Neolîtîka berî Cervaniyê
Neolîtîka berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic; salên 10.000-6.500 b.z.) demên destpêka neolîtîkê li herêmên Levend û Mezopotamyaya jorîn a Hîlala Berhemdar temsîl dike.[1][2][3][4] Neolîtîka berî Cervaniyê di nav Neolîtîka A ya berî Cervaniyê (10000 – 8800 bz) û Neolîtîka B ya berî Cervaniyê (8800 – 6500 bz) de hatiye teqsîmkirin.[5][6] Piştî Neolîtîka berî Cervaniyê heyama Neolîtîka Cervaniyê dest pê dike.
Herêmê erdnîgariyê | Hîlala Berhemdar |
---|---|
Heyam | Neolîtîk |
Dîrok | nêzîkî 10.000 — 6.500 bz[1] |
Cureyê cih | Jericho |
Berê | Rojhilata navîn ya epîpaleolîtîk |
Paşê | Yewnana neolîtîk |
Neolîtîka A ya berî Cervaniyê
biguhêreNeolîtîka A ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic A) (salên 10.000-8800 b.z.) di kultura Neolîtîk a Levendî û Anadolî ya destpêkê de qonaxa yekem a Neolîtîka berî Cervaniyê nîşan dide.[1][2][3] Bermayiyên arkeolojîk li deverên Levend û Mezopotamyaya jorîn ya Hîlala Berhemdar de tên dîtin.
Periyoda vê demê bi xaniyên kerpîç ên dorpêçkirî yên biçûk, çandiniya dexlan, nêçîrkirina heywanên kovî, û adetên goristanê yên bêhempa ku tê de laş di binê xaniyan de dihatine veşartin, tê karekterîzekirin.[7]
Neolîtîka B ya berî Cervaniyê
biguhêreNeolîtîka B ya berî Cervaniyê (bi inglîzî: Pre-Pottery Neolithic B; salên 8.800-6.500 b.z.) beşeke ji Neolîtîka berî Cervaniyê ye, kultureke neolîtîk a ku li Mezopotamyaya jorîn û Levendê bi cih bûye.[1] Ji aliyê Kathleen Kenyon ve dema kolandinên arkeolojîk ên li Jerichoyê ya Urduna Rojava de hatiye karekterîzekirin.
Meylên kulturî yên vê heyamê ji Neolîtîka A ya berî Cervaniyê cuda bûn. Kesên ku di vê perîodê de dijîn li ser hewanên kedîkirî zêdetîr îtîmad kirine ji bo ku karibin debara xwe ya nêçirî-komkerî temam bikin.
Neolîtîka C ya berî Cervaniyê
biguhêreDivê ev beş were berfirehkirin. Tu dikarî lê zêde bikî. (çiriya paşîn 2024) |
Galerî
biguhêre-
Birca Erîhayê li dawiya Neolîtîka A ya berî Cervaniyê, nêzîkî 8000 b.z.. hatiye avakirin.
-
Peykerê Bapîrê, Jericho, nêzîkî 9000 b.z. (sexte) li Muzeya Îsraîlê.
Çavkanî
biguhêre- ^ a b c d Chazan, Michael (2017). World Prehistory and Archaeology: Pathways Through Time (bi îngilîzî). Routledge. r. 197. ISBN 9781351802895.
- ^ a b Kuijt, I.; Finlayson, B. (hezîran 2009). "Evidence for food storage and predomestication granaries 11,000 years ago in the Jordan Valley". Proceedings of the National Academy of Sciences of the United States of America. 106 (27): 10966–10970. Bibcode:2009PNAS..10610966K. doi:10.1073/pnas.0812764106. ISSN 0027-8424. PMC 2700141. PMID 19549877.
- ^ a b Ozkaya, Vecihi (hezîran 2009). "Körtik Tepe, a new Pre-Pottery Neolithic A site in south-eastern Anatolia". Antiquitey Journal, Volume 83, Issue 320.
- ^ Richard, Suzanne Near Eastern archaeology Eisenbrauns; illustrated edition (1 Aug 2004) ISBN 978-1-57506-083-5 p.244
- ^ Chazan, Michael (2017). World Prehistory and Archaeology: Pathways Through Time (bi îngilîzî). Routledge. r. 197. ISBN 9781351802895.
- ^ Richard, Suzanne Near Eastern archaeology Eisenbrauns; illustrated edition (1 Aug 2004) ISBN 978-1-57506-083-5 p.244
- ^ Mithen, Steven (2006). After the ice : a global human history, 20,000–5,000 BC (Çapa 1st Harvard University Press pbk.). Cambridge, Massachusetts: Harvard University Press. r. 63. ISBN 978-0-674-01999-7.
- ^ Chacon, Richard J.; Mendoza, Rubén G. (2017). Feast, Famine or Fighting?: Multiple Pathways to Social Complexity (bi îngilîzî). Springer. r. 120. ISBN 978-3319484020.
- ^ Schmidt, Klaus (2015). Premier temple. Göbekli tepe (Le): Göbelki Tepe (bi fransî). CNRS Editions. r. 291. ISBN 978-2271081872.
- ^ Collins, Andrew (2014). Gobekli Tepe: Genesis of the Gods: The Temple of the Watchers and the Discovery of Eden (bi îngilîzî). Simon and Schuster. r. 66. ISBN 978-1591438359.
Ev gotara têkildarî dîrokê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |