Kirêc
Kirêc ji kilsê ye, têkeleke di avadaniyê de tê bikaranîn e. Bi kêrêcê xanî tên gonîkirin (boyaxkirin) û berê ji dêl betonê ve, wekî têkeleke zeliqoq jî hatiye bikaranîn.
Kils di germiyeke li dora 900 °Cyê de dihele û jê ces, kirêc û ziqil derdikeve. Rengê kirêce spî ye.
Ferhengoka kirêcê
biguhêre- Kils, kevirê kirêcê
- Ces (cis) kirêca tîr a wekî sewaxê tê bikaranîn
- Hator, dar an hesinê pê kevirên kirêcê tên kutandin
- Cesxane (cisane), ocaxa kirêcê
- Berespî, kevirêspî, kevirê kirêcê, kils
- Ziqil, kevir û darên ji nav kirêcê tên derxistin
- Kepîr, cure kirêcek e, kîjan e lê xebatek nehatiye kirin
- Gec cure kirêcek e, kîjan e vêgav nayê zanîn
- Kalsiyûm hîdroksît, navê kirêcê
- Ramux, cure kirêcek, hin deveran bo hemiyan tê bikaranîn
Ev gotara têkildarî kîmyayê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |