Ahmetbeg
Tu bi xêr hatî Wîkîpediyaya kurdî!
biguhêreWîkîpediya, ensîklopediya azad a bi kurdî,
- Wîkîpediyaya kurdî projeyeke navneteweyî û azad e. Armanca wê komkirina zanyariyan a bi alîkariya çavkanî û jêderan û bi şêweyê ensîklopediyê ye. Hewleke hevbeş e ku ensîklopediyeke azad derkeve holê. Her kes dikare tevlî nivîsandina vê berhemê bibe. TU nivîskarê/a vê ensîklopediyê yî! Gavên pêşî gelek hêsan in.
- Berî ku tu dest bi karê xwe bikî, ji kerema xwe re li vir binêre. Heke te alîkariya bikarhênerên din hewce be û tu bixwazî ji bikarhênerên Wîkîpediyayê re binivîsî, here rûpela gotûbêja mijarê û dû re li jor « Mijarekê lê zêde bike » bitikîne.
- Ji ber sedema mafên telîfê em li Wîkîpediyayê nivîsên di çavkaniyeke din de li vir nanivîsin, lê bikarhêner dikarin bi gotinên xwe û bi nîşandana çavkaniyê ji çavkaniyên din sûd werbigrin. Ji kerema xwe re agahiyên peyv bi peyv ji malper, pirtûk an jî kovaran li ser Wîkîpediyayê kopî neke. Tu nivîskar î û divê tu gotarên xwe bi peyvên xwe binivîsî!
- Heke alîkarî ji te re hewce be tu dikarî rûpela Alîkariyê bixwînî û pirsên xwe li Dîwana Wîkîpediyayê an jî Kurdîgehê binivîsî.
- Dema ku tu di gotarekê de tiştekî biguherînî, divê tu bi nêrîneke bêalî û bi zimanekî ensîklopedîk binivîsî. Çavkaniya agahiyê jî ji bir neke!
- Îmzeya xwe li nava gotarê nexe û di gotaran de reklamê neke an jî e-mail û hejmara telefona xwe nenivîse. Ji bo danasîna xwe tu dikarî di rûpela xwe ya bikarhêneriyê de bi bikaranîna şablona Babîlê agahiyan bidî.
- Dema te ji bikarhênerên din re peyam nivîsand, ji kerema xwe li gorî hîmên rêzgirtinê tevbigere û wisa bifikire ku her kesê li vir weke te dixwaze ji bo pêşvexistina Wîkîpediyayê beşdar dibe û wan weke kesên niyetbaş bihesibîne. Pênc hîmên sereke yên Wîkîpediyayê jî bixwîne.
- Divê mirov xwediyê/a tenê yek hesabî be! Hinga çend hesabên heman kesî an jî çend hesabên mirovên cuda yên ku di gotûbêjan de ji bo bidestxistina avantajê bi hevre tevdigerin, di Wîkîpediyayê de weke kuklabaziyê tê binavkirin û ev dibe sedema astengbûnê.
- Heke te rê û rêbazên Wîkîpediyayê xwendibî, êdî tu dizanî bikarhêner çi dikin û bi çi awayî gotaran diguherînin. Wîkîpediyaya kurdî her roj di nava pêşketinê de ye. Niha 87.451 gotarên bi zaravayên dimilî, kelhûrî, kurmancî û soranî yên bi tîpên latînî hene.
Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediyaya kurdî
|
|
Klavyeya kurdî: Kurdî-h • Kurdî-tr (metod ji bo klavyeya tirkî)
Çavkanî, Kategorî û Tevlî kirina wîkîdane yê
biguhêreSilav Ahmedbeg, gelek spas dikim jibo tevkariyên te yê jibo wîkîpediya kurdî. Wek ku tu jî dizanî kêmasiyên gotaran çiqas kêm bin asta kalîteya wî gotarê û asta kalîteya wîkîpediyayê bilind dibe. Ji kerema xwe heta ku tu dikarî çavkanî li gotarê xwe zêde bike. Kategorî û ger ev gotar li ser wîkîpediyayê, mînak liser wîkîpediya îngilîzî heye, jibo ku di rêza zimanan de zimanê kurdî jî bixwîyê gotarê tevlî Wîkîdatayê bike. Serkevtin û qewet be. Penaber49 (gotûbêj) 16:32, 29 çiriya pêşîn 2022 (UTC)
Spas penaber49 . Ez dixwazim du pirsan ji te bikim.
