Girê Mirazan

şûnewarê neolîtîkê li Rihayê
(Ji Girê Navokê hat beralîkirin)

Girê Mirazan[1][2][3] an Xirabreşk[4] / Xerabreşkê[5] (bi tirkî: Göbeklitepe "Girê navikê / Girê navokê") cihekî arkeolojîk ê neolîtîkê ye ku li nêzîkî gundê XirabreşkêRihayê ye[6] û dibe cihê bermahiyên perestgeha herî kevn a cîhanê be.[7]

Girê Mirazan
Bermahiyên Girê Mirazan
Girê Mirazan li ser nexşeya Rojhilata Nêzîk nîşan dide
Girê Mirazan
Girê Mirazan (Rojhilata Nêzîk)
Girê Mirazan li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Girê Mirazan
Girê Mirazan (Tirkiye)
Girê Mirazan li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Girê Mirazan
Girê Mirazan (Bakurê Kurdistanê)
Girê Mirazan li ser nexşeya Riha nîşan dide
Girê Mirazan
Girê Mirazan (Riha)
Map
CihXirabreşk, Parêzgeha Rihayê, Tirkiye
Koordînat37°13′23″Bk 38°55′21″Rh / 37.22306°Bk 38.92250°Rh / 37.22306; 38.92250
CurePeristgeh
Dîrok
AvakirinHezarsala 10em b.z.
TerikandinHezarsala 8em b.z.
HeyamNeolîtîka A heta B
Agahiyên cihê
Vedîtin1963
Roja kolandinê1995–heta îro
Arkeolog
RewşBaş parastî
Navê fermîGöbekli Tepe
CureÇandî
Krîter(i), (ii), (iv)
Destnîşankirin2018 (kombûna 42em)
Hejmara referansê1572
Terefa dewletêTirkiye
HerêmRojhilata navîn

Dirêjiya vî girê destçêkirî 15 metre ye, tîreya wî nêzîkê 300 metre ye,[8] û nêzîkî 760 metre ji asta behrê li jor e. Ev du qonaxên bikaranînê dihundirîne. Li gorî arkeologê alman Klaus Schmidt, kaşif û vekolerê vî girî, armanca bikaranînê civakî yan dînî bû[9] û ji hezarsala 10ê-8ê b.z. maye.[10]

Qonaxa yekem di dema Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) de pêk hatiye. Di vê qonaxê de stûnên kevirî yên bi şiklê T-yê hatine çikandin. Ev stûn megalîtên herî kevn ên dinyayê ne.[11] Bi qasî ku hatiye diyarkirin tarîxa van megalîtan digihîje sala 9.500 b.z.. Ev megalît 5.500 sal ji bajarên pêşîn ên Mezopotamyayê û 7.000 sal ji Stonehengeê mezintir in.[12] Qonaxa duyem di dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic B) de pêk hatiye. Di vê qonaxê de stûnên çikandî biçûktir in û li odeyên çargoşeyî yên bi zemînekî kirêc de radiwestin.

Bi riya lêkolînên jeofîzîkî nêzîkî di 20 çemberan de ji 200î zêdetir stûn hatine kişfkirin (heta gulana 2020an). Dirêjiya her stûnan nêzîkî 6 metre ye û giraniya wan digihîje 10 tonan. Li erdî, qulên taybet hatine kolandin û her stûn li wan qulan hatine rûniştandin.[9]

Girê Mirazan piştî dema Neolîtîka B ya berî Cervaniyê hatiye terikandin. Detayên armanca avahiyê ne eşkere ne. Ji sala 1996an ve kolandin ji aliyê Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanî ve berdewam dike, lê beşên mezin hîn jî nehatine kolandin.

Girê Mirazan di 2018an de ji aliyê UNESCOyê ve wekî Kelepora Cîhanê hatiye destnîşankirin.[13]

Konteksta kronolojîk biguhêre

 
Peykerê berazekî kovî, Girê Mirazan, 9000 b.z.

Girê Mirazan di dema Neolîtîka berî Cervaniyê de (qonaxa herî pêşîn a serdema neolîtîkê) hatiye avakirin û mirov lê dijîn, ku tarîxa wê di navbera 9600 b.z. û 7000 b.z. de ye.[14] Neolîtîka berî Cervaniyê di dawiya Pleîstosenê (Serdema Qeşayê ya dawîn) de dest pê kiriye. Di dema Neolîtîka berî Cervaniyê de "destpêka jiyana gundan li Asyaya Başûr-Rojavayê"[15] û li cîhanê yekem jîngehên mirovan ên mayinde hatine pê.[15][16] Gundên Neolîtîka berî Cervaniyê ji komên xaniyên kevir an kerpîçan[15] û carinan jî avahiyên abîdeyî yan "civakî" ên muhîm pêk dihatin.[16]

Tê texmînkirin ku şêweya jiyanê ya şêniyên Girê Mirazan nêçîrvanî û komkerî bû lê belê şênî herî kêm demekê li gundan dijiyan.[17] Dîsa jî heta niha delîla jiyana li gundan nehatiye dîtin. Bi rêbaza radyokarbonê, dawiya Qonaxa III dikare li tarîxa 9000 b.z. were diyarkirin, lê belê hin arkeolog hîpotez dikin dibe ku devera bilindkirî di 10.000 b.z. an pêştir de, yanî di dawiya Pleîstosenê de wekî navendeke dînî hatibe bikaranîn.[çavkanî hewce ye]

Li gorî texmînên arkeologan ji bo derxistana stûnên giran ji kanên keviran û barkirina 100-500 metre heta gir nêzîkî 500 kes hewce bûn.[18] Giraniya stûnan 10-20 ton bû.[19]

Tarîxa vedîtin û lêkolînê biguhêre

 
"Kevirê Qijikê", Girê Mirazan

Berî kişfkirinê, girê ku Girê Mirazan li ser e, ji aliyê xelkê ve wekî cihekî pîroz dihate dîtin.[2][20]

Girê Mirazan yekem car ji hêla Zanîngeha Stembolê û Zanîngeha Chicagoyê ve bi rêya lêgerînên arkeolojîk di sala 1963an de hatiye dîtin.[21] Arkeologê amerîkî Peter Benedict tarîxa amûrên kevirî yên ku ji gir hatine berhevkirin wekî Neolîtîka A ya berî Cervaniyê diyar kiriye[22] lê perçeyên jorîn ên stûnên bi şiklê T-yê wek kêlikên gorê xelet nîşan daye û bawer kiriye ku goristaneke Bîzansê li serî qonaxa pêşdîrokî heye.[23] Li ser gir ji zû ve çandinî dihate kirin, û çend nifşên niştecihan bi gelemperî ji bo paqijkirina zêviyê kevir bar kiribûn û li cihekî kom kiribûn. Dibe ku loma tebeqeyên jorîn ên gir xirab bûn. Herwiha dibe ku carinan cotkar hewl dabin ku hin stûnan bişkînin, ji ber ku bi xeletî bawer kiribûn ku ew kevirên normal in.[9]

Di çiriya pêşîn a 1994an[24] de arkeologê alman Klaus Schmidt, ê ku berê li Newala Çorî dixebitî, li cihekî din digeriya ku bikolîne. Wî lîteratura arkeolojiyê ya li ser wê deverê nirxandiye, rastî vegotina kurt a lêkolînerên Chicagoyê ya ji sala 1963an li ser Girê Mirazan hatiye û qerar daye ku vî cihî ji nû ve vekolîne. Ji ber ku berê avahiyên bi heman rengî li Newala Çorî dîtibû, wî ihtimala ku wan kevir û stûnan berî tarîxê mane nas kiriye. Wî di sala 1995an de dest bi kolandinê kiriye û di demeke kurt de yekem stûnên mezin ên bi şiklê T-yê derxistine.[9] Schmidt li ser navê Muzeya Rihayê û Enstîtuya Arkeolojiyê ya Almanî heta mirina xwe (2014) kolandinan bi rê ve birine. Ji hingê ve, lêkolîna Enstîtuyê li ser girî ji hêla Lee Clare ve tê birêvebirin.[13] Kolandinên vê dawiyê bi qasî yên Schmidt ne mezin in, bi gelemperî li ser belgekirin û parastina cihên ku berê hatine kolandin disekinin.[25]

Mîmarî biguhêre

 
Cihê li derdora Girê Mirazan

Girê Mirazan şiklekî geometrîk dişopîne. Ev şikil sêgoşeyek e ku her goşeya wê wekhev in û dorpêçên A, B û D bi hev ve girê dide. Ev tê vê maneyê ku kesên ku Girê Mirazan ava kiriye, herî kêm xwedî zanîna geometriyê ya destpêkî bûn. Lêkolîneke ji sala 2020an bi navê "Geometry and Architectural Planning at Göbekli Tepe" (bi kurdî: Geometrî û Plankirina Mîmariyê li Girê Mirazan) dide pêş ku dorpêçên A, B û D hemû ji kompleksekê pêk tên û tê de hiyerarşiyek heye ku dorpêça D li herî jor e. Ev lêkolîn red dike ku her dorpêç yek bi yek hatine avakirin û bikaranîn.[26]

 
Stûna 2 ji Dorpêça A (Qonax III) bi rolyefên ga, rovî û qulingê.

Kanên keviran biguhêre

Platoya herêmê ji ber erozyon û kanên keviran guheriye, ku ev guherîn hem di serdema neolîtîkê hem jî serdemên klasîk de pêk hatiye. Çar coyên ku dirêjiyên wan 10 metre û berfirehiyên wan 20 santîmetre ne li başûrê platoyê hene. Ew co wek bermahiyên kanên kevnare tên şirovekirin ku qalibên çargoşeyî jê hatine birin. Ihtimal e ku têkiliya wan bi avahiyeke çargoşeyî ya ku tenê bingeha wê hatiye heta îro heye. Tê gotin ku ev avahî bermahiyên birceke nobedariyê ya romayî ye, lê ew tenê texmînekê ye.[27] Avahiyên li platoyê bi gelemperî encama derxistina keviran ji kanan e. Ew kan wek cihên derxistina kevirên gewre yên mîmariyê hatine bikaranîn.

Gir biguhêre

 
Kompleksa E

Li rojavaya gir, şiklekî mîna şêran hatiye dîtin. Li vî cihî parçeyên kevirê hestê û kevirê kilsî zêdetir hene. Ji ber vê yekê tê gotin ku ew der wek cureyekî kargeheke heykelan dihate şixulandin.[28]

Herwiha platformeke ku hatiye qutkirin û bi du qulan ku van stûnan hildida û sehneyeke pehn heye. Ev platform kompleksên ji Qonaxa III teqabil dike. Navê "kompleksa E" lê hatiye kirin. Ji ber ku dişibin avahiyên li Newala Çorî, ev kompleks carinan wek "Mabeda Kevirî" jî hatiye binavkirin. Zemîna wê bi dîqetî hatiye tiraşîn û pehnkirin. Li bakura rojavayê ya vî cihî qulên wek sarincan hene ku tên bawerkirin parçeyeke kompleksa E ne.[29]

Qonaxa III biguhêre

 
Stûna bi neqşa roviyê

Di vê qonaxa ewil a tarîxa girî de cara pêşîn dorpêçên girover tên dîtin. Tîreyên wan ji 10 metreyê heta 30 metreyan diguhere. Taybetmendiyên wan yên herî muhîm ev e ku li vir kevirên kils yên bi şiklê T-yê di nava dîwarên stûr yên hindûrîn de hatine danîn. Heta niha çar avahiyên girover mîna wan ji binê axê hatine derxistin. Lêgerînên jeofizîkî diyar dikin ku 16 dorpêçên din, di her yekê de heşt stûn hene, bi temamî 200 stûn di bin axê de ne. Ev stûn ji nêzîkî 100 metre dûr hatine anîn.[30]

Di merkeza her çemberê de du stûnên ku ji yên din dirêj in rû bi rû radiwestin. Li serê çemberan banek hebû yan tinebû ne diyar e. Kursiyên kevirî yên ji bo rûniştinê hatine çêkirin di hundirê de hatine dîtin.[31] Gelek ji van stûnan bi pîktogramên neberbiçav û rolyefên heywanan ve hatine xemilandin. Dibe ku ev pîktogram sembolên pîroz ên ji herkesî ve dihate zanîn temsîl bikin, ku pîktogramên mîna van li neqşên şikeftên Neolîtîkê yên din de jî tên dîtin. Rolyef guhandarên mîna şêr, ga, beraz, rovî, xezal û ker; mar û xişokên din; xêzikên mîna tevnpîrk û çûk nîşan didin. Di wexta çêkirina vê avahiyê de xwezaya wê ihtimalên cuda bû, ku tê de daristanên ku van heywanan dijîn jî hebûn. Ji ber rûniştina însanan û çandiniyê ev der êdî bûye çol.[9]

 
Monolîta bi şiklên çûkan

Çend şiklên wekî mirovan jî di hunerê Girê Mirazan de heye. Li ser hin stûnên bi şiklê T-yê destên însanan hatine neqişandin, lê belê li gorî vekoler Schmidt ew mirovan (an jî belkî xwedawendan) temsîl dikin. Kevirên asoyî yên li jorê stûnan li gorî Schmidt milên mirovan temsîl dikin, ku tê maneya serên stûnan tinebûn.[32] Bi çi taswîrê (xwedawend, mirov, bav û kalên wan) ev stûn hatine çêkirin nayê zanîn.

