman sal PKK tê damezirandin û îhtîmala şoreşeke Îslamî li Îranê heye. Hin kes di wê baweriyê de ne, Velioglu di sala 1978ê de dest bi xebatên xwe yên kontrgerîlayî kiriye, lewra jî nav guhertiye.
JiyanBiguherîne
Di sala 1980yê de diçe Amedê. Heman salê li Tirkiye û Kurdistanê artêşa romiyan (tirk) tê li ser text. Seranser bakurê Kurdistanê ciwan û ronakbîr tên kujtin, girtin û êşkencekirin. Velioglu di heman demê de li Amedê dijî.
Di sala 1987ê de bi hin kesan ve Hizbullahê dadimezirînin. Armanca vê rêxistinê ya sereke têkbîrina PKKê, têkoşîn bi PKKê û alîgirên wê re ye. Lê ji aliyê hinek endamên vê rêxsitinê re rexne tên kirin. Dibin du kom. Velioglu jî dibe serokê koma bi navê Îlîm'ê. Koma din jî koma Menzîl e.
Di sala 1999î de serokê PKKê dîl dikeve destê tirkan û PKK stratejiya xwe diguherîne. Êdî pêwîstî bi Hizbullahê namîne û dewleta Romê dest bi paqijkirina vê rêxistinê dike. Endam û giregirên vê rêxistinê ji aliyê dewletê ve tên kujtin ku yek ji wan Velioglu ye. Gelek jî direvin, li Ewropa, Îran, başûrê Kurdistanê û Kîprosê bicih dibin.
GirêdanBiguherîne
- Kurtejînenîgariya Velioğlu (romî)