Ez niha di agahiyên xwe tenê ser yek pirtûkê dinivîsim. Wê pirtûkê jî dawiya agahiyan da beşa çavkaniyê da dinivîsim. Tenê nîşandana yek pirtûkê bes e an na?
pirsa duyem
Nîşandana çavkaniyê her bendê da dîsa dinivîsîm an tenê carekî di dawiya gotarê dinivîsîm bes e? Ahmetbeg (gotûbêj) 04:17, 2 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Silav Ahmedbeg jibo ku te min etîket nekiriye danezan ji min re nehatiye. Di nivîsandina gotaran de çiqas çavkaniyên cûda cûda hebin ew gotar ewqasî dewlemend dibin. Lê dema ku çavkanî kêmjî be tenê çavkaniyek jî dibe lê gotarên dirêj divê hemî ji yek çavkaniyek nebin. —Penaber49 (gotûbêj) 14:01, 23 çiriya paşîn 2022 (UTC)
- Spas mamoste Penaber49 min baş fêm kir. Hingî ji destê min be, ez ê wîsa çêkim Ahmetbeg (gotûbêj) 11:38, 25 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Polîtîkayên nivîsandina gotaran
biguhêreSilav Ahmedbeg, jibo xebat û hewlên te yên jibo Wîkîpediya kurdî spas dikim. Ez wekî bikarhênerek Wîkîpediya kurdî girîngî didim xebatên te û serkevtin ji te re dixwazim. Jiber hinek xeletiyên ku di demên dawî li ser Wîkîpediya kurdî pêk hatine polîtîkayek nû jibo wîkîpediya kurdî nivîsiye. Ev polîtîka rêbernameya nivîsandina gotaran jibo wîkîpediya kurdî ye. Polîtîka li vir e, qewet be! Penaber49 (gotûbêj) 14:10, 23 çiriya paşîn 2022 (UTC)
Beralîkirin
biguhêreSilav. Ji bo çêkirina beralîkirinan binêre en:Help:VisualEditor#Editing_page_settings
- Page settings > Hevyazên rûpelê
- Redirect this page to > Vê rûpelê beralî bike ber bi
- Navê rûpelê binivîse
- Pê li "Guhartinan bisepîne" bike
Qewet be! --Balyozxane (gotûbêj). 16:04, 19 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
- spas mamoste Ahmetbeg (gotûbêj) 08:10, 20 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
Spas
biguhêre@Ahmetbeg: Êvarbaş, tu çawan î, baş î? Rewşa we baş e? Pir kêfa min bi gotarên te li ser mîtolojiya yewnanî re hat, her bijî! Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 19:43, 11 sibat 2023 (UTC)
- sipas mamoste ez baş im tu çawan î? Kemasiyên min pir in lê kemasiya wîkî-kurdî jî pir in . Ez jî hema çi ji destê min bê ez alikarî dikem , silav û rêz Ahmetbeg (gotûbêj) 09:59, 13 sibat 2023 (UTC)
- Gelek spas ez jî baş im. Erê, rast e li Wîkîpediya kurdî hin kemasî hene, lê gelek tiştên nuh û bêhempa jî hene :) Qewet be, silav û rêz ji te re. MikaelF (gotûbêj) 17:44, 13 sibat 2023 (UTC)
- Bênezer te jî kedek mezin daye wîkî-kurdî. Dinêrim hin guhertoyên te nêzîkê banzdeh sal beriye hatine çêkirin. Mala te ava@MikaelF Ahmetbeg (gotûbêj) 10:59, 13 sibat 2023 (UTC)
- Destxweş bî, mala te jî ava! MikaelF (gotûbêj) 17:45, 13 sibat 2023 (UTC)
- jkx tu dikarî binihêrî vê jî Kasandra @MikaelF Ahmetbeg (gotûbêj) 12:04, 14 sibat 2023 (UTC)
- Destxweş bî, mala te jî ava! MikaelF (gotûbêj) 17:45, 13 sibat 2023 (UTC)
Slav mamoste
biguhêre@MikaelF Slav mamoste min divê pirsekî ji te bikim. Ez gotarên nu çêdikem, lê dinêrim hejmara goterên li ser malpera destpêkê zêde nabin çima? Ev çend roja 58.880 bû min sê çar heb nû de nivîsand yek hejmar zêde bû çima ? Ahmetbeg (gotûbêj) 10:59, 27 sibat 2023 (UTC)
- @Ahmetbeg: silav û rêz, tu çawa yî? Carna Wîkîpedî ewqas bi lez naxebite, hindik bi sebir bî, misoger dû re dê derkeve :) qewet be. --MikaelF (gotûbêj) 18:31, 27 sibat 2023 (UTC)
- @MikaelF baş im sipas , qewet be ji te re jî Ahmetbeg (gotûbêj) 19:00, 27 sibat 2023 (UTC)
Spasî (2024)
biguhêreMikaelF (gotûbêj) 09:37, 15 kanûna paşîn 2024 (UTC)
- @MikaelF gelek sipas mamoste. Tu jî her hebî Ahmetbeg (gotûbêj) 11:21, 15 kanûna paşîn 2024 (UTC)
Du hesabên bikarîner
biguhêreDembaş @Ahmetbeg, tu çawan î, baş î? Îro min dît ku li Wîkîpediya kurdî te du hesabên bikarîner ên Ahmetbeg û Ehmedbeg çêkiribûn. Li gorî rêbazên Wîkîpediyê divê te yek navê bikarîner hebe, heke tu navê Ehmedbeg çêtirî Ahmetbeg dibînî, bibêje û em ê navê te biguhêzin bo Ehmedbeg, baş e? MikaelF (gotûbêj) 13:13, 5 sibat 2024 (UTC)
- @MikaelF dembaş baş im tu jî baş î înşelah? Tu ji kû dizanî ew ez im :) min henek kir.