Qonaxa II biguhêre

 
Cureyekî totemê, bi hin parçeyên mîna însanan. Qonaxa II, 8800–8000 b.z. – Muzeya Rihayê.

Afirandina dorpêçên çember ên di qonaxa III de piştre di qonaxa II de cihê xwe da çêkirina odeyên çargoşeyî yên piçûk. Avahiyên çargoşeyî li hemberî avahiyên çember valahiya heyî baştir bi kar tînin. Ew bi gelemperî bi derketina neolîtîkê re têkildar in,[33] lê stûnên bi şiklê T-yê, taybetmendiya sereke ya dorpêçên kevnare, di vir de jî hene. Ev diyar dike ku avahiyên qonaxa II ji bo kultura wan heman fonksiyonê pêk dianîn, ihtimalên wek mabed.[34] Qonaxa II li Neolîtîka B ya berî Cervaniyê de ye. Bi riya metoda radyokarbonê tarîxên wan di navbera 8800 û 8000 b.z. de hatiyê nîşankirin.[35] Stûnên bi şiklê T-yê bi dirêjiya heta 1,5 metreyê di merkeza odeyan de cih digirin.[36]

Stûneke kevirî ya ku dişibe totemekê di 2010an de qonaxa II ya li Girê Mirazan hatiye vedîtin. Ew 1,92 metre bilind e. Di totemê de sê şikl hene, ya herî jorîn lawirek, ihtimalên hirçek, û li binê wê jî şiklekî mîna însanek. Ji ber ku heykel xesar dîtiye, şirovekirina wê bi tevahî ne zelal e. Parçeyên totemeke din a mîna wê jî nêzîkê 20 sal berê li Newala Çorî hatibû dîtin. Di heman demê de, qonaxeke Girê Mirazan a kevntir hin peykerên têkildar ên ku heywanên li ser serê mirovan nîşan didin hene.[37]

Qonaxa I biguhêre

Qonaxa I parçeya herî jor ya girî ye. Ev qonaxa herî tenik e, ku ji tortên sist ên ji ber erozyonê çêbûye pêk tê.

Li dora destpêka hezarsala 8an b.z. Girê Mirazan muhîmiya xwe winda kiriye. Pêşveçûna çandinî û kedîkirina heywanan li jiyana mirovahiyê ya li herêmê rastiyên nû pêk anîne, û "Bexçeyê heywanan a Serdema kevirî" (gotineke Schmidt a bi taybetî li ser Qonaxa III, Dorpêça Dyê) çi muhîmiya xwe ji bo civaka xwe ya kevn a nêçîrvan û komker hebû winda kiriye. Lê belê, ev cih nehatiye terikandin û jibîrkirin da ku hêdî hêdî ji hêla hêmanên sirûştî ve werin hilweşandin, dewsa wê, her dorpêça gir bi zanebûnî di binê 300-500 metresêcar herî û keviran de hatiye binaxkirin, pê re girekî çêkirî bi piranî ji perçeyên keviran û amûrên kevirî pêk tê çêkirine. Di cihê dagirtî de gelek hestiyên heywanan û hetta yên mirovan jî hatine dîtin.[38]

Muhîmî biguhêre

Girê Mirazan ji hêla hinekan ve wekî vedîtineke arkeolojîk a xwedî muhîmiya mezin tê dîtin ji ber ku ew dikare fêmkirina qonaxeke muhîm a di pêşketina civaka mirovan de bi kûrahî biguherîne.[39] Hin lêkolîner bawer dikin ku avakirina Girê Mirazan dibe ku bûbe alîkar di pêşketina şaristaniya bajarî ya paşîn de.[40]

