Wîkîpediya kurdî
Wîkîpedyaya Kurdî, Wîkîpediya Kurdî beşa bi zimanê kurdî ya projeya Weqfa Wikimedia ye. Wîkîpediya kurdi bi kurmancî 7ê kanûna paşîn a 2004an de hatiye destpêkirin. Yek ji dahênerên yekem ên Wîkîpediya Kurdî Erdal Ronahî bû.
Wîkîpediya kurdî | |
---|---|
![]() ![]() | |
Malper | ku.wikipedia.org |
Ziman | Kurdî (Kurmancî) |
Avabûn | 15ê kanûna paşîn, 2001 bi kurdî: 7ê kanûna paşîn, 2004 |
Xwedî | Weqfa Wikimedia |
Dirûşm | Ensîklopediya azad |
biguherîne![]() |
Niha çar versîyon ên wîkîpediyayên kurdî hene. Wîkîpediyayên kurdî; bi kurmancî, soranî, zazakî û kelhûrî têne nivîsandin.
Li Wîkîpediyaya kurdî ya kurmancî de heta niha 1.080.267 guhertin û 52.151 gotar hatine nivîsandin, li wîkîpediya kurdî ya soranî de 41.363 gotar û li wîkîpediya kurdî ya zazakî de 40.166 gotar hatine nivîsandin.
Bangawaziya wîkîpediyayêBiguherîne
Piştî ku wîkîpediya kurdî (kurdiya jorîn) gehişte hêjmara 30 hezar gotaran, malperên medyaya civakiyên fermî ya Wîkîpediyayê di 9ê tebaxa 2020an de jibo Wîkîpediya kurdî du daxûyaniyên kurt parvekir.
Wîkîpediya, li ser malpera xwe ya Twitterê ya fermî jibo bikarhênerên Wîkîpediya kurdî daxuyaniya xwe de wiha anî ziman:[1]
“ | Herçend zimanê kurdî li çend welatan were qedexekirin jî, lê dilxwazên dilsoz ên wîkîpediya kurdî bi awayekî veşartî dixebitin ku vî zimanî li ser Wîkîpediyayê zindî bihêlin. Bi xebatên wan, zêdetirî 30.000 gotarên Wîkîpediya Kurdî hene! Fêrî hinek peyvên bi kurdî bibin. | ” |
Piştî çend rojan wîkîpediya di daxuyaniyek duyem parvekir, di daxuyaniya xwe de wîkîpediya jî jibo wîkîpediya kurdî li ser malpera xwe ya fermî wiha anî ziman;[2]
“ | Em dixwazin hemî Kurd agahiyan li Wîkîpediya Kurdî zêde bikin, ku hemî Kurd jê sûdê werbigirin. Jibo xebatên ku mirov jê îlhamê werdigire zêde agahî bistînin. | ” |
KronolojîBiguherîne
Wîkîpediya kurdî (kurmancî)Biguherîne
- 7ê kanuna paşîna 2004: Wîkîpediya kurdî hate destpêkirin.
- 13ê îlona 2004: Wîkîpediya kurdî gehişte hezar gotarê
- 18ê îlona 2007: 10.000 (deh hezar) gotar hate nivîsandin.
- 19ê tebaxa 2013: 20.000 (bîst hezar) gotar hate nivîsandin.
- 9ê tîrmeha 2020: 30.000. (sîh hezar) gotar hate nivîsandin.
- 27ê tîrmeha 2021: 40.000 (çil hezar) gotar hate nivîsandin.
- 27ê tebaxa 2021: 50.000 (pêncî hezar) gotar hate nivîsandin.
StatîstîkBiguherîne
Statîstîkên niha
Wîkîpediyayên Kurdî | Malper | Guhertin | Gotar |
---|---|---|---|
Kurmancî | ku.wikipedia.org | 1.080.267 | 52.151 |
Soranî | ckb.wikipedia.org | – | 41.363 |
Zazakî | diq.wikipedia.org | 485.689 | 40.166 |