Peyker, ji aliyê hunerî û tevgerî ve ku bi dest tê çêkirin û awa lê tê dayîn. Yê ku peykeran çêdike jî, jê re peykervan tê gotin. Bi taybetî, ji aliyê, teybetmendiyan ve ku li berçavan tên girtin û li gor wan awa tê dayin û bi wê re tê sûretkirin a. peykerê mirov, peykerê sawêl û hwd, ku li gorî teybetmendiyên jîndî tê afirandin a. Bi vê yekê, êdî peykerî û an jî peykerîtî weke nirxekê dihê li holê û diafirê. Berî zayînê, Di deme sumeriyan de, li sawalan dihat nerîn û ji kevir dihat çêkirin. Pişt re, li mirov dihat nerîn û peykerê wan dihat çêkirin. Mirov û an jî jîndiya din, ku rabûyî, an jî, rûniştî û an jî çûwan û an jî pîrr û hwd, teybetmendî û xoslet li berçav dihatina girtin û dihatina çêkirin. Ji aliyê nirxî ve wateya wê, wênekirina rewşa mirov ya wê kêlîkê û an jî wê rewşa ku ew tê de dijî û hwd, bi wê re peyker êdî dibê berhemeka çandî û nirxî.

Medyaliyan, di dema xwe de, keyên wan, ji kevir peykerên xwe dane çêkirin. Bi xwe re peykerê şêr û teyrê baz jî di rex xwe de dane çêkirin. Di deme grekiyan de, peykerê Zeus û hwd, hatiye çêkirin. Mirovan, her peykerê ku di kîjan demê de çêkiriye, li gorî demê hin xoslet jî li wan çêkeriyên xwe yên peykerî kirina. Hin teybetmendiyên ku wan hizirkirine, dane wan. Minaq, hewl dane ku mirovekî ku bi hêz bê, wê çawa bê. Jineka xweşik çawa ya, hewl hatiye dayin ku bi xweşikatiya wê re, ew were ser ziman. Bi vê yekê re, peyker, hertimî, bûya sembola hin teybetmendî û xosletna ku mirov xwestîya ku wan bide domandin û an jî bijî.

Çavkanî biguhêre