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ Kosen, Hesen (24 tîrmeh 2019). "Girê Mirozan Rihayê dike navenda geshtyariyê". Kurdistan 24. Roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2020.
  2. ^ a b ""Kêmasîya ku li Girê Mirazan derketîye holê bêdewletbûna kurdan e" | Le Monde diplomatique Kurdî". diplo-kurdi.com. Ji orîjînalê di 2 hezîran 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 adar 2021.
  3. ^ Çîroka Girê Miraza behsa çi dike?, roja gihiştinê 30 gulan 2021
  4. ^ "XIRABREŞK - (Girê Miradan/Navokê) Göbekli Tepe". www.saradistribution.com. Roja gihiştinê 31 gulan 2021.
  5. ^ "Hunermend çûn Xirabreşkê". trtnuce.com. Roja gihiştinê 31 gulan 2021.
  6. ^ Bakırcı, Çağrı Mert (30 çiriya paşîn 2019). "Göbeklitepe Neyi Saklıyor? İnsanlık Tarihi İçin Neden Bu Kadar Önemlidir?" (bi tirkî).
  7. ^ "Gobekli Tepe - the World's First Temple?". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 gulan 2021.
  8. ^ Schmidt 2009.
  9. ^ a b c d e Curry 2008.
  10. ^ Oliver Dietrich; Jens Notroff (2015). "A sanctuary, or so fair a house? In defense of an archaeology of cult at Pre-Pottery Neolithic Gobekli Tepe". Bi Laneri, Nicola (edîtor). Defining the Sacred: Approaches to the Archaeology of Religion in the Near East (bi îngilîzî). Oxbow Books. r. 75. ISBN 978-1-78297-685-1. Roja gihiştinê 22 gulan 2020.
  11. ^ Sagona, Claudia (25 tebax 2015). The Archaeology of Malta (bi îngilîzî). Cambridge University Press. r. 47. ISBN 978-1107006690. Roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2016.
  12. ^ Archeology; article; The Guardian on-line; (2008); assessed February 2021
  13. ^ a b Centre, UNESCO World Heritage. "Göbekli Tepe". whc.unesco.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 1 tîrmeh 2018.
  14. ^ Gresky, Haelm & Clare 2017.
  15. ^ a b c Banning 2002.
  16. ^ a b Watkins 2017
  17. ^ The Guardian report 23 April 2008
  18. ^ "Which came first, monumental building projects or farming?". Archaeo News. 14 kanûna pêşîn 2008.
  19. ^ Taracha, Piotr (2009). Religions of second millennium Anatolia. Eisenbrauns. r. 12. ISBN 978-3-447-05885-8.
  20. ^ "The guard of Göbeklitepe, humanity's 'ground zero'". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). 27 adar 2018. Roja gihiştinê 5 nîsan 2021.
  21. ^ Peter Benedict (1980): Survey Work in Southeastern Anatolia. In: Halet Çambel; Robert J. Braidwood (ed.): Prehistoric Research in Southeastern Anatolia I. Edebiyat Fakültesi Basimevi, Istanbul, pp. 151–191.
  22. ^ Schmidt 2011.
  23. ^ "Turkey's Ancient Sanctuary". The New Yorker. Roja gihiştinê 26 tebax 2017.
  24. ^ "Expedition Magazine - Penn Museum". www.penn.museum. Roja gihiştinê 4 adar 2021.
  25. ^ Kazanci, Handan (8 adar 2020). "Turkey: Conservation, not excavation, focus in Gobeklitepe".
  26. ^ Haklay, Gil; Gopher, Avi (gulan 2020). "Geometry and Architectural Planning at Göbekli Tepe, Turkey". Cambridge Archaeological Journal (bi îngilîzî). 30 (2): 343–357. doi:10.1017/S0959774319000660. ISSN 0959-7743.
  27. ^ Schmidt 2006, r. 105.
  28. ^ Schmidt 2006, rr. 109–11.
  29. ^ Schmidt 2006, r. 109.
  30. ^ Schmidt 2000b, rr. 52–3.
  31. ^ Mithen 2004, r. 65.
  32. ^ Schmidt 2010, rr. 244, 246.
  33. ^ Flannery & Marcus 2012, r. 128.
  34. ^ Schmidt 2010, rr. 239, 241.
  35. ^ Schmidt 2009, r. 291.
  36. ^ Schmidt 2009, r. 198.
  37. ^ The Göbekli Tepe ‘Totem Pole’. News & Notes from the Göbekli Tepe Research Staff – 2017-03-01
  38. ^ Schmidt 2010.
  39. ^ Symmes 2010.
  40. ^ Schmidt 2000.

Bîbliyografî biguhêre