- Min cara ewil hesaba Ehmedbegê ava kir, lê paşê min wî winda kir. Vêga min Ahmetbegê ava kir. Lê mixabin min şîfreya wê ji bîr kir. Niha li ser computerê Ehmedbeg heye li ser telefonê yên din. Ez dibêm qey ne pirsgirêkê ? Lê heger nicknameyekî qenc bibînim ez dest ji herdu yan jî berdim. Ahmetbeg (gotûbêj) 20:50, 5 sibat 2024 (UTC)
- Silav Ahmetbeg, spas ji bo xebatên te yên qenc. Eger ku e-mail a te yê ku te xwe pê hesaba Ehmedbeg tomar kiriye pêwendiyên te bi wî e-maîlê hebe tu dikarî bi rêya e-mailê şîfreya xwe biguherînê. Li gorî polîtîkayên wîkîpediyayê yek bikarhênerek tenê dikare hesab bikarbîne. Li ser wîkîpediyayên mezin wek wîkîpediyaya îngilîzî almanî bi awayek tundî li dijî vê yekê ne. Eger bi temamî pêwendiyên te bi e-maîl a hesabê re qut bûye tu dikarî şablona jêbirinê û sedema jêbirinê diyar bikî daxwaza jêbirina hesabê bikî. Serkevtin ji te re qewet be. Penaber49 (gotûbêj) 03:18, 11 sibat 2024 (UTC)
- @Penaber49 naxwe wek gotina min ez ê hesabekî nû çêkim, paşî betalkirina her duyan bixwazim dibî? Ahmetbeg (gotûbêj) 03:53, 11 sibat 2024 (UTC)
- Ew jî dibe lê tu dikarî navê hesabê xwe yê niha jî biguherînî. Ji bo nav guhertin a hesabê tu dikarî bi rêveberek re biaxivî ku ew ji te re bibin alîkar. Penaber49 (gotûbêj) 04:00, 11 sibat 2024 (UTC)
- @Gomada merheba mamoste çavan î baş î? Tu di vê mijarê dikarî alikariya min bikî? Du hesabên min heye, dixwazim bikim yek û navê wê jî biguherînim. Ahmetbeg (gotûbêj) 14:12, 12 sibat 2024 (UTC)
- Ew jî dibe lê tu dikarî navê hesabê xwe yê niha jî biguherînî. Ji bo nav guhertin a hesabê tu dikarî bi rêveberek re biaxivî ku ew ji te re bibin alîkar. Penaber49 (gotûbêj) 04:00, 11 sibat 2024 (UTC)
- @Penaber49 naxwe wek gotina min ez ê hesabekî nû çêkim, paşî betalkirina her duyan bixwazim dibî? Ahmetbeg (gotûbêj) 03:53, 11 sibat 2024 (UTC)
- Silav Ahmetbeg, spas ji bo xebatên te yên qenc. Eger ku e-mail a te yê ku te xwe pê hesaba Ehmedbeg tomar kiriye pêwendiyên te bi wî e-maîlê hebe tu dikarî bi rêya e-mailê şîfreya xwe biguherînê. Li gorî polîtîkayên wîkîpediyayê yek bikarhênerek tenê dikare hesab bikarbîne. Li ser wîkîpediyayên mezin wek wîkîpediyaya îngilîzî almanî bi awayek tundî li dijî vê yekê ne. Eger bi temamî pêwendiyên te bi e-maîl a hesabê re qut bûye tu dikarî şablona jêbirinê û sedema jêbirinê diyar bikî daxwaza jêbirina hesabê bikî. Serkevtin ji te re qewet be. Penaber49 (gotûbêj) 03:18, 11 sibat 2024 (UTC)
Girêdana navzimanî
biguhêreSilav bira. Piştî ku rûpeleke nû çêkir, li binê sernavê rûpelê dibêje "Girêdana navzimanî kêm e" piştî wê dibêje "lê zêde bike". Pê lê bike, formeke dê were vekirin. Li qutiya bi navê "Sernavê rûpelê" sernavê rûpela Wîkîpediyaya îngilîzî binivîse û li butona Bişîne bitikîne. Rûpela te bi sernavê îngilîzî û zimanên din re dê were girêdan. Qewet be! --Balyozxane (gotûbêj). 21:45, 8 sibat 2024 (UTC)
- @Balyozxane silav kekêm , li ser mobilê jî dixuyê ? min tu carê nedîtiye. Ji xêra xwe hinek heval alikariya min diken di wê awayê. Ahmetbeg (gotûbêj) 00:35, 11 sibat 2024 (UTC)
- @Balyozxane min dît Ahmetbeg (gotûbêj) 03:50, 11 sibat 2024 (UTC)
- @Ahmetbeg Mala te ava! Bi xusûsî ji bo mobîlê me ev amûr çêkir :) --Balyozxane (gotûbêj). 09:21, 11 sibat 2024 (UTC)